Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
dibîne. Kamuran tevî xwendevanan bûye, bi heyecan ji Celadet re, behsa

serhildan û guherînên nû dike. Herdu bira ji xwendegehê derin

Kahnihall-ê, warê þêniyan. Kahnihall jî mîna xwendegehê dikele. Ew li

wir Safter, bi tesadufî, dibînin. Di rojeke weha de wî xwe ranegirtiye û

daketiye bajêr. Hersê bira, bi du bisiklêtan, Celadet û Safter li ser bisiklêta

Safter, Kamuran jî li ya xwe, li bajêr digerin. Tarîx li ber çavên wan tê

nivîsîn, rûpeleke nû ya tarîxî li nik wan dest pê dike. Ew, zarokên serhildanan,

naxwazin rû ji þahîdiya tarîxê badin. Bi qasî çend saetan ew li

bajêr, bi hev re, digerin, paþê tên oda Celadet. Ji gotin û xeberdanê bêtir,

ew rojnaman dixwînin da ko rûdana bûyeran baþ têbigihên. Piþtî

nîvroyê, Kamuran û Safter derin. Celadet jî deftera xwe ya biçûk vedike

û bûyerên danê sibê dinivîse. Lê bûyer neqediyane, ji bervajiyê nû dest pê

dikin. Ew hê bi rêzên pir basîd bûyeran dinivîse, hevalekî wî yê din tê.

Hevalê wî yê aleman bi heyecaneke mezin û kelgirî dibêje;

- »das blut... blut... xwîn diherike, li Odeonplatzê xwîn diherike...«

Celadet ko li ser xwarina xwe ya kartolan e, bi carekê radibe û berê xwe

dide Odeonplatzê. Dor li Odeonplatzê hatiye girtin. Li hin aliyên meydanê

kuþtî li erdê dirêj bûne, li serê her kuçeyê otomobîlên eskerî yên bi

zirx û mîtralyoz li hêzên Hîtler didin. Ordiya ko bi dewlet û hikumeta

Alemanyayê girêdayiye, serhildana tevgera nazîstan diþkîne. Adolf Hîtler

û hevalên wî li ber xwe didin, lê wan þikestên xedar xwarine, ew mîna

pelên payizê ji hev dikevin û hildiweþin. Teqîn e, Odeonplatz bi dengê

çek, mîtralyoz û topan olan dide. Dûman û bîhna barûdê ji meydên

radibe.

Celadet li kêleka koþeyeke kolaneke teng radiweste û li meydên û

xaniyên doralî dinihêre. Tevgereke boþ a mirin û kuþtinê, bi dengên boþ,

dor li meydên girtiye. Bi qasî pêncî mîtro ji Celadet dûr, li ber devê

koþeyekê, eskerekî, bi qîrîn, hildiweþe û dikeve. Esker li erdê xwe dilivîne.

Kes naçe ser wî. Ji xaniyê jor ê li ser kolana Celadet dengê musîkeke

klasîk, pir bilind, tê. Di nav hemû dengan de, Celadet guh dibe ser dengê

musîkê jî.

5Di nav dengên nalîn û þehwetê de, Celadet guh dibe ser dengê

musîka klasîk a Gustave Mahler jî. Dengê musîka Mahler, bedew,

bi dûzan û awazeke xweþ, hêdî hêdî, bilind dibe. Hemû deng,

hemû awaz, hemû aletên musîkê, di nav ahengeke pir xweþ lihevhatî de

142• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM