Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

Ew rojên me yên peþîn ên Munîxê, rojên xwarin û vexwarin, konser û restoranan, bûbûn xewneke mijdar. Wê þeva ko ez heta sibê rûniþtim, min þûþeyeke þarabeke nexweþ a sor peyda kiribû. Heta sibê, min ew hêdî hêdî, dilop bi dilop, vexwar. Lê min tu tiþt ji bîr nekirin, ji bervajiyê, tiþtên nexweþ ko min ji bîr kiribûn, hatin bîra min. Þarabê ez ji derd û keseran rizgar nekiribûm, bîlakîs, ez kiribûm girtî û dîlê wan. Min hal û hewalê xwe yê zîz, roj bi roj, carina bi kitekitan, derbasî wê deftera ko Cananê dabû min, dikir. Ew çend rêzên biçûk ên wê defterê têra salixdana wan rojên dûjehê dikirin. Min debara xwe bi çi dikir? Min hin bendên biçûk dinivîsîn, carina heftê saetek-du saetan dersên zimanê kurdî û tirkî didan, tevî Kamuran, ji Stembolê mehfûr û xalîçe didan anîn û ew difirotin. Ez rojnamevan bûm, dilê min pê re bû û li Alemanyayê tê de, herçî ne zêde bû jî, qezenc hebû. Ji bo kovar û rojnameyên alemanî, min carina li ser çîrokên Mele Nesredîn, tarîxa kurdan, edet û ûsilên wan ên kevn, neçîr û nêçîrvaniya wan, bendin dinîvîsîn. Li vir ez serpêhatiyeke xwe jî bibêjim; di wan rojan de, carekê, ez bûm milyoner jî. Na, ne milyoner, milyarder. Na, ne milyarder jî, bilyoner... Saadet Abla û nasekî min ê din çend dolar ji min re þandibûn û piþtî xebateke dijwar, min ew dolar wergirtibûn û qulipandibûn ser markê. Û ew çend dolarên min bûbûn çend bilyon! Ez bûbûm bilyoner, lê bilyonerekî neçar û xizan! Deriyê oda Celadet, bi hêdîka, du caran, lêdikeve. Kî ye? Di vê destê sibê de, kî tê oda wî? Safter? Kamuran? Monika? Ew derî vedike. Hevalekî wî yê aleman, di destan de rojnameyekê, bi heyecan, li ber derî rawestaye. Hevalê wî dibêje, »gotten morgen«, rojnama destê xwe dide Celadet û derbasî hundir dibe. Celadet li rojnamê dinihêre. Xebereke tarîxî, bi tîpên germenî, nîvê rûpelê dagirtiye; Hîtler hikumeta alemanî hilweþandiye û hikumeteke nû ya neteweyî ava kiriye. Celadet, bi heyecan, xeberê dixwîne. Hitler, demançe di destan de, alîgirên wî li pey, bi darê zorê, meclîs û hikumet têk biriye û desthilatiya xwe îlan kiriye. Alemanya dikele. Celadet û hevalê wî ji odê derdikevin. Di rojeke weha de Celadet ê di oda teng de çi bike? Celadet dere unîwersîtê. Unîwersîte dikele, xwendevan di nav heyecaneke bêpayan de ne. Ders rawestane, mamosta nehatine, yan jî nexuyane. Celadet li wir Kamuran, birayê xwe yê þoreþger, E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 141

dibîne. Kamuran tevî xwendevanan bûye, bi heyecan ji Celadet re, behsa serhildan û guherînên nû dike. Herdu bira ji xwendegehê derin Kahnihall-ê, warê þêniyan. Kahnihall jî mîna xwendegehê dikele. Ew li wir Safter, bi tesadufî, dibînin. Di rojeke weha de wî xwe ranegirtiye û daketiye bajêr. Hersê bira, bi du bisiklêtan, Celadet û Safter li ser bisiklêta Safter, Kamuran jî li ya xwe, li bajêr digerin. Tarîx li ber çavên wan tê nivîsîn, rûpeleke nû ya tarîxî li nik wan dest pê dike. Ew, zarokên serhildanan, naxwazin rû ji þahîdiya tarîxê badin. Bi qasî çend saetan ew li bajêr, bi hev re, digerin, paþê tên oda Celadet. Ji gotin û xeberdanê bêtir, ew rojnaman dixwînin da ko rûdana bûyeran baþ têbigihên. Piþtî nîvroyê, Kamuran û Safter derin. Celadet jî deftera xwe ya biçûk vedike û bûyerên danê sibê dinivîse. Lê bûyer neqediyane, ji bervajiyê nû dest pê dikin. Ew hê bi rêzên pir basîd bûyeran dinivîse, hevalekî wî yê din tê. Hevalê wî yê aleman bi heyecaneke mezin û kelgirî dibêje; - »das blut... blut... xwîn diherike, li Odeonplatzê xwîn diherike...« Celadet ko li ser xwarina xwe ya kartolan e, bi carekê radibe û berê xwe dide Odeonplatzê. Dor li Odeonplatzê hatiye girtin. Li hin aliyên meydanê kuþtî li erdê dirêj bûne, li serê her kuçeyê otomobîlên eskerî yên bi zirx û mîtralyoz li hêzên Hîtler didin. Ordiya ko bi dewlet û hikumeta Alemanyayê girêdayiye, serhildana tevgera nazîstan diþkîne. Adolf Hîtler û hevalên wî li ber xwe didin, lê wan þikestên xedar xwarine, ew mîna pelên payizê ji hev dikevin û hildiweþin. Teqîn e, Odeonplatz bi dengê çek, mîtralyoz û topan olan dide. Dûman û bîhna barûdê ji meydên radibe. Celadet li kêleka koþeyeke kolaneke teng radiweste û li meydên û xaniyên doralî dinihêre. Tevgereke boþ a mirin û kuþtinê, bi dengên boþ, dor li meydên girtiye. Bi qasî pêncî mîtro ji Celadet dûr, li ber devê koþeyekê, eskerekî, bi qîrîn, hildiweþe û dikeve. Esker li erdê xwe dilivîne. Kes naçe ser wî. Ji xaniyê jor ê li ser kolana Celadet dengê musîkeke klasîk, pir bilind, tê. Di nav hemû dengan de, Celadet guh dibe ser dengê musîkê jî. 5Di nav dengên nalîn û þehwetê de, Celadet guh dibe ser dengê musîka klasîk a Gustave Mahler jî. Dengê musîka Mahler, bedew, bi dûzan û awazeke xweþ, hêdî hêdî, bilind dibe. Hemû deng, hemû awaz, hemû aletên musîkê, di nav ahengeke pir xweþ lihevhatî de 142• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Ew rojên me yên peþîn ên Munîxê, rojên xwarin û vexwarin, konser û

restoranan, bûbûn xewneke mijdar. Wê þeva ko ez heta sibê rûniþtim, min

þûþeyeke þarabeke nexweþ a sor peyda kiribû. Heta sibê, min ew hêdî

hêdî, dilop bi dilop, vexwar. Lê min tu tiþt ji bîr nekirin, ji bervajiyê, tiþtên

nexweþ ko min ji bîr kiribûn, hatin bîra min. Þarabê ez ji derd û keseran rizgar

nekiribûm, bîlakîs, ez kiribûm girtî û dîlê wan.

Min hal û hewalê xwe yê zîz, roj bi roj, carina bi kitekitan, derbasî wê

deftera ko Cananê dabû min, dikir. Ew çend rêzên biçûk ên wê defterê

têra salixdana wan rojên dûjehê dikirin.

Min debara xwe bi çi dikir? Min hin bendên biçûk dinivîsîn, carina heftê

saetek-du saetan dersên zimanê kurdî û tirkî didan, tevî Kamuran, ji

Stembolê mehfûr û xalîçe didan anîn û ew difirotin. Ez rojnamevan bûm,

dilê min pê re bû û li Alemanyayê tê de, herçî ne zêde bû jî, qezenc hebû.

Ji bo kovar û rojnameyên alemanî, min carina li ser çîrokên Mele Nesredîn,

tarîxa kurdan, edet û ûsilên wan ên kevn, neçîr û nêçîrvaniya wan, bendin

dinîvîsîn.

Li vir ez serpêhatiyeke xwe jî bibêjim; di wan rojan de, carekê, ez bûm

milyoner jî. Na, ne milyoner, milyarder. Na, ne milyarder jî, bilyoner...

Saadet Abla û nasekî min ê din çend dolar ji min re þandibûn û piþtî xebateke

dijwar, min ew dolar wergirtibûn û qulipandibûn ser markê. Û ew

çend dolarên min bûbûn çend bilyon! Ez bûbûm bilyoner, lê bilyonerekî

neçar û xizan!

Deriyê oda Celadet, bi hêdîka, du caran, lêdikeve. Kî ye? Di vê destê sibê

de, kî tê oda wî? Safter? Kamuran? Monika? Ew derî vedike. Hevalekî wî

yê aleman, di destan de rojnameyekê, bi heyecan, li ber derî rawestaye.

Hevalê wî dibêje, »gotten morgen«, rojnama destê xwe dide Celadet û

derbasî hundir dibe. Celadet li rojnamê dinihêre. Xebereke tarîxî, bi

tîpên germenî, nîvê rûpelê dagirtiye; Hîtler hikumeta alemanî

hilweþandiye û hikumeteke nû ya neteweyî ava kiriye. Celadet, bi heyecan,

xeberê dixwîne. Hitler, demançe di destan de, alîgirên wî li pey, bi

darê zorê, meclîs û hikumet têk biriye û desthilatiya xwe îlan kiriye.

Alemanya dikele.

Celadet û hevalê wî ji odê derdikevin. Di rojeke weha de Celadet ê di

oda teng de çi bike? Celadet dere unîwersîtê. Unîwersîte dikele, xwendevan

di nav heyecaneke bêpayan de ne. Ders rawestane, mamosta nehatine,

yan jî nexuyane. Celadet li wir Kamuran, birayê xwe yê þoreþger,

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 141

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!