Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

Tu dizanî, gotina bîrê di zimanê kurdî de tê du maneyan; yek av û kahnî, dudo heþ... Bîra gundê Hêcanê herdu jî, ji min, bi dûr xistibûn. Kahniya jîna min dimiçiqî, tevî ko min hewl dida xwe, heþê min bi derine din diçû û ez jî pê re dibirim. Kesin li dora min bûn, kesin diçûn û dihatin. Bîhna taybetî ya dermanan doraliyên min rapêçabû. Hilma mirinê li dora min bû. Ez, þahîdê wext, dewr û dewranan, þahîdê du þerên cîhanê, bolþewîzm, nasyonal sosyalîzm û faþîzmê, ez, hevalê þevê û zimanê birîndar, diçûm. Dengên têkel ên jibîrbûyî dihatin guhê min. Dengê nas û xizmên min, bav û diya min, bira û xweha min, yar û dostên min. Wan bang min dikirin. Dengê miriyên min li ber guhê min dinehwirandin û gazî min dikirin. Di nav êþeke xedar de, ez diçûm. Wexta min a xatir xwestinê jî nemabû. Bila Sînemxan û Cemþîd, Huseyma û Ehmedê Ferman, nas û dost li min biboriyana ko ez weha, bêxeber, diçûm. Lê beriya ko perda xewa ebedî bi ser min de bihata rakêþandin, min dil hebû Rûþen bidîta. Bi alîkariya destên Rûþenekê ez hatibûm û min dixwest, bi alîkariya destên Rûþenekê jî ez biçûma. – Cixareyeke din jî bidin min, Celadet Beg, bi xirexir, dibêje. Deng, pir bi zehmetî, jê derdikeve. Dilopên xwîdanê ji eniya wî ya fireh kêm nabin. Her ko dere, êþ zêde dibe. Çavên wî tên girtin. Kesên ko li doralî ne, li ber çavê wî, hêdî hêdî, hîn tarîtir dixuyin. – De zûkin, serekbijîþk dibêje, emeliyetxane hazir e. Jinik û du kesên din, bi hêdîka, Celadet Beg li ser text dirêj dikin û çar kes, her yek ji aliyekî text digire û Celadet Beg ber bi aliyê emeliyetxanê dibin. Ew bi rê dikevin û derin. Celadet Beg çavê xwe vedike. Bi tenê ew rengê spî yê banê nexweþxanê dibîne. Bi tenê rengê spî hevaltiya wî ya çûyinê dike. Celadet Beg dere, di nav rengê spî de, heþê wî, wî dibe bexçeyekî û bîra bexçe ronî ye, çend zarok li bexçê, dora bîrê dilîzin. Zarok li dora bîrê dizîvirin. Darên qaîm ên çinarê bi pelên xwe, bi esmanan ketine. Kulîlkên dareke henarê rengên germ ên keskesorê tînin pê. Gul û kulîlk biþkovîne. Mêþ û moz li gulên nûbiþkovî vedinijin. Çend çivîk li ser daran dixwînin. Ji hinekî dûr ve, dengê pêlên zeryayê tê. Kevirên bîra ko zarok li dorê çerx dibin, xwîdan dane, dilop, yek bi yek, ber bi bîrê gêr dibin. Zarok, bi gavên revê, dizîvirin. Yek ji zarokan, mezinê wan, bi çend gavan li pêþ zarokên din dizîvire. Zarokê pêþî hem dizivîre hem jî ca- E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 293

ina vedigere û li yên din dinihêre. Ew dest li wan dike. Ew dizivire, ronahî hîn bêtir dibe, gewrahî hawirdor vedigire. Kêfa zarokê li pêþ bêpayan e, »mehr licht«, ew dibêje û çerx dibe. Li dora bîrê, di nav ronahiyê de, ew dizîvire... 294• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

ina vedigere û li yên din dinihêre. Ew dest li wan dike. Ew dizivire, ronahî<br />

hîn bêtir dibe, gewrahî hawirdor vedigire. Kêfa zarokê li pêþ bêpayan<br />

e, »mehr licht«, ew dibêje û çerx dibe.<br />

Li dora bîrê, di nav ronahiyê de, ew dizîvire...<br />

294• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!