Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

nîvtijî ye. Li ser dîwarên salonê, bi tîpên erebî û ermenî, lê bi zimanê osmanî, gotinên edebî hatine neqiþandin. Li ser perdeyên þano ko ji cawên sor çêbûne, çend wêneyên zer dixuyin. Hema li pêþiya perdan, li ser þano maseyeke dirêj û sê kursiyên text hatine danîn. Celadet û hevalên xwe li rêza herî pêþîn a kursiyan rûniþtine. Celadet li milekî bi hevalên xwe re dipeyive, li milekî jî li dora xwe û paþ xwe dinihêre. Piraniya kesên ko hatine, jê re, rûyên nas in. Beþdar di nav xwe de dipeyivin. Lê gava ji paþ perdeyên þano merivekî navsale, navzirav û navdar derdikeve û tê ber masê, deng jî hêdî hêdî tên birîn. Kesê ko li ber masê rawestaye û ji jor li guhdaran dinihêre, yek ji bîrbir û rêberên partiya Ittîhad we Terakkî ye; Yusuf Akçora. Ittihad we Terakki ko îro hemû karên dewletê bi dest xistiye û wan digerîne, digel hebûna malbata Osmanî û Siltan Reþad, siyasetên ko ji bo dewleta osmanî nû ne, dimeþîne. Yusuf Akçora, bi dengekî giran û berz, xêrhatinê li beþdaran dike û gotarbêjê konferansa îro bi wan dide nasîn. Gotarbêj ji welatê Kafkasyayê, tirkekî zana Ismail Gansperenski ye. Piþtî ko Yusuf Akçora navê wî dibêje, ew jî, ji paþ perdê, herdu aliyên perdên girtî vedike û tê ber masê. Herdu hevûdu hembêz dikin û bi hev re rûdinin. Celadet bi meraq li wan dinihere û di rûpela deftera xwe ya biçûk ko di destan de ye, weha dinivîse; 10 Temmuz-un ikinci sene-i devriyesinden 10 gün evvel... Þehzadebaþi... Belê, gotina te ye, min welê nivisî... Min ne bi tenê bîr bi quweta gotina nivîskî biribû û ew dixwendin, herweha min ew bi pênûsa xwe ya xort û nehoste dianîn pê jî. Wext mîna hespekî seglavî li bezê ye. Ji gotinên niviskî pê ve kî bi lez û beza wextê dikare? Ew kîjan heþ û bîr, mêjî û zanîn e ko dikare xwe li hember lehiya wextê rabigire?... Loma, carina min pênûsa xwe ya bêziman li ser kaxizên spî digerand û bûyer dianîn ziman. Wê rojê jî welê bû; Yusuf Akçora û Ismaîl Gansperenskî Beg... Bi dû wê rojê re, bi qasî bîst û du salan, 8´ê kanûna sanî, 1933-an, li Þamê, bi alîkariya wan gotinên ko min li Þehzadebaþiyê nivîsîbûn, min ji serekkomarê Tirkiyê, Mistefa Kemal Paþa re nameyeke dirêj nivisî. Di nama ko min bi zimanekî xweþ, bi rêz û rêzdarî, nivîsîbû de, min rexne li siyaseta Tirkiyê ya li ser kurd û Kurdistanê girt û ew siyaset mîna nijadperestî û tirkîtî bi nav kir. Di namê de, min mîsala roja Þehzadebaþiyê jî da. Ji lewre, tovên dijminahî û berberiyê, tirkîtî û nijadperestiyê hê di salên 1910-an de dihate çandin. E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 75

Wê roja Þehzadebaþiyê, Ismaîl Gansperenskî, merivekî ko ji welatên xerîb hatibû û hê baþ bi tirkî nizanîbû, di konferansa xwe ya dirêj de, her û her behsa tirk û tirkîtiyê kir. Wî, bi tirkiya xwe ya ecêb ko me bi dijwarî jê fahm dikir, her digot »türk we gayri türk«. Gava konferans qediya, me jê bi tenê tiþtekî fahm kir; li ser axa dewleta Osmanî bi tenê tirk hene, herkes tirk e û herkes wê tirk be... Bi gotina birayên me yên kurdên soran, gotinên wî qor bûn. Hema di wê salonê de, kesên ko tirk bûn, bawer bike, bi tiliyên destekî dihatine hejmartin. Ez û hevalên min, em þeþ kes bûn; du kurd, çerkezek, arnawitek, gurciyek û rûmek. Belê, em osmanî bûn, lê ne tirk. Hurmeta me ji bo »Halîfeyê rûyê zemîn« bêdawîn bû, em misilman bûn, lê ne tirk. Em bira bûn, lê ne tirk... Hingî me li xwendegehê rojnameyek diweþand. Ez gerînendeyê wê bûm. Dotira roja konferansê, min ji bo rojnamê, li ser kurd û Kurdistanê, bendeke çandî û tarîxî nivîsî û di rojnamê de weþand. Herçî ew qisên qor, digel ko ew qor bûn, bûn sebebê perçebûn û hilweþîna Dewleta Osmanî, bûn sebebê ax û axîn, qîrîn û hawar, kîn û nefret, mirin û kuþtinê. Welat bû gundekî xirbe, jê dû û dûman bi esmanan ket. Riyên welêt bi cendekên miriyan tijî bûn, teyr û tûr li serê veniþtin... Min ev hemû, digel her kitekitê, bi hêz û quweta gotina niviskî, ji Mistefa Kemal Paþa re nivîsîn. Lê heyhat... kesên ko bi fort û hêza þûrê xwe bawer bin û bîr bi quweta gotina nivîskî nebin, guh nadin gotina nivîskî heta ko ew bi xwe, bi tecrubên xwe, nebînin ko hêza þûrê xwînrêj ne bi qasî îlim û zanîn, peyv û gotina nivîskî ye... Bi dû konferansê re, li ber deriyê tiyatroyê, Celadet û hevalên wî li hev dinihêrin. Ji kesî deng dernakeve. Tirk û tirkîtî... »Herkes Türk olmak mecburiyetinde... Bu ülke Türklerindir« Celadet lal bûye, nikare bipeyive, ker bûye, hew dengan dibihîse, mîna ko yek dilê wî diguviþîne. Ew, bêdeng, bîhnteng, ji hevalên xwe xatir dixwaze, serê wî di ber de, dest di bêrîkên pantolon de, hêdî hêdî, ji wir bi dûr dikeve. Di mêjiyê wî de dengê Ismaîl Gansperenskî, dilê wî, pihêt, hildavê. 5Dilê Celadet pihêt hildavê. Di êvareke ronî ya havîna 1912-an de, Celadet, Kamuran û çar hevalên xwe li aliyê Kadiköyê, Fenerbahçê, li bexçê Otel Belvu rûniþtine û þîva êvarê dixwin û bi qaseyên zîvîn meya sor a Belvuyê vedixwin. Wan hemûyan bi serfirazî xwendina xwe xelas kirine û vê yekê pîroz dikin. Bexçê Belvu, mîna her 76• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

nîvtijî ye. Li ser dîwarên salonê, bi tîpên erebî û ermenî, lê bi zimanê osmanî,

gotinên edebî hatine neqiþandin. Li ser perdeyên þano ko ji cawên

sor çêbûne, çend wêneyên zer dixuyin. Hema li pêþiya perdan, li ser þano

maseyeke dirêj û sê kursiyên text hatine danîn.

Celadet û hevalên xwe li rêza herî pêþîn a kursiyan rûniþtine. Celadet li

milekî bi hevalên xwe re dipeyive, li milekî jî li dora xwe û paþ xwe dinihêre.

Piraniya kesên ko hatine, jê re, rûyên nas in. Beþdar di nav xwe de

dipeyivin. Lê gava ji paþ perdeyên þano merivekî navsale, navzirav û navdar

derdikeve û tê ber masê, deng jî hêdî hêdî tên birîn. Kesê ko li ber

masê rawestaye û ji jor li guhdaran dinihêre, yek ji bîrbir û rêberên partiya

Ittîhad we Terakkî ye; Yusuf Akçora. Ittihad we Terakki ko îro hemû

karên dewletê bi dest xistiye û wan digerîne, digel hebûna malbata

Osmanî û Siltan Reþad, siyasetên ko ji bo dewleta osmanî nû ne,

dimeþîne.

Yusuf Akçora, bi dengekî giran û berz, xêrhatinê li beþdaran dike û gotarbêjê

konferansa îro bi wan dide nasîn. Gotarbêj ji welatê Kafkasyayê,

tirkekî zana Ismail Gansperenski ye. Piþtî ko Yusuf Akçora navê wî dibêje,

ew jî, ji paþ perdê, herdu aliyên perdên girtî vedike û tê ber masê.

Herdu hevûdu hembêz dikin û bi hev re rûdinin.

Celadet bi meraq li wan dinihere û di rûpela deftera xwe ya biçûk ko di

destan de ye, weha dinivîse; 10 Temmuz-un ikinci sene-i devriyesinden

10 gün evvel... Þehzadebaþi...

Belê, gotina te ye, min welê nivisî... Min ne bi tenê bîr bi quweta gotina

nivîskî biribû û ew dixwendin, herweha min ew bi pênûsa xwe ya xort û

nehoste dianîn pê jî. Wext mîna hespekî seglavî li bezê ye. Ji gotinên

niviskî pê ve kî bi lez û beza wextê dikare? Ew kîjan heþ û bîr, mêjî û zanîn

e ko dikare xwe li hember lehiya wextê rabigire?... Loma, carina min

pênûsa xwe ya bêziman li ser kaxizên spî digerand û bûyer dianîn ziman.

Wê rojê jî welê bû; Yusuf Akçora û Ismaîl Gansperenskî Beg... Bi dû wê

rojê re, bi qasî bîst û du salan, 8´ê kanûna sanî, 1933-an, li Þamê, bi alîkariya

wan gotinên ko min li Þehzadebaþiyê nivîsîbûn, min ji serekkomarê

Tirkiyê, Mistefa Kemal Paþa re nameyeke dirêj nivisî. Di nama ko min bi zimanekî

xweþ, bi rêz û rêzdarî, nivîsîbû de, min rexne li siyaseta Tirkiyê ya li

ser kurd û Kurdistanê girt û ew siyaset mîna nijadperestî û tirkîtî bi nav kir.

Di namê de, min mîsala roja Þehzadebaþiyê jî da. Ji lewre, tovên dijminahî

û berberiyê, tirkîtî û nijadperestiyê hê di salên 1910-an de dihate çandin.

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 75

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!