Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

Mewlanzade Rifat Beg wî ber bi xwe dikiþîne û hembêz dike. Herdu, bi qasî kêliyekê, hevûdu, pihêt, hembêz dikin. Piþtî çend salan, Celadet û Mewlanzade Rifat hevûdu, nû dibînin. Hemû bi hev re vedigerin cîhê xwe, Celadet û Memduh Selîm Beg cîh nîþanî wan dikin û ew rûdinin. – Belê, min simbêl jêkirin, lê min dil heye dîsan berdim. Li van deran bê simbêl hîç nabe, Celadet dibêje û ji aliyekî ve jî, bi dest, bang garson dike. – Lê weha jî li te hatiye. Tu ciwantir û çelengtir dixuyî. Tu çawan î? Min bihîst ko tu li mala Xelîl Ramî Beg dimînî. Sureya Beg, Kamuran Beg, ew çawan in? Min bihîst ko ew ê jî werin... – Mala me dê þên be, mamê Celadet, Xelîl Ramî Beg dibêje. Jixwe ji niha ve Celadet mal þên kiriye, ew ê þêntir be. – Mîrên min, hûn bi xêr hatin, Memduh Selîm Beg dibêje û bêyî ko li bersiva wan bisekine, didomîne, piþtî bi sedan zehmetî, me hevûdu dîsan dît... tiþtên ko em bipeyivin, em bikin, pir in. Em êdî zû bi zû dev ji hev bernadin... 4– Mîrên min, tiþtên ko em bipeyivin, em bikin, pir in. Memduh Selîm Beg dibêje, em êdî zû bi zû dev ji hev bernadin... Celadet Beg, birayên wî Sureya û Kamuran, mamê wî Xelîl Ramî Beg, hevalên wî û bavê wî Mewlanzade Rifat, Memduh Selîm, Dr. Mehmed Þukrî Segban, Haco Axa û hin kesên din li bajarê biçûk ê Lubnanê Cuniyê, li mala Xelîl Ramî Beg civiyane. Cuniye, bajarê biçûk ê file ko li kêleka Beyrûdê ye, îro mazûbaniya rêber û ronakbîrên kurdan dike. Ronakbîrên kurd li hev civiyane û ew ê li ser rewþa kurdan û welatê wan bipeyivin. Li welêt her tiþt tevîhev bûye; welat bi destên dewletên biserketî perçe bûye, ji perçê herî mezin ko li nav tixûbên dewleta nû, Tirkiyê maye, dûman bilind dibe. Ew perçe di nav þewateke xedar de ye. Perçê Iraqê ketiye bin destê ingilîzan, ê Îranê di bin destê farisan û yê Sûriyê jî di bin destê fransizan de ye. Xelkê westiyayî ko di þer de li ber lingan çû, niha, bêquwet, bêtaqet û bêhêvî, hewl dide da ko rojên kambax biqedîne. Tevger û serhildanên kurdan bi ser neketine. Gelek rêber û ronakbîr hatine kuþtin, piraniya yên mayî bi derine xerîb reviyane. Bûm û kund li ser kavilên welatê kurdan veniþtine û dixwînin. Welatê kurdan qulipiye ser gor û goristanê. E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 155

Di rewþeke evçend kambax û zîz de, meriv dikare çi bike? – Mîrên min, em divê ji vê çûyina malwêran re bibêjin bese! Lê çawan? Ji kerema xwe, bila herkes gotin, dîtin û pêþniyara xwe bibêje. Lê berî ko em dest bi gotinê bikin, eger bi dilê we be, ez dixwazim, em ji bo ruhê pak ê Emîn Alî Beg û þehîdên me fatîhayekê bixwînin. Belê, Bavo wefat kiribû. Di rojeke germ a 1926-an de, li bexçê mala kekê min Sureya, danekî germ ê êvarê, Bavo di xew re çûbû. Û ew hew ji xewê hiþyar bûbû. Çavên ko bi hêdîka hatibûn girtin, hew vebûbûn. Bavo, Dayê, Mezo û Kudret li bexçê, li kêleka bîrê rûniþtibûn. Mîna her carê, Dayê purtaqalên yekta yên Îskenderiyê dabûn Bavo. Wî ew hêdî hêdî xwaribûn û li ser mala me ya Stembolê, bexçê, darên bexçê û bîra ko li bexçê bû, peyivîbû. Li gora ko Dayê digot, berî ko Bavo bikeve xewa kûr û bêveger, wî weha gotibû; »Bi xêr, gava em vegeriyan, divê em bexçê malê paqij bikin, zêdehiya dar û beran jêkin, bîrê ji nû ve lêkin û ava wê paqij bikin...« Bi dû re Bavo di xew re çûbû. Mezo û Kudret derketibûn û çûbûn gund û Dayê jî þalekî tenik avêtibû ser Bavo û vegeriyabû hundir. Bîra bexçê, Bavo û purtaqalên wî bi tenê mabûn... Heta kengî Bavo di xewa jînê de bû? Kengî wî gav avêtibû aliyê din ê xewê, yanê mirinê? Ew êþiyabû? Wî di xewa xwe de çi xewn dîtibûn, di xewnên dawîn de çi daxwaz kiribûn? Mixabin, kes bi van nizane, lê çaxa Dayê, ji bo þîva êvarê çûbû ko Bavo hiþyar bike, Bavo hiþyar nebûbû. Bêdeng û bi kîbariyek ko gelekî lê dihat, wî xatir xwestibû û çûbû. Bavo, stûna mal û malbata me, tîmsala tarîx û hebûna me, çûbû. Bavo, ew însanê ronakbîr, xwendî û dîtî, xwediyê kitabxana mezin, nivîskarê zarên kurdî, farisî û tirkî, tarîxnas, hosteyê kuliyata »Tarîh–î Cewdet«, hostayê tarîxa Mîr Bedirxan, çûbû... Bavo li welatekî pir dûr, li Misirê çûbû. Safter, birayê min ê biçûk, roniya çavên min, li welatekî dûr, li Alemanyayê çûbû. Li welêt ko êdî ji me bi dûr bû, li Diyarbekirê, gelek pêþewayên kurdan, dost û hevalên Bavo û me, bi dar ve bûbûn û çûbûn: Mirinê bi ser me de girtibû. Gotina Bavo rast bû; dewra felekê li ser me kîn bû. Ne bi tenê derd û keserên xurbet û derketinê, lê mirinê jî dest pê kiribû û bi girane û zompên xwe dilê me yê birîndar dihinciqand. Gotinek ko Bavo her digot li Bavo jî dihat; mêrê çê li navê xwe tê. Mîna her kirin, tevger û gotina wî, mirina Bavo jî li her alî deng da. Dost, nas û nêz giriyan û li þînê rûniþtin. Dijmin, kirêt û hesûd jî keniyan û rabûn govendê. 156• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Mewlanzade Rifat Beg wî ber bi xwe dikiþîne û hembêz dike. Herdu,

bi qasî kêliyekê, hevûdu, pihêt, hembêz dikin. Piþtî çend salan, Celadet û

Mewlanzade Rifat hevûdu, nû dibînin. Hemû bi hev re vedigerin cîhê

xwe, Celadet û Memduh Selîm Beg cîh nîþanî wan dikin û ew rûdinin.

– Belê, min simbêl jêkirin, lê min dil heye dîsan berdim. Li van deran

bê simbêl hîç nabe, Celadet dibêje û ji aliyekî ve jî, bi dest, bang garson

dike.

– Lê weha jî li te hatiye. Tu ciwantir û çelengtir dixuyî. Tu çawan î?

Min bihîst ko tu li mala Xelîl Ramî Beg dimînî. Sureya Beg, Kamuran

Beg, ew çawan in? Min bihîst ko ew ê jî werin...

– Mala me dê þên be, mamê Celadet, Xelîl Ramî Beg dibêje. Jixwe ji niha

ve Celadet mal þên kiriye, ew ê þêntir be.

– Mîrên min, hûn bi xêr hatin, Memduh Selîm Beg dibêje û bêyî ko li

bersiva wan bisekine, didomîne, piþtî bi sedan zehmetî, me hevûdu dîsan

dît... tiþtên ko em bipeyivin, em bikin, pir in. Em êdî zû bi zû dev ji hev

bernadin...

4– Mîrên min, tiþtên ko em bipeyivin, em bikin, pir in. Memduh

Selîm Beg dibêje, em êdî zû bi zû dev ji hev bernadin...

Celadet Beg, birayên wî Sureya û Kamuran, mamê wî Xelîl Ramî Beg,

hevalên wî û bavê wî Mewlanzade Rifat, Memduh Selîm, Dr. Mehmed

Þukrî Segban, Haco Axa û hin kesên din li bajarê biçûk ê Lubnanê

Cuniyê, li mala Xelîl Ramî Beg civiyane. Cuniye, bajarê biçûk ê file ko li

kêleka Beyrûdê ye, îro mazûbaniya rêber û ronakbîrên kurdan dike.

Ronakbîrên kurd li hev civiyane û ew ê li ser rewþa kurdan û welatê wan

bipeyivin. Li welêt her tiþt tevîhev bûye; welat bi destên dewletên biserketî

perçe bûye, ji perçê herî mezin ko li nav tixûbên dewleta nû, Tirkiyê

maye, dûman bilind dibe. Ew perçe di nav þewateke xedar de ye. Perçê

Iraqê ketiye bin destê ingilîzan, ê Îranê di bin destê farisan û yê Sûriyê jî

di bin destê fransizan de ye. Xelkê westiyayî ko di þer de li ber lingan çû,

niha, bêquwet, bêtaqet û bêhêvî, hewl dide da ko rojên kambax biqedîne.

Tevger û serhildanên kurdan bi ser neketine. Gelek rêber û ronakbîr hatine

kuþtin, piraniya yên mayî bi derine xerîb reviyane. Bûm û kund li ser

kavilên welatê kurdan veniþtine û dixwînin. Welatê kurdan qulipiye ser

gor û goristanê.

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 155

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!