Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
na ecêb jar û fikra ecêb xurt, mîna gelek kesên din, pir tesîr li min jî kir. Her

gotinekî wî mîna lehiyekî gur, her dengê wî yê ko ji nav rûpelan bilind

dibû, mîna newaleke kûr, her fikreke wî mîna çiyayên Alpê bilind bû.

Nietzsche, qedera wî ya keserkûr, tenêtiya wî ya bêpayan, derketî û

ketîbûna wî ya bêtaswîr, armanc û hedefên wî yên bilind, pir bilind, li min

û qedera min dihat. Mîna gelek kesên din, min jî digot; Nietzsche ji bo min,

qedera min, welat û gelê min nivisiye. Wî »Ecce homo«, » Also sprach

Zarathustra« û eserên xwe yên din ji bo min, bi tenê ji bo min nivîsîbûn.

Ma gotina Nietzsche ya fransizî ko wî her digot, décadent, ketî, ne gotina

umrê min û qedera miletê min bû? Ma rûpelên »Also sprach Zarathustra«

ez nedigîhandim reh û rêçên min ên windabûyî? Ma gotinên wî huwiyeta

min a piralî, ruhê min ê peregende nedidan ber zompan?

Nietzsche ez bûm, ez Nietzsche bûm... çaxa rûpelên wî, tevî musîka

Mahler, ez dibirim serê çiyayên cîhana wî ya taybetî, rengîn û dîn, ez weha

difikirîm.

Mahler, musîka Mahler, pêwendiya dengê musîkê û dengê ruh û dil jî

dîsan, bi xêra Nietzsche, bûn pardarên jîna min. Mahler, heval û hostayê

Nietzsche, dijmin û vajiyê wî, ruhê min ê pêldar, bi saya Nietzsche, hînî

aramî û ahengê kir. Her çawan tiliyên min ên qelaw û bipirç piþta nerm a

mîna masiyan difirkand, musîka Mahler jî ruhê min difirkand.

Ez, neviyê Mîr Bedirxan, þagirtê Ovidius, xwendevanê edebiyat û

medeniyeta fransizî, hîn dibûm, min dîsan dest bi þagirtiyê kiribû; ez hînî

ketî û kotîbûnê, neçarî û xizaniyê, ruhê daketî û þikestî yê alemanî, bedena

nerm a genimî û daristanên wê yên þil û zer, felsefe û edebiyata comerd a

germenî dibûm. Ne bi tenê Nietzsche, tevî wî, min Goethe û Bîsmark jî

dixwendin. Nietzsche, Goethe û Bîsmark di wan rojan de, ji her tiþtî bêtir, ji

her kesî zêdetir, dibûn alîgirê min, dibûn dermanê ruhê min ê birîndar.

Gotinên Nietzsche mîna þûrê ji kalanan kiþiyayî, bi hêz, bi dîsîplin, her bi

xof û hilawestî bû. Gotinên Goethe, yên mîna »uns umspülen hunderttausend

wogen, alles reizt uns, mancherleri gefaellt«, mîna hewreþîma

herî nerm û tenik, bi stranên bedew ên xewnan, dilê min difirkandin. Heçî

gotinên bîranîn û tecrubên Bîsmark bûn, wan ez dibirim nik bapîrê min,

mîrê welatê bav û kalan, mîrê welatê min ê xewnan. Min hersê jî diviyan.

Hersiyan jî ruhê min ê þerpeze dicebirandin.

- Fürst, mein fürst, Monika, bi nalîn, dibêje.

Mûyên simbilê Celadet ên reþ li ser mûyên tenik ên Monika yên zer, gi-

144• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM