Bîra qederê - Nefel
Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel
dergûþê dixuya. Yan jî mîna rûyê lehengekî wan stran û destanên ko wî digotin. Ehmedê Fermanê Kîkî ko di kovara min de, bi navê »dengbêjê Hawar´ê« , bi nav dibû, bi rastî jî, lehengekî ji dinya lehengên stranan bû. Haya wî ji dinê, ji bayê kambax ê felekê nîn bû. Wî nizanîbû ka pere çi ye. Çavê wî ne li mal û mulkê dinê, ne jî li hebûn û mîratên însanan bû. Dinya wî stran bû, gotinên stranan bû. Hê di gera min a yekemîn a 1919-an a welêt de, min navê wî bihîstibû. Ew dengbêjekî yekta yê eþîr û malmezinên kurdan bû. Lê gava ko min koçî Þamê kir, kozika xewn û xeyalên xwe li wê mala dutebeqe veda û dest bi weþîna kovarê kir, min biryarek stend; min û Hawar´ê dengbêjek diviya... Çend dengbêjên ko dikarîbûn bibûna dengbêjê kovarê hebûn. Lê ji Ehmedê Fermanê Kîkî çêtir nîn bû. Gava 1929-an, Qedrî û Ekrem Begê Cemîlpaþa ji Tirkiyê daketin bin xetê, wan ji min re, behsa Kîkî kirin. Min dîsan navê Ehmed hildabû... Min da ser þopa wî. Mîna dengbêjên navdar, wî jî xwe spartibû çiyan. Wî dev ji dengbêjiyê berdabû û çûbû li ser xetê, yanê li aliyê Tirkiyê, li gundekî di quntara çiyan de cîwar bûbû. Piþtî ko min þop hilda, di þeveke reþ de, bi dizî, tevî du xortan, ez hilkiþiyam jor, aliyê Tirkiyê û çûm gundê wî. Ew þaþ mabû, nizanîbû çi bigota! Mîrekî kurdan, neviyê Mîr Bedirxan, ketibû pey wî, tevî hemû tehlûkan, hatibû aliyê Tirkiyê û jê dixwest ko ew pê re biçûya Þamê!.. Îþê Mîr Celadet ne îþê aqilan bû! Di nav çend saetan de, digel her kitekitê, min jê re behsa hal û hewalê xwe, daxwaz û mirazên xwe kirin. Wî bêdeng li min guhdarî kir. Piþtî ko xeberdana min a hinekî dirêj û hinekî hîsî qediya, wî kumê xwe da serê xwe, kulavê xwe avêt nav milên xwe, pêlavên xwe yên qawcik pê kirin û ji min re got, »De fermo mîrê min, em bikevin rê...« Gava em ê ji derî derketina, wî rahijt bilûra xwe, ji malê bi tenê bilûr girt. Berî ko tav li me hil were, di eynî þevê de, em dîsan daketin binê xetê, aliyê Sûriyê... Hevaltiya min û Ehmedê Fermanê Kîkî welê dest pê kir û heta koça dawîn a axretê dewam kir. Ji wê þevê û pê ve, gotinên kevn û bijarte yên Kîkî, tevî musîka Osmanî, Mahler û Emû Qalsûmê bûn neqþên jîna min. Ew gotinên Kîkî... ew gotinên zêrhêlî ko diçirûsîn, ko ji xewna sedsalan hiþyar dibûn û vedijiyan. Ez ê behsa wan jî bikim, behsa wan û bilûra Kîkî... belê bêyî wan, Bîra Qederê nayê hûnandin... – Em divê li wan çend rêzên dawîn ko te dubare kirin, dîsan, vegerin... E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 191
– Bavê min, kalikê pîrika min, Ehmedê Fermanê Kîkî çavên xwe vedike û dibêje, bîhna min çikiya, te bîhn li min çikand... De bisekine, ez hebkî bîhna xwe berdim. 6Mr. Bedir-Khan, de bisekine, ez hinekî bîhna xwe vedim, Madame Rambot bi ken dibêje, merci... – Merci pour vous Madame, Celadet Beg dibêje û Madame Rambot heta nik mêrê wê dibe. – Mr. Bedir-Khan, hûn pir xweþ dans dikin, Mr. Rambot dibêje, heta niha me ev aliyê we nizanîbû... – Heyret! Îstîxbarata Fransê bi nav e, min jî welê bawer dikir ko hûn bi her tiþtê min dizanin!.. – No, no, ne welê ye, zêde dikin... Her çi be jî, em, ez û xanima min, hevalên din, bi hatina we pir kêfxweþ in. Em dizanin ko hûn gelekî qîmet didin þoreþ û fikrên þoreþên fransizî. – Na, ez qîmet nadim wan... ew perçeyên jîna min in, ez, xwih û birayên min, em bi wan fikran mezin bûn, perwerde bûn. Li Stembolê, li mala me, hem dengbêj û çîrokbêjên kurd hebûn hem jî murebiye û mamosteyên fransiz. Em bi çîrokên Mîr Mihemedê Hekqarî û yên Lafontaine diketin xew. Na, ez qîmetê nadim wan, ew xewnên min in; xewnên siyasî û civakî yên biserketin û serfiraziyê, hebûn û însanbûnê... Merci... Celadet Beg qedeheke nû ya tijî ya þampanyayê ji garson werdigire û dîsan li koma zabitên fransizan û jinên wan vedigere, – Bi musada we, ji bo fikrên þoreþên fransizî... Li ser kolana mezin a Salihiyê, di salona herî mezin a Sûriyê de, desthilatên Sûriyê, fransiz, salvegera þoreþa Fransê bi baloyeke mezin pîroz dikin. Tevî ko baloyê hê nû dest pê kiriye, salon heta dev tijî ye. Zabitên fransiz bi kincên xwe yên paqij ên eskerî; dîplomatên welatên dinyê yên li Lubnan û Sûriyê, bi smokîn û kincên dîplomatîk ên reþ; tucar, karbidest, zane, ronakbîr, nivîskar, þêx, beg û merivdewletên Sûriyê, bi taximên kincên nû, hazir in. Jin û xanim ên baloyê ko piraniya wan ewrûpayî ne, bi cil û bergên rengîn ên salonên moda yên Awrûpayê, rengekî taybetî didin baloyê. Her çar aliyên salonê bi rengên ala Fransê xemiliye. Orkestrayeke fransizî musîka valsên fransizî lêdixe. Garsonên ereb û 192• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM
- Page 141 and 142: lat e û desthilatî bi zimanê xwe
- Page 143 and 144: dibîne. Kamuran tevî xwendevanan
- Page 145 and 146: na ecêb jar û fikra ecêb xurt, m
- Page 147 and 148: dixwest bavê xwe bibîne, li kêle
- Page 149 and 150: 148• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@
- Page 151 and 152: eþiyan, hez dikir. Bi alîkariya d
- Page 153 and 154: Bavo ji portakal û mandarînan hez
- Page 155 and 156: dilê te be... - Bê þik. - Mîrê
- Page 157 and 158: Di rewþeke evçend kambax û zîz
- Page 159 and 160: - Tu dizanî ka ez kî me? Keçik,
- Page 161 and 162: qeder biguhere? Partî, Xoybûn div
- Page 163 and 164: (Min pir dixwest biçûma ser gora
- Page 165 and 166: Ekrem Beg û mohra li ser masê. Be
- Page 167 and 168: dinivîsîn. Wê rojê jî welê b
- Page 169 and 170: di navbera odeyan û mitbaxê de de
- Page 171 and 172: ceza tê birîn. Kurd, eþîrên ku
- Page 173 and 174: me, tevî ko navê me mezin bû, pi
- Page 175 and 176: amade ne, lê çekên wan nîn in.
- Page 177 and 178: je, li Hotel Baronê çend dostên
- Page 179 and 180: kir... Min ê çi bigota? Bi tenê
- Page 181 and 182: gire. Rû dibe rîh. Ji cênîkekî
- Page 183 and 184: her û her derkeve û bi wî awayî
- Page 185 and 186: eba gotin û zimandirêjiyê û em
- Page 187 and 188: Celadet Beg, cixare di nav tiliyan
- Page 189 and 190: dikirîn û bi wan fransiz eciz dik
- Page 191: Celadet Beg piþta xwe daye dîwêr
- Page 195 and 196: Rêzkirina rûpelên kovarê gelek
- Page 197 and 198: 196• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@
- Page 199 and 200: Celadet Beg, merivê xwediyê jiyan
- Page 201 and 202: Gava min çavên te yên ko mîna h
- Page 203 and 204: eriya min bi pêþeroja me hebû. M
- Page 205 and 206: dan, xwarina Þengê jê kêm nedik
- Page 207 and 208: serê zinaran / Guhdarên te ne! /
- Page 209 and 210: mirinê û min li stran û bilûra
- Page 211 and 212: gotiye, »Bila ehlê min ziktêr, g
- Page 213 and 214: da ko bikaribe bimeþe. - Mîrê mi
- Page 215 and 216: - Heye ko çend fotograf jî pêwis
- Page 217 and 218: Belê, demançeyek jî, demançeyek
- Page 219 and 220: Ew dikenin. Celadet Beg radibe û d
- Page 221 and 222: wan keç. Hejmara kesên mala Mîr
- Page 223 and 224: me re tahl bû û me xwe dabû aliy
- Page 225 and 226: kir û berhemên edebiyata devkî d
- Page 227 and 228: aþ dinasî. Ji malbata me ya fireh
- Page 229 and 230: tu gotinê bînî ser Heyveronê, h
- Page 231 and 232: de çûye û hatiye û li ber dest
- Page 233 and 234: 232• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@
- Page 235 and 236: hin rûpelên romana Bîra Qederê
- Page 237 and 238: Beg, Ehmedê Fermanê Kîkî. Lê v
- Page 239 and 240: - Sed heyf ko Haco Axa ev roj nedî
- Page 241 and 242: Bilgaristan vegirtibûn... Lê li h
– Bavê min, kalikê pîrika min, Ehmedê Fermanê Kîkî çavên xwe

vedike û dibêje, bîhna min çikiya, te bîhn li min çikand... De bisekine, ez

hebkî bîhna xwe berdim.

6Mr. Bedir-Khan, de bisekine, ez hinekî bîhna xwe vedim, Madame

Rambot bi ken dibêje, merci...

– Merci pour vous Madame, Celadet Beg dibêje û Madame Rambot

heta nik mêrê wê dibe.

– Mr. Bedir-Khan, hûn pir xweþ dans dikin, Mr. Rambot dibêje, heta

niha me ev aliyê we nizanîbû...

– Heyret! Îstîxbarata Fransê bi nav e, min jî welê bawer dikir ko hûn bi

her tiþtê min dizanin!..

– No, no, ne welê ye, zêde dikin... Her çi be jî, em, ez û xanima min,

hevalên din, bi hatina we pir kêfxweþ in. Em dizanin ko hûn gelekî qîmet

didin þoreþ û fikrên þoreþên fransizî.

– Na, ez qîmet nadim wan... ew perçeyên jîna min in, ez, xwih û birayên

min, em bi wan fikran mezin bûn, perwerde bûn. Li Stembolê, li

mala me, hem dengbêj û çîrokbêjên kurd hebûn hem jî murebiye û

mamosteyên fransiz. Em bi çîrokên Mîr Mihemedê Hekqarî û yên

Lafontaine diketin xew. Na, ez qîmetê nadim wan, ew xewnên min in;

xewnên siyasî û civakî yên biserketin û serfiraziyê, hebûn û însanbûnê...

Merci...

Celadet Beg qedeheke nû ya tijî ya þampanyayê ji garson werdigire û

dîsan li koma zabitên fransizan û jinên wan vedigere,

– Bi musada we, ji bo fikrên þoreþên fransizî...

Li ser kolana mezin a Salihiyê, di salona herî mezin a Sûriyê de, desthilatên

Sûriyê, fransiz, salvegera þoreþa Fransê bi baloyeke mezin pîroz

dikin. Tevî ko baloyê hê nû dest pê kiriye, salon heta dev tijî ye. Zabitên

fransiz bi kincên xwe yên paqij ên eskerî; dîplomatên welatên dinyê yên

li Lubnan û Sûriyê, bi smokîn û kincên dîplomatîk ên reþ; tucar, karbidest,

zane, ronakbîr, nivîskar, þêx, beg û merivdewletên Sûriyê, bi taximên

kincên nû, hazir in. Jin û xanim ên baloyê ko piraniya wan ewrûpayî

ne, bi cil û bergên rengîn ên salonên moda yên Awrûpayê, rengekî

taybetî didin baloyê. Her çar aliyên salonê bi rengên ala Fransê xemiliye.

Orkestrayeke fransizî musîka valsên fransizî lêdixe. Garsonên ereb û

192• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM