Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

þixulekî cidîtir mijûl in. Lê digel vê yekê, fotograf, bi gotina fransizan »theatral« e. Tê de jîn heye, ew jîndar e. Gerçî ew li fotografkêþ nanihêrin, lê mîna ko haya wan jê heye ko ev fotograf dê, rojekê, bibe fotografa salixdana salên 30-an û bibe behsa romanekê! Mîna ko ew dixwazin awir û nêrîna xwe, ked û lebata xwe, bi alîkariya fotografê, vebihuhezînin nifþên nû. Mîna ko wan dil heye ko ew vê kurtedema bîhnekê ko tarîxî ye, bikin tarîx! Ew li nexþa ber xwe dinihêrin, lê mîna ko ew li pêþerojê, li nifþên nû dinihêrin. Belê, ji fotografê baþ diyar e ko ew bi dûrbînî li nexþê dinihêrin... Fotograf mirî ne; bêzar û bêziman, bêdeng û bêpejn in. Kesê ko li wan dinihêre, li gora xwe, jiyanekê û dengekî dide wan. Lê ev fotografa dehemîn a Bîra Qederê dijî, tê de jîndariyeke xurt heye. Awir û nêrîna wan a cidî, rûniþtin û rawestana wan a qaîm, cil û bergên wan ên deþt û zozanan, nexþe û mohra li ber wan, çek û rextên neqiþandî, ev hemû tiþt, jiyaneke taybetî dide vê fotografê. Nêrevan, bivê-nevê, bi heyecan lê dinihêre. Þoreþgerên heyama dijwar û fotografa þoreþgeran heyecan dide nêrevan. 2Hawirdor heyecan dide Celadet Beg. Ew bi heyecan li tîrêjên tavê ko li hember wî hiltên, li çiyayên asê û li refê teyrên ko difirin dinihêre. Ro, bi rengekî helesor, li pey çiyan, hêdî hêdî, hiltê. Ji dûr ve, dengê dîkin tê. Dinya zelal û hinekî sayî ye. Dinya kirasê belek ê havînê li xwe kiriye. Hawirdor bi rengên têvel xemiliye. Dinya hiþyar dibe û haziriya rojeke nû dike. Rojeke nû ya havîna 1929-an dest pê dike. Celadet Beg bi hêdîka derî bi piþtkî digire û derdikeve ber derî. Ew li welatê bav û kalan, li deverên Behdînanê ye. Ji bo gerandina kar û xebatên Xoybûnê, ew û çend hevalên wî, bi hev re, hatine nav kurdan, welatê Iraqê. Ew xwe dide hev, cakêt û pantolê xwe hinekî rast dike û dere çend mîtro ji derî bi dûr, li ber dîwarê xênî, li ser totikan rûdine. Ev aramî, ev bêdengî! Ev zelalî, ev paqijî! Di cîhaneke dîn û har de ev bihuþt!.. Belê, min jî di deftera xwe de welê nivisî. Bi kurdî; ev bihuþt... Tiþtên ko min dinivîsîn, bîr û hizrên min, hîs û dengên min bûn. Gava ez bi tenê dimam û difikirîm, ew tiþtên ko min dixwestin ji xwe re bigotina, min li ser kaxiz E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 165

dinivîsîn. Wê rojê jî welê bû; aram, bêdeng, zelal û paqij. Cara yekemîn bû ko ez li heremê Behdînanê bûm. Ez hatibûm dilê welatê kurdan. Zarê bav û kalên min, devoka Cizîra Botan û Hekaran, li wir, bêrawest, dihate peyivîn. Zimanê kurdî, zimanê jîn û civatê bû! Kal û pîr bi kurdî dua dikirin, sond dixwarin. Jinebî bi kurdî nifir li dora xwe dibarandin. Þivan û gavan bi kurdî naxir û keriyên xwe diçêrandin. Zarok bi zimanê maderî digiriyan û dikeniyan. Dê zarokên xwe yên dergûþê bi kurdî dilorandin. Civat bi zimanê kurdî radibû û rûdiniþt û digeriya. Dengbêj û çîrokbêj gotinên kurdî, mîna almas, yaqût û ziberced, li hev digerandin. Zimanê kurdî jî, mîna wê roja nû, zelal û paqij bû. Ev yeka hanê, ji bo min, kurdê muhaceretê, mehkûmê zimanên biyanî, bûyereke girîng bû. Lê berî ko ez gotina xwe bidomînim, min divê ko ez þaþiyeke te rast bikim. Ew roja ko tu niha behs dikî, rast e, rojeke havînê bû, lê ne ya 1929- an. Ya 1928-an bû. Ev yeka baþ tê bîra min, ji ber ko ez bi tenê sala 1928-an çûm Iraq û Îranê. Ji destpêka tîrmehê heta dawiya salê, ez li wan deran mam. Gera min û çîroka min û wan rojan dirêj e. Min hin bûyerên muhîm ên wan rojan di deftera xwe ya biçûk de, di deftera Cananê de, nivîsîne. Gelekî di ser re û bi çend gotinan... (Heye ko weha hîn çêtir bû.) Tiþtên ko min hingî nenivîsîn, ne hewce ye ko ez niha jî bibêjim. Tiþtên ko min di defterê de nivisîn, ne hewce ye ko ez niha dubare bikim. Bi kurtî, ez weha bibêjim; Xoybûn, hebûna kurdan xurt dibû. Partî çêbûbû, bi rê ketibû, li her alî deng dabû. Bi gotina kurdan, me mû bi mû rîhek çêdikir. Ji her alî kurdan dixwestin bi me re pêwendî ava bikirana. Herweha ji Iraq û Îranê jî. Li Iraqê perçeyekî mezin ê miletê kurd dijiya. (Jixwe heta salên 1920-an, welatekî bi navê Iraqê nîn bû, ew dever jî perçeyekî dewleta Osmanî bû û perçeyekî mezin ê welatê kurdan jî tê de bû...) Li ser tixûbên Îranê, li aliyê Tirkiyê, kurdan bi rêberiya partiyê û kumandarê kurd Ihsan Nûrî, serhildanek li dar xistibûn. Partiyê diviya xwe bi wan deveran bighanda. Loma ez wê roja ko tu qal dikî, li wir bûm. Ez li rê bûm û ber bi Îranê diçûm. Min ê hem li Iraqê hem li Îranê gelek kes bidîtina, gelek tiþt bikirina û xwe bi tixûbên serhildanê bigihanda... Celadet Beg ji berîka xwe pakêta cixarê û heste derdixe û cixareyekê vêdixe. Ew li gund û xaniyên gund dinihêre. Xaniyên mîna xirbe, bi kevirên reþ, peregende, lêbûne. Li pêþiya wî, bi qasî pêncî mîtro jê bi dûr, meydana gund û kahniya gund xweþiyeke aram dide gund. Celadet Beg 166• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

dinivîsîn. Wê rojê jî welê bû; aram, bêdeng, zelal û paqij. Cara yekemîn bû

ko ez li heremê Behdînanê bûm. Ez hatibûm dilê welatê kurdan. Zarê bav

û kalên min, devoka Cizîra Botan û Hekaran, li wir, bêrawest, dihate

peyivîn. Zimanê kurdî, zimanê jîn û civatê bû! Kal û pîr bi kurdî dua dikirin,

sond dixwarin. Jinebî bi kurdî nifir li dora xwe dibarandin. Þivan û gavan bi

kurdî naxir û keriyên xwe diçêrandin. Zarok bi zimanê maderî digiriyan û

dikeniyan. Dê zarokên xwe yên dergûþê bi kurdî dilorandin. Civat bi zimanê

kurdî radibû û rûdiniþt û digeriya. Dengbêj û çîrokbêj gotinên kurdî,

mîna almas, yaqût û ziberced, li hev digerandin. Zimanê kurdî jî, mîna

wê roja nû, zelal û paqij bû.

Ev yeka hanê, ji bo min, kurdê muhaceretê, mehkûmê zimanên biyanî,

bûyereke girîng bû.

Lê berî ko ez gotina xwe bidomînim, min divê ko ez þaþiyeke te rast

bikim. Ew roja ko tu niha behs dikî, rast e, rojeke havînê bû, lê ne ya 1929-

an. Ya 1928-an bû. Ev yeka baþ tê bîra min, ji ber ko ez bi tenê sala 1928-an

çûm Iraq û Îranê. Ji destpêka tîrmehê heta dawiya salê, ez li wan deran

mam. Gera min û çîroka min û wan rojan dirêj e. Min hin bûyerên muhîm

ên wan rojan di deftera xwe ya biçûk de, di deftera Cananê de, nivîsîne.

Gelekî di ser re û bi çend gotinan... (Heye ko weha hîn çêtir bû.) Tiþtên ko

min hingî nenivîsîn, ne hewce ye ko ez niha jî bibêjim. Tiþtên ko min di

defterê de nivisîn, ne hewce ye ko ez niha dubare bikim. Bi kurtî, ez weha

bibêjim; Xoybûn, hebûna kurdan xurt dibû. Partî çêbûbû, bi rê ketibû, li

her alî deng dabû. Bi gotina kurdan, me mû bi mû rîhek çêdikir. Ji her alî

kurdan dixwestin bi me re pêwendî ava bikirana. Herweha ji Iraq û Îranê jî.

Li Iraqê perçeyekî mezin ê miletê kurd dijiya. (Jixwe heta salên 1920-an,

welatekî bi navê Iraqê nîn bû, ew dever jî perçeyekî dewleta Osmanî bû û

perçeyekî mezin ê welatê kurdan jî tê de bû...) Li ser tixûbên Îranê, li aliyê

Tirkiyê, kurdan bi rêberiya partiyê û kumandarê kurd Ihsan Nûrî, serhildanek

li dar xistibûn. Partiyê diviya xwe bi wan deveran bighanda.

Loma ez wê roja ko tu qal dikî, li wir bûm. Ez li rê bûm û ber bi Îranê diçûm.

Min ê hem li Iraqê hem li Îranê gelek kes bidîtina, gelek tiþt bikirina û

xwe bi tixûbên serhildanê bigihanda...

Celadet Beg ji berîka xwe pakêta cixarê û heste derdixe û cixareyekê

vêdixe. Ew li gund û xaniyên gund dinihêre. Xaniyên mîna xirbe, bi kevirên

reþ, peregende, lêbûne. Li pêþiya wî, bi qasî pêncî mîtro jê bi dûr,

meydana gund û kahniya gund xweþiyeke aram dide gund. Celadet Beg

166• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!