Bîra qederê - Nefel
Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel
carî, tijî ye. Aliyê hundir, gazîno û otêl jî. Êvar mîna êvareke çîroka Þehrezadê ya Hezar û þevekê ye; ro nû li aliyê din ê zeryayê çûye ava, stêrk hê hilnehatine, refekî teyran li ser Boðazîçiyê bi nazdarî difire, garson çirayên bexçe ko aheng û rengekî taybetî didin der û dorê, yek bi yek vêdixe, dengekî tenik ê pêlên avê xeberdanên mêvanên bexçe temam dike, ji hundir, aliyê gazînoyê dengê saz û neyê tê, ji der dengê simên hespên faytonan tê, bîhna zerya û xwarin û þîvên taybetî yên osmanî bi ser bexçe ketiye... û li masa Celadet û hevalên wî jî, bîhna lewantên bedenên xort û þîvên navdar ên osmanî yekitiyeke lihevhatî tînin pê. Celadet, Kamuran û hevalên wan li hêviya vê þevê bûn. Îþev kêf û henek divê, xwarin û vexwarin divê, musîk û dans divê. Berî îþev bi du heftan, Celadet li Belvu, ji bo heft kesan cîh veqetandibû û ji menu-yên Belvu þîv û xwarin hilçandibûn. Lê hevalekî wan ê rûm ko nasê xwediyê Otel Belvu bû, nexweþ ketiye û nikare were. Ew þeþ kes li ser xwarinê ne. Garson di destên wan de tebax û teyfik, li dora masa wan derin û tên. Ew ê vê êvarê heta derengê þevê bixwin û vexwin. Pêþî ji wan re zeytinyaðli kerevîz dolmasi hat, paþê karîdes güveç. Niha jî ew di nav tebaxên zîvhêlî de þîva êvarê Teþrîfat-i Naim Efendi siðir külbastisi kaðitta tevî çiroz salata dixwin. Celadet tîkeyên biçûk ên goþt bi hêdîka dibe devê xwe, kêliyeke dirêj di devê xwe de dicû û paþê dadiqultîne. Tahma þîvê ne ya gotinê ye. Xwediyên Belvu, ji bav û kalan, rûmên Stembolê ne. Wan ahengeke xweþ a osmanî û cîhana rojava dane hemû Belvu. Xwarinên wan bêtir osmanî ne, musîka gazînoyê hem osmanî hem a la franga ye. Avahî û mîmariya otel, gazîno, restoran û bexçê jî her wisan e. Bexçe li peravê Zeryayê, di nav daran de ye û bi lengergeheke biçûk xwe digihîne avê. Carina mêvanên bijarte, les gentil hommes ên Belvu bi qayikan tên Belvu. – Guhê xwe bidin vê stranê... we ew nas kir? Ji hundir, aliyê gazînoyê dengê musîka osmanî û dengbêjekî navdar ê osmanî tê. Kamuran ko ji musîk û musîkjeniyê pir hez dike, hema çi bigire hemû stranên osmanî, fransizî û rûmî jiber dizane. Ew guhê xwe dide stranê; yeter ey gözleri sevda dolu esmer güzeli... – Guhê xwe bidinê, ev çi dengekî nerm mîna qedîfê, ev çi straneke xweþ mîna þiîrên Xeyam!.. Bexçe hinekî zirav û dirêj e. Hema li pêþiyê, li aliyê çeperastê masa wan, maseyeke din a dirêj heye. Li wê masê, meriveki rûdirêj û rîtenik jî dibe E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 77
þirîkê stranê û bi alîkariya destan, distrê, »ey esmer güzeli...« Dengê mêrik ne tu deng e. Celadet û hevalên wî dikenin. Mêrikê rîtenik, bi kêf, dest li wan dike da ko ew jî pê re bibêjin. Li aliyê rastê mêrik jineke rûxweþ a navsal rûdine, li aliyê çepê jî keçeke ciwan û çavxweþik. Çavxweþik... Celadet bi dîqet bala xwe didiyê. Gelo ew vê çavþêrînê nas nake? Ji kû, gelo ji kû, ew van çavan dinase? Çavên Celadet hew derekî din dibîne, ew her li ser çavên keçikê ne. Keçik vê yekê dibîne, ew jî li çavên Celadet dinihêre, lê bi dû kêliyekê re, ew çavên xwe jê direvîne. Awir û nêrîna Celadet bala Kamuran û hevalên din jî dikiþîne. Ne bi tenê bala wan, bala masa din jî. Lê Celadet nikare xwe rabigire, çav li kûrahiya çavên spehî dinihêrin. Merivê rîtenik ji masê radibe û bi stran û ken tê ber masa wan. Bîskekê ew li hev dinihêrin. Bejna wî dirêj, kincên wî spehî, awirên wî nerm e. Ew destê xwe dide Celadet, – Siz Bedirhanpaþazadelerden olmalýsýnýz? Celadet bi serî dibêje, belê. Herê, ew ji Bedirxanpaþazadeyan e. Yê li aliyê din ê masê rûniþtî jî birayê wî ye, yên din jî heval in. – Buyurmaz mýsýnýz? Bi gotinê re, Celadet cîh nîþanî wî dike. Mêrik li kêleka Celadet rûdine û silav dide yên masê. – Ben Murat Bey-i tanýyorum. Komþuyuz... Bundan birkaç yýl önce de Abdulrrezak Bey-le tatsýz bîr olayýmýz olmuþtu... Bi ser gotinên mêrik re, ji niþka ve, keçik tê bîra Celadet; Galata, li ser Galatayê. Ew danê êvarê... Ew, Sureya û Evdilrezak Beg... bûyera nexweþ... çav, çavên bademî... Canan, belê, Canan... – Tamam hatýrladým, ben de oradaydým, Galata-da... Yalnýz isminizi unuttum. Alî Siud, navê wî Alî Siud e. Alî Siud Beg û ew dikevin nav sohbetê, qala wê rojê, Kadiköyê, hal û hewalên dost û nasên hev dikin. Lê çavên Celadet li ser çavan in. Piþtî demekê, Ali Siud Beg ji wan xatir dixwaze û dere masa xwe. Celadet jî pê re radibe û wî heta masê dibe. Li wir Celadet silav dide yên masê û vedigere ser keçikê, – Sizi tanýdým, Pederinizle birlikteydiniz, Galata-da. Keçik, bi hêdîka, dikene û serê xwe bi ûsil dihejîne. Celadet bi ken lê dinihêre. – Sizi dansa davet etsem, acaba terbiyesizlik mi etmiþ olurum? Keçik, bi hêdîka, dikene, bi ûsil radibe ser piyan, li Celadet dinihêre û berê xwe dide aliyê hundir, cîhê dansê. 78• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM
- Page 27 and 28: »Fotograf û fotografkêþî þore
- Page 29 and 30: wî, dev û lêvên wî, poz û çe
- Page 31 and 32: latê Kurdistanê ye. Ji nêrîna w
- Page 33 and 34: havingeh û seyrangehan. Girav, bi
- Page 35 and 36: - Eferim kurê min, ji niha ve tu n
- Page 37 and 38: nîvroyê jî, Emîn Beg zarok werg
- Page 39 and 40: Amojna Sitî jî pê re bûne. Umr
- Page 41 and 42: û. Çavên wî, mîna çavên teyr
- Page 43 and 44: Kurdi... Yek jî, bi tîpên erebî
- Page 45 and 46: Emîn Beg spasî wezîrê ko weha d
- Page 47 and 48: Bedirxaniyan digirt. Celadet, di v
- Page 49 and 50: 48• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@N
- Page 51 and 52: li pey hev, derin. Dîsan li jor ç
- Page 53 and 54: danê êvarê, bi kêfxweþî dadiq
- Page 55 and 56: zîzî û melûlî, stran û þiîr
- Page 57 and 58: cîh de bû. Ew roj, tevî her kitk
- Page 59 and 60: Sirgûn, sirgûna me kurdan bû. Ga
- Page 61 and 62: atekê xistiye. Ew Bedirxanê ko ji
- Page 63 and 64: Âlî Beg hertim li malê bû, bi t
- Page 65 and 66: hatiye pê. Kes, hêz û quwetên k
- Page 67 and 68: Amojna we li dora we bigere, berxik
- Page 69 and 70: li ser kaxiza nemir dixuye, dirêj
- Page 71 and 72: Celadet bi ken û bi germahî jê d
- Page 73 and 74: - Signore, hûn bi halê xortiyê d
- Page 75 and 76: min, bersivên dilê min ê xort ko
- Page 77: Wê roja Þehzadebaþiyê, Ismaîl
- Page 81 and 82: demên pir pêwist pê ve, ew ji od
- Page 83 and 84: 82• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@N
- Page 85 and 86: çiyan jî, bergeha çiyê temam di
- Page 87 and 88: Zabitekî ittîhatçî ji aliyê pa
- Page 89 and 90: er derî dike û bi ken ji yên dor
- Page 91 and 92: kesên osmanî, çi tirk û kurd,
- Page 93 and 94: Dilê wî diþewite, hinekî av bid
- Page 95 and 96: 6Celadet ji xeweke giran hiþyar di
- Page 97 and 98: Ittîhatçiyan xwîn rijandibû û
- Page 99 and 100: wênekêþan, di rêzê de ne. Miri
- Page 101 and 102: piþtî þer û qiyametê tên. Dig
- Page 103 and 104: dinasî, min her alî, tiþt û mil
- Page 105 and 106: nivîskarên din ên þoreþên Fra
- Page 107 and 108: Welê dixuye ko ev halê mirov û m
- Page 109 and 110: im... çavvekirî, bi vê hesreta k
- Page 111 and 112: erî ba û bahozê bûn... - Heke b
- Page 113 and 114: xwe ya fotografê, li hêviya me b
- Page 115 and 116: û nedîtî bikiþînim. Eger we ic
- Page 117 and 118: ev fotografa yekemîn be ko tê de
- Page 119 and 120: Hîkmet hinekî din jî xwe nêzîk
- Page 121 and 122: ê xwe, bajarê bi bîranînên ebe
- Page 123 and 124: Min ev rêz li ko nivîsîn? Te beh
- Page 125 and 126: mabûn. Min û Kamuran, cêwiyê si
- Page 127 and 128: Pira Siratê di navbera jîn û vej
þirîkê stranê û bi alîkariya destan, distrê, »ey esmer güzeli...« Dengê mêrik

ne tu deng e. Celadet û hevalên wî dikenin. Mêrikê rîtenik, bi kêf, dest li

wan dike da ko ew jî pê re bibêjin. Li aliyê rastê mêrik jineke rûxweþ a

navsal rûdine, li aliyê çepê jî keçeke ciwan û çavxweþik.

Çavxweþik... Celadet bi dîqet bala xwe didiyê. Gelo ew vê çavþêrînê nas

nake? Ji kû, gelo ji kû, ew van çavan dinase? Çavên Celadet hew derekî

din dibîne, ew her li ser çavên keçikê ne. Keçik vê yekê dibîne, ew jî li

çavên Celadet dinihêre, lê bi dû kêliyekê re, ew çavên xwe jê direvîne.

Awir û nêrîna Celadet bala Kamuran û hevalên din jî dikiþîne. Ne bi tenê

bala wan, bala masa din jî. Lê Celadet nikare xwe rabigire, çav li kûrahiya

çavên spehî dinihêrin. Merivê rîtenik ji masê radibe û bi stran û ken tê

ber masa wan. Bîskekê ew li hev dinihêrin. Bejna wî dirêj, kincên wî spehî,

awirên wî nerm e. Ew destê xwe dide Celadet,

– Siz Bedirhanpaþazadelerden olmalýsýnýz?

Celadet bi serî dibêje, belê. Herê, ew ji Bedirxanpaþazadeyan e. Yê li

aliyê din ê masê rûniþtî jî birayê wî ye, yên din jî heval in.

– Buyurmaz mýsýnýz?

Bi gotinê re, Celadet cîh nîþanî wî dike. Mêrik li kêleka Celadet rûdine

û silav dide yên masê.

– Ben Murat Bey-i tanýyorum. Komþuyuz... Bundan birkaç yýl önce de

Abdulrrezak Bey-le tatsýz bîr olayýmýz olmuþtu...

Bi ser gotinên mêrik re, ji niþka ve, keçik tê bîra Celadet; Galata, li ser

Galatayê. Ew danê êvarê... Ew, Sureya û Evdilrezak Beg... bûyera

nexweþ... çav, çavên bademî... Canan, belê, Canan...

– Tamam hatýrladým, ben de oradaydým, Galata-da... Yalnýz isminizi

unuttum.

Alî Siud, navê wî Alî Siud e. Alî Siud Beg û ew dikevin nav sohbetê,

qala wê rojê, Kadiköyê, hal û hewalên dost û nasên hev dikin. Lê çavên

Celadet li ser çavan in. Piþtî demekê, Ali Siud Beg ji wan xatir dixwaze û

dere masa xwe. Celadet jî pê re radibe û wî heta masê dibe. Li wir Celadet

silav dide yên masê û vedigere ser keçikê,

– Sizi tanýdým, Pederinizle birlikteydiniz, Galata-da.

Keçik, bi hêdîka, dikene û serê xwe bi ûsil dihejîne. Celadet bi ken lê

dinihêre.

– Sizi dansa davet etsem, acaba terbiyesizlik mi etmiþ olurum?

Keçik, bi hêdîka, dikene, bi ûsil radibe ser piyan, li Celadet dinihêre û

berê xwe dide aliyê hundir, cîhê dansê.

78• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM