Li ser vê fayla .pdf bitikîne. - Nefel
Li ser vê fayla .pdf bitikîne. - Nefel
Li ser vê fayla .pdf bitikîne. - Nefel
- No tags were found...
You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Bîst û sisiyê meha gotî,Tîra felekê dilê me sotî.Tabût gihabû <strong>ser</strong> mezarêRengê xwe dida riwê Biharê.Ezmanê Cizîrê bû tarî,Wê gavê ji ewran xwîn dibarî.Ew dem te digo ew e qiyamet,Zahîr ko me dîn dused elamet.Em xerqeyî pêlê hesretê bûn,Sewda yi <strong>ser</strong>ê me wê demê çûn.Xortê me ketin deravê kalan,Bi hêl û qiwet misalê dalan.Ser ta bi qedem hemî birîn bûn,Têk da bi tebayî <strong>ser</strong>nexwîn bûn.Rûdenê keça hemî wekî co,Bê eql û hewes ji derdê Haco.Şev ta seher melûl û gêj in,Xwîn in ko ji çavê res dirêjin.Çerxa felekê neyar û bêbext,Doza te çiye, bi min re her wext?Nahêle bi dilxweşî ku rûnin,Nisxa xereza te em bixwînin.Serdarê ciwan û xort û kalan,Bê sûc û guneh te kir bi talan.Em mane di hesret û xemê da,Tîra ko dil ketî te lêda.Bes ko kedera te em helandin,Can û cegerê me tev kewandin.Qehr û xezeba xwe bes birêje;Cewra te li me kirî ji mêj e.Celwa xezeba xwe dagerîne;Sûcek me tunîne ev çi kîn e.Qîrên û hewarên xort û bûkan,Lerzîn dikete dilê biçûkan,11