Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

Paþa, Mithed, Hesen, Xelîl Beg li Trablusgarbê hatin peya kirin û zîndankirin. Yên din jî li Rodos, Nablus, Þam, Akka, Yemen, Tayif û hin bajarên din hatin belavkirin. Cîhê jiyana sirgûniyê ya Emîn Âlî Beg û malbata wî bajarê Anatoliyê Sparte bû. Ew li keleha Akkayê, di bin çavnêriya ordiyê de, li benda çûyina Spartayê man. Rêwîtiya wan dewam dikir. Lê jiyan, jiyan bû. Jiyana nû li rêwîtiyê guhdarî nedikir, Bedirxan, di berbangekê de hatibû û bûbû pardarê jiyana wan. Bi hatina wî re, Emîn Âlî Begê jî dest pê kiribû, piþtî nîvroyan, li kêleka bîra bexçê rûne û þiîran li ser »berxê xwe« binivîse. Tu tiþtê ko wan di wê kelehê de bikira nîn bû. Piþtî nîvroyan Celadet û Kamuran ji bîrê av dikiþandin û pê bexçe av didan, kursî û masa bavê xwe tanîn û li kêleka bîrê datanîn. Samîha Xanimê jî sêv û porteqal perçe dikirin, ew dikirin sêniyekê biçûk û datanî ser masa mêrê xwe. Hîkmet, Tevfîk, Safter û Mezo jî bi Bedirxan re dilîstin û ew dilorandin. Lê niha Mezo dinehwirîne; »Ne mal û ne saxî û ne rahet, / Talan kirine hemî ji mîhnet; / Dijwar e gelek belayê xurbet, / Binve kezeba min binve lo! lo!.... Hewqas tu mebêje ev çi hal e / Bê sebr mebe welê menale; / Ewn û kerema Xwedê heval e, / Binve kezeba min binve lo! lo!...« Ew hem digirî, hem dibêje. Samîha Xanima ko li kêleka mêrê xwe rûniþtiye, jî bêdeng digirî. Vî danê êvarê ji bîrê av nehatiye kiþandin, Ceco û Kamo bexçe av nedane, li ser masê sêv û portakal nîn in, kes li esmanan nanihêre, teyr li esmanan naxuyin. Bedirxan, Berxoyê mala me, mir. Li ser ejnûyên bavê min, bi dengê zîz ê xweha min... Xurbet bû, jîneke dijwar û kirêt bû, bêgavî û bêçaretî bû. Þiîra bavê min ko navê wê »Delaliya Zarowan« bû, lorînek bû, qîrînek bû. Dengekî nerm mîna hewreþîm, xurt mîna pola bû ko li dijî bêgavî û bêçaretiyê bilind dibû. Bi dû re, sala 1932-an, min ew þiîr di HAWAR´ê de weþand, tevî nivîsareke kurt. Navê nivîsarê »Loriya Bedirxan« bû. Di þeveke ronî ya havîna germ a Þamê de, ez firiyam û çûm nik bav û bapîr, dê û birayê xwe Berxo û min ew nivîsar nivisî. Min di nivîsarê de weha digot; »Bi vê loriyê ne bapîrê min Bedirxan, lê neviyê wî, birayê min Bedirxan dinivînand û dilorandin. Ev loriya ha ko bi xwe, bi ziman û mana xwe ve hêja ye, ji bona min, ji hêleke din bîreke mezin û zelûl e. Pê bapîr, bav, dê û birayê min -ko her car ji zûda gehîþtine rehmeta Xwedê- têne bîra min. Ji ber ko Bedirxan navlêkirî ye, tê de navê bapîrê min heye. Ew Bedirxanê ko bi xurtî û mezinahiya xwe ve navê xwe, li þûna navê mal- E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 59

atekê xistiye. Ew Bedirxanê ko ji bona yekitiya Kurdistanê xebitiye, ji bona serxwebûna Kurdistanê ketiye þer û qrênan û her tiþtên xwe di vê riyê de feda kiriye û ji bona wê jî miriye. Ev lorî bavê min ji birayê min re gotiye. Ew bavê ko ji min re ne tinê xwîna xwe a pak daye -ew xwîna kurdî ko bi hezar salan ve di zozanên Botan de bi bayên bakurî honik dibû û di Cizîrê de di nav germiya lat û zinarên Burca-Belek de dikeliha û her gav di meydanên þer û rûmetê de ji sîngên dahatiyên malbata Azîzan dihat rêtin û ji rayên wan vedimîzt -lê ez ji dil û hiþê kurdanî bi xwedî kirim û xistim wê riya ko ew bi xwe û bavê wî tê de mirin. Ev lorî, diya min distrand û pê birayê min dinivînand. Ev diya ko gava ez hejdeh, niwanzdeh salî bûm û min dil kir ez bikevim mekteba herbiyê, ji min re gotibû: -Ma ji te re ne namûs e? Tu çawan bikevî mekteba herbiyê û bibî zabitê tirko. Ev tirko ko welatê te ji destê te standine, miletê te xistine xulamiyê, bapîrê te dîl û malbata te pêrîþan kirine û hon avêtine zîvariyê. Ev loriya ha ji birayê min ê kiçîk Bedirxan re dihat gotin. Ev birayê ko Xwedê di menfayê de da û di menfayê de standibû. Ev birayê kiçîk û delal ko di nav sê çar saetan de ser ejnûwên bavê min, di keleha Akkayê de mir...« Bibore ko min weha dirêj kir. Lê carina veguhezandina nivîsarên kevn dikarin xweþ alîkarî li yên nû bikin û saloxdanên çêtir bînin pê. Xwîdan li ser eniya Emîn Âlî Beg civiyaye. Ew li lawê xwe yê biçûk dinihêre. Bi destê xwe yê rastê serrûyê lêwik, bi hêdîka, mist dide. Dilopên xwîdanê û giriyê bi ûsil dikevin nav hev. Dilopên avê yên li ser kevirên bîrê, bi aramî û rêzdarî, hevaltî li dilopên din dikin. Kerba bêçaretî û kesera veqetînê, bi ûsil, dilên li dora bîra keleha Akkayê diguviþînin. Bîra bêdeng ko bûye pardarê jiyana rojane ya dilên derketî, niha jî, bi ûsil, bi wan re li þînê rûdine. 5Bîra bêdeng li Spartayê ko bûye pardarê jiyana rojane ya mala Emîn Âlî Begê, niha jî, bi ûsil, bi wan re di þînê de ye. Þîn ji malê kêm nabe. Her gav ew xebereke nexweþ dibihîsin, xebera mirina yekî hezkirî bi wan digihê. Digel ko malbata Bedirxanî li her aliyên tixûbên dewleta Osmanî hatine belavkirin, ew xeberên xwe digihînin hev. Xeberên jiyana menfayê, xeberên keser û hesretê. Berî niha bi du ro- 60• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

atekê xistiye. Ew Bedirxanê ko ji bona yekitiya Kurdistanê xebitiye, ji

bona serxwebûna Kurdistanê ketiye þer û qrênan û her tiþtên xwe di vê

riyê de feda kiriye û ji bona wê jî miriye.

Ev lorî bavê min ji birayê min re gotiye. Ew bavê ko ji min re ne tinê xwîna

xwe a pak daye -ew xwîna kurdî ko bi hezar salan ve di zozanên Botan

de bi bayên bakurî honik dibû û di Cizîrê de di nav germiya lat û zinarên

Burca-Belek de dikeliha û her gav di meydanên þer û rûmetê de ji sîngên

dahatiyên malbata Azîzan dihat rêtin û ji rayên wan vedimîzt -lê ez ji dil û

hiþê kurdanî bi xwedî kirim û xistim wê riya ko ew bi xwe û bavê wî tê de

mirin.

Ev lorî, diya min distrand û pê birayê min dinivînand. Ev diya ko gava ez

hejdeh, niwanzdeh salî bûm û min dil kir ez bikevim mekteba herbiyê, ji

min re gotibû: -Ma ji te re ne namûs e? Tu çawan bikevî mekteba herbiyê

û bibî zabitê tirko. Ev tirko ko welatê te ji destê te standine, miletê te xistine

xulamiyê, bapîrê te dîl û malbata te pêrîþan kirine û hon avêtine zîvariyê.

Ev loriya ha ji birayê min ê kiçîk Bedirxan re dihat gotin. Ev birayê ko

Xwedê di menfayê de da û di menfayê de standibû. Ev birayê kiçîk û delal

ko di nav sê çar saetan de ser ejnûwên bavê min, di keleha Akkayê de

mir...«

Bibore ko min weha dirêj kir. Lê carina veguhezandina nivîsarên kevn

dikarin xweþ alîkarî li yên nû bikin û saloxdanên çêtir bînin pê.

Xwîdan li ser eniya Emîn Âlî Beg civiyaye. Ew li lawê xwe yê biçûk dinihêre.

Bi destê xwe yê rastê serrûyê lêwik, bi hêdîka, mist dide. Dilopên

xwîdanê û giriyê bi ûsil dikevin nav hev. Dilopên avê yên li ser kevirên

bîrê, bi aramî û rêzdarî, hevaltî li dilopên din dikin. Kerba bêçaretî û kesera

veqetînê, bi ûsil, dilên li dora bîra keleha Akkayê diguviþînin. Bîra

bêdeng ko bûye pardarê jiyana rojane ya dilên derketî, niha jî, bi ûsil, bi

wan re li þînê rûdine.

5Bîra bêdeng li Spartayê ko bûye pardarê jiyana rojane ya mala

Emîn Âlî Begê, niha jî, bi ûsil, bi wan re di þînê de ye. Þîn ji malê

kêm nabe. Her gav ew xebereke nexweþ dibihîsin, xebera mirina

yekî hezkirî bi wan digihê. Digel ko malbata Bedirxanî li her aliyên

tixûbên dewleta Osmanî hatine belavkirin, ew xeberên xwe digihînin

hev. Xeberên jiyana menfayê, xeberên keser û hesretê. Berî niha bi du ro-

60• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!