Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

erên malê û zêrên Rûþenê difirotin da ko kovar derbiketa. Axir... Roja ko kovar derket û min ew anî malê, ez mîna zarokan, dîsan, þên û kêfxweþ bûm; zarokeke nû jî hatibû dinê. Min ew nîþanî Rûþenê da. Rûþenê lê nihêrt û ez pîroz kirim. Lê wê weha jî got; Celadet Abî, heta kengî? Heta kengî tu dê bikaribî li ber xwe bidî?.. Me, bi þîn û keser cîhek, di dilê xwe de, veda û Hawar xiste gorê. Çîroka Hawar-ê ko sê sal, sê meh û sê rojan domandibû, mixabin, mîna gelek çîrokên din ên qedera kurdî bi dawî hatibû... Aha, çîroka Hawar-ê jî weha bû ko gelekî li çîroka Haco Axa dihat. – Mîrê min, kî çi dibêje, bila bibêje, te bi ya xwe kir û mucela xwe derxist, Memduh Beg ko taximekî kincên nû, tevî kirasekî spî û qirawetekî hewrêþîmî, li xwe kiriye, destê xwe dibe ser simbêlê xwe û dibêje. Ma te nedixwest ko xewna xwe biqulipînî ser rastiyê? Ma te her nedigot ko xewnên me rastiya jîna me ye? Heta te bi xwe li dereke weha nenivîsîbû; bi tenê xewn dikare zora wextê bibe, gava þevên me, xewn û xeyalên þevên me xelas bin, êdî hûn bizanibin ko em jî xelas in? Hingê, hê xeberdana Memduh Beg neqediyaye, Bozan Begê ko ji bo kêliyekê ji hotêlê derketibû, dikeve salonê û tê nik wan. Li pey wî jî du kesên din ên bi þal û þepik hene. – Em divê rabin, Bozan Beg, bêyî ko rûne, li pê, dibêje. Rêberên me jî hatine. Cîp li ber deriyê hotêlê hazir in. Berî ko êvar dakeve, divê em herin. Li gora ko rêber dibêjin, xezal û bet jî li doraliyên Kurdaxiyê hatine dîtin. Eger wergî be, em ê herin seyd û nêçîra wan jî. 4Niha jî dora seyd û nêçîra hevok û cimla kurdî ye. Hevok û cimla kurdî ko Celadet Beg jê re navekî nû dîtiye; komek... Wext, wexta lihevanîn û rêzkirina komekan e. Êdî wext hatiye ko Celadet Beg komekên kurdî yên qedexekirî bîne zimên û wan bide axaftin, ruh û jiyaneke nû bide wan. Hawar hew derdikeve, ew di kûrahiya dilê Celadet Beg de û li ser refên mala wî radizê. Heye ko ew, careke din, ji xewê hiþyar be. Celadet Beg li hêviya wê rojê ye. Lê niha ew di xeweke þêrîn de ye. Tevî vê yekê, Celadet Beg dixebite, dinivîse, lêdigere. Bi alîkariya kovarê, ew gihîþte hedefên ko wî dabûn ber xwe. Wî kovareke xwerû bi zimanê kurdî derxist, tê de alfabeya xwe ya nû ya latînî ceriband û hêdî hêdî ew kir bingeha nivîsîna kurdî, qayideyên nivisîna kurdî anîn pê, folklor û zargotina kurdî berhev E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 223

kir û berhemên edebiyata devkî di kovarê de weþandin, hîn þaîr û nivîskarên nû yên zimanê kurdî derxistin, bendên celebên cihê nivîsîn, þiîrên xwe weþandin, ayet û hedîsên ola îslamê, bi wergera birayê xwe Kamuran, di rûpelên kovarê de weþandin... Û wî hîn gelek tiþtên din ên nivîsîna kurdî serast kirin. Niha jî wext hatiye ko ew komekên kurdî, bi neqþ û rengên cihê, bi hev ve girêde, wan bihûnîne. Yanê ew dixwaze romaneke binivîse û romana kurdî ava bike. Wext li vê xwestekê tê. Tevî ko ewrên reþ esmanên dinyayê vegirtine, dinya hê jî aram û sayî ye. Barana reþ hê dest bi barînê nekiriye. Piþtî Hawar-ê, wî niha bêtir wext jî heye. Û ya herî girîng, zarokek li rê ye. Gerçî kovar ketiye gorê, lê Rûþen Xanimê mizgînahiya zarokekî nû daye wî; ew li hêviya zarokekî ne. Celadet Beg ê bibe bav. Zirbavê Huseymayê dê di demeke kurt de bibe bav jî û tevî Rûþen Xanimê, ew ê bira yan jî xwehekê yadîgarî Huseymayê bike. Piþtî ko Rûþen Xanimê xebera pîroz bi Celadet Beg gihandiye, wî jî Rûþen Xanim û Huseyma wergirtiye û hatiye Lubnanê. Ew niha li Bêrûdê ne, li taxa Qesra Mezin ko li ser girekî Bêrûdê ava bûye, li pansiyoneke paqij û bêdeng. Zerya Spî û hemû Bêrûd li ber lingên wan e. Ji wan hinekî bi dûr Qesra Mezin ko navenda karên siyasî yên Lubnanê ye û dilê fransizan li wir hildavê, bi hemû bedewiya xwe, dixuyê. Dar û ber, dahl û daristan, mîna xalîçeyekê, raxistî ne. Bêrûd, gencîneya Rohilatê, ko hemû dewr û dewran, hemû rengan, ziman û olan hembêz dike, mîna her carê, niha jî, hembêza xwe ji Celadet Beg û mala wî re jî vedike. Celadet Beg, Rûþen Xanim û Huseyma di qata duwemîn a pansiyonê de ne. Ji ber tevdîrên ewlehiyê, wan qata diduyan xwestiye. Qata wan ji du jûran, mitbaxeke biçûk û saloneke teng û dirêj tê pê. Lê þaneþîna qatê, bi serê xwe, hêjayê her tiþtî ye. Bergeh û dêmenên þaneþînê bêpayan in. Mîna vî danê êvarê. Ji der û dor bîhna axê û dar û ber difûre. Li milê çepê yê þaneþînê, li ser çiyan, keskesoreke zêrhêlî, bi hemû rengên xwe, dibiriqe. Berî niha bi bîstekê, baraneke boþ bi ser girê Qesra Mezin de hat, bi qasî kêliyekê barî û winda bû. Niha çiya bi rengên keskesorê diçirûsin. Lubnan û Bêrûd bi rengên keskesorê diçirûsin. Hêvî ji Lubnanê difûre. Ew grewên karker, esnaf û parêzgeran, serhildanên kesab, goþkar û necaran, þer û pevçûnên gel û terîqetan rawestaye. Jiyana aborî hêdî hêdî bi ser xwe ve tê. Jiyana siyasî nermtir dibe. Li Fransayê, piþtî helbijartina giþtî, hikumeteke nû ya Êniya Gel, bi serekiya Leon Blum, hatiye ser 224• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

kir û berhemên edebiyata devkî di kovarê de weþandin, hîn þaîr û

nivîskarên nû yên zimanê kurdî derxistin, bendên celebên cihê nivîsîn,

þiîrên xwe weþandin, ayet û hedîsên ola îslamê, bi wergera birayê xwe

Kamuran, di rûpelên kovarê de weþandin... Û wî hîn gelek tiþtên din ên

nivîsîna kurdî serast kirin.

Niha jî wext hatiye ko ew komekên kurdî, bi neqþ û rengên cihê, bi hev

ve girêde, wan bihûnîne. Yanê ew dixwaze romaneke binivîse û romana

kurdî ava bike. Wext li vê xwestekê tê. Tevî ko ewrên reþ esmanên

dinyayê vegirtine, dinya hê jî aram û sayî ye. Barana reþ hê dest bi barînê

nekiriye. Piþtî Hawar-ê, wî niha bêtir wext jî heye. Û ya herî girîng,

zarokek li rê ye. Gerçî kovar ketiye gorê, lê Rûþen Xanimê mizgînahiya

zarokekî nû daye wî; ew li hêviya zarokekî ne.

Celadet Beg ê bibe bav. Zirbavê Huseymayê dê di demeke kurt de bibe

bav jî û tevî Rûþen Xanimê, ew ê bira yan jî xwehekê yadîgarî Huseymayê

bike. Piþtî ko Rûþen Xanimê xebera pîroz bi Celadet Beg gihandiye, wî jî

Rûþen Xanim û Huseyma wergirtiye û hatiye Lubnanê. Ew niha li

Bêrûdê ne, li taxa Qesra Mezin ko li ser girekî Bêrûdê ava bûye, li pansiyoneke

paqij û bêdeng. Zerya Spî û hemû Bêrûd li ber lingên wan e. Ji

wan hinekî bi dûr Qesra Mezin ko navenda karên siyasî yên Lubnanê ye

û dilê fransizan li wir hildavê, bi hemû bedewiya xwe, dixuyê. Dar û ber,

dahl û daristan, mîna xalîçeyekê, raxistî ne. Bêrûd, gencîneya Rohilatê,

ko hemû dewr û dewran, hemû rengan, ziman û olan hembêz dike, mîna

her carê, niha jî, hembêza xwe ji Celadet Beg û mala wî re jî vedike.

Celadet Beg, Rûþen Xanim û Huseyma di qata duwemîn a pansiyonê

de ne. Ji ber tevdîrên ewlehiyê, wan qata diduyan xwestiye. Qata wan ji

du jûran, mitbaxeke biçûk û saloneke teng û dirêj tê pê. Lê þaneþîna qatê,

bi serê xwe, hêjayê her tiþtî ye. Bergeh û dêmenên þaneþînê bêpayan in.

Mîna vî danê êvarê.

Ji der û dor bîhna axê û dar û ber difûre. Li milê çepê yê þaneþînê, li ser

çiyan, keskesoreke zêrhêlî, bi hemû rengên xwe, dibiriqe. Berî niha bi

bîstekê, baraneke boþ bi ser girê Qesra Mezin de hat, bi qasî kêliyekê barî

û winda bû. Niha çiya bi rengên keskesorê diçirûsin.

Lubnan û Bêrûd bi rengên keskesorê diçirûsin. Hêvî ji Lubnanê difûre.

Ew grewên karker, esnaf û parêzgeran, serhildanên kesab, goþkar û

necaran, þer û pevçûnên gel û terîqetan rawestaye. Jiyana aborî hêdî hêdî

bi ser xwe ve tê. Jiyana siyasî nermtir dibe. Li Fransayê, piþtî helbijartina

giþtî, hikumeteke nû ya Êniya Gel, bi serekiya Leon Blum, hatiye ser

224• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!