Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

wan, li bilêta destê xwe dinihêre û derbasî hundir, ber pencerê dibe. Cîhên wan li ber pencerê ne. Ew walîzên xwe yên biçûk dixin bin kursiyên rûniþtinê, xwe hinekî didin hev û li hember hev, li kêleka pencera fireh, rûdinin. Fransiz jî li ser kursiya kêleka Celadet rûdine. Kompartimana hinekî tarî ji bo þeþ kesan e. – Ez hêvîdar im ko kesê êdî neyê nik me, Celadet dibêje û ji berîka hundir a çakêtê xwe deftereke biçûk û pênûsekê derdixe. Kamuran jî pêþî sê bîrayên Munîxê, Lövvenbräu, ji walîza biçûk derdixe, þûþeyekê dide Celadet, yekê dide fransiz û ya xwe jî datîne ser textê biçûk ko bi pencerê ve ye, paþê jî kovareke bi zimanê alemanî, »Gesellschaft« ji walîzê derdixe û lê dinihêre. Ew, vê êvarê, li ser riya Alemanyayê, Munîxê ne. Ew ê herin nik birayên xwe yên biçûk, Tevfîk û Safter ko li Munîxê dixwînin. Niha, piþtî bîskekê, trên ê, dîsan, di nav êvara tarî û sar de, berê xwe bide welatê Alemanyayê û bi rê keve. Ew, gav bi gav, ji welatê xwe bi dûr dikevin û gav bi gav nêzîkî li îstasyona dawîn a rêwîtiya xwe dikin. Celadet lingên xwe davêje ser hev, deftera biçûk datîne ser çoga xwe, jê rûpeleke nû vedike û bi tirkî, giran giran, weha dinivîse; Pazartesi - 2. Teþrîn-i evvel. 1338 Yanê, duþemî, 2. Çirî. 1922... Duþemiyeke payiza 1922-an, di pêsîra êvareke sar de, ew ji Wiyanayê xatir dixwazin. Me, min û birayê min, yan jî ez weha bibêjim, dostê min ê qedîm Kamuran, bi meya sor a yakûtî, serî û dilê xwe germ kiribû. Meya sor, dosta xewn û xeyalan, barana havînên germ, leylana li pey rastiyên tahl ên jînê, ez xistibûm nav hêlekanekê û di navbera Stembol û Munîxê de dibir û dianî. Heþê min geh li nik diya min a bêdeng û çavbigirî, bavê min ê mîna heykeleke roman stûr û dengberz, Mezo, xweha min a deng ji þalûr û bilbilan çêtir, mam û metên min ên bêhejmar, Þehrîbana delal, Saadet Ablaya mîna teyreke mader dilgerm û zarþêrîn, Canana bedenmasî, lêv û zimanxweþ, lê kêmgotin, heval û dostên min ên rojên çê û neçê bû. Geh jî heþê min li pêþ, rojên nediyar ên bê, jîna nezelal a piþtî rêwîtiyê, kar û þixulên pêþerojê, evîn û hezkirinên nû yên xerîb û balkêþ bû. Ez di nav filûqeyeke biçûk de, li ser pêlên xurt ên hîsên têvel, ber bi vî alî û ber bi wî alî diçûm û dihatim. Ez bîhnteng, zîz û melûl bûm. Min ew însan, ew dever, ew mekan, ew dewr, ew dewran, ew tiþt û ew kes û pêwendiyên ko ez kiribûm »ez« , li pey xwe hîþtibûn. Ew germahiya zanîn û nasînê li pey E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 123

mabûn. Min û Kamuran, cêwiyê siûda min, nezanîn û nenasînê dabû ber xwe, di payizek ji payizên bêhejmar ên umrê me de, em ji dinyayeke germ ber bi dinyayeke sar û sermayê hildikiþiyan. Gav bi gav, tiþtên nas kêmtir, yên nenas zêdetir dibûn. Dinya û heyama nenas hembêza xwe vekiribû û bangî me dikir. Hema çi bigire meha me ya dawîn a Stembolê, bi hevûdudîtin, xatirxwestin û haziriyê derbas bû. Mamên min Evdirehman, Mihemed Elî, Xelîl, Murat û kurmamên me yên bêhejmar ko niha êdî ne hewce ye, ez navê wan, yek bi yek, li vir bibêjim, her, bi me re bûn. Met û dotmamên me hertim dihatin malê. Li aliyên Caðaloðlu û Perayê, li buroya Serbestî û warên kurdan, heval û dostan em bi tenê nedihîþtin. Hevalên me yên kurdperwer, bi hêviya ko rêwîtiya me dê di doza kurdayetiyê de bi kêr biya, em hembêz dikirin. Sahne-yî weda pir bûn... Em ji Stembolê çûn Burgazê, ji wir jî, dîsan bi eynî keþtî, li ser piþta ava Zerya Reþ, em çûn Warnayê. Ji wir, me terkî avê kir û ber bi Sofyayê, bi trêneke giran, kevn û þerpeze, ketin rê. Ji wir, dîsan bi trênê, lê îcar bi yeka hîn çêtir, di bin baraneke boþ de, em çûn Belgradê. Li Belgradê me bihîst ko kaxiz û pasaportên nû yên hukimeta Osmanî hew bi kar tên. Lê em, bi pasaportên xwe yên nenû, rehet, ji Belgradê çûn Zagrebê, bajarê navdar ê Hirwatistanê. Ji wir jî, em çûn... tu êdî pê dizanî... Yanê dinya û heyama nenas ko hembêza xwe vekiribû, em, gav bi gav, ber bi xwe radikêþand. Gelo ew dinya û heyama nenas periyeke bedew a destanan bû? Yan jî ew keça pîr a þêxê cinan bû? Li milekî jî, em li vê yekê, li pêþeroja xwe ya avis difikirîn. Gava trên bi rê dikeve, deriyê kompartimanê vedibe û keçikeke bejndirêj û porzer dikeve hundir û li jimara kursiyan dinihêre. Di desteke keçikê de bilêta wê, di destê din de jî walîzeke biçûk heye. Celadet û Kamuran, her du bi hev re radibin pê da ko alîkariya wê bikin. Keçik bi ken li wan dinihêre, bi alemanî, dibêje »spas« û tê, walîza destê xwe datîne ser kursiya kêleka Kamuran; cîhê wê ew der e. Celadet û Kamuran li cîhê xwe rûdinin. Piþtî ko keçik cîhê xwe rast dike û walîzê dixe binê kursiyê, ew jî rûdine. Celadet û Kamuran, bi balkêþî, li keçikê dinihêrin. Bîhneke xweþ ji keçikê difûre. Eger meriv bi tenê, bi gotinekê, wê salix bide, ew pir xweþik e. Hem çavên Celadet hem ên Kamuran li ser keçikê radiwestin. Keçik li wan dinihêre, bi þermokî dikene û çavên xwe ji wan direvîne. – Te dixwest ko bila kes neyê nik me. Niha jî hê tu welê difikirî? 124• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

wan, li bilêta destê xwe dinihêre û derbasî hundir, ber pencerê dibe.

Cîhên wan li ber pencerê ne. Ew walîzên xwe yên biçûk dixin bin kursiyên

rûniþtinê, xwe hinekî didin hev û li hember hev, li kêleka pencera

fireh, rûdinin. Fransiz jî li ser kursiya kêleka Celadet rûdine.

Kompartimana hinekî tarî ji bo þeþ kesan e.

– Ez hêvîdar im ko kesê êdî neyê nik me, Celadet dibêje û ji berîka

hundir a çakêtê xwe deftereke biçûk û pênûsekê derdixe.

Kamuran jî pêþî sê bîrayên Munîxê, Lövvenbräu, ji walîza biçûk

derdixe, þûþeyekê dide Celadet, yekê dide fransiz û ya xwe jî datîne ser

textê biçûk ko bi pencerê ve ye, paþê jî kovareke bi zimanê alemanî,

»Gesellschaft« ji walîzê derdixe û lê dinihêre.

Ew, vê êvarê, li ser riya Alemanyayê, Munîxê ne. Ew ê herin nik birayên

xwe yên biçûk, Tevfîk û Safter ko li Munîxê dixwînin. Niha, piþtî

bîskekê, trên ê, dîsan, di nav êvara tarî û sar de, berê xwe bide welatê

Alemanyayê û bi rê keve. Ew, gav bi gav, ji welatê xwe bi dûr dikevin û

gav bi gav nêzîkî li îstasyona dawîn a rêwîtiya xwe dikin.

Celadet lingên xwe davêje ser hev, deftera biçûk datîne ser çoga xwe, jê

rûpeleke nû vedike û bi tirkî, giran giran, weha dinivîse;

Pazartesi - 2. Teþrîn-i evvel. 1338 Yanê, duþemî, 2. Çirî. 1922...

Duþemiyeke payiza 1922-an, di pêsîra êvareke sar de, ew ji Wiyanayê

xatir dixwazin.

Me, min û birayê min, yan jî ez weha bibêjim, dostê min ê qedîm Kamuran,

bi meya sor a yakûtî, serî û dilê xwe germ kiribû. Meya sor, dosta xewn û

xeyalan, barana havînên germ, leylana li pey rastiyên tahl ên jînê, ez

xistibûm nav hêlekanekê û di navbera Stembol û Munîxê de dibir û dianî.

Heþê min geh li nik diya min a bêdeng û çavbigirî, bavê min ê mîna

heykeleke roman stûr û dengberz, Mezo, xweha min a deng ji þalûr û bilbilan

çêtir, mam û metên min ên bêhejmar, Þehrîbana delal, Saadet

Ablaya mîna teyreke mader dilgerm û zarþêrîn, Canana bedenmasî, lêv û

zimanxweþ, lê kêmgotin, heval û dostên min ên rojên çê û neçê bû. Geh jî

heþê min li pêþ, rojên nediyar ên bê, jîna nezelal a piþtî rêwîtiyê, kar û þixulên

pêþerojê, evîn û hezkirinên nû yên xerîb û balkêþ bû. Ez di nav

filûqeyeke biçûk de, li ser pêlên xurt ên hîsên têvel, ber bi vî alî û ber bi wî

alî diçûm û dihatim. Ez bîhnteng, zîz û melûl bûm. Min ew însan, ew dever,

ew mekan, ew dewr, ew dewran, ew tiþt û ew kes û pêwendiyên ko ez

kiribûm »ez« , li pey xwe hîþtibûn. Ew germahiya zanîn û nasînê li pey

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 123

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!