Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

û rêberên kurd, dabûn hev, ji doraliyên tixûb bi dûr xistibûn û em hemû li Þamê civandibûn. Kurdên Þamê dîsan, bi mêvanperweriyê rabûbûn û malên xwe ji derketî û nefiyan re vekiribûn. Elî Axayê Zilfo jî deriyên mezin ên mala xwe ya mezin ji giregirên kurdan re vekiribû. Rewþ weha nexweþ bû. Heçî ez bûm, li ber min du rê mabûn; ya min ê ji welatê rohilatê rû bada û berê xwe, dîsan, bida welatê roava. Yan jî, digel her tiþtî, ez ê li Lubnan û Sûriyê bimama, min ê singê konê xwe yê koçer li axa qiraç a welatê ereban daçikanda. Ji welatê roava, Monikayê bang min dikir, name li ser name dinivîsî û dixwest ko ez vegeriyama Alemanyayê. Peikana pepûk a dilþewitî jî name diþandin. Lê ez fikirîbûm... min ê kovareke çandî û edebî ya xwerû kurdî biweþanda... Tevî ko êdî derengê þevê ye, civata kurdî hê jî germ e. Heval û dostên Celadet Beg, yek bi yek, li ser kovarê dipeyivin, dîtin û pêþniyarên xwe dibêjin. Lê bi tenê Haco Axa bêdeng e. Ew tu tiþtî nabêje, bi tenê guhdarî dike. Çaxa Haco Axa radihêje cixareyekê, Celadet Begê ko li kêleka wî rûniþtiye, hingê, bi heste cixara wî vêdixe û jê dipirse, – Mamê Haco, tu mezinê me yî. Tu ji me çêtir bi hal û hewalên îmkan û zirûvan dizanî. Ev bû çendîn car ko em vê meselê dipeyivin. Lê ez bala xwe didimê, tu her bêdeng î... Ma tu dîtin, nêrîn û pêþniyazên te nîn in? – Mîrê min, ev eþq û daxwaza te, best û kela te zimanê min kilît dike. Ez hew dizanim ka ez ê çi bibêjim... – Helbet, hin tiþtên ko tu bibêjî, hene. Çima em ê ji nêrînên te yên hêja bêpar bimînin? – Mîrê min, tu mîrê me yî, ezîzê dilê me yî. Bav û kalên te mîrên ehl û eþîrên me bûn. Bi serê bavê te, tu divê bizanibî ko ez dikarim, bêyî ko çavên xwe biqirpînim, van hersê lawên xwe li ber te serjê bikim. Tu bi vê bawer be. Lê heçî cerîde ye, heke ez di dewsa te de bim, ez ê dest bi cerîdemerîdan nekim. Tu mîrê kurdan î, lê tu wan nas nakî. Heke tu bi karê kaxiz û cerîdan rabî, ew ê hezar navî bi te ve kin... Aha, tirsa min ev tirs e. – Lê çima? Ez ê vê cerîdê, ji bo wan, derxim, vî karî ji bo wan bikim. Ez ê cerîdê bikim kursiya wan... Çima? – Naxwe min got, tu wan nas nakî. Bilûra li ber ga çi ye? Çira li ber kora çi ye? Ezbenî cerîde jî bilûr û çire ye. Yek-do dostên te yên têgihîþtî dê werin, te pîroz bikin û bibêjin, »aferîn, tu her bijî«, lê bi sedan, heye ko bi hezaran kesên cahîl û nîvcahîl jî dê li dijî te bipeyivin. Cerîde dê bibe se- E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 183

eba gotin û zimandirêjiyê û em ê jî pê qehr bin... Yan na, ez dizanim karê ko tu pê radibî, pîroz e. Ji niha ve, ez te pîroz dikim... 3– De ka em piyanan ji bo Celadet Beg û kovara wî Hawar´ê rakin. Pîroz be, Celadet Beg! Di destpêka êvareke meha gulanê ya 1932-an de, li Þamê, li mala Celadet Beg, heval û dostên wî civiyane û derketina kovara Hawar´ê pîroz dikin. Ji rojan 15´ê gulanê ye, dinya germ û vekirî ye. Hê êvara ronî ya Þamê dest pê nekiriye. Li esmanan tu ewr naxuyin. Mêvan, nas û dost, bi cil û bergên tenik ên havînê, li hewþa malê, li ser piyan in. Ne xanî bi xwe, ne jî hewþ mezin e. Lê hewþ serrast e; di navenda hewþê de bîreke xweþlêkirî heye. Devê bîrê bi çend qor kevirên nehît ên feriþî lêbûye. Dora bîrê, mîna bexçeyekî biçûk, rengîn e. Giya hêþîn dike, kulîlk û gul vebûne. Li pey bîrê jî, çend mêw xwe li dora caxên textîn ên kepirekî rapêçane û ber bi jor bûne. Pelên mêwan, mîna reqaseyeke welatê ereban, bi hêþînahiyeke tarî, li text, cax û dîwêr piçikîne. Hejmara yekemîn a kovarê îro derketiye, jê hê bîhna çap û çapxanê difûre. Hin ji mêvanan rûpelên kovarê diqulipînin û lê dinihêrin. Li ser masa ko li kêleka bîrê ye, desteke kovar li ser hev in. Li ser masê çend þûþe araq, hin qedeh û di nav firaqine biçûk de penêr, zeytûn û çerez hene. – Navê kovarê jî pir xweþ e, yek ji mêvanan dibêje, Hawar... ev nav pir xweþ li halê me û welatê me hatiye. Nav, hawara me ye, qîrîn û gazîna me ye, eger hin bibihîsin! – Bira, li vê çarîna rûpela sisiyan binihêrin, yekî din dibêje, ev çiqas xweþ lêbûye; Hawar hawara we ye/Deng û gaziya we ye/Jîn û zanîna we ye/Werin hawara xwe bin... – Kovareke kurdan jî, êdî, heye, bi herfên paqij î kurdî. Êdî kurd jî ketin defteran. Belê, gotina Yunis Axayê Sasonê û Mistefa Þahîn Begê bû, êdî kurd jî ketibûn defteran: Min hejmara yekê ya Hawar´ê derxistibû. Ew roj, ew roja hanê!.. Ma ev gotinên te yên qels û ji hîsiyata wê rojê pir bi dûr dikarin wê rojê vejînin? Wê rojê ez ji nû ve hatim dinê; zaroka min a yekem hatibû dinê, bavê min, mamên min, birayê min Safo ji xewa mirinê rabûbûn. Kalikê min Mîr Bedirxan li nik bîrê bû, (wî araq venedixwar), dikeniya û 184• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

eba gotin û zimandirêjiyê û em ê jî pê qehr bin... Yan na, ez dizanim

karê ko tu pê radibî, pîroz e. Ji niha ve, ez te pîroz dikim...

3– De ka em piyanan ji bo Celadet Beg û kovara wî Hawar´ê rakin.

Pîroz be, Celadet Beg!

Di destpêka êvareke meha gulanê ya 1932-an de, li Þamê, li mala

Celadet Beg, heval û dostên wî civiyane û derketina kovara Hawar´ê

pîroz dikin. Ji rojan 15´ê gulanê ye, dinya germ û vekirî ye. Hê êvara ronî

ya Þamê dest pê nekiriye. Li esmanan tu ewr naxuyin. Mêvan, nas û dost,

bi cil û bergên tenik ên havînê, li hewþa malê, li ser piyan in. Ne xanî bi

xwe, ne jî hewþ mezin e. Lê hewþ serrast e; di navenda hewþê de bîreke

xweþlêkirî heye. Devê bîrê bi çend qor kevirên nehît ên feriþî lêbûye.

Dora bîrê, mîna bexçeyekî biçûk, rengîn e. Giya hêþîn dike, kulîlk û gul

vebûne. Li pey bîrê jî, çend mêw xwe li dora caxên textîn ên kepirekî

rapêçane û ber bi jor bûne. Pelên mêwan, mîna reqaseyeke welatê ereban,

bi hêþînahiyeke tarî, li text, cax û dîwêr piçikîne.

Hejmara yekemîn a kovarê îro derketiye, jê hê bîhna çap û çapxanê

difûre. Hin ji mêvanan rûpelên kovarê diqulipînin û lê dinihêrin. Li ser

masa ko li kêleka bîrê ye, desteke kovar li ser hev in. Li ser masê çend þûþe

araq, hin qedeh û di nav firaqine biçûk de penêr, zeytûn û çerez hene.

– Navê kovarê jî pir xweþ e, yek ji mêvanan dibêje, Hawar... ev nav pir

xweþ li halê me û welatê me hatiye. Nav, hawara me ye, qîrîn û gazîna me

ye, eger hin bibihîsin!

– Bira, li vê çarîna rûpela sisiyan binihêrin, yekî din dibêje, ev çiqas

xweþ lêbûye; Hawar hawara we ye/Deng û gaziya we ye/Jîn û zanîna we

ye/Werin hawara xwe bin...

– Kovareke kurdan jî, êdî, heye, bi herfên paqij î kurdî. Êdî kurd jî

ketin defteran.

Belê, gotina Yunis Axayê Sasonê û Mistefa Þahîn Begê bû, êdî kurd jî

ketibûn defteran: Min hejmara yekê ya Hawar´ê derxistibû. Ew roj, ew roja

hanê!.. Ma ev gotinên te yên qels û ji hîsiyata wê rojê pir bi dûr dikarin

wê rojê vejînin? Wê rojê ez ji nû ve hatim dinê; zaroka min a yekem hatibû

dinê, bavê min, mamên min, birayê min Safo ji xewa mirinê rabûbûn.

Kalikê min Mîr Bedirxan li nik bîrê bû, (wî araq venedixwar), dikeniya û

184• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!