Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

simbêlê xwe badida. Xewna min a salan bûbû rastiya wê rojê; Hawar derketibû... Di her jînekê de hin roj û wextên nemir hene. Her jîn û qeder xwedî rengên xas in. Panzdehê gulana 1932-an ko bi rengekî çîkesor dibiriqî, rojek ji wan rojên nemir ên jîna min bû. Ez bi ser ketibûm; zaroka xewn û xeyalên min li ser masa kêleka bîrê li min dinihêrî û dikeniya. Ewçend xweþ, ewçend paqij... Min serê hespê xwe dîsan berdabû, ew taw dida. Hespê min dipekiya, lê îcar ne li çoleke xalî... Ez ketibûm nav cîhana kitab û kovar, xwendin û nivîsînê... Hingî, piþtî civîna min a dawîn a partiyê, min xwe hinekî da alî. Min guhê xwe girtin û xwe da karê nivisîn û xwendinê. Bi zanîn, min xwe kerr kiribû, paþgotinî û xirecirên kurdan ko hîç xelas nedibûn, hew digihîþtin min. Cîhana min a germ a kitab û kovaran ji cîhana bêkêr a gotin, xirecir û dexsan gelekî dewlemend bû. Wê cîhanê, heyinên wê cîhanê, eþq û afirîna edebî û çandî ruhê min ê þikestî û aloz aþ dikirin. Min bi tenê dev ji partiyê berneda, herweha dev ji Bêrûdê û þevên wê yên spî jî berda. Ez hatim Þamê û li wir, li taxa ko Rûþen û diya wê lê rûdiniþtin, bi cîh bûm. Rûþena qedirgir dîsa gihîþte hawara min, wê xaniyekî biçûk ê dutebeqe ko jê re mendere digotin, bi kirêyeke erzan, peyda kir. Xanî biçûk bû, tê de hema çi bigire, hîç têkber nîn bûn. Lê çi xem! Wî têra min, xewnên min û cîhana min a dewlemend a kitêban dikir... Tevî koça min a biçûk û nexuyayî ya Þamê, min þêweyê jîna xwe jî guhert; ez bûm hevalê þevê, bûm dostê jîna þevên dirêj û tarî. Xewnên min di hembêza þevên tarî de stariyek dîtin. Tariya þevê bû ronahiya wan, ew qulipîn ser herfan, di bin çirayeke qels û fedîkok de, min ew reþandin ser kaxizên spî... û ew kaxizên spî bûn rûpelên qewldayî yên Hawar´ê. Gava min ew hemû rêzên þevên dirêj ên Þamê li hev anîn û rûpelên kovarê amade kirin, bi mebesta hedefên kovarê, min pêþgotineke dirêj, bi navê »Armanc, awayê xebatê û nivisandina Hawar´ê« nivîsî. Hingî ew gotinên hanê ko hin ji hemû ew gotinên ko li dora roniya qels a çirê difiriyan û diçirûsîn bûn, hatin û mîna destpêka benda dirêj, li ser kaxizê spî veniþtin; »Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re riya felat û xweþiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiþtî heyina zimanê me dê bide nas kirin...« Di wî danê êvarê yê panzdehê gulanê de, can û ruh ketibû wan gotinên þevên tenê û ew rabûbûn govendê. Wan li nas û hevalên hatî tika dikirin ko nas û dost li wan guhdarî bikin... E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 185

Celadet Beg, cixare di nav tiliyan de, bi rûyê geþ û çavên biken, dere nik Haco Axa ko li kêleka masê rawestaye û bi du hevalên xwe re dipeyive. – Ez hêvî dikim, cerîde bi dilê te ye, Celadet Beg dibêje. – Çawan ne bi dilê min e, mîrê min ê ezîz, Haco Axa dibêje. Te bi ya xwe kir û tu bûyî xwedanzarok. Lê... berî ko tu niha werî nik me, em di nav xwe de dipeyivîn... Te êdî zarokên bi beden û gowde jî divên... Celadet Beg dikene, kêfa wî ji gotinên Haco Axa re tê û ew bi dengekî bilind dikene. – Na, na... eve zaroka min hate dinê. Eve têra min dike, ew dibêje, hele bila ev zarok bijî, bi ser lingan keve... – Mîrê min, ji bîr meke; mala zarok tê de þeytan naçe tê de. – Xwedê mezin e, Celadet Beg dibêje û dikene. 4– Xwedê mezin e, Celadet Beg dibêje û dikene. No, no, monsieur Bedir-Khan, Colonel Rambot dibêje, weha mefikire. Tu pêwendiya vî îþî bi Xwedê tune. Em divê bi tevdîr bin, hûn divê bi tevdîr bin... Ma we kurdan bi xwe negotiye, »l´ennemi du perè ne devient pas l´ami du fils«? – Mr. Kolonel, hûn bijîn... di demeke weha kurt de, hûn hînî gotinên kurdî jî bûne! Hûn bijîn... Ez nizanim ka hûn pê dizanin, lê proverbeke me ya din jî heye; »le poltron meurt a chaque instant, le brave, une seule fois...« Celadet Beg li Helebê, li oda serekê duwemîn ê Istîxbaratê Colonel Rambot e. Digel ko serek bi xwe daxwaz kiriye ko Celadet Beg were Helebê, nik wan, ew tune, ji bo karekî girîng û acîl, çûye Fransê. Serekê duwemîn Mr. Rambot ko berî niha bi qasî salekê hatiye Sûriyê û malbata Bedirxaniyan baþ dizane, xebera girîng bi Celadet Beg digihîne; rejîma nû ya Tirkiyê çend zabit þandine Lubnan û Sûriyê da ko muxalifên rejîmê bidin kuþtin. – Me ev îstîxbarat ji cîhekî pêbawer wergirtiye, Mr. Bedir-Khan, Colonel dibêje. Rejîma nû ya Tirkiyê lîsteyeke bi qasî bîst kesan çêkiriye da ko bikuje û bide kuþtin. Navê we, navê yekemîn ê lîstê ye. Ew deh hezar lîra ji bo serê we didin... Hûn dikenin, lê bawer bikin ko weha ye. Berî niha bi sê salan, wan xebereke weha di rojnama Cumhuriyetê de jî belav kiribûn. Hingî hevalên me yên berpirsiyar pê ne bawer bûn, lê îro em pê bawer in... – Est-ce que je peux fumer ici, chez vous? Celadet Beg ji Colonel 186• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

simbêlê xwe badida. Xewna min a salan bûbû rastiya wê rojê; Hawar derketibû...

Di her jînekê de hin roj û wextên nemir hene. Her jîn û qeder xwedî

rengên xas in. Panzdehê gulana 1932-an ko bi rengekî çîkesor dibiriqî, rojek

ji wan rojên nemir ên jîna min bû. Ez bi ser ketibûm; zaroka xewn û

xeyalên min li ser masa kêleka bîrê li min dinihêrî û dikeniya. Ewçend

xweþ, ewçend paqij...

Min serê hespê xwe dîsan berdabû, ew taw dida. Hespê min dipekiya, lê

îcar ne li çoleke xalî... Ez ketibûm nav cîhana kitab û kovar, xwendin û

nivîsînê... Hingî, piþtî civîna min a dawîn a partiyê, min xwe hinekî da alî.

Min guhê xwe girtin û xwe da karê nivisîn û xwendinê. Bi zanîn, min xwe

kerr kiribû, paþgotinî û xirecirên kurdan ko hîç xelas nedibûn, hew digihîþtin

min. Cîhana min a germ a kitab û kovaran ji cîhana bêkêr a gotin,

xirecir û dexsan gelekî dewlemend bû. Wê cîhanê, heyinên wê cîhanê, eþq

û afirîna edebî û çandî ruhê min ê þikestî û aloz aþ dikirin.

Min bi tenê dev ji partiyê berneda, herweha dev ji Bêrûdê û þevên wê

yên spî jî berda. Ez hatim Þamê û li wir, li taxa ko Rûþen û diya wê lê rûdiniþtin,

bi cîh bûm. Rûþena qedirgir dîsa gihîþte hawara min, wê xaniyekî

biçûk ê dutebeqe ko jê re mendere digotin, bi kirêyeke erzan, peyda kir.

Xanî biçûk bû, tê de hema çi bigire, hîç têkber nîn bûn. Lê çi xem! Wî têra

min, xewnên min û cîhana min a dewlemend a kitêban dikir... Tevî koça

min a biçûk û nexuyayî ya Þamê, min þêweyê jîna xwe jî guhert; ez bûm

hevalê þevê, bûm dostê jîna þevên dirêj û tarî. Xewnên min di hembêza

þevên tarî de stariyek dîtin. Tariya þevê bû ronahiya wan, ew qulipîn ser

herfan, di bin çirayeke qels û fedîkok de, min ew reþandin ser kaxizên spî...

û ew kaxizên spî bûn rûpelên qewldayî yên Hawar´ê.

Gava min ew hemû rêzên þevên dirêj ên Þamê li hev anîn û rûpelên kovarê

amade kirin, bi mebesta hedefên kovarê, min pêþgotineke dirêj, bi

navê »Armanc, awayê xebatê û nivisandina Hawar´ê« nivîsî. Hingî ew gotinên

hanê ko hin ji hemû ew gotinên ko li dora roniya qels a çirê difiriyan

û diçirûsîn bûn, hatin û mîna destpêka benda dirêj, li ser kaxizê spî

veniþtin; »Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re

riya felat û xweþiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide nas

kirin. Hawara me berî her tiþtî heyina zimanê me dê bide nas kirin...«

Di wî danê êvarê yê panzdehê gulanê de, can û ruh ketibû wan gotinên

þevên tenê û ew rabûbûn govendê. Wan li nas û hevalên hatî tika dikirin

ko nas û dost li wan guhdarî bikin...

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 185

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!