Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Belê, demançeyek jî, demançeyeke reþ û dirêj.

Heye ko ji ber vê bergehê, ew eciz e û naxwaze fotografkêþ pê li

qumçikê bike. Kî dizane?

Rû, por, cil û bergên wî jî tevîhev in. Porê wî yê ko hertim ber bi paþ

þehkirî ye, niha, di vê fotografa 13-an a romana Bîra Qederê de tevîhev e.

Rîha wî hatiye û zêde bûye, simbêl dirêjtir e. Çavên wî di kortê de ne,

qermîçokên eniya fireh û yên binçavan, niha, kûrtir û pirtir in.

Herçî cil û berg in, bi tenê kirasekî dirêj ê spî dixuyê. Bi tenê ew lê ye.

Bi tenê di vê fotografê de, meriv Celadet Beg bê gomleg, bê qirawat

dibîne. Qumçikên pêþî yên kiras, heta ber zikê wî, vekirîne. Pirçên sîngê

dixuyin.

Heye ko ji ber kiras e ko ew destê xwe dirêjî kamerayê dike û dixwaze

rê li kiþandina vê fotografê bigire. Kî dizane?

Her çi be jî, Celadet Beg ji vê fotografê eciz e. Bêyî ko haya wî jê hebe,

fotograkêþ vê fotografê dikiþîne û wê kurtedemê jî dike nemir. Vê wênê

ew bêhazirî »pêgirtiye.« Wêne hin aliyên wî yên þexsî ko zêde naxuyin

yan jî nayên zanîn, nîþan dide. Demançe li ser kovaran e, »Hawar« û demançe

bi hev re ne. Þûþa dirêj vala ye, konyak hatiye vexwarin. Cixara

Lucky Strike ji yên basîd û erzan e. Xwelîdanka tijî dema bihurî û cixarên

bêhejmar yên kiþandî nîþan dide. Mirin, fikr, nivîsîn, afirîn, xewn, xeyal,

bîhntengî, esebiyet, tenêtî, sebir, daxwaz, hêvî û bîranîn li ser masa

Celadet Alî Bedirxan in.

Heye ko gava ev fotograf tê kiþandin, Celadet Beg li van tiþtên ko jiyana

wî rapêçane, difikire û loma naxwaze ko kes wî eciz bike. Ew dixwaze bi

tenê bimîne, di nav fikr û gumanan de, bi serê xwe be. Heye ko ew tiþtên

li ser masa wî huzûr û aramiyê didinê, di wan de ew abadînî û ebediyetê

dibîne? Heye ko tenêtî û têkberên tenêtiyê, pênûs, defter, konyak, cixare

û bêdengiya þevê, xewn û xeyalên wî tînin pê û jiyaneke din a taybetî ya

wî, bi tenê ya wî, ava dikin? Heye ko ew pênûs, ew defter, þûþe, îskan û

xwelîdank bi hezaran, sedhezaran pêlên ko di hundir û ruhê wî de radibin,

hêdî hêdî, aþ dikin? Heye ko ew derman in? Heye ko bi alîkariya wan,

ew mîna teyrekî dikeve nav ewr û esmanên dewr û dewranan, wextan li

hev tîne, ji hev dike, wan dineqiþîne û ji wan, mîna wêneyên vê romanê,

wêneyên taybetî derdixe? Heye ko ew hewl dide, li welatekî xerîb, di nav

tenêtiyeke sade de, bibe hostayê xewn û xeyalan?..

Kî dizane?

216• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM