Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

dora gorê xaniyekî biçûk ava kir. Gor bû ziyaret, bû meclîs... û roja ko lêkirina gorê temam bû, min jî wesiyeta xwe kir; eger rojekê ez bimiriyama û îmkan nîn bûya ko kurdan ez li Cizîra Botan, nik Birca Belek veþartima, hingî nas û xizmên min diviya ez li ber lingên bapîrê min, Mîr Bedirxan, veþartima... (Mixabin, me gora dapîra min Rûþen Xanima ku, li Stembolê, gava ez hatibûm dinê, bi destên xwe ez þuþtibûm, nikarîbû peyda bikira.) Kî dizane, heye ko rûpelên Bîra Qederê heta wan rojan jî herin? Em vegerin ser wê roja serdana Mîr Bedirxan. Kekê min Sureya ji Misirê hatibû. Ew demeke dirêj, bi qasî çend salan, li Amerîkayê jî mabû, çûbû û hatibû. Wî, li wir, kitabek li ser kurdan, bi ingiîizî, weþandibû. Wî bêrî li me kiribû û hatibû. Memduh Selîm Beg ji Antaqyayê hatibû. Haco Axa ji welêt hatibû. Yên din jî her yek ji derekî hatibûn; em bûbûn peregende û roj bi roj, ji hevûdu, bêtir, bi dûr diketin. Gerçî, bi qewlê kalemêran, cer di riya avê de diþkiya, lê bi min welê dihat ko em, hêdî hêdî, winda dibûn. Gotinên wê rojê, bêguman, xweþ bûn û me pê hewcedarî jî hebûn. Lê belê, qal û behsa xewnên Mîr Bedirxan, bi tenê hêvî bû. Mîr Bedirxan, di gora xwe ya basîd de, bûbû nemir û hêvî. Ew bûbû bedewî û spehîtiya hêviyan. Lê belê ew bi tenê hêvî bû. Hêviyên pêþerojê. Helbet her mirovî, her kesî, her gelî hêviyên rojên bê divên. Lê hêviya min bi xwe, roj bi roj, ji hêviyên rojên bê nedima. Kurdan, hal û rewþa wan cîh li hêviyan teng dikirin, ew difetisandin. Kurdan hevûdu dixwarin, di nav behra dijîtî, berberî, hesûdî û dexesiyê de, nefes li hev û hêviyan diçikandin. Çi mixabin ko hêviyên rojên bê jî bi vê edeta hevûduxwarinê û zihniyeta hesûdiya bêmane girêdayî bûn. Loma jî xewn û hêvî, bi tenê, mîna xewn û hêvî diman... Wekî din?.. Wekî din hîç tiþtekî nîn bû. Min dinivîsî, kovara xwe derdixist, rojê sê-çar qedeh konyak û du þûþe araq vedixwarin, bi qasî sîh îskanan qahwe vedixwar û du pakêt cixare dikiþandin. Tiþtekî din nîn bû... Lê tiþtekî ko di wan rojan de ez kêfxweþ kirim, zaroka Rûþenê bû. Belê, Rûþenê zarokeke mîna topa nûrê anîbû dinê. Keçikek, keçikeke þêrîn. Navê keçikê Huseyma bû. Wê rojê, Huseyma jî bi me re bû, wê jî, cara yekemîn, bapîr û dapîra xwe ziyaret kiribû. Kesên ko hatine gorê ziyaret bikin, radibin, ji Mîr Bedirxan xatir dixwazin û ji goristanê derdikevin. Rê teng û kort in. Ew, kom bi kom, bi dîqet, ji riyên fetloke, ji çiyê dadikevin. Celadet Beg, Haco Axa, Rûþen Xanim û diya wê li pey hemûyan in. Haco Axa dikeve milê Celadet Beg E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 211

da ko bikaribe bimeþe. – Mîrê min, Haco Axa dibêje, weha nabe, em ê, paþê jî, biþtexilin, lê weha nabe... – Çi weha nabe, Mamo? Celadet Beg, bi ken jê dipirse. – Mîrê min, te dît, kurd dibêjin; mêr bê xweyî dibin, jar dibin; jin bê xweyî dibin, har dibin. Tu pirî jar bûyî. Weha nabe... Tu dê heta kengî bê xweyî bijî? Heta kengî tu dê bi Ehmedê Ferman û Þengê re bijî? Weha nabe! em ê te bizewicînin! – Dîsan çîroka zewacê! Celadet Beg, bi ken dibêje. Naxwe min, gelek caran, gotibû, ez naxwazim bizewicim. Þaîrê Sûriyê Ebu-l Alâ gotiye; ez îro bûme qurbanê wan kesên ko ez anîme dinê, lê kesekî din ê nebe qurbanê min.« – Ezbenî, tu Xwedê, dev ji van gotinan berde, dev ji felsefê berde. Çîroka sefîre xanimê jî êdî xelas... Salê te li ser çilan e, tu mîrekî kurdan î, tu ne li Ewrûpayê, lê li Þamê dijî. Rûþen Xanim ko li kêleka wan dimeþe, piþtgirtiya Haco Axa dike. – Mam Haco rast dibêje, ji er dê heta ezmanan. Celadet Abî, em divê te bizewicînin. Li der û dorên me keçên zaf rind hene. Ez ê, bi xwe, ji bo te, lê bigerim. Hevalên min hene, nas û xizmên me hene. Ez ê yeka rind, xwende, biesil û biterbiye bineqînim. Eger ew ne bi dilê te be, em ê li yeka din bigerin. Lê tu divê bizewicî. 6– Tu divê bizewicî... Berî ko Rûþen Xanim bikeve erebê, ew gotina xwe ya dawîn jî dibêje. Piþtî Rûþen Xanimê, Celadet Beg jî dikeve erebê. Bi dû Celadet Beg re, dostê wî Husniyê Berazî jî dere û li aliyê pêþ, nik þofor rûdine. Ereba nû bi rê dikeve. Dinya sar e, çilê 1935- an dest pê kiriye. Tiþtekî ko zû bi zû li deverên Beyrûd û Þamê naqewime, îcar, îsal, qewimiye; berf bariye. Berfeke boþ hemû doralî vegirtiye. Dinya spî dike û berf jî, hûr bi hûr, dibare. Bayê danê sibê kuliyên berfê dide ber xwe û wan li hawê diziîvirîne. Kulî tên û li pencerên erebê dikevin û dihelin. Celadet Beg ji hundir li kuliyên der ko bi lez dixuyin û winda dibin, dinihêre. Rûþen Xanim jî li wî. – Celadet Abî, em çi bikin? Tu bi vê qayil nabî, bi wê qayil nabî... de 212• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

dora gorê xaniyekî biçûk ava kir. Gor bû ziyaret, bû meclîs... û roja ko lêkirina

gorê temam bû, min jî wesiyeta xwe kir; eger rojekê ez bimiriyama û

îmkan nîn bûya ko kurdan ez li Cizîra Botan, nik Birca Belek veþartima,

hingî nas û xizmên min diviya ez li ber lingên bapîrê min, Mîr Bedirxan,

veþartima... (Mixabin, me gora dapîra min Rûþen Xanima ku, li Stembolê,

gava ez hatibûm dinê, bi destên xwe ez þuþtibûm, nikarîbû peyda bikira.)

Kî dizane, heye ko rûpelên Bîra Qederê heta wan rojan jî herin?

Em vegerin ser wê roja serdana Mîr Bedirxan. Kekê min Sureya ji Misirê

hatibû. Ew demeke dirêj, bi qasî çend salan, li Amerîkayê jî mabû, çûbû û

hatibû. Wî, li wir, kitabek li ser kurdan, bi ingiîizî, weþandibû. Wî bêrî li me

kiribû û hatibû. Memduh Selîm Beg ji Antaqyayê hatibû. Haco Axa ji welêt

hatibû. Yên din jî her yek ji derekî hatibûn; em bûbûn peregende û roj bi

roj, ji hevûdu, bêtir, bi dûr diketin. Gerçî, bi qewlê kalemêran, cer di riya

avê de diþkiya, lê bi min welê dihat ko em, hêdî hêdî, winda dibûn.

Gotinên wê rojê, bêguman, xweþ bûn û me pê hewcedarî jî hebûn. Lê

belê, qal û behsa xewnên Mîr Bedirxan, bi tenê hêvî bû. Mîr Bedirxan, di

gora xwe ya basîd de, bûbû nemir û hêvî. Ew bûbû bedewî û spehîtiya

hêviyan. Lê belê ew bi tenê hêvî bû. Hêviyên pêþerojê. Helbet her mirovî,

her kesî, her gelî hêviyên rojên bê divên. Lê hêviya min bi xwe, roj bi roj, ji

hêviyên rojên bê nedima. Kurdan, hal û rewþa wan cîh li hêviyan teng

dikirin, ew difetisandin. Kurdan hevûdu dixwarin, di nav behra dijîtî,

berberî, hesûdî û dexesiyê de, nefes li hev û hêviyan diçikandin. Çi mixabin

ko hêviyên rojên bê jî bi vê edeta hevûduxwarinê û zihniyeta hesûdiya

bêmane girêdayî bûn. Loma jî xewn û hêvî, bi tenê, mîna xewn û

hêvî diman...

Wekî din?.. Wekî din hîç tiþtekî nîn bû. Min dinivîsî, kovara xwe derdixist,

rojê sê-çar qedeh konyak û du þûþe araq vedixwarin, bi qasî sîh îskanan

qahwe vedixwar û du pakêt cixare dikiþandin. Tiþtekî din nîn bû... Lê tiþtekî

ko di wan rojan de ez kêfxweþ kirim, zaroka Rûþenê bû. Belê, Rûþenê

zarokeke mîna topa nûrê anîbû dinê. Keçikek, keçikeke þêrîn. Navê keçikê

Huseyma bû. Wê rojê, Huseyma jî bi me re bû, wê jî, cara yekemîn, bapîr û

dapîra xwe ziyaret kiribû.

Kesên ko hatine gorê ziyaret bikin, radibin, ji Mîr Bedirxan xatir

dixwazin û ji goristanê derdikevin. Rê teng û kort in. Ew, kom bi kom,

bi dîqet, ji riyên fetloke, ji çiyê dadikevin. Celadet Beg, Haco Axa, Rûþen

Xanim û diya wê li pey hemûyan in. Haco Axa dikeve milê Celadet Beg

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 211

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!