Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
heval û dostên min jî, yek bi yek çûbûn. Pêþî Monika, dosta min a zirav û bihîstiyar

ko bi tenê hestî û çerm mabû, çûbû. Piþtî çend mehên xweþ, lê kesertijî

yên Bêrûdê, wê berê xwe dabû Amerîkayê û çûbû. Digel ko þer xelas

bûbû û ew dikarîbû vegeriya welatê xwe, wê »Ez hew pê li wan erdên bi

xwîn dikim« gotibû û riya Amerîkayê dabû ber xwe. Paþê jî piraniya dostên

min ên fransiz, tevî Pierre Randot û Peder Thomas Bois, çûbûn. Piþtî wan jî

Kamuran, heval û hevriyê min ê daîm, gotibû, »Mirov hew dikare li van deran

bijî« û çûbû Fransê. Kirîvê min Nuredîn jî ko li Unîwersîta Fransizî ya

Bêrûdê dixwend, riya Lozanê dabû ber xwe û çûbû. Heval, dost û nasên

mayî jî, her yek, bi derekî de pekiyabû. Kewên me yên hewþê ko þênahiya

zariyan bûn, jî çûbûn. Min ew azad kiribûn. Dido ji wan vegeriyabûn, lê

yên din çûbûn. Sar û seqema mirinê û zivistanê bi ser me de girtibû.

Legleg û hechecîk jî çûbûn.

Herkes çûbû. Wext, wexta koçê bû.

Kî mabû? Eger em min, Rûþen, diya wê, Huseyma, Sînem û Cemþîd nehesibînin,

kal û pîr û mirî mabûn. Kesên bêquwet û bêtaqet mabûn. Û Mîr

Bedirxan mabû.

Bilûrvan gewriya xwe, bi xweziya xwe, þil dike, zimanê xwe li ser lêvan digirîne,

bîhna xwe berdide û dîsan bilûrê dibe devê xwe û lêdixe û difikire;

umir gihîþtiye sedî, sed salên rengîn ji ser wan rojên zaroktiyê bihurîne...

ew difikire... li gundê zaroktiya xwe, li bêriyên gund difikire. Xaniyên

gund, mîna lat û zinaran, piþta xwe dabûn çiyayê asê û bilind. Di þevên

aram ên gund de, çiyê bi heyv û stêran re hevaltî dikir. Serê çiyê warê

teyrên eylo û bazan bû. Hêlînên wan li ser tehtên asê yên çiyê bûn. Ji çiyê

dengê ba û baranê, eylo û bazê dihat. Di danên êvarê yên biharan de, gava

þivanan keriyên pêz ji çêrê dianîn, teyrên eylo û bazan jî, mîna mûyekî,

xwe ji tehtan berdidan jêr. Wan xwe nedilivandin, nedidan per û baskan,

bê hereket, hêdî hêdî, xwe berdidan jêr. Pez dihatin. Wexta bêriyê bû.

Keçên xama yên gund, ew keçên bedew ko her nêrîneke wan bi umrekî

bû, elb û sitîl di destan de, ber bi wan diçûn. Guhanên miyan tijî þîr bûn.

Bêrîvanên ko memikên wan mîna sêv û purtaqalan bûn, diçûn ber

guhanên miyan... Dengê teyran, mî û bêrîvanan dikete nava hev. Û

dengê bilûrê. Bilûra þivan û bilûrvanan...

Celadet Beg, begzadeyê Stembolî, lê bavê Sînem û Cemþîdê Þamî, li

dengê bilûra Ehmedê Ferman guhdarî dike û rûpeleke kovara xwe

Hawar-ê ko hew derdikeve, vedike û bi hêdîka çend rêzên þiîreke dirêj

258• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM