You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Kadının olduğu her yer yaşam kaynağıdır
IYA
EDKARAN E
di nav tevgerên şoreşger ên cîhanê de yê ku
herî zêde pêşengtiya têkoşîna kedkaran û
jinan kiriye Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.
Ji destpêka avabuyîna xwe de wekî tevgerekî
kedkar û karkeran dest bi xebatên şoreşê kir.
Heman demê de em dikarin bêjin ku pêşengên
vê tevgerê ji çîna karker û kedkaran pêk dihat. Bi
pêşketina bîrdozî-rêxistinî vê pêwistiyên civakî
bi rastiya ku her di nav guhertin û veguhertinê
de ye pêşketin daye çêkirin. Her wiha bi
paradigmaya nû ya Rêber APO ve pêşengên
vê şoreşê wekî jin û ciwan hatin pênase kirin.
Tevgerekî ku bingeha avakirina wê ji kedkaran
pêk tê û pêşengê we jin û ciwanin xwedî
“
Dîsa ji ber ku her dû
nasname jî di nav xwe
de dihewîne nasnameya
jinên ciwan pêwiste di
ferqa mîsyona xwe ya
dîrokî de be
”
berpirsiyariyekî dîrokî ye. Dîsa ji ber ku her dû
nasname jî di nav xwe de dihewîne nasnameya
jinên ciwan pêwiste di ferqa mîsyona xwe ya
dîrokî de be. Ji ber ku di rastiya dîrokî û civakî
de yê herî zêde tê metîngeh kirin jinên ciwan
in. Heya di roja me ya îro de jî civakê de jin
beramberî êrîşên pir giran berxwedaniyekî
dimeşînin. Him li hember aqliyeta zilam ya ku
bi pergala desthilatdar ve xwe rêxistin dike
û him ji beramberî pergala netew-dewlet ya
ku faşizm û dagirkeriyê kûr dike di nav bê
navber tekoşînê de ye. Di 8’ê Adara îsal ya li
tevahiya cîhanê de bi kelecan û coşek-hêrsek
mezin hat pîrozkirin de jî me dit ku ev têkoşin
xwe gihandiye astekî girîng yê zanebûnê.
Helwest û sekna tevahî jinan-jinên ciwan
nîşaneya xwedî derketina keda tevgera
azadiya jinan. Heman demê pêwistiya
MAYIS/HAZİRAN
17