Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

Ez niha çi bibêjim? Min diviya li ser Bavo, jîn û tecrubên wî, pêwendiya min û wî gelek tiþt binivîsanda. Ne niha di nav van rûpelên Bîra Qederê de, lê heye ko di nav romaneke din de ko li dora jîna Bavo bihata hûnandin. Lê mîna pir tiþtên din, min ev yeka hanê jî nekir. Min ne ew wext û quwet, ne jî îmkan û destek hebû. Min ê Bavo û jîna wî ji kê re, çawan û li ko binivîsa? Lê eger min kitaba Bavo binivîsa, min dizanîbû, min ê çawan dest pê bikira. Destpêk ê, kêm-zêde, weha bûya; Bavo, mamostayê jîna min, hosteyê riya qedera min. Bavo, lawê sirgûnê, kurê Mîrê sirgûnkirî, bavê zarokên li sirgûnê bûyî. Bavo, nobedarê roja yekemîn a umrê min, stêrka çirûsî ya zaroktiya min. Bavo, hevalê xeyalên min, þirîkê pênûsa min, siya rêzên min, hêza gavên min, hêviya þevên min. Bavo, lawê asîl, bavê serbilind, dostê ziravbihîstiyar. Bavo, bavê min... – Em divê li rê û riyan bigerin, weha nabe, weha nikare dewam bike, Memduh Selîm Beg dibêje û dest bi axaftina xwe ya dirêj dike. Axaftina wî li ser rewþa Turkiyê û kurdan, serhildana 1925-an a kurdan, encamên serhildanê û rewþa wî bi xwe ye. Mîna ko ew li gotina bigere û wan hilçîne, ew hêdî hêdî, gotin bi gotin, dipeyive. Berî ko ew gotina xwe xelas bike, bi qasî bîskekê, ew radiweste û li hevalên xwe dinihêre, paþê dîsan bi pênûsa destê xwe li ser kaxizê li berê çend xêzan dikiþîne û gotina xwe temam dike, – Ji Awrûpa, Iraq û deverên din gelek xeber û name ji min re tên da ko kurd kirasê çavpahniyê li xwe nekin, perda nizmahiyê nekiþînin ser xwe, çavên xwe negirin, bêdeng nemînin û dest bi tevgereke nû bikin... Êdî gotin ya we ye. Piþtî ko Memduh Beg gotina xwe xelas dike, Celadet ji cîhê xwe radibe, – Spas Memduh Beg, ew dibêje, gotinên te sedî sed rast in. Roj, roja þixul û xebatê ye. Cîhan li hêviya dengê me ye, herkes li benda tevgerê ye. Qet nebe, divê em nîþan bidin ka em kî ne... 5Tu kî yî, xanima delal? Celadet ji keçika ko derdikeve ber derî dipirse. – Ez Rûþen im, keçik dibêje. – Rûþen, keça Mihemed Salih Beg? – Belê, keça Mihemed Salih Begê Bedirxanî... E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 157

– Tu dizanî ka ez kî me? Keçik, bi qasî bîskekê, bi dîqet, li Celadet dinihêre û paþê serê xwe di mana »na« de, dihejîne. Keçik wî nas nake. – Ez Celadet im, kurmamê te Celadet... – Celadet Amca! keçik, bi nîda, bi tirkî, dibêje û serê xwe dizîvirîne aliyê hundir û gazî diya xwe dike; Yadê, Celadet Amca hatiye, were... Belê, eynî welê bû. Ji bo hin civîn û hevûdudîtinan, ez çûbûm Þamê. Gava ez li Þamê peya bûm, min berê xwe da taxa Salihiyê, Cisirî Abdî, nik Hemama Efîf, mala Salih Beg, kurê mamê min Mehmûd. Ji mêj ve bû ko Salih Beg wefat kiribû, lê mala wî, jina wî Samiye Xanim, ko dotmama min bû û keça wî Rûþen, li Þamê dijiyan. Min navnîþana wan ji mamê xwe Xelîl Ramî Beg wergirtibû. Rojeke germ a havîna welatê Sûriyê bû. Xwîdan ji min diçû. Min çaketê xwe yê reþ ji xwe kiribû, qumçika stû yê gomlegê vekiribû û qirawata belek sist kiribû. Hema çi bigire, min hîç bi erebî nizanîbû. Min Þam û axa welatê Sûriyê nas nedikir. Me dest bi xebatê kiribû, roj bi roj, diyartir dibû ka me çi dixwest û em ê biketina pey çi. Dijmin û kes û hêzên nedost li dora me bûn. Em diviya bi tevdîr bûna. Loma min xwest ko ez pêþî herim mala Salih Beg wan. Min Rûþen di zaroktiya wê de carekê, li Stembolê dîtibû. Gava min li deriyê mala wan xist û ew derket ber derî, hingî min cara yekemîn ew mîna keçeke xama dît. Keçikeke hufde–hîjde salî, kin, qut, zirav û eger ez rastiyê bibêjim, nexweþik, derketibû ber derî. Porê wê kurt, çavên wê biçûk, lêvên wê zirav, stûyê wê kurt û destên wê biçûk bûn. Lê poz û eniya wê nîþan dida ko ew Bedirxanî bû. Welê dixuya ko ew li diya xwe çûbû. Ji ber ko bavê wê, Salih Beg ko min ji salên 1910-an, ji Stembolê dinasî, dirêj, girs û lihevhatî bû. Salih Beg ko hingî li Stembolê sernivîskarê kovara Rojî Kurd bû, bi çelengiya xwe nav dabû û çavên gelek ji metên min li serê bûn. Lê ew li Stembolê nema û çû. Paþê, eger ez ne þaþ bim, sala 1915-an, me bihîst ko Salih Beg li Þamê wefat kiriye. Wî dil hebûye, bi dizî, vegere Cizîra Botan, welatê bav û kalan. Lê berî çûyina xwe, wî wefat kiriye. Agahî û zanînên min ên li ser Salih Beg û mala wî, bi tenê, ji van çend rêzan dihate pê. Ne zêde... Lê wê roja leylanên welatê ereban, di nav xwîdanê de mayî, bîhnçikyayî, ez li ber deriyê wan bûm. Û Rûþen ko ji jinên ko min nas kiribûn, Þehrîban, Saadet Abla, Canan, Monika, pir cihê bû, li ber derî, li hember min bû. Pêlên felekê, yan jî em bibêjin qederê, îcar jî ez 158• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

– Tu dizanî ka ez kî me?

Keçik, bi qasî bîskekê, bi dîqet, li Celadet dinihêre û paþê serê xwe di

mana »na« de, dihejîne. Keçik wî nas nake.

– Ez Celadet im, kurmamê te Celadet...

– Celadet Amca! keçik, bi nîda, bi tirkî, dibêje û serê xwe dizîvirîne

aliyê hundir û gazî diya xwe dike; Yadê, Celadet Amca hatiye, were...

Belê, eynî welê bû. Ji bo hin civîn û hevûdudîtinan, ez çûbûm Þamê. Gava

ez li Þamê peya bûm, min berê xwe da taxa Salihiyê, Cisirî Abdî, nik

Hemama Efîf, mala Salih Beg, kurê mamê min Mehmûd. Ji mêj ve bû ko

Salih Beg wefat kiribû, lê mala wî, jina wî Samiye Xanim, ko dotmama min

bû û keça wî Rûþen, li Þamê dijiyan. Min navnîþana wan ji mamê xwe Xelîl

Ramî Beg wergirtibû.

Rojeke germ a havîna welatê Sûriyê bû. Xwîdan ji min diçû. Min çaketê

xwe yê reþ ji xwe kiribû, qumçika stû yê gomlegê vekiribû û qirawata

belek sist kiribû. Hema çi bigire, min hîç bi erebî nizanîbû. Min Þam û axa

welatê Sûriyê nas nedikir. Me dest bi xebatê kiribû, roj bi roj, diyartir dibû

ka me çi dixwest û em ê biketina pey çi. Dijmin û kes û hêzên nedost li dora

me bûn. Em diviya bi tevdîr bûna. Loma min xwest ko ez pêþî herim

mala Salih Beg wan.

Min Rûþen di zaroktiya wê de carekê, li Stembolê dîtibû. Gava min li deriyê

mala wan xist û ew derket ber derî, hingî min cara yekemîn ew mîna

keçeke xama dît. Keçikeke hufde–hîjde salî, kin, qut, zirav û eger ez rastiyê

bibêjim, nexweþik, derketibû ber derî. Porê wê kurt, çavên wê biçûk, lêvên

wê zirav, stûyê wê kurt û destên wê biçûk bûn. Lê poz û eniya wê nîþan dida

ko ew Bedirxanî bû. Welê dixuya ko ew li diya xwe çûbû. Ji ber ko bavê

wê, Salih Beg ko min ji salên 1910-an, ji Stembolê dinasî, dirêj, girs û lihevhatî

bû. Salih Beg ko hingî li Stembolê sernivîskarê kovara Rojî Kurd

bû, bi çelengiya xwe nav dabû û çavên gelek ji metên min li serê bûn. Lê

ew li Stembolê nema û çû. Paþê, eger ez ne þaþ bim, sala 1915-an, me bihîst

ko Salih Beg li Þamê wefat kiriye. Wî dil hebûye, bi dizî, vegere Cizîra

Botan, welatê bav û kalan. Lê berî çûyina xwe, wî wefat kiriye.

Agahî û zanînên min ên li ser Salih Beg û mala wî, bi tenê, ji van çend

rêzan dihate pê. Ne zêde... Lê wê roja leylanên welatê ereban, di nav xwîdanê

de mayî, bîhnçikyayî, ez li ber deriyê wan bûm. Û Rûþen ko ji jinên ko

min nas kiribûn, Þehrîban, Saadet Abla, Canan, Monika, pir cihê bû, li ber

derî, li hember min bû. Pêlên felekê, yan jî em bibêjin qederê, îcar jî ez

158• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!