Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

min vekiribûn. Heþê min ji serê min çûbû. Evînê li min û mêjiyê min guhdarî nedikir. Dilê min bûbû hespekî rewan û di deþta evînê de serî girtibû û diçû. Ez bûbûm evîndarê keçikeke... belê, keçikeke çawan? Û kî? Eger ez bibêjim ko ew keçikeke tirk bû, na ne welê bû, kurd bû, na. Ne tirk bû, ev jî na. Bavê wê Alî Siud misilmanekî arnawidên Kosowayê bû. Diya wê boþnakeke Bosna Hersekê bû ko li Stembolê hatibû dinê. Bavê Cananê li þeremîniya Stembolê memurekî mezin bû. Ew merivekî ehlîkêf, medenî, ji siyasetê dûr, merivê her dem û heyamê bû. Diya wê jî jinekek di halê xwe de, hebûn û nebûna wê nediyar, bêdeng bû. Cananê li Modayê, li sultaniyeke fransizî dixwend. Xwendegeh leylî bû, Canan dikaribû bi þev jî li wir bima. Lê li dewsa xwendegehê, gelek þevan ew li wê oda me ya fireh, bi stranên fransizî, serê wê, li ser sînga min, radiza. Ez, neviyê Mîr Bedirxan, lawê welatê Kurdistanê, bûbûm evîndarê Cananê, keçikek ji war û diyarên xerîb, ji aliyê din ê tixûba Osmanî, Ewrûpayê. Ez pê re digihîþtim kata herî bilind a mesûdî, serfirazî, kêfxweþî û hezkirinê. Bedena min pê re digihîþt kata herî kûr a coþ û heyecanê. Lê haya min hê ji bayê felekê û lîstikên dewr û dema kambax nîn bû... Lê, heçî ode û bexçe bû, te dîsan tiþtekî ji bîr kir; bîra li bexçê. Ew bîr muhîm bû. Gava bîhna beden û xwîdanê bi ser me û odê de diket, ez derdiketim bexçê, min ji bîrê çend satil av dikiþand û me bedenên xwe pê hemamiþk dikir. Bîrê û çêyiyên bîrê ji bîr meke... Herdu beden dibin bedenek, ew di nav bêdengiyeke germ de, dîsan, dikevin nav hevûdu. Celadet, ji jor ve, bi çavan, pê re dipeyive; le tempe d-amure, de la fatalîté... toujours, toujours... Canan, ji binî ve, bi reh û demarên rakiþiyayî yên gewriyê, serê xwe hinekî radike û bi çavan bersîv didiyê; oui, oui... Belê, belê... E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 81

82• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

min vekiribûn. Heþê min ji serê min çûbû. Evînê li min û mêjiyê min guhdarî

nedikir. Dilê min bûbû hespekî rewan û di deþta evînê de serî girtibû

û diçû. Ez bûbûm evîndarê keçikeke... belê, keçikeke çawan? Û kî? Eger ez

bibêjim ko ew keçikeke tirk bû, na ne welê bû, kurd bû, na. Ne tirk bû, ev jî

na. Bavê wê Alî Siud misilmanekî arnawidên Kosowayê bû. Diya wê boþnakeke

Bosna Hersekê bû ko li Stembolê hatibû dinê. Bavê Cananê li

þeremîniya Stembolê memurekî mezin bû. Ew merivekî ehlîkêf, medenî, ji

siyasetê dûr, merivê her dem û heyamê bû. Diya wê jî jinekek di halê xwe

de, hebûn û nebûna wê nediyar, bêdeng bû. Cananê li Modayê, li sultaniyeke

fransizî dixwend. Xwendegeh leylî bû, Canan dikaribû bi þev jî li

wir bima. Lê li dewsa xwendegehê, gelek þevan ew li wê oda me ya fireh,

bi stranên fransizî, serê wê, li ser sînga min, radiza.

Ez, neviyê Mîr Bedirxan, lawê welatê Kurdistanê, bûbûm evîndarê

Cananê, keçikek ji war û diyarên xerîb, ji aliyê din ê tixûba Osmanî,

Ewrûpayê. Ez pê re digihîþtim kata herî bilind a mesûdî, serfirazî, kêfxweþî

û hezkirinê. Bedena min pê re digihîþt kata herî kûr a coþ û heyecanê. Lê

haya min hê ji bayê felekê û lîstikên dewr û dema kambax nîn bû...

Lê, heçî ode û bexçe bû, te dîsan tiþtekî ji bîr kir; bîra li bexçê. Ew bîr

muhîm bû. Gava bîhna beden û xwîdanê bi ser me û odê de diket, ez

derdiketim bexçê, min ji bîrê çend satil av dikiþand û me bedenên xwe pê

hemamiþk dikir. Bîrê û çêyiyên bîrê ji bîr meke...

Herdu beden dibin bedenek, ew di nav bêdengiyeke germ de, dîsan,

dikevin nav hevûdu. Celadet, ji jor ve, bi çavan, pê re dipeyive; le tempe

d-amure, de la fatalîté... toujours, toujours... Canan, ji binî ve, bi reh û

demarên rakiþiyayî yên gewriyê, serê xwe hinekî radike û bi çavan bersîv

didiyê; oui, oui... Belê, belê...

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 81

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!