31.03.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

SOT'A R'ÛST'AVÊLÎ

SERHATIYA

R'OSTEVANE

> P'ADŞÊ E'REBA

32. R'ostêvan bûp'adşê e'reb bi xastinayekêjorîn,

Xayê e'slê giran û merd, xayî p'ir ' esker, xiznê zemîn,

Serwêrekî ze'fi aqil, alîk'arê şuxulê r 'aslî,

Bêxof, qursax bû şer'a da, zarşîrin bû bi serbesö.

33. Bêyî ewledênêrîn bû ew, hebû qîzke wîye t'enê,

Mîna r'oja nûr û neder şemal, geş bû li r'û dinê,

K'ê ku didît unda dikir xew, hêsabûn, h'iş û sewda,

Zane gere p'ir ' şuret biya yê ku met'h'ê wêya bida.

34. Biraherkes wê bizan be, navê wêyaT'înat'în bû,

Ku mezinbû, bi bedewiyê bengzemîşî r'oê dibû,

P'adşê gazî wezîra kir, hêsa r'ûnişt ser t'extê xwe,

Dîwanê da danr'ûniştin, wa destpê kir giliyê xwe.

35 . Pirske min heye, - wî got, - dixazimku we bibihêm,

Wexta gulek diç'ilmise, dewsê digre gulke ne kêm,

Gulek diçe û dewsê guleke din bişkok dide,

R'ojame çû, şeva me r'a şewqahîvê k'arê nade.

28

36. Delîletê extiyariyê rnin r'a bûye derdê lap zor,

îro, sibê ezê biiiirim, e'mir û mirin dinêne dor,

Çi lazime ew r'onayî, serbe h'ukmê şeva tarî,

T'acê bidine serê qîzê - wê şemala geşe nûrî!"

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!