Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

an giran, digerin. Bedena Monika ko bi bîhna hez û xwîdanê, bi hêdîka, dilive, xwe, bi hemû comerdiya xwe, teslîmî tiliyên girs û mûyên sert dike. Li gora simbêl û lêvan, beden radibe û dadikeve, mîna ko beden jî guh dide musîkê û bi ahenga wê xwe dilivîne. - Av, dikarî hinekî av bidî min, ez tî bûm, Monika dibêje. Piþtî bîhnekê, Celadet xwe ji bedena nerm dide alî, ji ser cîhan radibe û ber bi masa biçûk ko li kêleka pencerê rawestaye, dere. Stîleke biçûk tijî av ko Celadet ji bîra bexçê kiþandiye û tasek li ser masê ye. Celadet dere ber pencerê, hinekî rûyê xwe ber bi Monika ko serrû dirêj bûye, dizîvirîne û li wê û bedena wê dinihêre. Bi qasî kêliyekê, ew welê lê dinihêre, bi dû re, ji pencera vekirî, li bexçê, bîrê û çiyayên bilind ên hember dinihêre. Bayekî henik rû, sîng û xwîdana ser pirçên sînga wî mist dide. 6Bayekî hûnik rûyê Celadet mist dide. Keþtî bi hêdîka xwe dilivîne û bi rê dikeve. Celadet, cara dawîn, li ser keþtiyê, li Trieste-yê, bajarê Îtalî, bajarê dawîn ê Awrûpayê dinihêre. Celadet, tevî biraziyê xwe, lawê kekê wî Sureya, Heqî, Awrûpa terk dike û dere Misirê, nik kekê xwe, bav û diya xwe, nik xwiþka xwe ya dengþalûr. – Bi xatirê te Awrûpa, Celadet dibêje, ji bo vê carê evçend xizanî têr dike. Yezdanê pak ji careke din re kerîm e... heta careke din, di xweþiyê de bimîne. Îro, rojeke xweþ, 22-ê gulana 1925-an e. Bi qasî sê salên Celadet li vî aliyê dinê derbas bûn. Niha ew rûyê xwe dide aliyekî din ê dinê. Ev aliyê dinê, Awrûpa, mîna hêlekaneke bêserî, di nav aloziyan de dere û tê. Awrûpa avis e, guherînên nû dê, li her alî, biqewimin. Li Alemanyayê Hitler û hevalbendên wî þikesteke mezin xwarin, lê ew ji nû ve xwe didin hev da ko hikum bi dest xînin. Li aliyên din ên Awrûpayê jî tevgerên weha, roj bi roj. xurttir dibin. Ev alî weha, lê aliyê dinê ko Celadet niha ber bê dere? Hema çi bigire, Celadet tiþtekî nizane. Digel ko ew berê jî çûbû Misirê, haya wî ji guherînên dawîn ên Misirê nîn e. Wî esas dil hebû, mîna birayê xwe Tewfîk, vegeriya Stembolê, bajarê xwe yê qedîm ko her xewnên wî dineqiþandin. Lê veger îro ne mumkin bû. Jê re, ji Stembolê weha nivîsîbûn; vegera te, mirina te ye. Loma ew niha berê xwe dide aliyekî din ê dinê. Lê wî pir bêriya bav û diya xwe yên pîr jî kiriye. Kekê wî Sureya di nama xwe ya dawîn de jê re behsa nexweþiya bavê wî jî kiribû. Nexweþiya ko Sureya Beg bi »intérmatterce parsuit d-arteras chlorose origine cardiaque« bi nav dikir, roj bi roj, xirabtir dibû. Celadet E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 145

dixwest bavê xwe bibîne, li kêleka wî rûne, li rîh û rûyê wî binihêre, li dengê wî yê kûr û gotinên wî yên kîbar guhdarî bike. Dinya ronî û germ e. Rojê çavên xwe vekirine, ro bi qasî çend bihustan hilhatiye. Celadet serê xwe hinekî radike û li bajêr dinihêre; xaniyên reþ û boz li piþta hev siwar bûne, esman bi keskahiyeke vekirî çend ewrên spî hembêz kirine û bi nazdarî li jêr dinihêre. – Ewrûpa, bi xatirê te, Celadet dîsan dibêje. Hevalên rê yên Celadet û Heqî, hema çi bigire, hemû cihû ne. Cihûyên Rûsyayê ko koç dikin û derin Filistînê. Em rêwîyên bêwar û welat, ketî û derketiyên cîhanê, kurd û cihû, di keþtiyekê de gihîþtibûn hev. Ez ji welatê xwe yê xewnan hinekî din bi dûr diketim, ew ber bi welatê xwe yê xewnan diçûn. Ew ji Rûsyayê dihatin, li Warþowayê, Yekitiya Derketiyên Cihûyan ew werdigirtin û bi 2.5 lîrayê îngilizî, bi keþtî, ew diþandin Filistînê. Cihûyan ji ders û tecrubên xwe derdixistin ko cîhan dîsan li wan teng dibû. Ew li pey stariyekê, warekî bi huzûr û axake rehmetê bûn. Heçî ez bûm, mîna pêlên ko keþtiya me li pey xwe danîn pê, ber bi jor û ber bi jêr bûm. Ji bo roj û dewrên bê, ne fikreke min, ne jî zanîneke min hebû. Gerçî min plan û projeyên siyasî, çandî û edebî hebûn. Lê kengî, li kû û çawan?.. Min bi van yekan nizanîbû. Ewrûpa ko ez jê gelek tiþtên nû hîn bûm, êdî li pey min dima. Ewrûpayê ez fêrî tenêtiyê û birçîbûnê kirim. Ez ko ji bo her tiþtî, her, hewcedarê kesan û tiþtan bûm, bi xêra Ewrûpayê, fêrî xweseriyê bûm. Min êdî bi xwe dikarîbû qîma xwe bi xwe bianiya. Ez hew hewcedarê qerwaþ û berdestan bûm, hew li pey xizmet û xizmetkaran bûm. Ez fêrî ders û tecrubên germenî, rabûn û rûniþtina wan, edet û ûsilên wan bûm. Li edet û ûsilên kevn ên kurdî, mîr û mîrîtî, osmanî, bîr û baweriyên þoreþgerî yên fransizî, Rousseau, Voltaire, Diderot, yên alemanî zêde bûn. Lê di wê roja xweþ a gulanê de, bayê felekê ez ber bi deverên din dibirim. Heqî, biraziyê min ê ko pir li bavê xwe diþibû, bi min re bû. Ew ji bo xwendinê hatibû Alemanyayê. Lê xwendin êdî ji Alemanyayê bi dûr ketibû. Safter, roniya çavên min, Pelikan, Monika ko min jê re þiîrên Omer Xeyam û çîrokên Þehrezada Hezar û Þevekê bi fransizî dixwendin, oda min a biçûk a tarî û bêhawa, kartolên min ên çelmisî, þûþeyên vala yên bîrayên Bayernê, qelûn û xwelîdanka min, derpiyên min ên pînekirî, êdî li pey diman... Lê min deftera biçûk a yadîgara yara Stembolê ko winda 146• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

dixwest bavê xwe bibîne, li kêleka wî rûne, li rîh û rûyê wî binihêre, li

dengê wî yê kûr û gotinên wî yên kîbar guhdarî bike.

Dinya ronî û germ e. Rojê çavên xwe vekirine, ro bi qasî çend bihustan

hilhatiye. Celadet serê xwe hinekî radike û li bajêr dinihêre; xaniyên reþ û

boz li piþta hev siwar bûne, esman bi keskahiyeke vekirî çend ewrên spî

hembêz kirine û bi nazdarî li jêr dinihêre.

– Ewrûpa, bi xatirê te, Celadet dîsan dibêje.

Hevalên rê yên Celadet û Heqî, hema çi bigire, hemû cihû ne. Cihûyên

Rûsyayê ko koç dikin û derin Filistînê.

Em rêwîyên bêwar û welat, ketî û derketiyên cîhanê, kurd û cihû, di

keþtiyekê de gihîþtibûn hev. Ez ji welatê xwe yê xewnan hinekî din bi dûr

diketim, ew ber bi welatê xwe yê xewnan diçûn. Ew ji Rûsyayê dihatin, li

Warþowayê, Yekitiya Derketiyên Cihûyan ew werdigirtin û bi 2.5 lîrayê

îngilizî, bi keþtî, ew diþandin Filistînê. Cihûyan ji ders û tecrubên xwe

derdixistin ko cîhan dîsan li wan teng dibû. Ew li pey stariyekê, warekî bi

huzûr û axake rehmetê bûn.

Heçî ez bûm, mîna pêlên ko keþtiya me li pey xwe danîn pê, ber bi jor û

ber bi jêr bûm. Ji bo roj û dewrên bê, ne fikreke min, ne jî zanîneke min

hebû. Gerçî min plan û projeyên siyasî, çandî û edebî hebûn. Lê kengî, li kû

û çawan?.. Min bi van yekan nizanîbû. Ewrûpa ko ez jê gelek tiþtên nû hîn

bûm, êdî li pey min dima. Ewrûpayê ez fêrî tenêtiyê û birçîbûnê kirim. Ez

ko ji bo her tiþtî, her, hewcedarê kesan û tiþtan bûm, bi xêra Ewrûpayê, fêrî

xweseriyê bûm. Min êdî bi xwe dikarîbû qîma xwe bi xwe bianiya. Ez hew

hewcedarê qerwaþ û berdestan bûm, hew li pey xizmet û xizmetkaran

bûm. Ez fêrî ders û tecrubên germenî, rabûn û rûniþtina wan, edet û ûsilên

wan bûm. Li edet û ûsilên kevn ên kurdî, mîr û mîrîtî, osmanî, bîr û baweriyên

þoreþgerî yên fransizî, Rousseau, Voltaire, Diderot, yên alemanî

zêde bûn.

Lê di wê roja xweþ a gulanê de, bayê felekê ez ber bi deverên din dibirim.

Heqî, biraziyê min ê ko pir li bavê xwe diþibû, bi min re bû. Ew ji bo

xwendinê hatibû Alemanyayê. Lê xwendin êdî ji Alemanyayê bi dûr

ketibû. Safter, roniya çavên min, Pelikan, Monika ko min jê re þiîrên Omer

Xeyam û çîrokên Þehrezada Hezar û Þevekê bi fransizî dixwendin, oda

min a biçûk a tarî û bêhawa, kartolên min ên çelmisî, þûþeyên vala yên

bîrayên Bayernê, qelûn û xwelîdanka min, derpiyên min ên pînekirî, êdî li

pey diman... Lê min deftera biçûk a yadîgara yara Stembolê ko winda

146• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!