16.04.2022 Views

Yurtsever gençlik Nisan Ayı sayı 12.

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Xano fam bike û di ronahiya serê sibê de

dîsa ji nika ve lê bixe. Tevî ku Xano gelek

windahiyan dide jî, lê difikire ku di hundirê

kelê de er bike batire û lekerê xwe

pade vedikiîne ji bo ku zêde windahiyan

nede dijmin ku hîna jî hejmareke mezin bi

hêza xwe ve ye. Di hundurê kelê de bergiriyê

dike. Dema ku Serdar Xan bi artêa

xwe êrî dike, mîmariya bi heybet a kelê

dibîne, giraniya rewê fam dike. Ne mimkune

ku dîwarê Kelê derbas bibin û hewl

dide ku wê çawa dîwaran derbas bikin rêya

vê difikire. Dema artêa wî êrî dikir, Xano

û gel jî bi topan bersiv didan. Serdar Xan

bi rojan bi windahiyên giran hewl dide ku

kelehê dagir bike, lê karê wî pir zehmet e.

Xano ji berxwedana gel moralek mezin

digirt, xwarina wan li ber xilasbûnê

bû, lê kesî nedixwest teslîm bibe û

bi hemû hêza xwe li ber xwe didan.

Di sîstema eîretî ya kurdan de, kesê ku

aramiya eîrê xera bike neyê kutin, ji eîrê

tê derxistin lê tu eîr wî qebûl nake. Ew kes

bi vî rengî ceza digre. Eîra Viriîkan ku yek

ji eîrên kurdan e, giliyê Xano ji Mehmudê

Merekanî dikin, ku aramiya eîrê xera kiriye

û heta dixwezin ku wî bikujin û bi vî

awayî ceza bikin, lê Xano ewî nakuje, wî

jî destên gundiyan bizorî digre û wî dîne

Kelehê. Mehmud bi tu karî re mijul nabe.

Dibêje Xano ya herî xerab li wî kiriye,

hemû mal û milkê wî jê kiriye. Mehmud di

van rojên dijwar dibîne dixwaze xwe bigihîne

Serdar Xan ku tola xwe ji Xano hilîne.

Ji Kelehê derdikeve û diçe cihê ku Serdar

Xan û lekerê wî lê ne. Di navbera wan

de çemek heye. Serdar Xan pêî dixwaze

wî bikuje, lê dema ku Mehmud dibêje ez

teslîm bûme û dê alîkariya wî bikim, wî nakuje.

Mehmud li ser kaxezekê dibêje ku li

pa kelê rêyeke avê ya bi keviran heye. Ew rê

rêya ku hewcedariya avê ya kelê tê peydakirin

e. Dinivîse, ku ew avê bibire, av naçe kelê

û ew ên tî bibinin, gel jî wê teslîmî wî bibin.

Paê Serdar Xan rêya avê dibîne û ava rê dibire

û li bendê dimîne. Roja din xelkê kelê pê

dihesin ku av di bîrê de pir kêm e, Xano pê

dihese ku dijmin ev yek kiriye. evekê bi qasî

sed leker diîne ser kaniyê ku ji xelkê kelehê

re avê werbigirin, lê dijminê ku li kêleka çem

ketibû kemînê, hemîyan qetil dike. Dema

dibîne ku lekerên wî venegeriyane, difikire

ku alîkariyê ji eîran bixwaze. Kurê xwe yê

mezin û lekerekî bi xwe re diîne da ku ji

cihekî din ê kelê re biçin xeber bidin, lê kurê

wî û lekerê din jî ji aliyê dijmin ve tên ehîdkirin.

Xano dibîne ku alîkarî jî nabe û xelkê wî

ji ber birçîbûn û tîbûnê di reweke neba de

ne, Xano meclîsê dicive û li ser rewê diaxvin.

Dibêje ku wan li hember mezintirîn artêa

sedsalê berxwedaneke mezin nîan dane û

tevî vê yekê jî qutbûna rêya avê û qedandina

xwarinê rew dijwar kiriye. Lê çi dibe bila bibe,

dibêje ez teslîmî ah nabim, xelkê meclîsê jî

jê re dibêjin em teslîm nabin. Xano pêniyar

dike ku barûtê li binê kelê deynin û kelê biteqînin

û bi gel re biryara teqandina kelê didin

û kelê diteqînin.Teslimî dijmin nabin û canê

xwe feda dikin. Ew gelên Kela Dimdimê bûn,

ku rastiya jiyana azad bi hev re serpêhatî

kiribûn û teslîmî dijminê ku destûr neda vê

jiyana azad nebûn, bi hev re canê xwe feda

kirin. Heta dijmin jî ji kesên ku ev destan

nivîsandine matmayî ma. Berxwedana Kela

Dimdimê li gundên dûr ji ziman derbasî gelê

Kurd bû, bû destanek û heta îro da jiyandin.

Yên ku hê jî berxwedana wan didomînin, dixwazin

rastiya jiyana wan ya azad biceribînin,

li hemberî dijmin serî natewînin, heta ku

encam bigrin berxwedana xwe didomînin.

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!