12.07.2015 Views

Li ser vê fayla .pdf bitikîne. - Nefel

Li ser vê fayla .pdf bitikîne. - Nefel

Li ser vê fayla .pdf bitikîne. - Nefel

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Piştî ku Haco mezin dibe bi kurapê xwe Elikê Batê re li meznatiya eşîra xwedigerênê. Haco li herêma Torê xurt dibe û Elîk jî û birayê wî Xelîl li nav Omeriyaû Mihelmiya xurt dibin.Haco û Elîkê Batê bi hev re eşîrê dixin bin destê xwe û dibin xwedî hêz ku êdî kesli herêma wan nikare xwe li ber wan bigre.Piştî damezrandina Cimhûriyeta Mistefa Kemal (1920) û belavbûna ÎmpratoriyaOsmanî, Komara Tirkiyê bi hemû hêza xwe, berê xwe dabû Kurdistanê û dixwazêberxwedana kurdan bişkînê.Sala 1919 Elîkê Batê li Midihê, ji aliyê artêşa tirk-osmanî û hevalbendên wan vehate kuştin. Bi vê yekê, tevgera Hevêrkiyan şikestineke mezin dixwê lêhewildanên Haco û Hevêrkiyan yên berxwedanê berdewam dikirin. Di nav hêzênçekdar yên Hevêrkan de şervan ji Ava Mezin heta bi Qamê Selhê û NewalaHedilê ji her 24 eşîrên kurdên misilman, êzîdî û suryanî hebûn.Li gelek deveran şer û pevçûn dibûn. Yek ji cihê ku di wê demê de – destpêka sala1923- bû qada şerê giran Taqa bû, ku li bakurê Mizîzexê dikevê li sêgoşeyaXerabya, Êwertê û Mizîzexê.Wê demê qerargeha Haco li Bagokê, li Badibê ye û ew li wir dimîne. Xelefê Circoyê pismamê Haco, li Mizîzexê zilm û zoreke mezin li gundiyên herêmê dikir lê evyek li hesabê Haco nedihat. Dema Haco li ser gilî û gazincên Hevêrka û gundiyênderdorê ji bo vê pirsê tê Mizîzexê, artêşa tirk bi hêzeke mezin tê ser wî û ji DiyarêBacinê gundê Mizîzexê didine ber topan. Di vî şerî de Koçerê, diya MihemedêKoçerê û Ferhoyê Ferzê ji Mala Osmên birîndar dibin.Haco û Hevêrka, ku piştî kuştina Elîkê Batê hêza wan hinekî lawaz bûbû û hin bihin bi xwe dihatin, plan û programên wan yên berfirehkirina serhildanê hebûn.Lewma wan nedixwest bi artêşa tirk re têkevin nav şerekî dirêj ku bi rojanberdewam bikê. Wan hêzên xwe ji Mizîzexê ber bi Taqa ve kişandin.Şerê 30 rojîÇelebiyê pismamê Haco, yê ji roja roj de alîgirê dewletê bû, wê demê li Êwertê licem Şaboyê Mûred dima û bi hêzên dewletê re di nav têkiliyan de bû. HêzaDekşûriya (Kercosî) û Çelebî bi koordînasyona serleşkerên tirk, li Taqa rê li berHaco digrin û bi hatina hêza tirk re êdî şer giran dibe.Haco Qesra Seyxo li Taqa dike qerargeha xwe û nêzîkî 30 rojî berxwedanekemezin dike. Di vê demê de, ji gelek aliyên Torê, hêzên Hevêrka jî bi hawara Taqave tên û di encamê de hêza tirk û hevalbendên wê dişkin û berê wan li QijleyaMidyadê rast dibe.2

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!