31.03.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

WERGIRÊ P'OSTÊ PÎLING

201. Me nişkêva e'gîtek dî, dilkovanî dêmî bi saw,

Li hespekî qemer syar bû, mîna nûra r'oê bû k'aw,

Libasê wî bûn p'ostê piling, k'umê sêrîjî wî p'ostî.

Keskî nediye li r'û dinê bedew mîna wî e'gîtî.

202. Me lê nihêr'î, şemala wî ç'e'vê me lê hilnedihat,

Me go: Eve nûra r'oê", û ew nava li wî dihat,

Em çûn nêzîk, me xwe bîr kir, em r'ahîştnê, ku bigirin,

Ayî bona çi wa dilşewat em digir'în, şînê dikin. . .

203. Minji bira t'eweqe kir ku degmîşî wiyanebin,

Birê minî ort'ê wa go: Hespa qemer ew bona min",

Birê biç'ûk wir qure bû, h'icûm kir ser, derbê lêxe,

Em nêzîk bûn, cî ne leqiya, me go: Wê birê bip'elêxe"

204. Qeyî te digo, gula nazikbi lal û dur' hev hûnaye,

Nişkêva li ser dêmê wî nûra şemal birq vedaye,

Qedir negirt, ne go, r'ûnên, strûyê kelem berbi me kir,

Qamçiyê qalinji cî hilda, îdî qamçî bilind nekir.

205. Birê biç'ûkji cî p'ekiya, em herd bira cî ne h'ejyan,

Bisekine!", lê kir gazî û dest avît şêrê e'yan,

Şûr ne k'işand wî e'gîtî, em hinekî baristan bûn,

Wî qamçîk da serê birê ûji sêrî k'işiya xûn.

206. Derbek lêda, derb usa bû - serê birê wê h'incir'î,

Mînap'elê xweliyê serî hev berdaû wir p'işirî,

Yê dijminayî dest avîtê, wî saxe - sax kire gor'ê,

K'ubar, bê xofhespê syar bû, milmilî û da ser r'ê.

207. Veneger'iya, nenihêr'î, hespê qemer ajot û çû,

Wabinhêr'e awa diçe, hîv bû yan r'o, ew e'cêb bû".

EwnîşanîAvt'anöSldandûrvamînaç'irakêbû,

Qeret'ûyê wî û hespê melemê da mina dibû.

55

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!