Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

FOTOGRAF 1: Ceco; zarokê welatê xerîbiyê, neviyê Mîr Bedirxan 1Herwekî ko hatiye gotin, meriv pêþî dibîne û dinihêre, paþê jî dipeyive û dibêje. Romana ko Celadet Begê dixwest binivîse, dikare bi vê wêneyê dest pê bike, ev wêne dikare bibe fotografa yekemîn a romana Bîra Qederê; Salut de Constantinople, Vue de Moda a Cadi-Keuy. Silav ji Constantinoplê, bergehek û dêmenek ji Modayê, li Kadiköyê. Pêþî bergeh û nêrîn, paþê gotin û qise... Sal, 1893 ye. Demsal, bihar, ji mehan Gulan, ji rojan rojeke germ, vekirî û xweþ e. Bihar û gulan hatine; der û ber hêþîn, dinya germ, esman gewher e. Stembol û Kadiköy di nav govenda rengan de ne. Reng bi ser ketine, dinya ji nû ve vedije. Jiyaneke nû dest pê dike. Di bergehê de tiþtê herî ber bi çav, zerya (derya) ye. Zerya di nav rengekî kesk û þîn de hemû wêne rapêçaye. Tonên rengê þîn lê ne. Li aliyê dûr spiyekî qerqaþ desthilat e. Li der û dorên qeraxên zeryayê tarîtiyeke qer li ser avê dixuye. Di navbera herduyan de jî hin celebên din ên rengê þîn hene. Esman çîkvekirî ye. Li cîhê ko zerya û esman bi hev re dibin yek, komên ewran çîlspî ne. Lê li jorê, cîhê ko êdî ewr diqedin, esman bi rengê þîn xemiliye. Rengê spî xwe qulipandiye ser rengê þîn. Ewr di nav hev de ne, lê nerm û sade dixuyin. Ne sawa berf û baranê, ne jî tirsa ba û bahozê lê ne. Ew di nav spehîtiyeke zarîf de ne, mîna ko ew mizgîniya jiyana nû bi dinyayê digihînin. Li dûr, li cîhê ko zerya û esman digihên hev, berpala girekî ko dirêjî avê bûye, xwe bi zeryayê digihîne. Qirax û ax li wir dest pê dike. Gir bilind û asê ye. Ew bi carekê noqî avê bûye, rûyê wî kevir e û mîna piyekî dirêj ê axê dixuye. Li ser gir dar hene. Ji bergehê fahm nabe ka ew çi texlît dar in, lê stûr û dirêj in. Li cîhê ko dar dest pê dikin, rengê kesk zora rengên spî û þîn dibe. Keskahiyeke bedew li rengên wêneyê zêde dibe. Keskahî hemû milê jor ê bergehê dadigire. Daristaneke xweþ û bedew li wir hevaltî li zerya û esmanan dike. Jiyana merivan jî li wir dest pê dike. Ji ber ko li ser gir, di nav daristanê de xanî xuya dikin. Di ser daran re, banên E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 11

qesreke pir mezin dixuyê. Qesr spî ye û welê dixuye ko ew ji çend beþan tê pê. Hema di binî banên xaniyan de pencereyên dirêj û mezin dixuyin. Meriv ji penceran dikare hemû rengên roja xweþ a gulana 1893-an bibîne. Digel ko qesr di wêneyê de jî pir li dûr e, dîsan jî meriv ji avasaziya wê derdixe ko qesr di dema osmaniyan de lêbûye. Mîmariya wê ne ya bîzansan e. Xwediyê qesrê jî binemala osmaniyan, sultan û þahzadeyên wan in. Qesr li ser pozê gir ava bûye û eynî mîna malbata osmaniyan, nêrevanî li erd û esmanan, dewr û dewranan dike. Ji qesrê hinekî dûr, lê li ser eynî rêzê, çar qonax, bi gotina osmaniyan çar koþk hene. Ew bi qasî qesrê baþ naxuyin, bi tenê banên wan û hin aliyên wan dixuyin. Ew ji qesrê pir biçûktir in, lê tevî vê, qonaxên spehî ne. Banên wan sor dike; bi lehîtên sor lêbûne. Qonax li kêleka hev in û di nav daran re meriv dikare pencera yekê ji wan bibîne. Ew qonaxa ko pencera wê dixuye, li kêlekê ye, ji qesrê dûr e. Ew ji qonaxên din jî hinekî dûr e... Ew qonax, hebûna wê, reng û avahiyên wê, ode û meclîsên wê, bîr û bexçê wê, ji bo romana Bîra Qederê pir girîng û pir pêwist e. Ji ber ko tovên romanê li wê qonaxê tên avêtin: Qonax, yek ji malên malbata Mîrê kurd ê Cizîra Botan Bedirxan Beg e. Lawê wî Bedrî, paþa û sereskerê osmaniyan, tevî mala xwe tê de dijî. Li kêleka qonaxa Bedrî Paþayê Bedirxanî, gir bi þikêrekê xelas dibe. Tê re gewriyek derbas dibe û xwe diginîne zeryayê. Piþtî gewriyê jî girekî nû ko hinekî berztir e, dest pê dike. Lê di navbera herdu giran de, li cîhê ko gewrî xwe digihîne zerya, lengergeheke dirêj heye. Welê dixuye ko lengergeh bi qasî 100 – 120 mîtroyî dirêj e. Li herdu aliyên lengergehê çend kelek, qayik, kod û keþtiyên biçûk ên bayê hene. Ji wan hinekî dûr jî keþtiyeke mezintir lenger avêtiye û rawestaye. Û hema li qiraxê lengergehê, du qonaxên biçûk ên bansor ko pir bi qonaxên din diþibin, dixuyin. Wan berê xwe dane zerya û piþta xwe dane gir. Girê nû û berztir jî bi daran tijî ye û li cîhê ko wêne xelas dibe, nîvê qesreke mezin xuyaye. Avasaziya vê qesrê jî mîna ya din e. Li ser vê wêneyê tiþtê herî balkêþ, hebûna merivekî ye. Di wênê de, li aliyê pêþ, giraveke pir biçûk heye. Girav hema bi qasî bihustekê ji qirax û gir veqetiyaye. Lê meriv dikare bi hêsanî xwe bigihîne giravê. Û hemû girav ji çend lat û kevirên mezin û bilind hatiye pê. Ew ne cîhê jiyîn û rûniþtinê ye. Lê ji wir mîna teyrê baz, meriv dikare hemû alî bibîne. Di wênê de, merivekî li ser kevirê herî bilind ê giravê rûniþtiye û li kamerayê dinihêre. Ew kî ye, çi kes e, çi dike? Meriv vê yekê ji resim nikare derxe. 12• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

FOTOGRAF 1: Ceco; zarokê welatê xerîbiyê,

neviyê Mîr Bedirxan

1Herwekî ko hatiye gotin, meriv pêþî dibîne û dinihêre, paþê jî

dipeyive û dibêje. Romana ko Celadet Begê dixwest binivîse,

dikare bi vê wêneyê dest pê bike, ev wêne dikare bibe fotografa

yekemîn a romana Bîra Qederê; Salut de Constantinople, Vue de Moda

a Cadi-Keuy. Silav ji Constantinoplê, bergehek û dêmenek ji Modayê, li

Kadiköyê. Pêþî bergeh û nêrîn, paþê gotin û qise... Sal, 1893 ye. Demsal,

bihar, ji mehan Gulan, ji rojan rojeke germ, vekirî û xweþ e. Bihar û gulan

hatine; der û ber hêþîn, dinya germ, esman gewher e. Stembol û

Kadiköy di nav govenda rengan de ne. Reng bi ser ketine, dinya ji nû ve

vedije. Jiyaneke nû dest pê dike.

Di bergehê de tiþtê herî ber bi çav, zerya (derya) ye. Zerya di nav rengekî

kesk û þîn de hemû wêne rapêçaye. Tonên rengê þîn lê ne. Li aliyê dûr

spiyekî qerqaþ desthilat e. Li der û dorên qeraxên zeryayê tarîtiyeke qer li

ser avê dixuye. Di navbera herduyan de jî hin celebên din ên rengê þîn

hene. Esman çîkvekirî ye. Li cîhê ko zerya û esman bi hev re dibin yek,

komên ewran çîlspî ne. Lê li jorê, cîhê ko êdî ewr diqedin, esman bi rengê

þîn xemiliye. Rengê spî xwe qulipandiye ser rengê þîn. Ewr di nav hev de

ne, lê nerm û sade dixuyin. Ne sawa berf û baranê, ne jî tirsa ba û bahozê

lê ne. Ew di nav spehîtiyeke zarîf de ne, mîna ko ew mizgîniya jiyana nû

bi dinyayê digihînin.

Li dûr, li cîhê ko zerya û esman digihên hev, berpala girekî ko dirêjî avê

bûye, xwe bi zeryayê digihîne. Qirax û ax li wir dest pê dike. Gir bilind û

asê ye. Ew bi carekê noqî avê bûye, rûyê wî kevir e û mîna piyekî dirêj ê

axê dixuye. Li ser gir dar hene. Ji bergehê fahm nabe ka ew çi texlît dar in,

lê stûr û dirêj in. Li cîhê ko dar dest pê dikin, rengê kesk zora rengên spî

û þîn dibe. Keskahiyeke bedew li rengên wêneyê zêde dibe. Keskahî

hemû milê jor ê bergehê dadigire. Daristaneke xweþ û bedew li wir

hevaltî li zerya û esmanan dike. Jiyana merivan jî li wir dest pê dike. Ji ber

ko li ser gir, di nav daristanê de xanî xuya dikin. Di ser daran re, banên

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 11

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!