Bîra qederê - Nefel
Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel
ikaribî vegera me û wan rojên þoreþê yên Stembolê vejînî? Em vegeriyabûn. Mal li hêviya me bû. Metên min, Amojna Sitî ko taqeta wê nîn bû, bi me re bihata menfayê û li nik meta min Melekê dijiya, li hêviya me bû. Kadiköy, Stembol û Galata li hêviya me bû. Heyama nû ya tevîhev, jîna nû ya nenas li hêviya me bû. Lê pêþî me miriyên xwe ziyaret kirin û ew defn kirin. Madame Stella, yan jî bi gotina min Madame Tikanis, kahniya germahiyê, wefat kiribû. Ez, Dayê, Þehrîban, Kamo û Mezo çûn Goristana Yewnanan û me gora wê ziyaret kir. Alî Þamîl Paþa li menfayê wefat kiribû. Bav û mamên min cenaza wî dan anîn û me ew li Goristana Karacaahmet ko gelek Bedirxanpaþazade lê razayîbûn, weþart. Mihemed Begê Wanî ko Ridwan Paþa kuþtibû, li zîndanên Trablûsgarbê di bin îþkencê de wefat kiribû. Cenazê wî hat û me ew li Goristana Üsküdarê defn kir. Dapîra me hemûyan Rûþen Xanim li Þamê wefat kiribû. Ji bo wê, me li bexçê mala xwe þitleke dara henaran çand. Menfa bêþop nebihurîbû. Piþtî miriyên me, em çûn Galatayê, pêþiya derketiyên xwe. Ew dihatin, ji Behra Spî, mîna pêlên wê. Rojekê ez, Bavo, kekê min Sureya, Kamo û hin ji mam û metên min, em çûn pêþiya mamê min Husên Paþa. Ew ji Taifê dihat. Mewlanzade Rifat Beg ko dê di rojên bê de bibûya mamoste, hoste û hevalê min, pê re bû. Ew jî ji Yemenê dihat. Galata dîsan bûbû roja mahþerê, deng digihiyan esmanan. Her celeb însan, her celeb erebe û payton li wir bûn. Bi hezaran kes hatibûn û li hêviya derketiyan bûn. Derketiyên ko di bêdengiya berbangên sibê de çûbûn, niha di mahþera danên êvarê de dihatin. Ew deqa ko mamê min hat, mîna tabloyeke rengîn tu carî ji bîra min neçû. Bavo dest da wî, ew, bi alîkariya Bavo, ji qayikê peya bû. Dest di destan de, bîskekê, bi çavên kentijî û þil, li hev nihêrîn û paþê hevûdu pihêt hembez kirin. Hingî wext sekinî... Amojna Sitî ko êdî bi zehmetî digere, heta bi zehmetî xwe dilivîne, ji bo law û neviyên xwe, vê êvarê, nanê tîrê pijandiye û xwarinên welêt, yên Cizîra Botanê, çêkirine. Bîhneke ecêb xweþ ji xwarinên singûsîr, pelezîz, eprax û epraxê sîran difûre. Tevî Samîha Xanim û Þehrîbanê, Meziyet, Safter, Tevfîk û Hîkmet jî li mitbaxê, li dora wê ne. Ew hem li xwarinan dinihêre û hem jî bi zarokan re, bi kurdiya xwe ya paqij, dipeyive. Bask nîn in ko ew pê bifire. Zarok, melayikeyên rastîn li dorê ne, geþiya ruhê wê dîsan hatine. – Epraxê sîran bidin pîran. Epraxê birincan bidin law û gencan... E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 65
Amojna we li dora we bigere, berxikên min, rindikên min, ew dibêje û Safter maç dike. Mîna ko straneke nû ya osmanî dibêje; dinya xweþ e, wext û dewran xweþ e. 66• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM
- Page 15 and 16: yên ewran, bi aramî, xwe dilivîn
- Page 17 and 18: kûr-kûr dinale. Rûþen Xanim, di
- Page 19 and 20: çare nîn e. Min nexwest ji Emîn
- Page 21 and 22: Esad Paþa qahwa tahl dixwaze. Di d
- Page 23 and 24: Lê ew çi ye! Dengek tê. Dengê z
- Page 25 and 26: - Yadê, helbet lawê min ê li bap
- Page 27 and 28: »Fotograf û fotografkêþî þore
- Page 29 and 30: wî, dev û lêvên wî, poz û çe
- Page 31 and 32: latê Kurdistanê ye. Ji nêrîna w
- Page 33 and 34: havingeh û seyrangehan. Girav, bi
- Page 35 and 36: - Eferim kurê min, ji niha ve tu n
- Page 37 and 38: nîvroyê jî, Emîn Beg zarok werg
- Page 39 and 40: Amojna Sitî jî pê re bûne. Umr
- Page 41 and 42: û. Çavên wî, mîna çavên teyr
- Page 43 and 44: Kurdi... Yek jî, bi tîpên erebî
- Page 45 and 46: Emîn Beg spasî wezîrê ko weha d
- Page 47 and 48: Bedirxaniyan digirt. Celadet, di v
- Page 49 and 50: 48• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@N
- Page 51 and 52: li pey hev, derin. Dîsan li jor ç
- Page 53 and 54: danê êvarê, bi kêfxweþî dadiq
- Page 55 and 56: zîzî û melûlî, stran û þiîr
- Page 57 and 58: cîh de bû. Ew roj, tevî her kitk
- Page 59 and 60: Sirgûn, sirgûna me kurdan bû. Ga
- Page 61 and 62: atekê xistiye. Ew Bedirxanê ko ji
- Page 63 and 64: Âlî Beg hertim li malê bû, bi t
- Page 65: hatiye pê. Kes, hêz û quwetên k
- Page 69 and 70: li ser kaxiza nemir dixuye, dirêj
- Page 71 and 72: Celadet bi ken û bi germahî jê d
- Page 73 and 74: - Signore, hûn bi halê xortiyê d
- Page 75 and 76: min, bersivên dilê min ê xort ko
- Page 77 and 78: Wê roja Þehzadebaþiyê, Ismaîl
- Page 79 and 80: þirîkê stranê û bi alîkariya
- Page 81 and 82: demên pir pêwist pê ve, ew ji od
- Page 83 and 84: 82• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@N
- Page 85 and 86: çiyan jî, bergeha çiyê temam di
- Page 87 and 88: Zabitekî ittîhatçî ji aliyê pa
- Page 89 and 90: er derî dike û bi ken ji yên dor
- Page 91 and 92: kesên osmanî, çi tirk û kurd,
- Page 93 and 94: Dilê wî diþewite, hinekî av bid
- Page 95 and 96: 6Celadet ji xeweke giran hiþyar di
- Page 97 and 98: Ittîhatçiyan xwîn rijandibû û
- Page 99 and 100: wênekêþan, di rêzê de ne. Miri
- Page 101 and 102: piþtî þer û qiyametê tên. Dig
- Page 103 and 104: dinasî, min her alî, tiþt û mil
- Page 105 and 106: nivîskarên din ên þoreþên Fra
- Page 107 and 108: Welê dixuye ko ev halê mirov û m
- Page 109 and 110: im... çavvekirî, bi vê hesreta k
- Page 111 and 112: erî ba û bahozê bûn... - Heke b
- Page 113 and 114: xwe ya fotografê, li hêviya me b
- Page 115 and 116: û nedîtî bikiþînim. Eger we ic
ikaribî vegera me û wan rojên þoreþê yên Stembolê vejînî?

Em vegeriyabûn. Mal li hêviya me bû. Metên min, Amojna Sitî ko taqeta

wê nîn bû, bi me re bihata menfayê û li nik meta min Melekê dijiya, li

hêviya me bû. Kadiköy, Stembol û Galata li hêviya me bû. Heyama nû ya

tevîhev, jîna nû ya nenas li hêviya me bû. Lê pêþî me miriyên xwe ziyaret

kirin û ew defn kirin. Madame Stella, yan jî bi gotina min Madame Tikanis,

kahniya germahiyê, wefat kiribû. Ez, Dayê, Þehrîban, Kamo û Mezo çûn

Goristana Yewnanan û me gora wê ziyaret kir. Alî Þamîl Paþa li menfayê

wefat kiribû. Bav û mamên min cenaza wî dan anîn û me ew li Goristana

Karacaahmet ko gelek Bedirxanpaþazade lê razayîbûn, weþart. Mihemed

Begê Wanî ko Ridwan Paþa kuþtibû, li zîndanên Trablûsgarbê di bin

îþkencê de wefat kiribû. Cenazê wî hat û me ew li Goristana Üsküdarê defn

kir. Dapîra me hemûyan Rûþen Xanim li Þamê wefat kiribû. Ji bo wê, me li

bexçê mala xwe þitleke dara henaran çand.

Menfa bêþop nebihurîbû.

Piþtî miriyên me, em çûn Galatayê, pêþiya derketiyên xwe. Ew dihatin, ji

Behra Spî, mîna pêlên wê. Rojekê ez, Bavo, kekê min Sureya, Kamo û hin ji

mam û metên min, em çûn pêþiya mamê min Husên Paþa. Ew ji Taifê dihat.

Mewlanzade Rifat Beg ko dê di rojên bê de bibûya mamoste, hoste û

hevalê min, pê re bû. Ew jî ji Yemenê dihat. Galata dîsan bûbû roja

mahþerê, deng digihiyan esmanan. Her celeb însan, her celeb erebe û

payton li wir bûn. Bi hezaran kes hatibûn û li hêviya derketiyan bûn.

Derketiyên ko di bêdengiya berbangên sibê de çûbûn, niha di mahþera

danên êvarê de dihatin. Ew deqa ko mamê min hat, mîna tabloyeke

rengîn tu carî ji bîra min neçû. Bavo dest da wî, ew, bi alîkariya Bavo, ji

qayikê peya bû. Dest di destan de, bîskekê, bi çavên kentijî û þil, li hev nihêrîn

û paþê hevûdu pihêt hembez kirin. Hingî wext sekinî...

Amojna Sitî ko êdî bi zehmetî digere, heta bi zehmetî xwe dilivîne, ji bo

law û neviyên xwe, vê êvarê, nanê tîrê pijandiye û xwarinên welêt, yên

Cizîra Botanê, çêkirine. Bîhneke ecêb xweþ ji xwarinên singûsîr, pelezîz,

eprax û epraxê sîran difûre. Tevî Samîha Xanim û Þehrîbanê, Meziyet,

Safter, Tevfîk û Hîkmet jî li mitbaxê, li dora wê ne. Ew hem li xwarinan

dinihêre û hem jî bi zarokan re, bi kurdiya xwe ya paqij, dipeyive. Bask

nîn in ko ew pê bifire. Zarok, melayikeyên rastîn li dorê ne, geþiya ruhê

wê dîsan hatine.

– Epraxê sîran bidin pîran. Epraxê birincan bidin law û gencan...

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 65