31.03.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

WERGIRE P'OSTE PÎLING

37. Wezîra got: Xaş bî p' adşa, ji extiyariyê xeber nede,

Em siyaneta gulê zanin, geş be yanê ç'ilmisî be,

Gul çiqasjî ç'ilmisî be, çêtire h'ezar kulilkê bîn,

Siteyîr çiqa geş û nûr be, nade şewqa hîva bê tin.

38. Usa nebê p'adşaê me, tu hê gulî, naç'ilmisî,

Şîreta te lape xirav, çêtire qenciya h'emû kesî,

Hilbet gere usa bikin, çawa dilê te vir dibê,

T'ext, t'acê xwe tu bide wê, şemçiryaxa t'aê r'oê.

39. K'ulfete ew,ji Xudê dap'adşatiyejê r'ak'erem,

P'adşatiyê ew dikare, me gotiye ew yek herdem,

Bi şuxulê kêr û dilê r'e'm wê bive nûra demê,

Ç'êja şêra ewjî şêre, bê şubeye, nêr be, yan mê".

40. Kur'êAmîrspasalar bûAvt'andîlê serek esker,

Bejinataylan darç'irabû, dêmwek r'oê û hîvazer,

T'ûre bû bê ber û simêl, bedew rnîna şûşa bîlar,

Ç'e'v û buriyê T'înat'înê dil hêngavtibû zerga xedar.

41. Evîntiya xwe k'ûr veşartibû li k'ûraya dilê xwe da,

Ji yarê dûr diç'iimisî mîna gulanav k'ûrê da,

Wexta didît, hê gur' dibû k'ûra dilê wî bi alav,

H'ub meriya sêfîl dike, azare h'ub, azar bi nav.

42. Wextabavê wê h'uk'um kir, t'ext û t'acê xwe da qîzê,

DilAvt'andîl baristan bû, hinkî vemrî k'ûra cezê,

Wa fikirî: Niha, carna dêmê bîlar t'êr bibînim,

Birîna dilê xweye xedar dibe hinkî bik'ewînim".

43. P'adşê e'reb, xayî h'uk'mê zor, fermaneke habela kir:

Min qîza xwe- T'înat'îna bi t' extê xwe ew r'ewa kir,

Mîna r'oja nûr û şemal şewqê bide ser her kesî,

Herkes wê r'apesindar be, siyaneta wê nizan be sî".

29

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!