You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
kızılbaş - sayfa 43 - sayı 38 - mayıs 2014 - http://www.kizilbas.biz - tel: 00 49 (0) 177 502 88 53

BÊ PERWERDEHA NASNAME YA KURDÎ, HÎMÊN

ÊZDÎTİYÊ QET NAYÊNE PÊŞXİSTİN Û PARASTİN!

Hêjayan,

ez dixwazim her kes bizanibe ku, ez

ne „akademîkkar“, siyasetmendar,

birêvebirê tu rêxistin, saziyên ol, mal,

komel û medyayeke civaka Êzdî me.

Karê min, eva serê 39 salan berhevkirina

zargotin (dîrok û kevneşopiyên

ku di hiş û mejuyên endamên civaka

Êzdî de mane), lêkolînkirin û nasandina

ola Êzdîtiyê ye. Ji roja ku min

dest bi vî karî kiriye, ez nerînên xwe,

ji xeynî bizimanê Kurdî pê ve, wekî

dinê bi tu zimanekî xerîb pêşkêşî

raya giştî nakim û ez hêjî xwe weke

nivîskarekî Kurd na hesibînim.

Ez hercar li goriya tecrûbe, hişmendî,

derfet û Êzdînasîna xwe dêjim, gava

ku meriv li herikandina mîtolgî,

dîrok û zargotina me „Kurdên resen“

binêren, merivê hingê bivînen ku,

zimanê Kurdî yê zikmakî û tîpên

elfaba Kurdî ji ber dengê lorîk,

stran, kilam, çîrok, destan û zargotina

ilm(beyt, cîvanok, duha,

lawij û qewlên) Êzdiyatiyê hatine

afirandin. Lê mixabin, “zanîn û

agahyên gelek rewşenbîr, nivîskar,

berpirsyarên mal, komel, ol, partî û

rêxistinên Kurdî di der heqê dîroka

olên li Kurdistanê û bi taybetî jî li

ser Êzdiyatiyê û rewşa civakan me

Êzdiyan ya derbas buyî û ya niha jî

pir kêm û lewaz en(*1)”. Lewma ez

timî dêjim, divê em Êzdî ji her kesekî

Kurdistanî bêtir, „bi zimanê Kurdî

binivisînin û bixwînin!(*2)“. Tiştê ku

ji min hatiye, min heta niha ev mafê

bawerî û netewa xwe parastiye, ew bi

dilxweşî di pirtûk û gotarên xwe yên

ku di gelek kovar, malper û rojnamên

Kurdî de hatine weşandin de jî daye

xwanêkirin...

Spas ji Xwedê re û „ez xwe zahf

bextewarim dibînim ku, min karîbû

bi guhirandina demê ra, gelek

veguhastinên paş û pêşxistina çanda

Kurdî li Ewrûpa yê bivînim..(*3)“ Lê

ji aliyekî ve jî, ez gelekî xemgînim

ku, îro „akademîkkar“, birêvebirên

ol, mal, komel û medyayên me hêjî

nebûne hêzeke civakî û netewî. Piraniya

wan hêjî nizanin ku; ”EZDA

navekî Xwedê ye û EZDAHÎTÎ jî

Kemal Tolan

maka hemû mîtologiyên xwezayî

û pirtûkên pîroz e!, ew jî navê

Xwedênasîn(Ezdahîtî)a me li goriya

zanîn û zimanên xerîban şaş

didine xwanêkirin..(*4)”, nikarin

di pêwendî, çapemenî û medyayên

ragehandinên xwe de, bi elfabeya

Kurdî ya bi tîpên latînî bi nivisînin

û bidine xwandin. Belê hima wisa,

ez gelekî pê diêşim ku, zahfê me

hêjî mîtolgî, dîrok û zargotina xwe

baş nasnakin û fêhmnakin ku hîmên

Êzdîtiyê, tenê bi perwerdeha nasname

ya Kurdî dikare were pêşxistin û parastin.

Gelek ji me hêjî bawer nakin û

nizanin, gava ku zarokên me jî weke

me(evên wexata ku ji welat derketin

û temenê me ji heft salan zêdetir

bûn )di salên zarokatiya xwe de bi

lorîk, stran, kilam, çîrok, destan,

beyt, cîvanok, duha, lawij û qewlên

Êzdîtiyê mezin nebin, ewê nikaribin

bi zimanekî xerîban tenê, van

pirsgirêka nasname ya ol û netewiya

xwe bi ramanên xwe çareser bikin.

Lewma jî min gotiye û dêjim, „Gava

ku kevneşopên bingeha olekê neyêne

jiyankirin, zarok û ciwanên civakê jî

nikarin sedûhedên wê olê biparêzin.

(*5)” Asîmlebûna zarokên Kurdên

ku, li herêmên Kurdistanê û Ewrupa

yê dijîn, ne tenê gunehê dewleta dagirker

û welatê ku em lê dijîn e.

Bi dîtina min, eger ku

„akademîkkar“, civaknas“sosyolog”,

birêvebirên olî, mal, komel û

medyayên civaka me Êzdiyan, dixwazin

bi rastî dîroka ola „Kurdên Resen“

baş bidine naskirin û Êzdiyatiyê

ji bo pêşerojê biparêzin; divê ew

jî erka xwe ya netewî û dîrokî baş

nasbikin, “mîna akademîsyenên

xelqên dinê, bikevine nav wêje û

zargotina Êzdiyan, wê kevnarî,

rastiya baweriya Êzdîtiyê û dîroka

me, ya ku dujminên gelê me bi darê

zorê û ji bo berjiwendiyên desthilatdariya

xwe guhastine, lêkolîn bikin

û dewlemendiya ol, çande-folklor

û dîroka Êzdîtiyê ne li goriya zane

û dîroknasên xerîban û dagirkirên

welatê me, bi dewletên xerîb û bi

ciwanên me bidine naskirin.(*6)”.

Ew bi pisporî û zanîna Êzdîtiyê

sedemên ku ciwanên Êzdiyan xwe di

nava biyaniyan da şermezar û biçûk

dibînin bidine naskirin. Ew dev ji

wan projektên mezinkirina kesayetî û

navên rêxistinên ku gelekî binirxên,

lê di kiryarên xwe de gelek fêda nadine

endamên civakê, berdin. Ew jî

li goriya tifaq û pisporiya xwe, bikevine

nav wêjeya kevneşop û zargotina

Êzdiyan, hemû tekstên lorîk, stran,

kilam, çîrok, destan, beyt, cîvanok,

duha, lawij û qewlên Êzdîtiyê, yên ku

oldarên me bi hemd anjî bê hemdî,

lê dîroknivîsên dagirkirên welatê

me û hevalbendên xwe, ew bi zanistî

guhastine di navendekê de tomarbikin.

Di peyra naveroka wan li

goriya zimanê zikmakî sererastbikin

û tevaya nûjeniya wan bi rêveberên

rêxistinên civaka Êzdî û endamên

Meclisa Rûhaniyên Êzdiyan bidine

pejirandin. Her weha ji bo zarok û

ciwanên Êzdîtiyê, bitaybetî jî yên ku

di dibistanên Almanya(û tevaya cîhên

ku Êzdî lê pirin)yê de ne, dersa ola

xwe bi fermî bêne bêrwerdekirin,

hinek gavên bikêrhatî di pratîkê de

bavêjin. .....

Gava em di vê demê û di nava van

derfetên ku îro hene de, xwe li ser

bingehên civakî, olî, netewî û jiyana

hevparî(întegrationê) birêxistin

nekin, hemû rêveberên rêxistinên

civaka Êzdî û endamên Meclisa

Rûhaniyên Êzdiyan parastina xwandin,

nivîsandin û axaftina bi zimanê

zikmakî li ser xwe ferznekin û yên ku

li diyasporayê dijîn yekbûna nasnama