Bîra qederê - Nefel

Bîra qederê - Nefel Bîra qederê - Nefel

05.05.2015 Views

ne. Di geremola piþtî þer de, di keft û lefta avakirina dûzana nû ya cîhanê de, ew jî li ser hin riyan in, li pey hin doz û dawan in. Fotografa þeþemîn a romana Bîra Qederê, bi qasî mistekê be jî, rewþ, alozî, dawe û dozên piþtî þerê cîhanê nîþan dide. Fotograf, bi bergeha xwe ya xuyayî û bi aliyên xwe yên nexuyayî, hem riyên nû yên li ber Celadet û Kamuran nîþan dide hem jî riyên nû li ber romana Bîra Qederê vedike. Tiþtekî din ê bergehê jî heye ko meriv divê, ji bo temamkirina saloxdanê, behs bike; ji ber û pelên daran xuyaye ko dinya germ e, wext, wexta dar û ber, gul û kulîlkan e. 2Dinya germ e, wext, wexta dar û ber, gul û kulîlkan e. Tîrêjên tava danê êvarê yên Stembolê, ji pencera oda otêlê, bi ûsil, xwe digihînin hundir. Canan, hêdîka, ji ser cîhan radibe û bi gavên nerm ber bi pencerê dere. Celadet, di nav cîhan de dirêjbûyî, lê dinihêre. Rojeke havînê ye. Celadet û Canan li otêla navdar a Stembolê Pera Palasê, di odeyeke fireh de ne. Hema çi bigire, ew hemû roj li odê, di nav cîhan de mane. Bi tenê, destê sibê, ew derketine û li kolanên teng ên Pera û li ser Rue du Pera ya fireh geriyane. Bi tenê, bêdeng û bêyî qîreqîra þêniyan. Bi rêberî û hevaltiya seg û pisîgên kolanan. Ji vê gera sibê pê ve, ew her li odê mane. Di nav cîhan de, tazî, peregende, bi kel û coþ. Bêyî gotinên zêde. Celadet, kêlîkekê, li Cananê dinihêre. Paþê ew xwe dirêjî ser masa biçûk a kêleka textê razanê dike, þûþa þaraba spî ya taybetî ya Pera Palasê werdigire û jê çend dilopan bera piyana xwe dide û wê vedixwe. Tahmeke tirþokî a xweþ û hênik devê wî tijî dike. Tahm di dev de, ew serê xwe datîne ser bahlîfê û bîskekê çavgirtî dimîne. Dinya niha çiqas sakîn û aram e! Ew çiqas xweþ e! Mîna ko ew rojên þer berî niha bi sedan sal bûn. Ew niha ewçend dûr, ewçend li pey mij û dûmanê, li pey perda xewn û xeyalan mane... Dinya çi ecêb e! Tahma tirþokî ya vê þarabê û ya xwînê çiqas ji hev cihê ne. Bîhna xwîdana vê odê û ya kozikên þer çiqas ji hev dûr in! Lê meriv van hemû tiþtên ji hev pir cihê, li gora þert û mercan, qebûl dike û dijî. Bi qasî dinê, însan jî ecêb e. Celadet dîsan xwe dirêjî masê dike û îcar ji serê cixareyekê ko bi pelekî taybetî ya fransizî »la paix« pêçayî ye, digire û wê bi heste vêdixe. Celadet bi destê xwe yê çepê bahlîfa xwe dikiþîne ber dîwêr, piþta xwe didiyê û hem cixara xwe dikiþîne hem jî li Cananê û tîrêjên rengdayî yên li pey pencerê dinihêre. Pelên cixarê yên la paix, yanê yên aþtiyê li van rojên E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BÎRA QEDERÊ • 99

piþtî þer û qiyametê tên. Digel ko hêlekana nediyariyê hê jî dere û tê, dinya westiyayî îro aþ bûye. Dengê top û tifingan hatiye birîn, ordî vekiþiyane kozikên xwe, dûmana barûdê bi esmanan nakeve, xwîn mîna lehiyê naherike, îro ji þînên ko hê jî dewam dikin pê ve, dengê nalîn û qîrînan hatiye birîn, ruhistîn ketiye xeweke sivik. Herkes sakîn, birîndar, westiyayî û aram, li xwe vegeriyaye û birînên dil, beden û ruhê xwe dicebirîne. Celadetê ko bi pelê cixarê yê la paix cixara pêçayî dikiþîne, li Stembolê, mal û malbata xwe, yar û dostên xwe, li evîn û evîndarên xwe vegeriyaye. Gava ew hê di nav seqem û berfên sar û refên germ ên þer de bû, hê hingê, wî xeyala Stembol, Pera Palasa navdar, roj û þevên germ û nerm ên Pera Palasê kiribûn. Hê hingê wî soz dabû xwe, eger ew sax û silamet ji þer, sar, serma û pûka Qafqasê xelas bûya, wî dê, çend roj li ser hev, bêyî ko derkeve, tevî evîndara xwe, li Pera Palasê derbas bikira. Mirinê, þert û mercên kambax ên þer soz û qewlên weha xweþ pê dabûn dayin. Wî niha, bi coþ û daxwaz, qewlê xwe bi cîh danî. Digel ko Pera Palas niha hertim tijî bû û bi taybetî serokên hêzên dagîrker ên Stembolê li wir bi cîh bûbûn, wî odeyeke xweþik ko ber bi aliyê zeryayê bû, ji bo sê roj û þevan, veqetandibû, Canan jî wergirtibû û hatibû. Herê, Pera Palas... ev avahiya spehî ko berî min bi salekê hatibû dinê û ji bo rêwiyên ewrûpayî ko bi Orient-Expresê dihatin Stembolê amade bûbû, navenda Rojava û Rojhelatê bû. Hemû »kor-diplomatique« welatên Ewrûpayê li wir bûn. Paþa, kumandar, wezîr û sadrazamên welatê Osmanî li wir bûn. Karên dewletan û çerxa felekê li wir digeriya. Qedera gel û miletan li wir dihate pê. Xwarin û vexwarinên herî xweþ li wir bûn. Meyên »Medoc Superior, Hochheimer, Chianti« û þampanyayên »Cordon Vert, Veuve Clicquot« li wir bûn. Musîka Osmanî ya yekta û balo, dans û valsên bêhempa yên ewrûpî li wir bûn. Asansora yekemîn a bi elektrîk li wir bû. Bergeha xweþtirîn a Boðazîçiyê, bi gotina ewrûpayiyan Bosporê, li wir bû... Hevrê û rêberê min ê evîn û evîndariyê Ovidius li derekî jî weha gotibû; »Meriv gurên hev in...« Di wan rojên tarî yên nêçîra Ruhistîn de, ez gelek caran li vê gotinê fikirîm. Meriv, bi rastî, gurên hev bûn, mîna guran diketin gewriya hev û cîh li hev dikirin gola xwînê. Hê hingî, ez li Pera´yê, cîhê gurên mezin difikirîm. Hem ji bo qesta felekê hem ji bo fahmkirina çerxa dinê û þerê guran. 100• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

piþtî þer û qiyametê tên. Digel ko hêlekana nediyariyê hê jî dere û tê,

dinya westiyayî îro aþ bûye. Dengê top û tifingan hatiye birîn, ordî vekiþiyane

kozikên xwe, dûmana barûdê bi esmanan nakeve, xwîn mîna

lehiyê naherike, îro ji þînên ko hê jî dewam dikin pê ve, dengê nalîn û

qîrînan hatiye birîn, ruhistîn ketiye xeweke sivik. Herkes sakîn, birîndar,

westiyayî û aram, li xwe vegeriyaye û birînên dil, beden û ruhê xwe dicebirîne.

Celadetê ko bi pelê cixarê yê la paix cixara pêçayî dikiþîne, li

Stembolê, mal û malbata xwe, yar û dostên xwe, li evîn û evîndarên xwe

vegeriyaye.

Gava ew hê di nav seqem û berfên sar û refên germ ên þer de bû, hê

hingê, wî xeyala Stembol, Pera Palasa navdar, roj û þevên germ û nerm ên

Pera Palasê kiribûn. Hê hingê wî soz dabû xwe, eger ew sax û silamet ji

þer, sar, serma û pûka Qafqasê xelas bûya, wî dê, çend roj li ser hev, bêyî

ko derkeve, tevî evîndara xwe, li Pera Palasê derbas bikira. Mirinê, þert û

mercên kambax ên þer soz û qewlên weha xweþ pê dabûn dayin. Wî niha,

bi coþ û daxwaz, qewlê xwe bi cîh danî.

Digel ko Pera Palas niha hertim tijî bû û bi taybetî serokên hêzên

dagîrker ên Stembolê li wir bi cîh bûbûn, wî odeyeke xweþik ko ber bi

aliyê zeryayê bû, ji bo sê roj û þevan, veqetandibû, Canan jî wergirtibû û

hatibû.

Herê, Pera Palas... ev avahiya spehî ko berî min bi salekê hatibû dinê û ji bo

rêwiyên ewrûpayî ko bi Orient-Expresê dihatin Stembolê amade bûbû,

navenda Rojava û Rojhelatê bû. Hemû »kor-diplomatique« welatên

Ewrûpayê li wir bûn. Paþa, kumandar, wezîr û sadrazamên welatê Osmanî

li wir bûn. Karên dewletan û çerxa felekê li wir digeriya. Qedera gel û miletan

li wir dihate pê. Xwarin û vexwarinên herî xweþ li wir bûn. Meyên

»Medoc Superior, Hochheimer, Chianti« û þampanyayên »Cordon Vert,

Veuve Clicquot« li wir bûn. Musîka Osmanî ya yekta û balo, dans û valsên

bêhempa yên ewrûpî li wir bûn. Asansora yekemîn a bi elektrîk li wir bû.

Bergeha xweþtirîn a Boðazîçiyê, bi gotina ewrûpayiyan Bosporê, li wir bû...

Hevrê û rêberê min ê evîn û evîndariyê Ovidius li derekî jî weha gotibû;

»Meriv gurên hev in...« Di wan rojên tarî yên nêçîra Ruhistîn de, ez gelek

caran li vê gotinê fikirîm. Meriv, bi rastî, gurên hev bûn, mîna guran diketin

gewriya hev û cîh li hev dikirin gola xwînê. Hê hingî, ez li Pera´yê, cîhê

gurên mezin difikirîm. Hem ji bo qesta felekê hem ji bo fahmkirina çerxa

dinê û þerê guran.

100• BÎRA QEDERÊ E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!