Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
dikirîn û bi wan fransiz eciz dikirin, casûs û sîxurên wan her li pey me bûn.

Wan bawer dikir ko em bi karên gelekî mezin radibûn! Dengê defê ji dûr

ve xweþ dihat!.. Ji ber vê yekê jî fransizan rê li me, li her tiþtê me digirtin,

bernedidan em xwe bilivînin.

Kovara min Hawar bû stirîheke nû ya çavên neyaran. Kurdan qîmeta

kovarê fahm nekiribûn û nîvcahîlên ko li der û dora me bûn, dev davêtinê.

Lê neyaran girîngiya wê baþ fahm kiribûn, ew pê gelekî eciz bûbûn.

Kovarê dengê fetisî yê kurdî bilind dikir û di warê ziman û edeba kurdî de

gavên nû, pêwist û girîng davêtin, bîhn û nefeseke nû dida kurdî. Ev deng

diviya bihata birîn. Hesab û plan ev bû...

Kovar ne bi dilê fransizan jî bû. Wan sansoreke dijwar li ser kovarê

danîbûn, tevî ko kovar ji siyasetê gelekî bi dûr bû, wan her hejmara kovarê,

rêzên wê yên ko di þevên dirêj de li hev hatibûn, kontrol dikirin û piraniya

caran hin rêz, hevok, gotin jê derdixistin. Ji bêyî bêdeng qebûlkirinê, min

dikarîbû çi bikira? Þêrê girtî û ketî yê qefesê dikare çi bike?.. Lê niha, bi gotinên

Mr. Rambot, tehdît girantir bû. Mirina ko jixwe her li dora min bû û

her carê ezîzekî dilê min dibir diyarê rehmetê, niha ketibû pey min. Gava

fransizan bangî min kirin û ez, tevî du hevalên xwe, li trênê siwar bûm û

hatim Helebê, min fahm kir ko tiþtekî gelekî cidî li pêþiya min e. Li Helebê,

bajarê xweþ ê spî, ez çûm û li Hotel Centralê bi cîh bûm. Berî ko ez herim

nik fransizan, min hin giregirên kurd, asûr û ermenan dîtin. Wan haya min

bi tehdîtê gîhandin. Berî ko fransiz bibêjin, wan hevalan, di þîveke yekta ya

aþxaneyeke navdar a Helebê de, daxwaza dilê xwe gotin; ez diviya ji

Lubnan û Sûriyê derketima û biçûma Awrûpayê...

Rast e, eger ez biçûma Awrûpayê, ez ê, heye ku, ji tehdîdan rizgar bûma,

ez ê ji xirecir û berberiyên bêwest û bêrawest ên kurdan bi dûr ketima, lê

ma min ê bikaribûya kovareke mîna Hawar´ê li wan deran biweþanda?

Eger min bikaribûya biweþanda jî, kî dê ew bixwenda?.. Û umrê min gihîþtibû

çilî. Min ê bikaribûya, careke din, li hember pûk û seqemên bayên

xerîbiyê xwe rabigirta? Û di ser de, tevî dersên dil û ruh, ez ji Ovidius, yek ji

mamostayên jîna min a mihacir, vê yekê jî hîn bûbûm; jîna însan û însaniyetê

bi xewn û xeyalan girêdayî bû. Eger însan û însaniyet hê jî, tevî

her celeb misûbetê, dijiyan, ew bi xêra xewn û xeyalan bû. Þam û þevên

dirêj ên Þamê bûbûn kozika xewn û xeyalên min ên afirîn û avakirinê. Min

hê gotina xwe ya dawîn negotibû, xewn û xeyalên min hê nemiçiqîbûn...

– Çavê me, bi teqdîr, li ser xebata we ya li ser zimanê kurdî ye, Colonel

188• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM