You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
kolan û kuçeyên Wiyanayê geriyane, bajarê nû keþf kirine. Ew di berbanga

sibê de daketine Wiyanayê.

Belê, em li ber destê sibê, saet 7.15, gihîþtin Wiyanayê. Saet 10.30-an

trênek hebû. Lê em bi wê trênê neçûn. Em hatibûn Wiyanayê, bajarê du

hezar salan, bajarê medeniyet û musîkê. Hê di dewr û dewrana Roman de,

gava wan ev bajar ava kiribûn, navê wî lê kiribûn; Cortigiano. Yanê mîsala

zerafet û kîbariyê. Em hatibûn bajarê mîsalên xweþ ko em li pey bûn.

Bêguman e ko me nikaribû vî bajarî, weha, bêyî ko bibînin, terk bikira. Me

biryar da ko em dakevin bajêr û bi trêna êvarê rêwîtiya xwe bidomînin.

Tevî ko bayê þerekî kambax ew hejandibû,Wiyana hê jî ji bedewî û spehîtiya

xwe tu tiþt winda nekiribû. Ew gotinên te yên jor ko te li ser

Wiyanayê gotin, mîna gotinên kitêbokên rêwiyan in ko hingî di gera me

ya bajêr de, di destê me de bûn jî. Her çawan ko gotinên weha nikarin

ruhê bajarekî salix bidin, ew têrî taswîra ruhê bajarê Wiyanayê jî nakin.

Wiyanaya ko me ava wê vexwar û nanê wê xwar, bajarekî yekta ye çandê

bû. Bi qewlê fransizan, ew bajarekî »civile« bû. Mîna Stembolê, ew heta

dev tijî esker, cendirme û zabit nebû. Bîhna musîk, huner, çand û edebiyatê

jê difûriya. Avahiyên bajêr ên kevnare ko digel hezar salên ko bihurîbûn,

hê jî bi asalet bilind dibûn, kelehên qaîm ên huner û musikê bûn.

Musîkjenên mezin Gluck, Haynd, Mozart, Beethowen, Schubert, Brahms û

Strauss ko me dê bi dû re pir lê guhdarî bikirana, ji wî bajarî ronahiya

musîkeke nû bi dinyayê gîhandibûn. Li wî bajarî ruh, hîs, deng û pejnên

çand û miletên cihê, mil bi mil, bi hev re, piyase dikirin. Di wî bajarî de zêde

rê nîn bûn ko meriv bikaribiya ji bo jîna xwe, þixul û meslekê hilbijarta.

Meriv li wir, bêgav, mecbûr bû bibe musîkjen û musîkþînas, nivîskar û nivîsevan,

evîndar û evînhez...

Em, ez, Kamuran û fransizekî jêhatî yê bajarê Wiyanayê, ko me bi

tesadufî li Wiyanayê nasî, bi hev re, çûn qonaxa Lichnowsky ko Beethoven

tê de eserên xwe yên yekta îcra kiribûn, me Saraya Mezin ko mazûbanî li

Napoleon kiribû, ziyaret kir, me avahiya Esterhaziler ko hê jî jê dengên

musîka Haynd dihat, dît, me tiyatroya Burgê ko hertim tê de klasîkên

medeniyeta roava dilîstin, dît. Em çûn taxên derveyî bajêr ko ordiyên osmaniyan

heta wê derê hatibûn û mecbûrî jê vegeriyabûn. Me donzdeh

saetên jibîrnebûyî, li wî bajarê Ewrûpa Navîn bihurandin. Û gava em bi trêna

êvarê ji bajêr derketin, min ji bo bajêr, bi tirkî, weha nivîsî; Viyana cidden

muazam ve muhteþem bir þehir...

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 121