Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Bavo ji portakal û mandarînan hez dikir. Di wextên wan de, ew ji malê kêm

nedibûn. Hebûna wan, qaþilandina wan, xwarina wan kêfeke malê bû.

Gava em zarok bûn, me ji destê Bavo portakal dixwarin. Lê li Misirê êdî wî

ji destê me ew werdigirtin û dixwarin. Bavo kal bûbû, bi gotina te, fera

çavên Bavo vemirîbû.

Diya min a rêzdar û bêdeng, her roj, purtaqal û mandarîn diqaþilandin,

ew dixistin nav firaqên pahn ên neqiþkirî û danên êvaran, gava Bavo

derdiket bexçê malê û li kêleka bîrê rûdiniþt, Dayê ew, yek bi yek, hêdî

hêdî, didayê. Bavo ji malê dernediket. Ew her li malê bû, dixwend dinîvisî

û radiza. Mîna berê ew nedipeyivî jî. Ew hertim di nav fikir û gumanan de

bû. Lê gava kekê min Sureya jê re, carina, rojnamayên tirkî dianîn, hingî ew

fera ko vemirîbû, dîsan vedigeriya û Bavo ew bi heyecan, rêz bi rêz,

dixwendin. Ji wan rojnaman pê ve, Bavo hejmarên kevn ên kovara

Kurdistan ko birayên wî Mîqdet û Evdirrehman li Misir û Awrûpayê derxistibûn,

dixwendin. Wî kitabên kevn ên tarîxî û yên li ser welatê kurdan,

mîrekiya Cizîra Botan dixwendin. Di wan rojên bi keser û di wî umrê kal de,

Bavo, bi alîkariya kovar û kitaban, vegeriyabû cîhana windabûyî ya zaroktiya

xwe, ya xewn û xeyalên xwe.

Bavo nexweþ bû, dilê wî diguviþî. Wî kes nedidîtin, lê carina nas, dost û

ehlê me dihatin ziyareta wî. Eger dinya xweþ bûya, ew li bexçê, li kêleka

bîrê rûdiniþtin. Bavo ji bexçê û nemaze bîra bexçê pir hez dikir. Bîra bexçê

kekê min Sureya bîra mala me ya Kadiköyê dihanî bîra wî...

Bavo li bexçê, li kêleka bîrê rûdiniþt û purtaqal dixwarin.

Bexçe hêþîn dike, gul û kulîlk dibiþkivin. Meziyet û Kudret av dane wan.

Di vî danê êvarê de bîhneke xweþ ji bexçê difûre.

– Kurê min, Emîn Alî Beg, dîsan bi hêdîka û bi kurdiya xwe ya paqij,

dibêje. Em dawacî ne. Bi neheqî axa me, mal û mulkên me, ji me hatine

standin. Em ne mîrên kesekî din, lê mîrên erd û axa xwe bûn. Em doza

axa xwe dikin. Rehma Xwedê lê be, umrê kalikê te, gelek mamên te li ser

riya vê dozê borî. Ew îro, her yek li derekî, peregende, di bin axa sar de,

çavvekirî, dinivin. Qebr û gorên wan jî li welatên xerîb in. Ji ber bêgaviyan,

em îro nikarin herin qebrên wan jî ziyaret bikin. Ji te û birayên

te, bi tenê, du daxwazên min hene. Yek; hûn jî, mîna bav, kal û mamên

xwe dawacî bin, bi îlim û îrfan li ser riya dawe û dozê bin. Royên kiçik lê

herikî ji avên mezin lê sekinî her çêtir in. Dudo; eger we rojekê bihusteke

152• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM