31.03.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

WERGIRE P'OSTE PILING

910. Diç'ilmise gul bêyî r'oê, bêje bibhêm, gul wê zane,

Lê h'alê me wê çawa be, me dûr k'eve r'qja tîne,

Dilo başe tu qewîn bî, mîna zinarberk' û meh'k'em,

Dibe bigîjî me r'okê, ku rnirazê xwe şabin em".

911. Hêsabûn ew, hinkî ker' bûn, vênesiya agirê dilê wan,

Asmat' t'evî wan çû şikevtê, dişewitî bi derdê wan,

P'ostê piling e'rdê r'axist û r'ûniştin nêzîkî hev,

Pêşberî hev r'ûniştin, hev r'a vekirin dilê wek şev.

912. K'ibab çê kirji nêç'îrê, vekir sivre hêjaye wan,

Nanxarina bê nan bû wê, nejî feraq hebûberwan,

Gotne Tarîyêl bi t'eweqe: Buxwe, îlac ser te t'une!"

Xarina Tarîyêl wê haqa bû, wek ç'ivîka ne êgine.

913 . Çiqa başe wexta dibêjî tu meriya r'a gilîkî xaş,

Wexta merî wê dibihê, badîhewa nabe ew şaş,

Vedpesire agirê dila, çiqajî gur' be û t'êj,

Meriv wextadilûbîne, hêsa dibeji derdê xêj.

914. Wê şevê ew cîkî bûn, e'gîtê me şêrê Xudê,

Dilê xwe ber hev vekMn, derdê xwe bi sond û adê,

Sibe r'on bû, t'eze kirin xeberdana xwe hêvişandî,

Dîsa bihîstin ad û qirar, pirsêd şhîn wek'ilandî.

915 . Tarîyêl wa go : Çi lazime xeberdanê merî dirêj ke,

Çi bona min te kMye, Xudê deyînê minê wê e'fu ke,

Ev ne sonda vexariyane, ev bû ada zdyaretî,

Gere t'imê em bîr bînin, pizmamê xwe yê dûr k'etî.

916. Were xwe navê aghê min, agirê mi da tu neşewite,

Ne agirê çeqmeqane, agirê dojê ew bê semte,

Vênasînî, tuyê bişewitî, usane qirar vê dinê,

Bizivir', here dîsa li wir, hîviyateye Şexsat'enê.

181

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!