Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

2– Kê dizanîbû ko dotmama wî, bi gotina dotmamê, »cariyet-ul mitbaxa« wî, dê bibûya bermaliya wî? – Min dizanîbû, Haco Axa dikene û dibêje. Na, ne ko min dizanîbû, lê min texmîn dikir. Te mal û hal diviya. Ji Rûþen Xanimê pê ve, kî dikare mala te ava, halê te geþ bike? Hemû bi hev re dikenin. Celadet Beg û Rûþen Xanimê Haco Axa û Husnî Begê Berazî, herdu kesên ko alîkarî li zewaca wan kirin, ezimandine mala xwe ya nû. Ehmedê Fermanê Kîkî, dengbêjê malê û kovarê jî, di salona mezin a mala nû de, li nik wan rûniþtiye. Pencerên mezin ên salonê ko vedibin hewþa fireh a malê, heta dawî, vekirîne. Tevî ko êdî êvarê dest pê kiriye û bayekî sivik xwe, bi hêdîka, dilivîne, dinya germ e, pir germ. Destpêka tebaxa 1935-an e. Þam germ e, dûmana tîna tavê ji Þamê û deþtên doraliyên Þamê radibe. Hema çi bigire hemû golên biçûk zuwa bûne, kahnî û bîr miçiqîne. Havîneke germ a nedîtî nefesê li Þamê û merivên bajêr diçikîne. Lê li salonê germahiyeke din heye. Kesên ko li salonê, li ser kursiyên ko ji destên hosteyên yekta yên necarên Þamê derketine, rûniþtine, bi ken, bi hev re dipeyivin. Li erdê tu tiþt ne raxistî ye. Rûþen Xanimê hemû xalîçe û mehfûr rakirine û wê salon þuþtiye da ko hinekî hênik be. – Mîrê min, Memduh Begê gote me ko te þiîrek nivîsiye û pêþkeþî min kiriye, Haco Axa qahwa xwe vedixwe û dibêje. Gelo rast e? – Naxwe Memduh Beg xeber bi we gihand? Celadet Beg dibêje û dikene. Min dixwest ko ez wê, bêyî ko haya we jê hebe, di vê hejmara nû ya Hawar-ê de biweþînim, bi qewlê fransizan surprisekê bikim. – Ma tu nikarî wê nîþanî me bidî? – Çima na, lê heke dotmam rê bide, Celadet Beg dibêje û bi ken li Rûþen Xanima ko li ser kursiya kêleka Haco Axa rûniþtiye, dinihêre. Hûn ji min çêtir dizanin, bermaliya malê, xwediya malê ye. Herçend ew dibêje ko ew »cariye-ul mitbax« e, lê ew kebaniya malê ye. Rûþen Xanim dikene û radibe ser piyan, – Berî ko Celadet Abî tiþtekî din bibêje, ez herim, ew dibêje. Jixwe cîhê min mitbax e. Berî ko ew ji salonê derkeve, Celadet Beg, bi ken, gotina xwe digihîne wê, – Naxwe, te fahm kir ka ez ê çi bibêjim? Ma ne rast e? Mêr xulamê mala xwe, mêrxas xulamê ala xwe ye... Ma ne welê ye? E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 217

Ew dikenin. Celadet Beg radibe û dere ji ser refekî ji refên salonê yên kitaban defterekê werdigire û vedigere cîhê xwe. Ew rûpelên defterê vedike û di rûpelekê de radiweste û serê xwe jê radike, li Haco Axa dinihêre, – Rast e, min ev þiîr pêþkeþî we kiriye. Navê þihîrê »Were Dotmam« e. Berî ko em bizewicin, min ew, mîna nesîrê, nivîsîbû, lê min qalê nedikir. Niha êdî wexta wê û çapê hatiye. – Mîrê min, ma tu nikarî wê ji me re bixwînî? – Heke hûn ê eciz nebin? Celadet Beg dibêje û bêyî ko li bersiva wan bipê, dest bi xwendinê dike; Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit, mirov umrê xwe xelas dikit... Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil buhar biþkivîne. Qurma bedena min çil zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahozan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne... Herwekî dibêjin; ciwanî bizaniya, pîrî bikariya. Lê pesn ji Xwedê re ko hêj ewçend ne pîr im ko nikarim... Wekê ez jî ciwan bûm, simbêl hêj nû avêtî bûn ser lêvên min, dilê min bi hevîniya delalan hildavêt, hon ne yek, ne dudo, ne deh, ne bîst bûn. Kej û gewr, esmer û genimî, bejnbilind û navîn, kinên we jî hebûn... Hon hemî ji min, ji me re bûn, me kîjan bixwesta, ne ew ê, ne mamên me, nedigotin no. Lê min, me hemiyan nizanîbûn. Çavên me bi we, bi bedewiya can û giyanê we nediket... Bîhna we ya xweþ, rengê we yê geþ û birewþ tu dibêjî qey ne ji me re bûn. Em pê nedihesiyan. Me ew nedidîtin... Rojekê, me hew dît, gulistan bê gul, daristan bê bilbil maye... Em di hembêza jinên biyanî, hon di bin çengê mêrên nenas de... Celadet Beg li wir radiweste, serê xwe ji defterê radike, bi qasî kêliyekê, bêdeng dimîne, paþê ji pencerê li der, hewþê dinihêre û dibêje, – Ez serê we neêþînim, þiîr weha dom dike... Hê wî gotina xwe xelas nekiriye, Rûþen Xanim dikeve hundir û bang wan dike da ko ew herin aliyê mitbaxê, ji bo þîva êvarê. Gelo di saloxdana wî danê êvarê de, tu, niha, hinekî, ne þaþ bî?.. Ez bawer im, welê nebû. Rast e, min serê xwe ji xwendinê rakir û got, »ez serê we neêþînim...« Lê Rûþen hema hingî nehate hundir. Heke ez ne þaþ bim, piþtî gotina min, Haco Axa ko gelekî ji xwendina þihîrê memnûn mabû, weha got, –- Serî êþandina çi, Mîrê min, bilakîs, dewam bike, em ê kêfxweþ bin... Ez bawer im, Husnî Beg jî ew testîq kir. Min jî dîsan dest pê kir û þiîr xwend. Ne bi tenê carekê. Piþtî ko xwendina yekan xelas bû, Haco Axa 218• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

2– Kê dizanîbû ko dotmama wî, bi gotina dotmamê, »cariyet-ul

mitbaxa« wî, dê bibûya bermaliya wî?

– Min dizanîbû, Haco Axa dikene û dibêje. Na, ne ko min dizanîbû, lê

min texmîn dikir. Te mal û hal diviya. Ji Rûþen Xanimê pê ve, kî dikare

mala te ava, halê te geþ bike?

Hemû bi hev re dikenin. Celadet Beg û Rûþen Xanimê Haco Axa û

Husnî Begê Berazî, herdu kesên ko alîkarî li zewaca wan kirin, ezimandine

mala xwe ya nû. Ehmedê Fermanê Kîkî, dengbêjê malê û kovarê jî,

di salona mezin a mala nû de, li nik wan rûniþtiye. Pencerên mezin ên salonê

ko vedibin hewþa fireh a malê, heta dawî, vekirîne. Tevî ko êdî êvarê

dest pê kiriye û bayekî sivik xwe, bi hêdîka, dilivîne, dinya germ e, pir

germ. Destpêka tebaxa 1935-an e. Þam germ e, dûmana tîna tavê ji Þamê

û deþtên doraliyên Þamê radibe. Hema çi bigire hemû golên biçûk zuwa

bûne, kahnî û bîr miçiqîne. Havîneke germ a nedîtî nefesê li Þamê û

merivên bajêr diçikîne.

Lê li salonê germahiyeke din heye. Kesên ko li salonê, li ser kursiyên ko

ji destên hosteyên yekta yên necarên Þamê derketine, rûniþtine, bi ken, bi

hev re dipeyivin. Li erdê tu tiþt ne raxistî ye. Rûþen Xanimê hemû xalîçe

û mehfûr rakirine û wê salon þuþtiye da ko hinekî hênik be.

– Mîrê min, Memduh Begê gote me ko te þiîrek nivîsiye û pêþkeþî min

kiriye, Haco Axa qahwa xwe vedixwe û dibêje. Gelo rast e?

– Naxwe Memduh Beg xeber bi we gihand? Celadet Beg dibêje û

dikene. Min dixwest ko ez wê, bêyî ko haya we jê hebe, di vê hejmara nû

ya Hawar-ê de biweþînim, bi qewlê fransizan surprisekê bikim.

– Ma tu nikarî wê nîþanî me bidî?

– Çima na, lê heke dotmam rê bide, Celadet Beg dibêje û bi ken li

Rûþen Xanima ko li ser kursiya kêleka Haco Axa rûniþtiye, dinihêre.

Hûn ji min çêtir dizanin, bermaliya malê, xwediya malê ye. Herçend ew

dibêje ko ew »cariye-ul mitbax« e, lê ew kebaniya malê ye.

Rûþen Xanim dikene û radibe ser piyan,

– Berî ko Celadet Abî tiþtekî din bibêje, ez herim, ew dibêje. Jixwe cîhê

min mitbax e.

Berî ko ew ji salonê derkeve, Celadet Beg, bi ken, gotina xwe digihîne

wê,

– Naxwe, te fahm kir ka ez ê çi bibêjim? Ma ne rast e? Mêr xulamê mala

xwe, mêrxas xulamê ala xwe ye... Ma ne welê ye?

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 217

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!