You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
YURTSEVER GENÇ KADIN
PKK PART
KARKER Û K
Nucan Serdoz
Roja têkoşin û piştgiriya cîhanî a karker
û kedkaran ya 1’ê Gulanê bi rastiya
berxwedaniya sosyalist a partiya me
ve destgirtin, bi vê kevneşopiyê nirxandin
di roja me ya îro de xwedî girîngiyekî mezin
e. Dîroka rêxistinbuyîna kedkar, karker û
yên tên metîngeh kirin ji destpêka dirokê
heya roja me ya îro her berdewam dike.
Heman demê diroka têkoşînê ya kedkaran
bi qasî ku mirovahî hebe wê berdewam
bike. Rastiya ku li beramberi êrîşan û
dagirkerî-metingeriyê ku pergalên heyî ava
dikin wê her tim berxwedanî bê meşandin
di îro de jî bi her awayî xwe dide nîşandan.
Bi destpêkirina vê roja têkoşinê di milê dirokî
de girtina dest û femkirin ji bo fêm kirina roja
me ya îro jî wê girîng be. Wekî tê zanîn di 1’ê
Gulan’a 1886’an de karkerên ku li Chîcago
ji bo demên xwe yê kar têkoşîn dimeşinin
dest bi grevê dikin. Saatên kar ku di navbera
12-16 saatan de ye dixwazin bikin 8 saat.
Piştî salek dîsa li Chîcago carek din dest bi
grevê dikin. Ev buyer bi qetilkirina 4 karkerên
ku pêşengtiya vê dikin encam dibe. Di sala
1899’an de jî ji aliyê II. Enternasyonal ve
roja 1’ê Gulanê wekî roja cihanî ya têkoşîn û
piştgiriya karkeran tê qebul kirin. Bi vê re êdî
ev roj dibe sembola têkoşîna karkeran û wekî
sembola vê pêvajoyê ku hatiye meşandin.
Di navbera sedsala 19. û 20. de li DYA têkoşina
kedkaran di astekî jor de ye. Tevgerên jin
jî di van deman de di astekî jor de wekî roja
jinên kedkar ên cîhanê çavkaniya xwe DYA
ye. Bi xwezayî rojên wiha ji ber ku pergala
kapîtalizmê herî zêde xwe li vir pêş dixe û
beramberî vê têkoşîna karkeran jî xurt e li DYA
pêş dikeve. Pergala kapîtalizmê bi awayekî kûr
û berfireh xwe rêxistin dike. Di salên bi vî awayî
de têkoşînên ku hatine meşandin girîng e.
Ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro
berxwedaniya ku kedkaran–jinan daye
meşandin bi rastiya rêxistinbunê ve girêdayî
her di nav pêşketinê de buye. Wekî tê zanîn
16
2022