Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

vêdixist û li kalikê xwe yê ko min tu carî nedîtibû, lê hertim bihîstibû, dinihêrî. Tirba Mîr bûbû mala min a diduyan. Herwekî ko hatiye gotin, di kalîtiyê de, ling mirovan dibin gor û goristanan. Lingên min jî ez dibirim nik bapîrê min. Jê pê ve, cîhê ko ez biçûma nîn bû. Ji wan carên pir pêwist pê ve, ez danediketim bajêr. Hem pere nîn bû hem jî xeter bû. Hem jî ma min ê li bajêr kî bidîta? Der û dora min, dîsan vala bûbû. Þer bi milyonan kuþtî, bi milyonan sêwî, bi hezaran gundên kavil, bi sedan bajarên þewitî, Austwich, Nagazakî, Hîroþîma li pey xwe hîþtibû û xelas bûbû. Hîtler, Musolînî, nazist, faþist çûbûn. Dewletên hevalbend û Yekitiya Sowyetê bi ser ketibûn. Belê, þer xelas bûbû, lê em jî xelas bûbûn. Êdî hew hewcedarî bi me hebû. Kurd dîsan ketibûn ber lingan. Êdî ew ne eskerên lîstika setrencê bûn jî. Kela þorbê çûbû, bihayê heskê bûbû perekê... Dinya dîsan, ji nû ve, par dibû. Lê dîsan ji bo kurdan tu cîh û war, di vê parkirina nû de, nîn bû. Dîsan Tirkiyê nêzîkî li serdestan, ingilîz û fransizan, kiribû. Pêwendiyên wan dîsan baþ bûbûn û kurd ji bîr bûbûn. Min ji tecruban dizanîbû; jibîrbûyin mirin bû. Mirinê dîsan dor li kurdan girtibû. Li Iraqê ingilîzan, bi tanq û balafiran, dirêjî kurdan kiribûn û ew þikandibûn. Li Îranê, ingilîz û rûs li hev hatibûn, piþtgirtiya rejîmê kiribûn da ko rejîm komara biçûk a kurdan ko li der û dorên bajarê Mihabadê hatibû pê, biþkîne. Rejîmê komar þikandibû, gelek kes kuþtibûn û serekên komarê jî bi dar ve kiribûn. Li Tirkiyê jî bi tenê tirs û tarîtî hebû. Tu kesî nikarîbû behsa kurdan û mafên wan bikira. Heçî em, welatê Sûriyê û kurd bûn, mirin, tirs û tarîtiyê bi ser me de jî girtibû. Fransiz çûbûn. Wan qewlê xwe yê 1941-an bi cîh anîbûn û îstîqlal dabûn Lubnan û Sûriyê. Hêzeke biçûk a siwîl û çekdar mabû, lê yên din, her tiþtên fransizî, çûbûn. Hukim ketibû destê ereban, ordiyeke milî ya bi quwet dihate pê. Bîr û baweriyên nasyonalist yên Michel Eflak, filîsofekî ereb ko bi eslê xwe file bû, fireh dibû. Cîh li kurdan, roj bo roj, teng dibû. Rewþa min? Ez nizanim ka ez çi bibêjim...Tu dizanî, sîh û sê kilamên hirçê hene, hemû li ser dara hirmê ne. Çîrokên min jî welê bûn; hemû li ser neçarî û bêgaviyê bûn. Ez mîr bûm, law û neviyên mîran bûm, lê her û her neçar û bêgav bûm. Herwekî kurdan, cîh li min jî teng dibû. Piþtî ko ingiliz, fransiz û tirk nêzîkî hev bûbûn, hew me dikarîbû weþanên xwe bidomandina. Îmkan nemabûn û rê li me hatibû girtin. Bi dilekî þikestî û bi hêstirên çavan ko tu carî bi gotinan nayê îzeh kirin, me deriyên Hawar, Ronahî û Roja Nû girtibûn. Me ew danîbûn ser refan. Radyo jî hatibû girtin. Û bira, E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 257

heval û dostên min jî, yek bi yek çûbûn. Pêþî Monika, dosta min a zirav û bihîstiyar ko bi tenê hestî û çerm mabû, çûbû. Piþtî çend mehên xweþ, lê kesertijî yên Bêrûdê, wê berê xwe dabû Amerîkayê û çûbû. Digel ko þer xelas bûbû û ew dikarîbû vegeriya welatê xwe, wê »Ez hew pê li wan erdên bi xwîn dikim« gotibû û riya Amerîkayê dabû ber xwe. Paþê jî piraniya dostên min ên fransiz, tevî Pierre Randot û Peder Thomas Bois, çûbûn. Piþtî wan jî Kamuran, heval û hevriyê min ê daîm, gotibû, »Mirov hew dikare li van deran bijî« û çûbû Fransê. Kirîvê min Nuredîn jî ko li Unîwersîta Fransizî ya Bêrûdê dixwend, riya Lozanê dabû ber xwe û çûbû. Heval, dost û nasên mayî jî, her yek, bi derekî de pekiyabû. Kewên me yên hewþê ko þênahiya zariyan bûn, jî çûbûn. Min ew azad kiribûn. Dido ji wan vegeriyabûn, lê yên din çûbûn. Sar û seqema mirinê û zivistanê bi ser me de girtibû. Legleg û hechecîk jî çûbûn. Herkes çûbû. Wext, wexta koçê bû. Kî mabû? Eger em min, Rûþen, diya wê, Huseyma, Sînem û Cemþîd nehesibînin, kal û pîr û mirî mabûn. Kesên bêquwet û bêtaqet mabûn. Û Mîr Bedirxan mabû. Bilûrvan gewriya xwe, bi xweziya xwe, þil dike, zimanê xwe li ser lêvan digirîne, bîhna xwe berdide û dîsan bilûrê dibe devê xwe û lêdixe û difikire; umir gihîþtiye sedî, sed salên rengîn ji ser wan rojên zaroktiyê bihurîne... ew difikire... li gundê zaroktiya xwe, li bêriyên gund difikire. Xaniyên gund, mîna lat û zinaran, piþta xwe dabûn çiyayê asê û bilind. Di þevên aram ên gund de, çiyê bi heyv û stêran re hevaltî dikir. Serê çiyê warê teyrên eylo û bazan bû. Hêlînên wan li ser tehtên asê yên çiyê bûn. Ji çiyê dengê ba û baranê, eylo û bazê dihat. Di danên êvarê yên biharan de, gava þivanan keriyên pêz ji çêrê dianîn, teyrên eylo û bazan jî, mîna mûyekî, xwe ji tehtan berdidan jêr. Wan xwe nedilivandin, nedidan per û baskan, bê hereket, hêdî hêdî, xwe berdidan jêr. Pez dihatin. Wexta bêriyê bû. Keçên xama yên gund, ew keçên bedew ko her nêrîneke wan bi umrekî bû, elb û sitîl di destan de, ber bi wan diçûn. Guhanên miyan tijî þîr bûn. Bêrîvanên ko memikên wan mîna sêv û purtaqalan bûn, diçûn ber guhanên miyan... Dengê teyran, mî û bêrîvanan dikete nava hev. Û dengê bilûrê. Bilûra þivan û bilûrvanan... Celadet Beg, begzadeyê Stembolî, lê bavê Sînem û Cemþîdê Þamî, li dengê bilûra Ehmedê Ferman guhdarî dike û rûpeleke kovara xwe Hawar-ê ko hew derdikeve, vedike û bi hêdîka çend rêzên þiîreke dirêj 258• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

vêdixist û li kalikê xwe yê ko min tu carî nedîtibû, lê hertim bihîstibû, dinihêrî.

Tirba Mîr bûbû mala min a diduyan. Herwekî ko hatiye gotin, di kalîtiyê

de, ling mirovan dibin gor û goristanan. Lingên min jî ez dibirim nik bapîrê

min. Jê pê ve, cîhê ko ez biçûma nîn bû. Ji wan carên pir pêwist pê ve, ez

danediketim bajêr. Hem pere nîn bû hem jî xeter bû. Hem jî ma min ê li bajêr

kî bidîta? Der û dora min, dîsan vala bûbû. Þer bi milyonan kuþtî, bi milyonan

sêwî, bi hezaran gundên kavil, bi sedan bajarên þewitî, Austwich,

Nagazakî, Hîroþîma li pey xwe hîþtibû û xelas bûbû. Hîtler, Musolînî, nazist,

faþist çûbûn. Dewletên hevalbend û Yekitiya Sowyetê bi ser ketibûn.

Belê, þer xelas bûbû, lê em jî xelas bûbûn. Êdî hew hewcedarî bi me

hebû. Kurd dîsan ketibûn ber lingan. Êdî ew ne eskerên lîstika setrencê

bûn jî. Kela þorbê çûbû, bihayê heskê bûbû perekê... Dinya dîsan, ji nû ve,

par dibû. Lê dîsan ji bo kurdan tu cîh û war, di vê parkirina nû de, nîn bû.

Dîsan Tirkiyê nêzîkî li serdestan, ingilîz û fransizan, kiribû. Pêwendiyên

wan dîsan baþ bûbûn û kurd ji bîr bûbûn. Min ji tecruban dizanîbû; jibîrbûyin

mirin bû. Mirinê dîsan dor li kurdan girtibû. Li Iraqê ingilîzan, bi tanq

û balafiran, dirêjî kurdan kiribûn û ew þikandibûn. Li Îranê, ingilîz û rûs li

hev hatibûn, piþtgirtiya rejîmê kiribûn da ko rejîm komara biçûk a kurdan

ko li der û dorên bajarê Mihabadê hatibû pê, biþkîne. Rejîmê komar

þikandibû, gelek kes kuþtibûn û serekên komarê jî bi dar ve kiribûn. Li

Tirkiyê jî bi tenê tirs û tarîtî hebû. Tu kesî nikarîbû behsa kurdan û mafên

wan bikira.

Heçî em, welatê Sûriyê û kurd bûn, mirin, tirs û tarîtiyê bi ser me de jî

girtibû. Fransiz çûbûn. Wan qewlê xwe yê 1941-an bi cîh anîbûn û îstîqlal

dabûn Lubnan û Sûriyê. Hêzeke biçûk a siwîl û çekdar mabû, lê yên din,

her tiþtên fransizî, çûbûn. Hukim ketibû destê ereban, ordiyeke milî ya bi

quwet dihate pê. Bîr û baweriyên nasyonalist yên Michel Eflak, filîsofekî

ereb ko bi eslê xwe file bû, fireh dibû. Cîh li kurdan, roj bo roj, teng dibû.

Rewþa min? Ez nizanim ka ez çi bibêjim...Tu dizanî, sîh û sê kilamên hirçê

hene, hemû li ser dara hirmê ne. Çîrokên min jî welê bûn; hemû li ser

neçarî û bêgaviyê bûn. Ez mîr bûm, law û neviyên mîran bûm, lê her û her

neçar û bêgav bûm. Herwekî kurdan, cîh li min jî teng dibû. Piþtî ko ingiliz,

fransiz û tirk nêzîkî hev bûbûn, hew me dikarîbû weþanên xwe bidomandina.

Îmkan nemabûn û rê li me hatibû girtin. Bi dilekî þikestî û bi hêstirên

çavan ko tu carî bi gotinan nayê îzeh kirin, me deriyên Hawar, Ronahî û

Roja Nû girtibûn. Me ew danîbûn ser refan. Radyo jî hatibû girtin. Û bira,

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 257

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!