Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

zuha dike. Di wê navberê de çend gotinên sohbeta zabitên li aliyê din ê bîrê bi ber guhê wî dikevin. Di sohbeta wan de gotinên »lo, lo... zo, zo« derbas dibin. Celadet bi dîqet guhê xwe dide wan û ber bi wan dere. Belê, lo kurd bûn, zo jî ermen... Wan zo qir kiribûn, dor hatibû loyan... Wan zabîtên wê rojê qala qirkirin û mirinê dikirin. Dewletên mezin ew dikuþtin, wan jî zo kuþtibûn, lo li dorê bûn. Hingê em li Bakuyê, li eniya Qevqesê, bi gotina osmanî li »Kafkas Cephesî« bûn. Havîna 1917-an bû. Þer bi awayekî boþ dewam dikir lê êdî xuya bûbû ka kî dê zora kê bibe. Yekîtiya Dewletên Amerîkayê, ji bo piþtgirtiya ingilîz, fransiz û îtaliyan, ketibû qada þer. Bi vê biryara Amerîkayê, êdî serketiyên þer baþ diyar bûbûn. Dewleta Osmanî þikestên xedar xwaribû, hew dikaribû li ber xwe bide. Li her cepheyê þikest hebû û hejmara miriyan digihîþt sed hezaran. Li welatê Qefqesê jî, bi deh hezaran esker, bêyî ko tu tiþtî bikin, di nav berf, sar û seqemê de, bêzar û bêziman, bê gor û goristan, li welatekî xerîb, serê xwe danîn. Ittîhatçî bi ser ketibûn; dewlet ji hev diket, têk diçû. Itîhatçî bi armanca vegirtina hemû Qafqasê û Asyayê, welatê bav û kalên xwe, ketibûn rê. Mirîþkên birçî di xewna xwe de garis didîtin... Lê xewna wan qulipî ser kabûseke ewçend xedar ko pê hemû welatê Osmanî leqiya, hejiya û di dawiya dawîn de jî winda bû, çû. Di gel vê hindê, ittîhatçî hê jî dev ji fortên xwe bernedabûn. Ew ne ji kera xwe peya dibûn ne jî ji pozê xwe mû dikiþandin. Ew leheng û qehreman bûn... Wan di hatinê de zo qir kiribûn, niha di vegerê de, dor a loyan bû... Heçî qetliyama ermenan bû, rast bû. Bi sed hezaran ermen, kal û pîr, zar û zêç, jin û mêr, bi dek û dolab, bi plan û bernamên itîhatçiyan, ji mal û warên xwe hatibûn veqetandin û di riyên dirêj, asê û çetin ên koçan de, bi destê çeteyên itîihatçiyan hatin kuþtin... Pêl bi pêl, li ser hev, bi hovîtî. Serekên ittîhatçiyan ji diz, keleþ, pêxwas, mêrkuj û nezanan, bi navê »Teþkîlat-i Mahsusa«, çeteyên çekdar ava kiribûn da ko bi wan ermen qir bikin, reh û rêçên wan biqelînin. Ittîhatçî di êî plana xwe de bi ser ketibûn. Gava em ji çiyayên Torosan, ber bi qada þer dihatin, min bi xwe, bi çavên xwe, li ber devê riyan, di kort û çahlên þikêran de, bi sedan cendekên ermenên mirî dîtin... Min ev tiþt hemû ji Mistafa Kemal Paþa re, di nama ko min jê re þand de, bi kitekit, behs kir. Dawiya mirin û kuþtinê heye? Payanên kîn û nefretê hene? Ma xwîn bi xwîn tê þuþtin? Merivên ko rê û rêçûna xwe li gora kîn û nefretê bi rê dixin, bivê-nevê, di nav kîn û nefreta ko wan çandiye de digevizin... E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 95

Ittîhatçiyan xwîn rijandibû û wan xwîn, ne bi avê, bi xwînê diþuþtin. Celadet dere nik zabitan û bêdeng li wan guhdarî dike. Gotin li ser ermen û kurdan e. Zabitekî simbêlqît, bi ken, dibêje; – Týpký Zo-lar gibi Lo-lara da iyi bir ders vermek lazým... – Nasýl verecekmiþsin, ver bakalým... Ben de Lo-yum... Bêyî ko Celadet xwe bilivîne, yan jî xwe eciz bike, bi ken, bersiva zabit dide. Zabit hinekî þaþ dibin. Zabîtê ko qala zo û loyan dike, hinekî xwe dilivîne ko bersivekê bide, lê ew nizane çi bibêje. – Estagfirullah, ew dibêje, Celadet Beg, em dizanin, tu stembolî yî... – Belê, ez Stembolî me, lê kurd im jî... Celadet destê xwe yê çepê datîne ser kevirên dîwarê bîrê û bi aramî dibêje... ji bîr mekin, merivên ko rê û rêçûna xwe, li gora mirin û kuþtinê, bi rê dixin, bivê-nevê, di nav xwîna xwe de digevizin... 96• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

zuha dike. Di wê navberê de çend gotinên sohbeta zabitên li aliyê din ê

bîrê bi ber guhê wî dikevin. Di sohbeta wan de gotinên »lo, lo... zo, zo«

derbas dibin. Celadet bi dîqet guhê xwe dide wan û ber bi wan dere.

Belê, lo kurd bûn, zo jî ermen... Wan zo qir kiribûn, dor hatibû loyan... Wan

zabîtên wê rojê qala qirkirin û mirinê dikirin. Dewletên mezin ew dikuþtin,

wan jî zo kuþtibûn, lo li dorê bûn.

Hingê em li Bakuyê, li eniya Qevqesê, bi gotina osmanî li »Kafkas

Cephesî« bûn. Havîna 1917-an bû. Þer bi awayekî boþ dewam dikir lê êdî

xuya bûbû ka kî dê zora kê bibe. Yekîtiya Dewletên Amerîkayê, ji bo piþtgirtiya

ingilîz, fransiz û îtaliyan, ketibû qada þer. Bi vê biryara Amerîkayê,

êdî serketiyên þer baþ diyar bûbûn. Dewleta Osmanî þikestên xedar

xwaribû, hew dikaribû li ber xwe bide. Li her cepheyê þikest hebû û hejmara

miriyan digihîþt sed hezaran. Li welatê Qefqesê jî, bi deh hezaran esker,

bêyî ko tu tiþtî bikin, di nav berf, sar û seqemê de, bêzar û bêziman, bê

gor û goristan, li welatekî xerîb, serê xwe danîn. Ittîhatçî bi ser ketibûn;

dewlet ji hev diket, têk diçû. Itîhatçî bi armanca vegirtina hemû Qafqasê û

Asyayê, welatê bav û kalên xwe, ketibûn rê. Mirîþkên birçî di xewna xwe

de garis didîtin... Lê xewna wan qulipî ser kabûseke ewçend xedar ko pê

hemû welatê Osmanî leqiya, hejiya û di dawiya dawîn de jî winda bû, çû.

Di gel vê hindê, ittîhatçî hê jî dev ji fortên xwe bernedabûn. Ew ne ji kera

xwe peya dibûn ne jî ji pozê xwe mû dikiþandin. Ew leheng û qehreman

bûn... Wan di hatinê de zo qir kiribûn, niha di vegerê de, dor a loyan bû...

Heçî qetliyama ermenan bû, rast bû. Bi sed hezaran ermen, kal û pîr, zar û

zêç, jin û mêr, bi dek û dolab, bi plan û bernamên itîhatçiyan, ji mal û

warên xwe hatibûn veqetandin û di riyên dirêj, asê û çetin ên koçan de, bi

destê çeteyên itîihatçiyan hatin kuþtin... Pêl bi pêl, li ser hev, bi hovîtî.

Serekên ittîhatçiyan ji diz, keleþ, pêxwas, mêrkuj û nezanan, bi navê

»Teþkîlat-i Mahsusa«, çeteyên çekdar ava kiribûn da ko bi wan ermen qir

bikin, reh û rêçên wan biqelînin. Ittîhatçî di êî plana xwe de bi ser ketibûn.

Gava em ji çiyayên Torosan, ber bi qada þer dihatin, min bi xwe, bi çavên

xwe, li ber devê riyan, di kort û çahlên þikêran de, bi sedan cendekên ermenên

mirî dîtin... Min ev tiþt hemû ji Mistafa Kemal Paþa re, di nama ko

min jê re þand de, bi kitekit, behs kir. Dawiya mirin û kuþtinê heye?

Payanên kîn û nefretê hene? Ma xwîn bi xwîn tê þuþtin? Merivên ko rê û

rêçûna xwe li gora kîn û nefretê bi rê dixin, bivê-nevê, di nav kîn û nefreta

ko wan çandiye de digevizin...

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 95

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!