You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
hekîmekî, birînên wan derman kirin û merhem danîn ser, min dît ko ew jî,

mîna min û te, digirîn, dinalin û dinehwirin. Loma ez dibêjim, mirov divê

bi qedir û qîmet, bi rêz û rêzdarî nêzîkî li wan gotinên muqedes bike, li wan

hûr be û wan di cîh de lêke.

Gotin jî mîna þitilên gulan in; ji wan re hawayê paqij, tava geþ, ava zelal,

axa nerm, erdê avî û nêrîneke rêzdar divê.

Eger ez vegerim ser wan rojên ko Canan, dîsan, ji niþkekê ve, hatibû, ez

ê bi tenê bibêjim ko Canan zîz bû. Gotina zîziyê li wê û wan rojan tê. Ew

hertim kelgirî bû, serê her gavê digiriya. Hêviyên wê þikestibûn, hedef û

mirazên ko wê dabûn ber xwe, yekcar, winda bûbûn. Ew jî, mîna gelekên

me, bi ser neketibû. Wê hê nû fahm kiribû ko jîn bi xwe têkçûn bû, ne

tiþtekî din...

Ew çawan û çima hatibû? Ma hewce ye ko ez dirêj bikim? Ew ji bo min

hatibû. Wê dev ji Tirkiyê berdabû û li ser riya Parîsê bû. Lê wê riya xwe li

Bêrûdê jî xistibû da ko min bibîne û bi min re bipeyive: Wê dixwest ko em

bi hev re biçûna Parîsê, ji cîhê ko me terk kiribû, ji nû ve, dest pê bikira...

Canana min ko hê jî digot »Ceco...«

Heçî çawan hatina wê bû, rojeke havînê ya germ, serê sibê, telefonek

hat. Telefon ji otêla ko min mîna navnîþan bi kar dianî, dihat. Ez li Þamê, li

malê bi tenê bûm, bîhna min teng, nefesa min çikiyayî bû. Wî danê sibê,

min deftera romana Heyveron-ê ko min dixwest binivîsa, ji çavika masê

derxistibû û danîbû ser masê. Lê pênûs nedigeriya. Min dikir, nedikir,

gotin nedihatin. Ew gotinên ko bûbûn zariyên min, wê rojê, ji malê û oda

xebatê reviyabûn. Min bi tenê li rûpela spî û vala a defterê dinihêrî... Li milê

din, pere nemabû. Rûþenê zarok hildabûn û ew çûbûn aliyê Latzkiyê, gundekî

biçûk ko jê re digotin Banias. Li wir havîngeheke dostê me Elî Axayê

Zilfo hebû. Rûþen û zarok çûbûn wir. Lê pereyên wan xelas bûbûn û wan

xeber þandibû da ko min hinekî pere peyda bikira û biþanda. Min ji dostekî

xwe tika kiribû ko hin pere bida min. Gava telefon hat, min welê bawer kir

ko ew dostê min bû. Lê na, ne welê bû. Ji Bêrûdê telefokeneke girîng, ji bo

min, hatibû, resebsiyonîstê otêlê dil dikir ko ez biçûma otêlê. Otêl li kêleka

Meydana Salihiyê bû. Ez çûm otêlê. Lê li wir jî ez hîn nebûm ka kê ji Bêrûdê

telefon kiribû. Jinek ko ji Stembolê hatibû, telefon kiribû û daxwaz kiribû

ko ez, zûtirîn wext, biçûma Bêrûdê. Kî bû? Jinek ji Stembolê? Heþê min çû

ser diya min û Meziyetê. Heye ko ew bûn... yan jî yek ji wan... Yan jî meteke

min, yan jî dotmameke min. Kela heyecanekê bi min girt; naseke min, bi

bîhna Stembolê, ji Stembola min hatibû!

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 261