Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

FOTOGRAF 15: Ela bela bin mehmûdî... Her yer karanlýk... Je t-entende toujour, son tour... Ka banê me yê ezîzan, kanî war, kanî lo lo, lê lê li ku, kanî deng... 1Xezal... Çavên wê... Fotografa 15-an a Bîra Qederê gelekî biçûk e. Heye ko ew biçûktirîn wêneya hemû romanê ye. Di vê fotografê de çar kes hene; Celadet Alî Bedirxan, du eskerên reþik ên fransiz û yekî din. Serê kesê çaremîn ê fotografê ko kincên siwîl lê ne, nexuyaye. Roger Lescot, fotografkêþê vê fotografê, serê kesê çaremîn dernexistiye. Hemû bedena girs heta qirikê di fotografê de ye. Lê serî nîn e. Ew kî ye? Çima serê wî derneketiye? Kî pê dizane! Lê di vê fotografa biçûk a reþ û spî de, tiþtê herî balkêþ xezaleke biçûk e. Xezaleke biçûk ko di nav destên eskeran de, li ser erdeke qiraç, bi çavên gelekî balkêþ, li kamerayê dinihêre. Esker jî li ser totikan rûniþtine û bi kêfxweþî li kamerayê dinihêrin. Ew dikenin. Ew bi ser ketine; xezal, bi saxî, hatiye girtin. Ew xezala girtî, bi serfirazî, nîþan didin. Heçî Celadet Beg, rengê rûpelên Bîra Qederê, ye, li pê ye. Lê ew li ser xezalê xwar bûye û xezal, ji stirîhan, pêgirtiye û li kamerayê dinihêre. Ji rawestê dixuye ko kesê çaremîn ê bêserî jî li kamerayê dinihêre. Xezal navenda vê fotografê ye. Heye ko loma, yanî ji bo ko xezal baþ bixuyê, kesê çaremîn bêserî derketiye. Roger Lescot ko ji hal û hewalê fotograf û fotografkiþandinê nizane, çavika kamerayê di ser xezalê de rawestandiye. Pêwendiyeke xurt di navbera kesên vê fotografê û kamerayê de heye. Hemû bi dîqet li kamerayê dinihêrin. Xezala biçûk jî, matmayî, li kamerayê dinihêre. Lê xezal û nêrîna wê... Xezal di nav destan de ye. Destên ecêb, xerîb û nenas ew ji qiloç û lingan girtine. Kesên nenas li dora wê civiyane û wê, maxrûr û serfiraz, nîþan didin. Ew girtî ye. Di vê kurtedema kiþandina fotografê de ew çi hîs dike? Kî dizane! Xwezî zimanê wê yan jî zimanê vê fo- E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 253

tografê hebûya û bikaribûya hîsên wê, ji bo xwendevanên Bîra Qederê, bigota. Lê mixabin, fotograf napeyivin, ew bi tenê nîþan didin. Ev fotografa ko Mr. Lescot bi kameraya xwe ya biçûk, bi lez û ji bo Florens û Rewþen Xaniman, kiþandiye, du çavên germ, þêrîn û reþ ên xezalekê nîþan dide. Nêrîna xezalê ecêb germ e, bêpayan kûr e. Lê di eynî wextê de, nêrîna wê sar e, pir sar e. Xezal ditirse. Xezal dîl e, bêgav û bêçare ye. Nêrîna wê nêrîna dîl, bêgav û bêçaran e. Fotografa ko dê bibe xatirayeke biçûk a salên ber bi 1950-an, nêrîneke zîz berpêþ dike. Herdu eskerên reþîk, di nav kincên xwe yên boz ên eskerî de, li dora xezalê rûniþtine û dikenin. Di nêrîna wan de, biserketin heye, serfirazî û kêfxweþiya gihîþtina hedefan heye. Lê di nêrîna Celadet Beg de ko di navbera herdu eskeran de rawestaye û bi destan ji qiloçên zirav ên xezalê girtine, ew kêfxweþî û serfirazî naxuyê. Ew xwar bûye û li kamerayê dinihêre, bi tenê dinihêre. Nêrîna wî ne mîna nêrîna xezalê ye ne jî mîna ya eskeran. Bi tenê aram û nerm e. Kincên ko li ser wî ne, yên seyd û nêçîran e. Ew jî mîna yên eskeran, boz in. Porê wî yê ko ji pêþiyê hinekî weþiyaye, ketiye ser eniya wî û eniya fireh girtiye. Porê wî spî dike. Herweha simbêl û rîha wî jî. Qelîþek û qermîçokên rûyê wî gelekî kûr in. Rengê spî yê payizê ko hew germ dike, bi ser Celadet Beg de girtiye. Celadet Beg kal û westiyayî dixuyê. Nêrîna wî nêrîneke kal û westiyayî ye. Di vê wênê de baþ dixuyê; kalîtiyê rengê Celadet Beg guherandiye û bi rengê xwe yê taybetî yê spî ew, ji nû ve, neqiþandiye. Mr Lescot ko vê fotografê, bi serfirazî, ji bo bermaliya xwe û ya Celadet Beg dikiþîne, bêyî ko haya wî jê hebe, nêrîna west û kederê jî dikiþîne. Ew, bi nezanî, þahîdiya west û kedera çavan jî dike. Herwekî ko hatiye gotin, di neqþên her fotografekê de çend alî û çend reng hene, -wekî vê fotografa nû ya Bîra Qederê. Nêrîna germ û sar a xezalê û nêrîna westiyayî û kal a Celadet Alî Bedirxan. Nêrînên du qederan. Na, heye ko nêrînên qederekê... Kî dizane?.. 2Kî dizane? Heye ko nêrînên Celadet Beg û Ehmedê Fermanê Kîkî, nêrînên du qederên cihê yên kurdî, mîna hev in. Heye ko ew mîna hev difikirin jî. Þev e, bêdengiya þevê ye. Di nav bêdengiya þevê de dengê nerm û tenik ê bilûra Ehmedê Fermanê Kîkî ye. Þam e, goristana belengaz a Taxa 254• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

tografê hebûya û bikaribûya hîsên wê, ji bo xwendevanên Bîra Qederê,

bigota. Lê mixabin, fotograf napeyivin, ew bi tenê nîþan didin. Ev fotografa

ko Mr. Lescot bi kameraya xwe ya biçûk, bi lez û ji bo Florens û

Rewþen Xaniman, kiþandiye, du çavên germ, þêrîn û reþ ên xezalekê nîþan

dide. Nêrîna xezalê ecêb germ e, bêpayan kûr e. Lê di eynî wextê de, nêrîna

wê sar e, pir sar e.

Xezal ditirse. Xezal dîl e, bêgav û bêçare ye.

Nêrîna wê nêrîna dîl, bêgav û bêçaran e. Fotografa ko dê bibe xatirayeke

biçûk a salên ber bi 1950-an, nêrîneke zîz berpêþ dike.

Herdu eskerên reþîk, di nav kincên xwe yên boz ên eskerî de, li dora

xezalê rûniþtine û dikenin. Di nêrîna wan de, biserketin heye, serfirazî û

kêfxweþiya gihîþtina hedefan heye. Lê di nêrîna Celadet Beg de ko di

navbera herdu eskeran de rawestaye û bi destan ji qiloçên zirav ên xezalê

girtine, ew kêfxweþî û serfirazî naxuyê. Ew xwar bûye û li kamerayê dinihêre,

bi tenê dinihêre. Nêrîna wî ne mîna nêrîna xezalê ye ne jî mîna ya

eskeran. Bi tenê aram û nerm e. Kincên ko li ser wî ne, yên seyd û nêçîran

e. Ew jî mîna yên eskeran, boz in. Porê wî yê ko ji pêþiyê hinekî weþiyaye,

ketiye ser eniya wî û eniya fireh girtiye. Porê wî spî dike. Herweha simbêl

û rîha wî jî. Qelîþek û qermîçokên rûyê wî gelekî kûr in. Rengê spî yê payizê

ko hew germ dike, bi ser Celadet Beg de girtiye. Celadet Beg kal û

westiyayî dixuyê. Nêrîna wî nêrîneke kal û westiyayî ye.

Di vê wênê de baþ dixuyê; kalîtiyê rengê Celadet Beg guherandiye û bi

rengê xwe yê taybetî yê spî ew, ji nû ve, neqiþandiye. Mr Lescot ko vê fotografê,

bi serfirazî, ji bo bermaliya xwe û ya Celadet Beg dikiþîne, bêyî

ko haya wî jê hebe, nêrîna west û kederê jî dikiþîne. Ew, bi nezanî,

þahîdiya west û kedera çavan jî dike. Herwekî ko hatiye gotin, di neqþên

her fotografekê de çend alî û çend reng hene, -wekî vê fotografa nû ya

Bîra Qederê.

Nêrîna germ û sar a xezalê û nêrîna westiyayî û kal a Celadet Alî

Bedirxan. Nêrînên du qederan. Na, heye ko nêrînên qederekê... Kî

dizane?..

2Kî dizane? Heye ko nêrînên Celadet Beg û Ehmedê Fermanê Kîkî,

nêrînên du qederên cihê yên kurdî, mîna hev in. Heye ko ew mîna

hev difikirin jî.

Þev e, bêdengiya þevê ye. Di nav bêdengiya þevê de dengê nerm û tenik

ê bilûra Ehmedê Fermanê Kîkî ye. Þam e, goristana belengaz a Taxa

254• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!