Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

mamê xwe rojnameyeke weha bijarte derxînî û serê me pê bilind bikî, ez ê ji te re ne taximek, lê çend taxim kincên ji yên min jî xweþiktir bikirim. – Bavo, ez ê derxim, tu dê bibînî, ez ê cerîdeyeke pir spehî derxim. Belê, rast e, min hingê weha got... Qewl û soz mîna tovan in. Meriv wan di zikê dewr û dewranê de diçîne da ko ew di pêþerojê de hêþîn werin. Lê herwekî ko ji tov re ax, av, tav, germahî û hewa divê, ji qewl û sozan re jî rûmet, xebat, sebat, lêgerîn, xîret û evîn divê. Di ser her tiþtî re jî evîn. Evîn reh e. Evîn ruh e. Tov li ser rehan hêþîn tê. Ma heta tov xwe bi rehan bernede nav kûrahiyên axê, ew dikare bibiþkove, zîl bide û bejn bavêje?.. Min jî, bi evîna ko ez ji mala xwe, bav û diya xwe hîn bûbûm, soz da bavê xwe ko ez rojnameyeke spehî, mîna rojnama mamê xwe, biweþînim. Ez bûm rojnamevan. Min rojname jî derxist û ne bi tenê yek, dudo. Ez nizanim ka ew di hêjahiya rojnama mamê min de ne, lê min bi aþq û evîn ew derxistin û yadîgarî miletê xwe kirin. Gava umrê min hinekî mezin bû û min êdî bîr bi çerxa gerdûnê û qesta felekê bir, bavê min ji min re çend taxim kinc dan dirûn. Lê bêyî ko ew rojnamên min bibîne... Belê, wî rojnamên min nedîtin. Gava her hejmareke rojnamên min derdiketin, min jî mîna bavê xwe hejmara nû vedikir, rûpel bi hêdîka diqulipandin û ez, bi dengekî berz, difikirîm û min digot, »Xwezî niha bavo vê hejmarê bidîta.« Mixabin, wî ew nedîtin. 4Mixabin ko wî ew nedîtin, lawên Mîrê me yê gorbehîþt niha bûne paþa, wezîr, aqilmend, zabit, muteserif û ew karê dewletê digerînin. Ew li ser lêvan in, herkes qala wan dike, bi hezaran, sed hezaran kes bi navê wan sond dixwe. Lê gelek heyf ko Mîr Bedirxan ew nedîtin... Ma ez çi bibêjim, xwezî we kalikê xwe bidîta! Amojna Sitî, bi axîn bîhna xwe berdide û weha dipeyive. Pêwendiya Amojna Sitî û romana Bîra Qederê li ser zimanê romanê ye. Celadet Beg dixwest romana xwe bi kurdî binivîsiya. Romana Bîra Qederê bi kurdî tê nivisîn. Eger meriv li reh û sebebên vê yekê bigere, meriv divê xwe bi Amojna Sitî bigihîne. Amojna Sitî, dilgira malbata Bedirxaniyan, zarþêrîna zarokan û çîrokbêja meclîsan e. Ew ji dem û dewra Mîr Bedirxan maye. Bav û diya wê li qesra Mîr Bedirxan, mîna seyis û berdestên mîr jiyane. Ew botî û kurdên êzîdî bûne. Bavê Amojna Sitî di serhildana mîr de jî hertim li ba mîr bûye. Gava serhildanê ji aliyê Osmaniyan þikest xwariye û mîr mecbûr bûye ko xwe vekiþîne keleha Erûhê, bav, dê û E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 37

Amojna Sitî jî pê re bûne. Umrê Amojna Sitî hingê 7-8 sal bûye. Bi dû serîhildanê re jî sirgûn û koç hatiye. Hemû malbat, tevî herkesî, ji Cizîra Botan hatiye bi dûr xistin. Hingê ew jî, bavê Amojna Sitî Apê Xelef, diya wê Gulîzer û ew bi xwe, ketine ser riya welatê xerîbiyê. Sala 1846-an, bi hespan û di bin çavdêriya ordiya Osmaniyan de, piþtî rêwîtiyeke çend mehan, ew gihîþtine bajarê Zerya Reþ, Samsûnê. Ji wir jî, ew bi keþtiyeke mezin, ji zeryayê, çûne Stembolê, payitextê dewleta Osmanî. Roj û mehên wan ên Stembolê pir dijwar bûne; Mîr Bedirxan, çar jinên wî û sê zarokên wî ji wan tên veqetandin û ew li koþkeke biçûk tên bicîhkirin, lê yên mayî hemû qor bi qor di nezareta Zaptiyê de hepis dibin. Ro û tav li wan dibe heram, nan û ava wan tê birîn, dinya li wan dibe zîndan. Bi dû zîndana Zaptiyê re, ew dîsan, bi keþtiyeke mezin ber bi girava yewnanî Girîtê tên þandin. Mîr Bedir Xan, çar jin û sê zarokên wî û malbatê, tevî Apê Xelef û mala wî, li bajarê Xaniyayê tên bicîhkirin. Lê belê Osmanî malbat perçe dikin û gelek endamên malbatê jî li Stembolê, li aliyê Anatoliyê, Kadiköyê tên bicîhkirin. Amojna Sitî heta sala 1862-an jî li Girîtê dijî. Piþtî ko bavê wê wefat dike û diya wê jî tevî Mîr Bedirxan dere Þamê, ew jî tevî hin endamên malbata Bedirxaniyan, tê Stembolê û li ba Bedirxaniyan bi cîh dibe. Rojekê li vê malê, rojekê li wê malê, di navbera malên Bedirxanan de, ew porê xwe spî dike. Hemû zarokên malbatê ko li Stembolê tên dinê, ji ber destê Amojna Sitî derbas dibin. Amojna Sitî kûpa gotinên kurdî ye, gencîneya stran, dîlan, çîrok, çîrçîrok, methelok û mamikên kurdan e. Ew þahîda tarîxa malbatê û serpêhatiya Mîr Bedirxan e. Ew rû û zimanê adet û ûsilên kurdî ye. Ew dengbêj û çîrokbêj e. Serpêhatiya Mîr Bedirxan, sirgûna wan, salên Xaniyayê, deþt û zozanên welatê kurdan, çemên Dijle û Firatê, çiyayên Cûdî û Herekolê, þikeftên spehî û xweþbergeh, jiyana eþîrî û koçerî ya welêt... ev hemû bi zimanê Amojna Sitî dibin lehîyeke zelal û diherikin, dibin berfendeyeke spî û hawirdor vedigirin, dibin destaneke bêdawîn û mêjiyê guhdaran dineqiþînin. Ma meriv li welatê xerîbiyê, li Stembolê dikare ji Amojna Sitî çêtir mamostayeke hêja bibîne? Ma kî dikare ji wê çêtir zimanê bav û kalan, kurdiya welêt hînî zarokan bike? Digel ko Amojna Sitî nêzîkî çil salan li Stembolê, di nav navenda zimanê Osmanî de jiyaye, ew hê jî bi gotineke tirkî nizane. Mîna ko ew ne li dinya îro, lê ya do dijî. Bedena wê li Stembolê, lê bîr û heþê wê li welatê zarokiya wê ye; welatê salên zarokiyê bihuþteke rastîn û nemir e. Ew gorî- 38• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

mamê xwe rojnameyeke weha bijarte derxînî û serê me pê bilind bikî, ez

ê ji te re ne taximek, lê çend taxim kincên ji yên min jî xweþiktir bikirim.

– Bavo, ez ê derxim, tu dê bibînî, ez ê cerîdeyeke pir spehî derxim.

Belê, rast e, min hingê weha got... Qewl û soz mîna tovan in. Meriv wan di

zikê dewr û dewranê de diçîne da ko ew di pêþerojê de hêþîn werin. Lê

herwekî ko ji tov re ax, av, tav, germahî û hewa divê, ji qewl û sozan re jî

rûmet, xebat, sebat, lêgerîn, xîret û evîn divê. Di ser her tiþtî re jî evîn. Evîn

reh e. Evîn ruh e. Tov li ser rehan hêþîn tê. Ma heta tov xwe bi rehan

bernede nav kûrahiyên axê, ew dikare bibiþkove, zîl bide û bejn bavêje?..

Min jî, bi evîna ko ez ji mala xwe, bav û diya xwe hîn bûbûm, soz da bavê

xwe ko ez rojnameyeke spehî, mîna rojnama mamê xwe, biweþînim. Ez

bûm rojnamevan. Min rojname jî derxist û ne bi tenê yek, dudo. Ez nizanim

ka ew di hêjahiya rojnama mamê min de ne, lê min bi aþq û evîn ew

derxistin û yadîgarî miletê xwe kirin. Gava umrê min hinekî mezin bû û

min êdî bîr bi çerxa gerdûnê û qesta felekê bir, bavê min ji min re çend taxim

kinc dan dirûn. Lê bêyî ko ew rojnamên min bibîne... Belê, wî rojnamên

min nedîtin. Gava her hejmareke rojnamên min derdiketin, min jî mîna

bavê xwe hejmara nû vedikir, rûpel bi hêdîka diqulipandin û ez, bi

dengekî berz, difikirîm û min digot, »Xwezî niha bavo vê hejmarê bidîta.«

Mixabin, wî ew nedîtin.

4Mixabin ko wî ew nedîtin, lawên Mîrê me yê gorbehîþt niha bûne

paþa, wezîr, aqilmend, zabit, muteserif û ew karê dewletê digerînin.

Ew li ser lêvan in, herkes qala wan dike, bi hezaran, sed hezaran kes

bi navê wan sond dixwe. Lê gelek heyf ko Mîr Bedirxan ew nedîtin... Ma

ez çi bibêjim, xwezî we kalikê xwe bidîta!

Amojna Sitî, bi axîn bîhna xwe berdide û weha dipeyive. Pêwendiya

Amojna Sitî û romana Bîra Qederê li ser zimanê romanê ye. Celadet Beg

dixwest romana xwe bi kurdî binivîsiya. Romana Bîra Qederê bi kurdî tê

nivisîn. Eger meriv li reh û sebebên vê yekê bigere, meriv divê xwe bi

Amojna Sitî bigihîne. Amojna Sitî, dilgira malbata Bedirxaniyan, zarþêrîna

zarokan û çîrokbêja meclîsan e. Ew ji dem û dewra Mîr Bedirxan

maye. Bav û diya wê li qesra Mîr Bedirxan, mîna seyis û berdestên mîr

jiyane. Ew botî û kurdên êzîdî bûne. Bavê Amojna Sitî di serhildana mîr

de jî hertim li ba mîr bûye. Gava serhildanê ji aliyê Osmaniyan þikest

xwariye û mîr mecbûr bûye ko xwe vekiþîne keleha Erûhê, bav, dê û

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 37

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!