You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Kamuran û Ekrem Beg tu þop li pey neman, ew li derin, mîna gelek tiþtên

me yên din, winda bûn û çûn. (Bi tenê min, di salên 30-an de, li derekê, bi

hênceta tiþtekî din, bi çend rêzan, di ser re, behsa wê gerê kir...) Lê Major

Noel, dostê me, notên xwe yên gerê, bi dû re, sala 1922-an, li Basrayê, mîna

kitab, bi ingilîzî, weþand. Wî di kitaba xwe de behsa malbata me, bavê

min, mamên min, min û Kamuran jî dikir. Li ser min, wî weha dinivisî; »assistant

editor of newspaper Serbestî at Constantinople...« û weha, li gora

bîr û reya xwe, didomand; »He suffers from the inevitable effects of long

residence and training in Constantinople, but he has the making of a

good man.« Wî gunehê xwe bi min dianî, lê bawer bû ko ez li ser riyeke rast

û baþ bûm. Ez ê bibûma mirovekî rind û baþ. Hîsên min, pêwendiyên min

ên piralî û rengîn, welatê min ê xewn û xeyalî, bajarê min ê ko ez tê de dijiyam...

van bala wî nedikiþandin. Wî li ser Kamuran jî weha digot;

»Barrister at Constantinople. Knows no Kurmanji. Sensible quiet individual

- has not so far come to the fore...« Ew bi Kamuran gelekî bawer bû, lê

gava wî digot ko Kamuran bi kurdî nizane, ew ne rast bû. Kamuran bi kurdî

dizanîbû, lê ne ewçend baþ û xweþ. Loma jî Kamuran, ji bo axaftinê, tirkî

tercîh dikir. Lê paþê, Kamuran bû yek ji pisporên herî mezin ên kurdî û þiîr,

bend, nivîsar û kitabên hêja û nemir bi kurdî nivisîn.

Rêwîtiya me, gereke geþ û balkêþ ji xewn û xeyalan bû...

Piþtî xwarinê, sifre bi lez ji erdê radibe, doþek û bahlîfên nû, dîsan li ber

kon, tên raxistin û pêþiya kon ko mîna meydaneke biçûk e, vedibe. Niha

wexta dîlan û govendê ye, dîlana êvarên ronî û govenda kurdî. Major

Noel û Kamuran li milekî, Celadet, Ekrem Begê Cemîlpaþa û Evdirehîm

Efendî li milekî Yakup Paþa rûniþtine. Yakup Paþa, simbêlbadayî, rûgeþ,

ji rewþê razî, milekî wî li ser bahlîfan, dest dike da ko govend bê gerandin.

Pêþî def û zirne tê. Bi qasî bîskekê, def û zirne lêdikevin, bi dû re

komeke govendkêþan, jin û mêr, di milên hev de, bi dîlan û stran, ji pey

agirê gur, hêdî hêdî, tên ber kon, kêleka bîrê û bi aheng xwe dilivînin û

dilîzin. Govend û stran pêþî nerm û giran in, lê pey di pey, ew geþtir û pihêttir

dibin. Mêr û jin ên govendkêþ ko hemû jî xort û ciwan in, di nav

cil û bergên xwe yên taybetî yên koçeran de, mîna ko bi firê ketibin, mil

bi mil, li dora bîrê govendeke nedîtî û bêpayan digerînin. Bîr dibe

navend, ro û govenkêþ dibin stêrk, heyv û li dora wê çerx dibin, her çerx

dibin.

– My God, my God, Major Noel dibêje, ez divê resmê vê bergeha ecêb

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BÎRA QEDERÊ • 113