Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

2Min qirara xwe daye, Celadet Beg dibêje, ez ê binivîsim, dest bi nivîsînê bikim. Min dil bi cerîdeyekê, cerîdeyeke kurdî heye. Mîna her carê, vê êvarê jî, dîsan, li Þamê, taxa kurdan, li mala fireh a Elî Axayê Zilfo, civata kurdî geriyaye. Êvar, êvareke sar a zivistana 1932-an e. Kesên ko li odê rûniþtine, gelek in; ji Celadet Beg pê ve, Haco Axa, tevî hersê kurên xwe Hesen, Çeçan û Cemîl, Ekrem û Qedrî Begên Cemîlpaþa, Elî Axayê Zilfo, Bozan Begê Þahîn, Osman Sebrî, hevalên Celadet Beg ên Stembolê Memduh Selîm Beg, Hemze Begê Muksî û hîn çend kesên din. Þîva ko hertim bi beroþan li ser êgir e, hatiye xwarin, firaq rabûne. Civat qahwa piþtî þîvê vedixwe. Qutiya cixarê ji destekî vediguheze destekî din. Ji oda germ dûman radibe. Wexta behs û gotinê hatiye. Tûrê derd û kul, birîn û keserên kurdan vebûye, wexta qiseyên dijîtî û berberiyên nava wan, xwestek û hedefên wan ko tu carî bi cîh nabin, hatiye. Celadet Beg li kesên odê dinihêre, ji fîncana qahwê qultekê vedixwe û dibêje, – Me cerîdeyekê, na ne yek, cerîdenin, divên... Milet bi zimanê xwe, bi xwendin û nivisîna xwe dibe milet. Bi vî terhî, milet xwe bi medeniyet û miyeseriyê digihînin. Ew bi hêdîka, gotin bi gotin, dipeyive. Mîna ko ew nivîsareke nivîskî dixwîne, yan jî bendekê dinivîse. – Belê, milet bi zimanê xwe hene. Yekîtiya milet bi zimên çêdibe. Yekîtiya zimên jî bi xwendin û nivîsînê, bi yekitiya herfan çêdibe. Ka ev yekîtiyên me, ka yekîtiyên zimanê me? Ka xwendigeh, mekteb, kitab, cerîde û rojnameyên me ko dê van yekîtiyan bînin pê? Ka?.. Em þikest li ser þikestê dixwin, hertim bi hev dikevin, çima? Çima birano? – Mîrê min, gotinên te rast in, Elî Axayê Zilfo, xwediyê malê, dibêje. Kes nikare bibêje ko ev gotin ne di cîh de ne, lê cerîde û rojname jî bi quwetê, bi dirav û zanînê, bi cemaat û nivîsevanan derdikevin. Îcar ez ê jî bipirsim, ka ev li ko ne?.. Em hemû bi çîroka xwe dizanin, kurd fêrî tiþtên weha nebûne... Ekrem Begê Cemîlpaþa cixareyeke pêçayî dirêjî Celadet Beg dike û dibêje, – Bi gotina Elî Axa ye. Fikra cerîdê xweþ e, pîroz e. Lê ew ê çawan derkeve? Mebesta min cerîdeyeke kamil û xurt e. Cerîdeyek ko bikaribe E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 181

her û her derkeve û bi wî awayî alîkarî li ziman û hebûna me bike. Ez ê çi bikim bi cerîdeyeke welê ko bi tenê hejmarek, du hejmar derketine, lê paþê hêviya xelkê qurmiçandiye û winda bûye!.. Ez dibêjim, gerek e, meriv serê xwe baþ bi van pirsan biêþîne, deh caran bifikire û paþê gavekê bavêje... Gotina Ekrem Beg bû, gotina dostê dilsoz Elî Axa bû; ez ê deh caran bifikiriyama û min ê paþê gavek bavêta... Lê ez ne bi tenê deh caran, heye ko bîst caran, sîh caran, çil caran, pêncî caran, sed caran fikirîbûm. Li Stembolê, li mala xwedî bîr û bexçe ya bavê xwe, gava min rojname û kovarên mamên xwe dîtibûn; li Stembolê, gava ez li rojnama »Serbestî« xebitîbûm; di keþtiya Kadiköyê de, gava min deftera biçûk a Cananê xistibû berîka hundir a çakêtê xwe û ew dabû ber dilê xwe; li Munîxê, gava min bi çend kartolan roj biribûn serî û Bîsmark, Goethe û Nietzsche xwendibûn; li wî gundê Munîxê, gava min û Safo, birayê axretê, þaîrên frensizî xwendibûn; Li Misirê, li bexçê kekê min Sureya, gava min li çavên westiyayî û kesertijî yên bavê xwe yê nexweþ nihêrîbûn û li wesiyeta wî guhdarî kiribû; Li ser tixûban, gava me dirêjî Tirkiyê kiribû û piþtî donzdeh saetan, destvala, fedîkar, dîsan, vegeriyabûn; li Lubnanê, di civîna min a dawîn a partiyê de, gava min li lec û þerên bêkêr ên hevalên xwe temaþe kiribû, hingî, her car, ez fikirîbûm. Ez fikirîbûm û bi tecrubên xwe jî hîn bûbûm; dermanê cehaletê ne laqelaq û gotinên qelaw ên fiþ û paþgotiniyên der û dorê bûn. Derman berhem û eser, afirîn û avahî bûn. Tariya þevê bi qîreqîr, xirecir û teþqele nediqulipî ser ronahiya sibê. Bi zanîn û huner, bi herf û hevoka nivîskî dibû. Ez fikirîbûm... Loma jî gava min kovara xwe weþand, di hejmarek ji yên pêþîn de, min bang li xortên kurdan kir û weha nivisî; »Xorto! Bi ser kela me de girtine. Ji der ve dijmin dirêjî me kiriye. Ji her milê êrîþ. Di hundirê kelê de þerekî din, bê eman û ji yê pêþîn mezin û dijwartir heye. Þerê me bi hevûdu re. Di mal de jî dijmin. Herê Xorto! Birîna me a mezin û xedar dexs e (hesûdî), berberî ye, jana dexsê ye. Em sîngjar in. Ji der ve serma li me dixe. Li hundir em bi janê dikevin...« Ez fikirîbûm... Me dîsan þikest xwaribû, em dîsan bi hev de ketibûn, dîsan dexesî û berberiyê bîhn li me çikandibû. Fransizan, desthilatên welatê Sûriyê jî, li ser daxwaza Tiurkiyê, em hemû, axa û beg, þêx û giregir, mîr 182• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

2Min qirara xwe daye, Celadet Beg dibêje, ez ê binivîsim, dest bi

nivîsînê bikim. Min dil bi cerîdeyekê, cerîdeyeke kurdî heye.

Mîna her carê, vê êvarê jî, dîsan, li Þamê, taxa kurdan, li mala fireh a Elî

Axayê Zilfo, civata kurdî geriyaye. Êvar, êvareke sar a zivistana 1932-an

e. Kesên ko li odê rûniþtine, gelek in; ji Celadet Beg pê ve, Haco Axa, tevî

hersê kurên xwe Hesen, Çeçan û Cemîl, Ekrem û Qedrî Begên

Cemîlpaþa, Elî Axayê Zilfo, Bozan Begê Þahîn, Osman Sebrî, hevalên

Celadet Beg ên Stembolê Memduh Selîm Beg, Hemze Begê Muksî û hîn

çend kesên din. Þîva ko hertim bi beroþan li ser êgir e, hatiye xwarin, firaq

rabûne. Civat qahwa piþtî þîvê vedixwe. Qutiya cixarê ji destekî

vediguheze destekî din. Ji oda germ dûman radibe. Wexta behs û gotinê

hatiye.

Tûrê derd û kul, birîn û keserên kurdan vebûye, wexta qiseyên dijîtî û

berberiyên nava wan, xwestek û hedefên wan ko tu carî bi cîh nabin,

hatiye.

Celadet Beg li kesên odê dinihêre, ji fîncana qahwê qultekê vedixwe û

dibêje,

– Me cerîdeyekê, na ne yek, cerîdenin, divên... Milet bi zimanê xwe, bi

xwendin û nivisîna xwe dibe milet. Bi vî terhî, milet xwe bi medeniyet û

miyeseriyê digihînin.

Ew bi hêdîka, gotin bi gotin, dipeyive. Mîna ko ew nivîsareke nivîskî

dixwîne, yan jî bendekê dinivîse.

– Belê, milet bi zimanê xwe hene. Yekîtiya milet bi zimên çêdibe.

Yekîtiya zimên jî bi xwendin û nivîsînê, bi yekitiya herfan çêdibe. Ka ev

yekîtiyên me, ka yekîtiyên zimanê me? Ka xwendigeh, mekteb, kitab,

cerîde û rojnameyên me ko dê van yekîtiyan bînin pê? Ka?.. Em þikest li

ser þikestê dixwin, hertim bi hev dikevin, çima? Çima birano?

– Mîrê min, gotinên te rast in, Elî Axayê Zilfo, xwediyê malê, dibêje.

Kes nikare bibêje ko ev gotin ne di cîh de ne, lê cerîde û rojname jî bi

quwetê, bi dirav û zanînê, bi cemaat û nivîsevanan derdikevin. Îcar ez ê jî

bipirsim, ka ev li ko ne?.. Em hemû bi çîroka xwe dizanin, kurd fêrî tiþtên

weha nebûne...

Ekrem Begê Cemîlpaþa cixareyeke pêçayî dirêjî Celadet Beg dike û

dibêje,

– Bi gotina Elî Axa ye. Fikra cerîdê xweþ e, pîroz e. Lê ew ê çawan

derkeve? Mebesta min cerîdeyeke kamil û xurt e. Cerîdeyek ko bikaribe

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 181

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!