XWEŞ BE, APO
XWEŞ BE, APO XWEŞ BE, APO
- Page 2 and 3: P’ÊŞK’ÊŞÎ 75 SALİYA Jİ D
- Page 4: AX, K’URDİSTANA MİN, BİHÊŞT
- Page 7 and 8: 6 Ez digirîm, digirîm, digirîm,
- Page 9 and 10: 8 HERNE PÊŞ Herne pêş, Bibine y
- Page 11 and 12: 10 Dia’kî jê bixwezin, Me’rê
- Page 13 and 14: 12 Xweş be, Apo, R’êberê k’u
- Page 15 and 16: 14 Cindiyên şerê azadîne, Şeng
- Page 17 and 18: Xezebe, bavo, xezeb-fermane, Roma R
- Page 19 and 20: 18 BİJÎ NÎŞTÎMAN Emin, pêşme
- Page 21 and 22: 20 Ez maşoqê sûrtên sorim, Lêv
- Page 23 and 24: 22 Qam - qedemê nar - narîne, Şi
- Page 25 and 26: 24 Ez h’izreta ç’ê’ven reş
- Page 27 and 28: 26 Bengî bûme bê p’ergale, Ber
- Page 29 and 30: 28 Dîlên zarê Baharîne, Guhdar
- Page 31 and 32: 30 P’ERÎŞAN Dilo, megirî, dil
- Page 33 and 34: 32 DUBEYÎT’ K’ela navkêlka te
- Page 35 and 36: 34 SER ANZOR MAMÊDOV Heyî birano,
- Page 37 and 38: 36 DÎN - BAWARİYA ÊZDÎTİYÊ HO
- Page 39 and 40: 38 Hole, hole, Hole,hole, hol, Hole
- Page 41 and 42: 40 ÇARŞEMA SOR - ROJA MELEK TAWÛ
- Page 43 and 44: Nanê tebrk’olan newsê k’ubar
- Page 45 and 46: Ber hev biseqirin Roj û Hîve, Cin
- Page 47 and 48: 46 BONA ZAROKAN P’İŞÎK Û Mİ
- Page 49 and 50: nexwendî. Te mêla xwe dabû ser x
- Page 51 and 52: carna xwe inda dikir, lê netanî s
P’ÊŞK’ÊŞÎ 75 SALİYA Jİ DÊBÛYÎNA XWE DİKİM

K’EREMÊ ANQOSÎ

W E L A T O

XİYALA WELÊT

( E’FRANDİNÊN BİJARE )

ŞÊR Û KURTEÇ’ÎRONG

Bajarê T’ibîlîsî, Gurcistan

2012
2

I DEVOTE IT TO MY 75 ANNIVERSARY

KARIM ANKOSI

THOUGHTS OF HOMELAND

POEMS AND SHORT STORIES

(IN KURDISH)

75 ЛЕТИЮ СО ДНЯ МОЕГО РОЖДЕНИЯ ПОСВЕЩАЮ

E-mail: karameankosi@mail.ru

КАРИМ АНКОСИ

ДУМЫ О РОДИНЕ

СТИХИ И НОВЕЛЛЫ

(НА КУРДСКОМ)

TBILISI – GEORGIA

2012

Poune: 995 32 218 77 75. Mobil: 995 5 99 41 71 97
AX, K’URDİSTANA MİN,

BİHÊŞT Û GULİSTANA MİN!

3
WELATO

Welato, tu p’ir’ dûrî,

Dengê min nagîje te,

Xerîbiyê mam bê lûrî,

Derdê min k’ê bêje te.

Tu dûrî, ax, zor dûrî,

Sînor kirine ort’a me,

Dijmina r’ê ji me birî,

K’urdistan ma sonda me.

Ez digirîm, digirîm, digirîm,

Ji dûrbûna welatê xwe,

Serê xwe qurban bikim,

Azaya welatê xwe.

Xerîbiyê da p’adşa bim,

Çî min r’a ne ev diniya,

Welatê xwe şanebim,

Venexwim avên kaniya.

Welatê me K’urdistan,

Ciyê şêran û xweşmêran,

Îro maye bin destan,

K’af-k’ûn biye û wêran.

5
6

Ez digirîm, digirîm, digirîm,

Ji dûrbûna welatê xwe,

Serê xwe qurban bikim,

Azaya welatê xwe.

P’er-baskên min şikestîne,

Mame bê cî û mêrge,

H’eyîfa me wê hiltîne

Gerîle û pêşmerge.

Ji dûrî te ez sergêjim,

Xem bûne xelatên min,

Şev û r’oj her dibêjim:

„K’urdistan welatê min!“

Ez digirîm, digirîm, digirîm,

Ji dûrbûna welatê xwe,

Serê xwe qurban bikim,

Azaya welatê xwe.

b. T’ibîlîsî, s. 2007.
LÊXİN, BİRANO, LÊXİN!

Ax, K’urdistan ez hatim te bibînim,

Lê tu k’etî şêr, ax li min, te nabînim,

Gelo k’engê K’urdistan wê aza be,

E’rdê k’urdên şervanên jîr, zanan be.

Lêxin birano, lêxin,

R’oja Sor bilinde,

K’urdistana aza,

Çiqas xweş û r’inde!

Eva diniya bê K’urdistan xaliye,

Îro r’oja şer’e, t’une ç’ariye,

R’abin lêxin, dijmin ser me bariye,

Derdên k’urdan xemên gele saliye.

Lêxin birano, lêxin,

R’oja Sor bilinde,

K’urdistana aza,

Çiqas xweş û r’inde!

Bese binal dilbirîno K’urdistan,

Ji xûna bilbil tu sor bûyî gulistan,

Êyî, k’urdno, mert’alê me yektiye,

R’iya azayê îro Pêşmergetiye.

Lêxin birano, lêxin,

R’oja Sor bilinde,

K’urdistana aza,

Çiqas xweş û r’inde!

b. T’ibîlîsî, s. 1985.

7
8

HERNE PÊŞ

Herne pêş,

Bibine yek,

Mil bidine

Milê hev,

Sonda me K’urdistan,

Welatê aza.

Jor Xudê,

Jêr jî em

Pêşmergên k’urdan,

Her bijî, her bijî

Art’êşa k’urdan.

Canfîdên welêtin

Pêşmergên k’urdan,

Zêndûne Şehîdên

Azaya k’urdan.

Hêyî, k’urdino,

Xêrxwezno,

H’emû bibine yek,

Çi Kurmanc û Zaza,

Lorî û Soran.

R’ênga me

Her ewe

Azaya k’urdan,

Welat em xilaz kin

Ji destên dijminan.
Herne pêş,

Bibine yek,

Mil bidine

Milê hev,

Sonda me K’urdistan,

Welatê aza.

DERDÊ K’URDİSTANÊ

ş. T’ibîlîsî, s. 1980.

Aşiqno, dê werin, xwe pêjda bidin,

Ber K’urdistanê û Barzanî fate bidin,

Sazbendno, sazê pênc sîmî hildin,

Demê mêranyê û şêr aşiqa r’a bigirin.

Dê werin, ber K’urdistanê û Barzanî

çok bidin,

Destê xwe bavêjne axa K’urdistanê

Û rokin ser sing-bere xwe k’urdanê,

Agir ji dil-canê K’urdistanê

Û Barzanî geş kin!

Ax! Xweş Barzane,

Alava şorêşê sotiye ji axê

H’etanî e’rşê e’zmane!

Gazî şêx Mendê şêxê Sor bikin,

9
10

Dia’kî jê bixwezin,

Me’rê azayê bona Kúrdistanê syar kin,

Xweliya K’urdistanê di ç’engê xwe da cî kin,

Çok bidine e’rdê, ji jor gazî Xwedanê cî kin,

Sond bixwin serê K’urdistanê,

Sonda mêra û e’fata –

Ji K’ava dest pêkirî

H’etanî dilşevatê Mistafa.

Êyî, gul roşo, rebeno, diljaro!

Bese pişta xwe bidî k’elefê K’udistanê,

Gula mefroşe xerîba erzaniye,

Her gulek ji temara dila û

Niqitkê xûna k’urdistanê û Barzaniye.

Te bi wan gulan p’ir e’mrê me rot,

Bîr kirin k’oka xwe, ber xelqê xwe kirine rot,

Bûne gurê h’ar, fêlbaz, rûvî û k’elb,

E’slê xwe rotin wek Ziya Gok’elp.

Çi xêr da me Seleh-êd- Dîne,

K’erîm-xanê Zend û Îdrîsê xayîne,

Fîzûlî p’ir reqisî e’rebî û t’urk’iye,

K’urdno, ma em dizanin, xêra milet

ew k’iye?

Ji şevata milet mekî nalîn û giriye,

Laşê te di saxtiyê da gorî miriye.

Bilbilê ji her çar dayîrê gulistanê,

Werin, demekê t’erka gulan bidin

Û bi azadî bibine maşoqê K’urdistanê!

Ç’iyayê k’urdistane, bikine axîn û fîtanê,
R’ê bidine siyarê germ-germistanê,

Xûn ji wana dik’işe, hevr’a k’etine xarê,

P’erç’ê sêrengî li bilindciya hol dikin,

Hola K’urdistanê!

Dê werin, k’om bin ber kuç’ikê Barzanî û

K’urdistanê,

Dê werin, em bibine xweliya bin ocaxa vê nîşanê.

Dê şikir wê demê, kuç’kê me k’urdan biye yek,

Nîşana azadiyê biye K’urdistan û Barzanî, ew jî

yek!

XWEŞ BE, APO

Agirê şorêşê gur’ biye

Li K’urdistan her deran,

Doza partiyê bigirin, k’urdno,

Partiya K’arkeran.

Xweş be, Apo,

Xweş be, Apo,

Serokê k’urdan,

Xweş be, Apo,

ş. T’ibîlîsî, s. 1970.

11
12

Xweş be, Apo,

R’êberê k’urdan.

Gerîla li meyîdana şêrin,

Gerîlên k’urdan,

Canê xwe qurban dikin

Azaya k’urdan.

Xweş be, Apo,

Xweş be, Apo,

Serokê k’urdan,

Xweş be, Apo,

Xweş be, Apo,

R’êberê k’urdan.

Navê şehîdan ji bîr nekin,

Şehîdên k’urdan,

Bimire rêjîma faşîstên

Dijminên k’urdan.

Xweş be, Apo,

Xweş be, Apo,

Serokê k’urdan,

Xweş be, Apo,

Xweş be, Apo,

R’êberê k’urdan.

Ala serxwebûnê r’a kin,

Nîşana k’urdan,

Emê K’urdistanê çê kin,

Welatê k’urdan.

Xweş be, Apo,

Xweş be, Apo,
Serokê k’urdan,

Xweş be, Apo,

Xweş be, Apo,

R’êberê k’urdan.

(Rojnama “Berxwedan”, s. 1991. №138)

EMİN, Jİ ÊLA ANQOSÎNE

(Diyarî h’emû Anqosiyên welatp’arêz r’a)

Welatê me p’ir şîrîne,

Cineta e’rd, ne e’zmîne,

Xerîba r’a de’v û k’îne,

- Ew lawên wî gelo k’îne?

Cindiyên şerê azadîne,

Şengal, Botan, Amedîne,

Şêrên Ezdan, TavûSîne,

- Emin, ji êla Anqosîne!

H’imayîlên qudretîne,

Dora Zînê û Şîrîne,

Xerqe, K’ulik li serîne,

- Ew mêrên çê gelo k’îne?

13
14

Cindiyên şerê azadîne,

Şengal, Botan, Amedîne,

Şêrên Ezdan, TavûSîne,

- Emin, ji êla Anqosîne!

Welat nadin dest dijmîne,

Dewrana dewran birîne,

Xweş Xudanên vî e’rdîne,

- Ew mêrên çê gelo k’îne?

Cindiyên şerê azadîne,

Şengal, Botan, Amedîne,

Şêrên Ezdan, TavûSîne,

- Emin, ji êla Anqosîne!

Azaya gel p’arestîne,

Bûne bircên belekîne,

Şengesiyarên birûskîne,

- Ew mêrên çê gelo k’îne?

Cindiyên şerê azadîne,

Şengal, Botan, Amedîne,

Şêrên Ezdan, TavûSîne,

- Emin, ji êla Anqosîne!

Kilên ç’e’vên xezalîne,

Nêriyên deşta, zozanîne,

Canfîdayên welatîne,

- Ew mêrên çê gelo k’îne?

Cindiyên şerê azadîne,

Şengal, Botan, Amedîne,

Şêrên Ezdan, TavûSîne,

- Emin, ji êla Anqosîne!
Ji derdê welêt şewutîne,

Cengewarin, comerdîne,

Bawariya xwe heq êzdîne,

- Ew mêrên çê gelo k’îne?

Cindiyên şerê azadîne,

Şengal, Botan, Amedîne,

Şêrên Ezdan, TavûSîne,

- Emin, ji êla Anqosîne!

Qam – qedemên wan k’urdîne,

Serbilind û t’aczêrîne,

K’urdîstanê nav – dengîne,

- Ew mêrên çê gelo k’îne?

Cindiyên şerê azadîne,

Şengal, Botan, Amedîne,

Şêrên Ezdan, TavûSîne,

- Emin, ji êla Anqosîne!

”ROJA XEZEBÊ”

Xezebe, bavo, xezeb-fermane,

Xezeba Romê fermanekî ji ç’iya girane,

Bira neyê serê t’u e’vdane,

Îro hatiye serê me êzdiyane.

s. 1991.

15
Xezebe, bavo, xezeb-fermane,

Roma Reş îro biye xezebê serê me êzdiyane.

Gule ser me dibarin wek teyîrok û wek

barane,

Xûn dik’işe not’la avê ç’emane,

Serê xortê êzdiya havêtine serê r’imane,

Qîz û bûk bûne dîlê sirmane,

Çola bê sitar mane zarê savane,

Mal-hebûn kirine extirmê girane.

Xezebe, bavo, xezeb-fermane,

Roma Reş îro biye xezebê serê me êzdiyane.

Tê bêjî hatiye axiriya dewrane,

Yanê jî r’abûna Ferat-Diclane,

Xezebê êzdî kirine tengzemane,

Kes t’une bêje rastiyê bi îmane:

Şerê êzdiya Roma Reş r’a bona dîne,

ne bi demane.

Xezebe, bavo, xezeb-fermane,

Xezeba Romê ser êzdiya biye zulmeke zor

girane,

Îro em mane bê war, t’ek gumana Şemsê

Êzdiyane.

Xezebe, bavo, xezeb-fermane,

Roma Reş îro biye xezebê serê me êzdiyane.

16

b. T’ibîlîsî, sala 1998, 15 h’ezîranê.
NEWROZ

Sala t’ezeye îro,

Newroze, hayî Newroze,

Sala t’ezeye îro,

E’yîda k’urdayî pîroze.

Newroze, hayî Newroze,

Newroze, xweş Newroze,

Newroze, hayî Newroze,

Cejna k’urdayî pîroze.

Alava şoûrêşê

Bû agirê Newroze,

Gerîlên K’urdistanê

Şer dikin şêv û roje.

Newroz tîne baharê,

Ç’iya-baniya gul vedane,

Newrozê xweş tê dengê

Azaya me k’urdane.

Newroze serê salê,

Şêmîka ber baharê,

Azaya K’urdistanê

Ji destê me tê dîharê.

Newroze, hayî Newroze,

Newroze, xweş Newroze,

Newroze, hayî Newroze,

Cejna k’urdayî pîroze.

17
18

BİJÎ NÎŞTÎMAN

Emin, pêşmergenene,

Dilik û xûna tene,

Serwêrê roja tene,

Kula dijminê tene.

Bijî, bijî nîştîman,

Bijî, bijî K’urdistan.

Sert’acê me Barzanî,

K’urdo, tu ne xîzanî,

Şiyar be, tu ne nezanî,

Bila bijî Barzanî

Ji e’rd h’eta ezmanî!

Bijî, bijî nîştîman,

Bijî, bijî k’urdistan.
EVÎNÎ

LÊLÊ, GULÊ

Lêlê, Gulê, gula nazî,

Bejin ziravê, qubeqazî,

K’ê r’a bilbil, k’ê r’a bazî,

Dilê me’rûm çi dixwezî.

Gulê, ç’e’vên teye r’eş kildayî,

Kilç’ûk ez bûm, r’eng min dayî,

Lêvên şîrîn maç’ek dayî,

Ji şertê xwe poşman mayî.

Gulê, derdê te dinalim,

Hiş min nema, sewdaserim,

Ker û gêjim, ziman lalim,

Bêç’ar mame, deroderim.

Gulê, ç’e’vên teye r’eş kildayî,

Kilç’ûk ez bûm, r’eng min dayî.

Lêvên şîrîn maç’ek dayî,

Ji şertê xwe poşman mayî.

19
20

Ez maşoqê sûrtên sorim,

Lêvên tenik, diran morim,

Gulê h’ece, ber bore - borim,

Dîlê p’eriya e’rşê jorim.

Gulê, ç’e’vên teye r’eş kildayî,

Kilç’ûk ez bûm, r’eng min dayî.

Lêvên şîrîn maç’ek dayî,

Ji şertê xwe poşman mayî.

Ez ça bikim derdê Gulê,

Dilêm kiriye k’ana kulê,

Hêstran dikim xule-xulê,

H’etanî şev li min hilê.

Gulê, ç’e’vên teye r’eş kildayî,

Kilç’ûk ez bûm, r’eng min dayî.

Lêvên şîrîn maç’ek dayî,

Ji şertê xwe poşman mayî.
N A R Î N Ê

Lêvên teye r’engnarîne,

Sorgulên xweş baharîne,

Gul - ç’îç’ekan dibarîne,

H’eyîf, maç’a wan bo min nîne.

Birû - bijang nazikîne,

Dêmên geşin qemerîne,

Poz pijîne, zar şîrîne,

H’eyîf, maç’a wan doram nîne.

Navkêlka te ziravîne,

Çapik - çapik bi gerîne,

Gerden bilind r’engzerîne,

H’eyîf, h’emêza wan p’aram nîne.

Tîran ji ç’e’van dibarîne,

Dilan dixe xederîne,

Avir’ê te melh’emîne,

H’eyîf, dermanê dilêm nîne.

Sur’am kirî bêç’arîne,

Şev û r’ojan her girîne,

Li min binêr ç’e’vkilîne,

H’eyîf, ez hiştim bê evîne.

21
22

Qam - qedemê nar - narîne,

Şiklê kara xezalîne,

Ber dilê min delalîne,

H’eyîf, nêç’îra ya min nîne.

b. T’ibîlîsî 30 Gulanê s. 2009

D İ L Ê M İ N, W E R E

Were mêvan, dilê min şa ke,

Min h’emêz ke ber singê xwe,

Bengza min hilde, ser qaşê ke,

Dilê min kovane, nake dengê xwe.

Xema min tuyî, kula min tuyî,

Lê tu nak’işînî minetê,

Xewnê şeva her mêvan tuyî,

Ber min sekinî horiya cinetê.

Ez k’uda herim, k’îjan gêdûka,

Te bigerim kara xezalê,

Reşbeleka biqesirim hêdûka,

Û te t’esele kim, delalê.
Bextê min reş bû evîntiya te da,

Felekê ez kirme dîlê h’uba te,

Dinaliyam bêç’ar, melh’em te ne da,

Dilêm nebû binga quba te.

H’izretam tu bûyî, her t’enê tu,

Peyî te hatim serê wan ç’iya,

Bêna qefesam bûyî t’enê tu,

Tu nebî, çirane ev diniya.

Şevereşê ez te digerim,

Ç’e’v t’ijî hêstir, vê bûne xûn,

K’îjan nevalî sitar bigerim,

E’wra ez nebirim, bêyî min çûn.

DİLBİRÎNİM

Nînarê dil birîndar kir,

Eva çendik – çend zemane,

Min rojên xweş nedît, p’or sipî kir,

Dibêm: “Zeriyê, ax, emane!”

Domamê ez dilteng kirim,

Ber muh’betê desteng kirim,

Cot memikan ez zîn kirim,

Xala navê ez dîn kirim.

23
24

Ez h’izreta ç’ê’ven reş bûm,

Lêvên tenik, garden zer bûm,

Sing û berê belek-reş bûm,

Xweyî – xwedan t’ene ez bûm.

Diniya min r’a mij – dûmane,

Birîna dil k’ûr xedere,

Evîndarim bêdermane,

H’ek’îma dila bêxebere.

Memê, Ûsib, Ferh’ed, Mecrûm,

H’alê min da t’ev dinalin,

Te deng t’une, mame me’rûm,

Rojên min t’ek xem – xiyalin.

DÎLBERÊ

Lê Dîlberê, lê Dîlberê,

Ez te h’iz dikim weke berê,

Tu mal çi dikî, were derê,

Te ramûsim sing û berê.
GULBAHARÎ, EYÎ ŞÎRÎNÊ

Ew roj bû roja minetê,

H’emû ji te mane h’izretê,

Hildî xêr û berek’etê,

Nûrî bi seda qudretê.

Heyîva Gulan t’ijî gulin,

Sor, sipî û zar bilbilin,

K’ê r’a sitar, k’ê r’a kulin,

Evîniya min şagul, silin.

Ji dayîk bûyî dem baharê,

Ç’e’vkildayî, bejin sipîndarê,

P’orzer û sûret narê,

Bengî mane zare – zarê.

WERE EVÎNA MİN

Ber dilê min gula nazî,

Bax’çê h’ubê qubeqazî,

Çima min r’a nabî razî,

Ji r’ih’ê min çi dixwazî.

25
26

Bengî bûme bê p’ergale,

Ber te t’imê dibme lale,

Eva êdî çendik sale,

Navbera me qalmeqale.

Şew û rojan te digerim,

Ji evîniyê dero-derim,

Xewle dibî, ne li wê derim,

Bêç’ar mame, sewdaserim.

Were, were evîna min,

Kar- xezala bangîna min,

Maç’ek lêvên evîna min,

Ew melh’ema birîna min.

Memkê zerîn kadîna min

Sing-berê te hêlûna min,

Birû- bijang rîna min,

Ramûsa wan mirîna min.

Ji h’uba te k’ûr dinalim,

Çola k’etme, ne li malim,

H’iş min çûye, xirabh’alim,

T’ek h’izreta sûrtê xalim.

Were, were evîna min,

Bibe gula ber bîna min,

Tu dermanê jîîna min,

Bibe sonda r’ih’îna min.

b. T’ ibîlîsî. Nîsan, 2012.
“RONKAYA” ME BAHARINE

Baqên gulên baharîne,

Seda teye xweş şîrîne,

Bûne moriyên guharîne.

Her h’izreta dilêmîne.

Weşanan xweş dibarîne,

“Ronkayî” tê her malîne,

Gel pê dibe omidîne.

Her h’izreta dilêmîne.

Ser zarê te Baharîne,

Diniya biye maşoqîne,

Çendik wê bûn aşoqîne.

Her h’izreta dilêmîne.

Dengê sura Baharîne,

Wek e’zmana h’evtrengîne,

Guhdar şagul h’eyîranîne.

Her h’izreta dilêmîne.

Ew avaza Baharîne,

Ça bangîna berbangîne,

Bê şirîk û bê yarîne.

Her h’izreta dilêmîne.

Saya dengê Baharîne,

Naz – nazika qudretîne,

“Ronkayî” bû e’yanîne.

Her h’izreta dilêmîne.

27
28

Dîlên zarê Baharîne,

Guhdar dibên: “Hey canîne!”

Welêtin yan xerîbîne.

Her h’izreta dilêmîne.

Ji levzê devê Baharîne,

Guhdar mane h’eyîranîne,

Serxumar û dilevîne.

Her h’izreta dilêmîne.

Bengza teye Baharîne,

Ç’e’vên qaşe e’rebîne,

Ziman xweşik bilbilîne.

Her h’izreta dilêmîne.

Şivêta wê baharîne,

Ç’e’vên kilî cot zerîne,

Nazka bax’ê t’orkirîne.

Her h’izreta dilêmîne.

“Ronkaya” me Baharîne,

Xeber xweşin her k’urdîne,

Guhdar dibin jê razîne.

Her h’izreta dilêmîne.

b. T’ibîlîsî. 03.01. 2011
DÎLÊ EVÎNÊ

Tîrênca cot karên xezalê ez kirime dîlê xwe,

Hiş min birî, k’eser zêde kir, qet neda ber dilê xwe,

Tîr ji kevên rî, k’anê melh’em, dibêjim sed car

ax,

Mecrûm h’alê min da digirî, horiyê ez hiştim

dildax.

Min r’uh daê, bişkovk xeriqî, vebû gula cinetê,

Axriyê sedef reqisîn, min gulav mêt e’yînetê,

Rêz bûn sitêrkên e’zmana, der bû kaniya qudretê,

Îrem bedreng ma, gava qelş bû birca şîrîn –

şerbetê.

Nûr jor da hat, h’evtreng t’eyîsî, bûm nêç’îrê

muh’betê,

Alim, talibê dinê ji te digirin me’rîfete.

H’imayîla dora cindiya dike nezerê bêp’ergale,

Bejin alîf, kêlik zirav, k’eremê r’a gale – gale,

Qanatşenga bihêştê e’şqbaz hiştine ser hev mest,

Nêriyê ji derdê evînê li bilindciya şax lê şikest.

29
30

P’ERÎŞAN

Dilo, megirî, dilê jar,

Payîz ser me hate xar,

Belgê dara veşiyan,

K’anê k’uyî, P’erîşan.

Maç’ek lêvên te narîn,

Bêna bihêşt taanîn,

Şerav ji k’asa dirijiyan,

Dirozgên te bûn p’erîşan.

P’erîşan, P’erîşan,

Xema dilê min, P’erîşan,

Ez bedh’alim, P’erîşan,

Dilkevirê P’erîşan.

Dinê h’emû sermestin,

K’asên şeravê şikestin,

Salxî mane bê nîşan,

Çima xeyîrî P’erîşan.

Gul namînin bê bilbil,

Wê t’ijî bin xemê dil,

Tav wê derê jor e’rşan,

Ç’ar min nabe, P’erîşan.
Gul wê vebin baharê,

Kes nemaye bê yarê,

Bûme dîlê derd-êşan,

Saab tuyî, P’erîşan.

P’erîşan, P’erîşan,

Xema dilê min, P’erîşan,

Ez bedh’alim, P’erîşan,

Dilkevirê P’erîşan.

P’erîşan, P’erîşan,

Xema dilê min, P’erîşan,

Ez bedh’alim, P’erîşan,

Dilkevirê P’erîşan.

31
32

DUBEYÎT’

K’ela navkêlka te k’efa destê min sot,

“Ew çi e’cêv bû!” – min xwe r’a hêdî digot,

Xûnê qafêm xist, temar rabûn cot bi cot,

Ç’e’vêm lê man, Kar-Xezal min r’a nebû dost.

Xwezil carekê min tu bên kira

Wek gula ber ziyaretê,

Xwezil min h’uba xwe ber bê kira,

Bahata bigihîşta te û te bikira culetê.

Muhbetî, eyî bahara dilan,

Rûniştî k’ubar nav xas-bax’çê gulan,

Deng şîrînê wek zarê bilbilan,

Çima napirsî h’alê maşoqê suran?
Derd û kulên dil betal nabin bi zorê,

Dewsa xema dil t’ijî e’şq nabe bi zorê,

E’mr her xweşe, şîn-girîn nede bi dorê,

Bizan bî, kes kesî r’a neçûye li gorê.

Lê delalê, ç’avkildayê, ne li wan gera,

Dila megre ji xerîbê rêvî, k’oç’era,

K’oç’er wê bar kin bi k’êf herin ji van dera,

Dîsa emê vir bimînin şûna kul – k’edera.

BONA WEFAT BÛNA JORAYÊ

SİTÛRKÎ

(ŞEMOÊV)

Êyî, felekê, te çima qeziyake ha kir,

Ji refê me qetand, k’oç’ê wî bar kir,

Nûr ser da daxist, dilkê wî sar kir,

Te sebir neda, bawariya êlê jar kir.

2012.

27.10.2003.

33
34

SER ANZOR MAMÊDOV

Heyî birano, wê biye hewar û gaziye,

Êla me êzdiya hilşiya ser hevda hatiye,

Kinêza dest havêtine xumriya, birîne bi keziye,

Ji gula nemerda Anzorê bira ber dêrî k’etiye.

Ser kavla Yaroslavlê e’wrê reş çît bi çît girtiye,

Bejna tîtalsiyarê me r’a biye misk’enê şînê û

giriye…

Bira dûr bûn, xwexwe dadabû xenîma wek şêra û

wek gurane,

Ûrisêt, nebixêr, biye gorîstana xortê mene

malwêrane.

Heware birano, kawranê e’gîtê me berbi gorîstana

meşiyane…..
ZEMANO, NE T’ U ZEMANÎ

Ci rojeke bê îmane,

Rev k’etibû nav êzdiyane,

Moskwê bûne bazirgane,

Hêsîrne be deng, bê mik’ane.

Moskwa mala k’a rane,

Heq – neheq li hev sitrane,

Zor dane jin – mêrane,

Kes nayê hewara êzdiyane.

Moskwa xana de’wîdare,

Bira birê r’a xeyîbetdare,

Çiqas êzdiyên minetdare,

Xortaniyê çûn axa sare.

35
36

DÎN – BAWARİYA ÊZDÎTİYÊ

HOLA ÊZÎDÊ SOR

(Hîmna êzdiyan)

Hole, hole,

Hole,hole, hol,

Hole, hole,

Hola Êzîdê Sor!

Ax, Xudayê min, Rebê k’ibîre,

Xof û rema xwe ji me nekî bîre,

Em gunek’arin, em ji te k’etîne,

Bê k’erema te t’a û bavîne.

Hole, hole,

Hole,hole, hol,

Hole, hole,

Hola Êzîdê Sor!

Laliş, Şengal ziyaretne zor,

H’eca êzdiyane pîroz qubên li dor,

Kaniya Sipî Qulba êzdiyane,

Dia’- dirozgên me h’emû jê r’a ne.
Hole, hole,

Hole,hole, hol,

Hole, hole,

Hola Êzîdê Sor!

Tav, Hîva zer, Sitêrka Sibê zû,

Ax û Agir r’a êzdî p’arêzin,

Taûsî-Melek nîşanga dînî,

Qenciyê, r’eh’etiyê Tu me r’a tînî.

Hole, hole,

Hole,hole, hol,

Hole, hole,

Hola Êzîdê Sor!

Mêrên Dîwanê Xudan T’acê dîn:

Yek Şêxûbek’ir,

Yek jî Ferxedîn,

Yek Sicadîn,

Yek jî Nasrêdîn,

Yek Şêx Îsn,

Yek jî Şemsedîn,

H’evt heq Xuda,

Destûr Şîxadî.

37
38

Hole, hole,

Hole,hole, hol,

Hole, hole,

Hola Êzîdê Sor!

P’îrê Hesneman serê çil p’îran,

Hosta, mewlayê geda û miran.

Xerqe, K’ulik xar bûn ji E’rşê Jor,

Xelatên Mêran danî Êzîdê Sor.

Xwe qurban dikin îman, erk’anê,

Dînê Êzdîtiyê nadine dîndarê.

Hole, hole,

Hole,hole, hol,

Hole, hole,

Hola Êzîdê Sor!
DİROZGA ÊZDİYA

(Berî destpêka nan-xwerinê gere bê gotinê)

Xudê bidî k’iriyametê,

K’erema xwe, qelema qudretê,

P’ir kî r’isq û berek’etê,

E’rdê çê kî cinetê,

Hildî k’ubarî û zinetê,

Me bikî maşoqê xwe h’izretê,

Ya Dinê û ya Axretê,

Sifrê t’ijî kî bi naz-nemetê,

Qebûl kî xêr-xêratê,

Qurbanê ber Mêr-Miliyak’etê,

Ber te dikin dia’- e’babetê,

Ji me vekî dergê heqîqetê,

Me dûrxî ji p’işka şile’tê,

Me kêm kir, Tu zêde kî r’isqetê,

R’emê bidî vê cimae’tê,

Mal-Mezelê em tê da.

Qebûl be xêr,

(Qebûl be qurban),

Eva nan-ava dia’ kirî

Bi navê Xudê û Taûsî-Melek.

Amîn!

b. T’ibîlîsî, s.1998.

39
40

ÇARŞEMA SOR – ROJA MELEK

TAWÛS

Çarşema serê meha nîsanê,

Tawûs Laliş danî bona nîşanê,

Nûr jor da daxist, xwe da xiwiyanê,

Êzdî lê şabûn, pê r’a kirine E’yîda Qurbanê.

Îro çarşeme,

Çarşema Sore,

Roja Tawûsî – Melek,

Çarşema qirarê.

Ya, Tawûs, tu Melekê e’rşê jorî,

Te dinê çê kir ji Dur’a Sipiye,

Tu xwedavendê Çarşema Sorî,

R’emê didî êzdiyan ji e’rşê êliye.

Îro çarşeme,

Çarşema Sore,

Roja Tawûsî – Melek,

Çarşema qirarê.

Te diniya xemiland h’ezar avaz û r’enge,

Ya, Melekê Qenciyê, xweş tê ji te denge,

Nav dik’irê Teye Enqerî p’err’enge,

Tawûso, tuyî P’adşayê meyî serzenge.

Îro çarşeme,

Çarşema Sore,

Roja Tawûsî – Melek,

Çarşema qirarê.

b. T’ibîlîsî, s. 1997.
RAST Û Ç’EP YA ÊZDİYAN

Îro dem hatiye biye Qubildore,

Şikestiyên dîn dikine bore – bore:

“E’zîzê me, bo çi te havêtiye ser me core,

Êzdî wê dertên ji r’iya dînê Êzîdê Sore!”

Destên me êzdiyan ji Lalişê dûre,

R’astiya dîn me r’a biye birîneke k’ûre,

T’erîqên nûderk’etî ser xwe dibarînin nûre,

R’ê û r’izmê dîn diguvêzin bona k êfêd hízûre.

Ji şêx – p’îran çê bûne çendik qewl roş,

Xêra mirîda canê xwe r’a dikin sed car noş,

Îmana xwe dişewitînin, bûne her cimae’tdoş,

Neheqiyê hildine ser situkura xweyî bi sûcî

baqîboş.

Dîn kirine rez, xwe datînine ciyê R’ezvanê Jor,

Zanê çend sebeqa, ferza diguvêzin li devê gor,

Dorê k’om dibin bendê zinêk’ar û dewrandor,

Cimae’tê ker û gêj dikin bi levza: “Hola Êzîdê

Sor!”

Êyî, qewl roşo, r’ebeno, diljar,

Şîn û şayê çima t’ev – hev dikî her car,

Sifra xêrê ber k’asê e’şq û salxiya dike zar,

Bi k’êfa xwe betal dikî şureta şînêye heq û bar.

41
Nanê tebrk’olan newsê k’ubar r’a çima dikin

qurban,

Xêretxanê vedikin, r’ewşa xêrê ji we diçin bîran,

Ser sifra xêrê şêx û p’îr rûtinên her jorî joran,

Qet nabêjin mirîd wê ça derên bin mesrefa ha

giran.

b.T’ibîlîsî.s. 1998.

42

E’YÎDA XİDİR – EYÎLAZ R’A

Eger tu êzdîî, e’yîda te bimbarek – pîroz,

Xidir – Eyîlaz mirazê te hasil bike şev û roj!

Sala 2012.

NİVÎSA SER KEVİRÊ KÊLİKÊ

Ya Êzdan, şikestiyê dîn bû, zanê herî her,

Te k’iriyamet dabiyê, xweşmêr bû her der,

Gul me r’a dirêt, pişta milet bû her deq,

Em mane li vir, ew çû diniya heq.
BEYÎT’A MİRNA MİN

(Qetek ji “Qewlê Heqîqetê”)

Dema ez mirim, ser min nekin axîn û girîne,

Wê e’rd bit’eyîse, e’zman bike gurîne,

Birûskê lêxe, sitêrk tarîk bin, bimînin bê nûrine.

Av wê rabe, babelîsk her tiştî hilşîne,

Nûr wê bişewutin, birijin ji e’rşêd e’zmîne,

Bende wê bimîne t’ek gumana Xaliqê A’lemîne.

Wê siyar be Mamereşane,

Xwedanê ba û birûskê, maşê şeşane,

Wê seranser hevxe h’emû dayîrê e’rşane.

Şîna min bikin wek şaya qîz û kurîne,

Laç’kê reş vekin, girêdin gevezê rengsorîne,

Dengê saz derxin, minet ne def û şibêbîne.

Dîlana bêjin, ne h’evcê dîlokên şîne,

Ne jî qewil – beyît’ên şêx û p’îrên zemanîne,

Banga min yeke: “Hola, hola Sor Êzdîne!”

Ser min k’om bin kinêz, lêzmên hewarîne,

Dest nedine xumriya, nebêjin: “Em çîr’a mane û

k’îne?”

Bik’evne simayê dor qalbê minî bê r’ih’îne.

43
Ber hev biseqirin Roj û Hîve,

Ciniyazê min dayînin ser t’extê h’işke bêlivîne,

Ç’ara min hûn bibirin sêzdeh mêtr û nîve.

Dem hat ezê herme ber ferware,

Heq r’iya Xwedê raste, ne bi xare,

K’oç’ên me dik’işin, kes namîne van ciya, van

ware.

Qendîl heye mala Xwedêye,

Minetk’arê wêne em rû e’rdêye,

Qalib dimîne, r’ih’ên qencan diçine li wêye.

Gava r’ih’ ji qalbê min bi re,

E’rd û e’zman hevr’a deng bikire,

Birûskê çardeh tebek jor bi jêr bibire.

Ber Taûsî – Melek e’babete,

Şev û roj min kir xizmete,

Şûna min ma bê kurînî zurete.

Zurete bêkurîne,

Bermaliyên min cot p’erîne,

Qedrê wan bigirin boyî xwetrê bavê

MEDÎNÊ, GULÇÎNE.

Vê sekinîna Gulçîn, Medîne,

Hêstrên r’ih’în dibarîne,

Ya Xwedayê Mezin, bav qîzan r’a çiqasî şîrîne.

44
Qedrê wan bigirin boyî bavêye,

Nebêjin: “Bav çûye, k’ê li k’êye!”

Ber Mîrê xwe ezê dia’çiyê we bim, bi sonda navê

Xwedêye.

45
46

BONA ZAROKAN

P’İŞÎK Û MİŞİK

P’işîka min mişka dibîne,

Diçe ber qula wan xwe ditelîne,

Tê bêjî razaya, ç’e’vê xwe diqutîne.

Vedişêre diran, vedişêre lepên xwe,

Dixweze mişkekê bavêje ber diranê xwe.

Xwe kiriye cîkî usa te’rî,

Wekî wê nikare bibîne merî.

Niçkêva bihîst, mişik dikine gazî:

“Em birçîne, xwerin ber me ba xazî,

Birçîne, eva du roje birçîne,

Beledo, yekê derva bişîne!”

P’işîk dibîne, wê mişkek derk’et,

Ç’e’vên xwe gerand, dîsa pajda k’et.

Çû gote mişkan: “Kesek t’une,

Min rind rêênî, p’işîka me t’une!”

P’işîkê dît wê mişkek der k’et,

Xwe havêtê… kire qet-qet.

S. 1958.
S E R H A T Î

M İ N B A W A R B İ K E

Wê rojê, roja ezê bahatama cem te, nizam çira

dilê min ha qayîm k’uta û hinekê k’êfa min jî xweş

bû. Dibekî ewa yeka ji me’niya hîviya rasthatina

t’evî te bû û şa dibûm. Nizam, nizanim çi bêjim…

Min t’enê ew yek dizanibû, wekî îro, berî êvarê,

gere min tu bidîtayî û şîrnaya zimanê te dîsa carekê

wê têk’eta guhê min da. Rastiya Xudê bêjim,

hewasa min p’ir û p’ir xwendin û gotna giliyê te

dihat. Zimanê teye zikmakî xweşik û dewlemend

bû, çawa zincîra zêrkildayî ji dev - lêvê te dirijiyan

dihatin, lê t’enê dik’ete ser destê wan kesan, k’ê jî

zane, fe’mdar û xêrxwezên te bûn.

Bedew bûna te, bejin – bala teye xezalî, ç’e’v

– biriyê teye reşe p’erê teyrê baz, lêvê teye tenik

qeyît’anî, rêvaçûyîna te û beza teye nazik xelq şaş –

h’eyîr hiştibûn. Tu xas, naz û r’ind bûyî, navkêlka

te zirav bû, lêlê bû ort’ê da biqetiyayî, sing – berê

teyî qazanî bilind diçûn – dihatin, p’or – guliyê te

tê bêjî horiya hûnan dibûn, not’la qubeqaza te xwe

dihejand, bîna kevotka te dikire qebe – qeb. K’ê tu

didîtî, diman e’cêv, wek bilbilê ser gulê, usa ser te

dibûne bengî. Te qedrê xwe dizanibû, te xwe qure

dikir, pozê pijîn bilind dikir. Hê qîztiyê da te xwe

nedikire hewala her kesî, merivê tiştenok, qilêr û

47
nexwendî.

Te mêla xwe dabû ser xwendinê û dilê te jî yekî

xwenede û layîqî xwe digeriya, hîviyê bû. Bilind

di riyayî… Geleka dixwest dilê te bik’iriya. Lê

telebext r’a negihîştî mirazê xwe, alçax k’etî, yaziyê

tu şevitandî û hetanî îro jî tu destê wê qederê da

dinalî, bextê xwe r’a de’v û dozî. Bûyî ç’îç’eka ber

bêna ne t’aê te. Dinêkî çava bêbext û paşo – pêşe,

merî lê serwaxt nabe. Çerxa felekê hineka r’a ç’ep

dizivire. Çi bikî, e’mr û dinê vaye. K’u tu, k’u ew?

Rast hatiye gotinê:„Du serê çê naçine ser belgîkî“.

Xwedê qêmîş nekir tu bikirayî kurka hewalê zên û

xweyî fereset, ît’bar û zimankin.

Bona başbûn û k’ubariya te geleka dexesiya te

dikirin, bux’dan davêtine te, ç’e’vnebarî te dikirin,

mixenetiya te dik’işandin, gevezetiya te dikirin û

peyî te dik’etin. Wan gilîyê neşûştî tu gelek a’ciz

dikirin û dilê te dêşandin, dibû baristan. Lê, şikir

Xwedê r’a, te xwe k’ubar û serbilind girtibû, nedida

ser p’er – baskê xwe, xwe nimz nedikir û nedibûyî

hewala gemara û bêînsafa. Geleka xaziya xwe

jintiya te r’a tanî!

Lê derheqa bîra serê te û zêna te da qet nayê

gotinê, ew bibû ç’îrong. Ber bîr û zêna te merivê

guhdarî te dikirin, zendegirtî û şaş - h’eyîr diman.

Çiqas gilî serê te da cî bibûn. H’eyîfa aqil û zanebûna

te bû. Rastî jî tu e’cêv bûyî, e’cêv, k’ê tu fe’m dikirî.

Lê k’a? Merivê te fe’m kirina, kêm bûn, yek – dudu

û xilas…

48
Te baş dizanî wekî min qedirê zên û bîra te bilind

digirt, ser h’emiya r’a. Tu vê yekê r’a şa û rnaq,

k’ubar dibûyî. Te baş dizanibû, wekî însanekî bîna

minî zane, xwendî, aqilbend û fe’mdar badilhewa

p’ayê te nade. Te eva yeka baş fe’m dikir û hilda bû

ser h’esaba. Tu rnaq dibûyî, gava min p’ayê bîra

serê te û zanebûna te dida. Te dizanî, wekî ew gilîne

r’ast bûn.Te dizanî, ez çi meriv bûm û ew p’ayî min

bona çi şirîn p’êşk’êşî te dikir.

Te baş her tişt fe’m dikir û te ez dicêribandim,

zanebûna xwe ber min dida k’ivşê. Te dizanî ku

fe’m kirina aqil û zanîna te r’a yekî zanê bîna min

lazim bû. Te jî mecal ji destê xwe bernedida, gava

min qesta te dikir. Te bîra aqilê xwe bi k’ûr min r’a

eşkere dikir. Ez jî carna bi pirsa dik’etime k’irê te.

Lê tu ji min nedixeyîdî, ew yek te xweş dihat. Te li

aqlê xwe da ez baş begem dikirim û xwestina xwe

berbi min taanî. Xwedê xêr ke!

R’ebê jorîn, Xaliqê a’lemê, aqil dabû te, lê çira

bû? Bext û yaziyê te r’a dilîst û tu dilsar kiribûyî.

Rastî tu xweş xwendî bûyî, lê xwendina te kêrî te

nehat. Çawa te xwexwe zû – zû digot: „Xwendina

min serê min da r’eş be, k’ê r’a lazime!“

H’izreta te merivikî bîna min bû, wekî k’êleka

te r’ûnişta, guhdariya te bikira û kirê te fe’m kira.

Dizanim, tu hîviya hatina min bûyî, ç’e’vê te r’iya

min bû, dilda diqerimî. Mi jî zû bi zû serî te dixist.

Tu zûva bibûyî şewata dilê min, lê min eşkere

nedikir, ditirsiyam tu inda bikirayî. Min ji k’erbê te

49
carna xwe inda dikir, lê netanî ser zimên. Te agirê

h’ub – h’izkirinê havêtibû r’ih’ û canê min û lal,

ker - gêj bê alav dişewitandim, dik’izirandim. Min

baş ji ç’e’vê te da dixwend û fe’m dikir, wekî tu haj

h’alê minî dilxeder hebûyî.

Te xwe nedida k’ivşê, lê min didît, wekî tu jî

agirê dilê min r’a bê binet nebûyî. Te nedigot, lê

min p’ak didît û fe’m dikir, wekî tu h’uba min r’a,

evîntiya min r’a bibûyî hewala canşewitî. Te jî ez

zûva begem kiribûm. Min ji ç’e’vê te derdixist, pê

dih’esyam, ç’e’v te diç’ûrîsîn û t’ijî k’el dibûn…Ez

k’uba ma jî, şîn, şayê yan civîn – êvarîna da, gava

min tu didîtî, ez p’ir şa dibûm, terik dik’ete ser lêvê

min û ç’e’v min hê ronî dibû.

Gava min qesta te û t’eseliya te dikir, min

t’ex’mîn dikir, çawa hatina min r’a tu şa dibûyî, dev

– ç’e’evê te nazik û xweş dik’eniyan.

Demekê, waxtekî xurt, ez êdî nedihatime berbirî

te, dilê min bê sûc te êşandibû û min dixwest tu bîr

kiriyayî, t’erka h’izkirina te û çerçeranda h’uba

xwe bida. Lê t’u tiştek ji wê yekê dernek’et, tu ber

serê min û ç’e’vê min nediçûyî. Min xirabî xwe r’a

dikir, zirar dida xwe, ewa yeka ne layîqî hizkirina

min bû berbi te. Gava min bihîst tu nexweşî û ber wê

yekê sava xeder k’etibû ser te da, min êdî xwe zeft

nekir, t’e’mûl neda û hatime dîtina te. Tiştekî xeter

di nexweşiya te da min t’exmîn nekir û ber dilê te da

hatim. Min hinek şîret te kir, te jî gura min kir, giliyê

min kire serê xwe û dilê xwe r’ehet kir. Paşvaxtiyê te

50
xwe dît, wekî min xêra te dixwest û giliyê min r’ast

derk’etin. Êşa te ne heqa şevat û xof bû, ça te kiribû

di serê xwe da. Te hingê bawariya xwe min anî û ez

wê yekê va dilşa û razî mam. Xwedaê Mezin te û

h’uba me xweyî ke, delala dilê min, ez tenê qenciyê

te r’a dixwezim…

Wê carê jî ez bîna qeyîdê berê ber te r’ûniştibûm

û guhdariya zarê teyî şirîn dikir. Te şêr bi alavekî

gur’ min r’a dixwendin. Şêr derheqa evîniyê û

h’izkirinê da bûn. Te dixwend û xwe da dik’eliyayî.

Heyî te bêna xwe distand, ç’e’vê xwe bilind dikir û

zûrmayî min dinêrî, hîviya cavaba min disekinî…

Carna min didît te xwe bîr dikir, dih’eliyayî di

nava alavê xeberê te dixwend da, h’uba xwedanê

nivîsê r’a dişewitî û nêzîkî evîntiya xwe dibûyî, bext

– r’oja xwe te dida ber ç’e’vê xwe. Carna te xwe

ker dikir û dik’etî mitala. Nizam, wî waxtî çi dik’ete

bîra te, çi dixast te min r’a bigota. Xeber bi zalalî

ji lêvê te diqetiyan çawa belgê gula sore xweşbên.

Nûr ser dev – lêvê te dibiriqî, alavê sûrtê te digirt.

Wî waxtî bengz - nîgara te p’ir bedew bû, wek horî

- p’eriya e’zmana.

Ji ber xwendinê tu heyî melûl dibûyî, serê xwe

te bilind dikir û k’eser te berbi min dik’işand. Ewê

k’eserê jî mejiyê min t’ev – hev dikir û dilê min dax’

dikir, tîra h’izkirina xwe hê k’ûr dilê min da dik’uta,

lê xûn jê nedihat. Ew çi e’cêv bû serê min diqeûmî

ber xwendin û gotinê te!

Lê te xwendina şêra dirêj û dirêj dikir, teqayî,

51
haj tiştekî t’uneyî çi serê min diqeûme. Min t’exmîn

dikir, tu jî hê h’alê min xirabtir da bûyî. Ez bibûme

dîlê xeberê h’ubêye te dixwand, wan ez bêç’ar

kiribûm. Te bin ç’e’va ez mêze dikirim û nezera

evîniyê davête min. Mejiyê min xwendina te r’a

t’evayî dirijiya û ez bêhiş dihiştim…

Te carna belgê nivîsarê digivast û şêrê hê deha

dilşewat dixwend. Min t’irê te dilê xwe r’a û dilê

min r’a dixwend, te dil nêzîkî hev dikirin, hevr’a

dikire hewal û k’ela h’ubê davête ser wan, hevr’a

dikire bengî. Ez êdî difetisîm, hewa t’êr’a min

nedikir, lê xeberê te şirîn dik’etine guhê min da û

nazik dihejandim, tê bêjî xistime colanga zara da.

Te heyî dixwend û xwendina xwe r’a, levzê ji

zimanê te diqetiyan r’a, heyî pê şa dibûyî. K’ê dizanî

wî demî çi dik’ete bîra te. Ew yek t’enê te dizanî û

ew jî sur’a te bû.

Xwendina te k’êfa min xweş dikir û ez dikirime

h’eyîran. Te zor dida xwe û şêrê hê e’şq min r’a

dixwend. Na, e’vil te xwe r’a dixwend. Tu ber wan

giliya k’ûr dinaliyayî û te ew begem dikirin. Xwedaê

Jor û me t’enê dizanibûn ew çi gilî bûn.

Min bi dil û can guhdariya te dikir. Dilê min heyî

diziqitî, min qayî te pê xwendina wan şêra h’uba

xwe min r’a eşkere dikir û derheqa evîniya xwe,

bengîbûna xwe ser min, gilî dikir. Te usa bê h’ed û

sed şirîn û naz dixwend, pê r’a jî carna min r’a şiro

vedikir. K’erba ç’irkînî qayîm dilê min dihat. Min

hev dizanî, wekî te dixwest ez bidama h’esandin û

52
servaxt kirinê, wekî te derheqa evîntiya xwe da min

r’a dixwend, û nêta te ew bû, ez rind bigîhîştama

gilî û kirê te. Ew şêr, rastî, gotinê r’ih’ê te bûn ,

h’uba te bû min r’a dixwend bîna bilbilê. Û, min

qayî, te t’eze seba min dilbaristanî ew e’frandine û

hûnandine.

Te bi zimanê xas şêr min r’a dixwend û pê wê

xwendina xwe te ez kiribûm nêç’îrvanê evîniya xwe.

H’uba te jî bibû nêç’îra min, min vê girtibû bin t’ora

xwe û dilê min îzn nedida, wekî min ew berda. Min

dixwest te, nêç’îrê, gunê xwe min nêç’îrvanî dilkovan

û dilbirîn bahaniya, te ez bê h’ub nekuştama. R’astî

ez gune bûm. Ez te, nêç’îra dilê xwe êdî ber nadim,

çiqas tu t’ora min da xwe bimilmilînî û têkî p’irte

– p’irt. Tu bûyî nêç’îra min, ez jî bûme nêç’îra te.

Nêç’îrvanê me h’erda jî h’ub – h’izkirina me bû,

qedera me bû, ser me bibû bengî. R’ih’ê me û h’uba

me sala hewal xwe r’a digeriyan, nedixastin t’enê û

bêfe’mdarî bimana. T’enêbûna r’ih zor çetine, meriv

jê lezetê nabîne. Şêkirdar û sipasdar p’ir kêmin.

Bê xwendina te sebra min nedihat. Bixûne,

delala dilê min, min r’a bixûne. Min qeyî tû sur’a

xwe û h’izkirina xwe ber min vedikî. Êdî ez gêj û

sermest mam ber xwendina te… Bixûne, levzê te

şirînin wek hinguv ser zimên û ça melhem dik’eve

ser dilê min. Eva evîntiya teye min r’a xeber dide

û min dide servaxt kirinê, wekî tu jî min h’iz dikî.

K’êfa te xwendinê r’a tê, lema ku ew gilî ji dilê te r’a

xeber didin û, tê bêjî, ji dilê te dertên. Ez qe t’exmîn

53
nakim wekî ew şêr yeke dun nivîsiye, ha bi dil û can

dibêjî.

Bixûne, şirna dilê min, min r’a bixûne, xwendina

derheqa h’uba xwe dirêj ke, neqetîne, xwe xerîb

negire. Xwendina te min p’ir xweş tê, ez h’eyîrana

zimanê te bim! Tu zimanşirînî. Min r’a dixûnî û min

qûzî be’ra h’uba xwe dikî, davêjî tê da. Be’r k’ûr û

bê bine, nikarim lê sovek’ariyê bikim û evîniya te

min tê da dixeniqîne. Bêna min diç’ike, temarê min

nak’utin, qudûmê çokê min dişikên… Bixûne, ez vê

xwe inda dikim. Destê xwe bavêje min, h’uba min

ji wê be’rê derxe, xilaz ke, bide ber sing – berê xwe

û h’emêz ke, ez hinekê r’ehet bim… Bizan be, min

bêbextî kesîra nekiriye û ne jî ç’e’vê min malê xelqê

biye. Min bawar bike. R’ojê Xwedê hê ze’ n, diniya

xwe r’ojekê nîne.

Min t’exmîn dikir, te nedixwest xwendina şêra

xilas kira, şêrek te çend cara divek’iland, vedigeriyayî

ser. Lê te ew dîsa bi zevta e’wilîn dixwend, tê bêjî,

t’eze te didît, ç’e’vê xwe ser digerand, dil û ceger

te xwendina wan xeberê evîntiyê r’a dida, heyî

min dinêrî û, min t’irê, te min r’a şiro vedikir, k’a

h’izkirina r’ast û heqîqet çiye û ça gere wê têkine

xwe r’a sitar, lê xweyî kin…

Niç’kêva te t’erka xwendinê da, te xwe ker kir.

Te serê xwe bilind kir, te min r’êênî û bêna xwe k’ûr

k’işand. H’eta niha jî nizam çi te qaûmî… Paşê, te

hine pirs min kirin. Ez berbi te hatim, min xwest

54
dilê te r’a xeberda, be’sa h’uba xweyî zûda da dest

pêkir got. Te serê xwe nazik dihejand û zûrmayî

min dinêrî.

Min t’exmîn kir, te dizanibû, wekî minê vê

carê e’seyî derheqa hizkirina xwe te r’a bigota û

eşkere kira. Ez dibêm, tu jî hîviya wê yekê bûyî. Bi

xwendina wan şêra te bi fesal mecal min r’a çê kir

û dil da min. Min hinekê xeberdana xwe t’ev – hev

dikir, lê te fe’m dikir min çi dixwest te r’a bigote.

Axiriyê, te giliyê min bi şirînî birî û ç’e’v k’uta

ç’e’vê min, nezera xwe r’ahişte min. Min t’irê, te ez

dicêribandim. Nizam, hîviya çi bûyî…

Dilê min diziqitand û derbê giran qayîm lê

dik’et. Ç’e’vê te da t’ijî nûra e’rşê jor bû, a’virê

germ didane min, naziya xwe dikirin. Nizam ez

hîviya çi mabûm. Min xwe zeft dikir, wekî nêzîkî

te nebama, xwe lap inda nekira û bêhişiya xwe va

ziyan neda bengîbûna xwe.

Paşê te got, wekî zûva haj h’uba min heyî û te

dizanî, minê çi bigota, ew yeka hertim jî serê te da

bû. Min dît, tu hinekê a’ciz bûyî, k’etî mitala, kirî,

axîn te hat. Te bi dilê a’cz got, wekî bawariya xwe

tu t’u kesî nayînî, ew ne hêjayî dilbawariya tene. Te

digot û xwexwe jî nereh’et dibûyî.

Nizam çi serê te qeûmî bû, k’ê dilê te ha

şikênandibû, serê te xapandibû, bawariya te inda

kiribû. Nizam, te çi dixwest ez bidama servaxt

kirinê.

55
Min xwest ber te xwe bida e’fû kirinê, lê zimanê

min lalep’êtkî bû, negeriya. Lê te digot û digot,

giliyê te bîna mixa serê min da diçûn û ez dêşandim.

Min nizan bû, çi t’eherî h’elalî û bawariya xwe te

r’a bida îzbat kirinê… Gere tu bawariya xwe min

bînî, delala dilê min, xweya hiş û aqlê e’cêv! Ne tu

xwendîî.

Xudê evîntiyê bê guman nahêle, derda dide,

dermana jî pê r’a p’eyîda dike, min bawar bike.

Badilheva tu dixazî xwe ji dûrî min bigirî, şîrnaya

dilê min. Îro be, sibê be, emê hemikî e’seyî bigihîjne

hev. Ser e’niya me herda ha hatiye nivîsarê. Ez

naxwezim te bihêşînim, dixwezim te r’a bibime

guman.

Raste êş k’etibû dilê min û giliyê te guhê min

da mabûn, lê dengê teyî şirîn min r’a bibû guman,

ç’ara paşeroja min…

Waxt êpêce derbaz bibû, te’rî k’etibû e’rdê, lê

me qe t’exmîn nekiribû. Êdî dereng bû. Ez bi melûlî

derk’tim çûm, ç’e’vê te jî t’evî min k’etne r’ê, min

r’a dihatin û guman dikirine dilê min da… Ez ser

xwe da mêl bûm, min qayî, tiştek min ber xwe t’esele

kir.

Min xwest h’uba te xwe r’a bibira û h’uba xwe

jî t’esmîlî te kira. Bawar dikim, ew r’oj jî wê bê. Tu

jî bawar bike, delala dilê min…

56

b. T’ibîlîsî, s. 2008.
S E D X W E Z İ L …

Şêrê jêr nivîsî min ji ber şevata h’uba te sêwirand,

k’etibûme bin bandûra evîniya te û p’ir hêsa dihate

nivîsandinê, serê qelemê gilî bixwe rêz dikir û pê r’a

dinaliya.. Gava tîrêncê ç’e’vê teye r’eş û h’iz kirina

te k’ela dilê min digirt dişewitand.

Tu yeke xwendî, zên, fe’mdar û xweyî feresetî.

Xwedê k’iriyamet daye te û bîra serê te da e’cêve.

Min ji zûva tu begem kirî û ser te bengî bibûm. Bextê

r’eş r’a mecal t’inebûn min sur’a xwe te r’a eşkere

kira. Tu xweşik û nazik bûyî. Min ç’e’v berdabû te,

lê nedihate gotinê.

Me zû bi zû hev nêzîk didît, guh dida xeberdana

hev. H’uba te ez dişewitandim, lê çi feyîde! K’ela

dilêm û agirê ç’e’vê min da nedigihîştne te. Bawar

bûm, te min fe’m dikir, lê te xwe nedida k’ivşê. Min

didît, hevr’a xeberdana me, zanîna min, giliyê min

û aqilbendiya min hergav jî te xweş dihat û hîviyê

bûyî, k’engê ezê berbirî te bahatama. Te xwe çê

dikir, p’or bedew dikir û birû-bijang kil dida, raste

kil ya qelemê bû.

Carna te hêrs û qarabalix xeber dida, dengê xwe

bilind dikir, hêrsa xwe tanî, lê sûcê te nebû. Yazî te

r’a ha derk’etibû, yaziya neqenc. Waxtê te tiştek

dixwend û digot, lewzê devê te p’ir min xweş dihat,

dik’ete dilê min da û temarê h’iz kirinê digirt. Tu

ziman şirîn bûyî.

57
Lê telebext r’a, yê nêzîkî te tu fe’m nedikirin, aqil

û zanîna te baha nedikirin, qedirê wan nedigirtin,

dibû rqîniya wan û bin lêvê xwe da dik’eniyan,

nedighîştine giliyê te. Çi bikî, nexwendîne, bibexşîne

wan wek horiya e’zmanê jor. Min ew yeka ber ç’e’va

didît, ji ber xwe dik’etim û dişewutîm.

K’êfa me xeberdana hev dihat, ne r’ojekê û

sae’tekê, sala bû. Dewir – zeman bi lez derbaz bûn,

em jî e’mr r’a hatine guhastinê. Fikir, nêt-meremê

me jî t’eze bûne, xwestinê me ne bîna berêne. Êdî

em dilgermiyê û k’ela dil zanebûnê dixwezin û lê

digerin. Dinê ha hatiye û ha jî çûye, kesîra nemaye.

K’ê sur’a xwe birye gorê, ax - berê sar, çi xêr jê

dîtiye, dikarî bêjî? Dinê waye, delala dilê min.

E’mr bedew û xweşe, gava yek hebe te guhdarî û

fe’m ke. Ez p’ir çerçirîm, hetanî xwe r’a qirar kir,

wekî sur’a h’uba xwe û k’ela dilê xwe bi şêrtî te r’a

eşkere kira. T’ek t’enê te r’a, ne bona gilîgerandinê,

gevezetiyê û belakirinêye. Sur’a min sitar ke û

dernexe li r’û vê dinya neqenc û t’ijî me’rê je’r,

yê kû hîviyêne min xin û bigezin. Mirin û kuştina

min destê te da ne. Bibe hewala r’ih û h’uba min.

Dizanim ewa yeka te r’a p’ir çetine, lê ç’arek lazime

bê dîtinê. Ez te omidim, gumanim û sur’a xwe

t’esmîlî te dikim.

Te fe’m kir, xwe başe, najî, gunê min wê bik’eve

situkura te û tê bigerînî h’etanî mirinê. Bizan bî,

gunê min wê dinê jî wê r’ih’ê te biçerçîne û nahêle

sebir bikî.

58
Binêr, ev diniya neheq, malxiravê, çiqasî xweşe

û t’ebiyeta wî çiqas bedew û bihêşte. Ça bê îzna

Xwedê û bengînê t’erk bidin, h’etanî hema yek car

negihîjne dil – bedenê hev.

Axiriyê, mame h’eyîrana te û hêstra ji ç’e’vê xwe

paqij dikim. Xwezil em t’ev biçûna seyîrangê di nav

bax’ê t’orkirî da.

59
60

DE’VA K’EŞÎŞÊ GURCA Û P’ÎRÊ

ÊZDİYAN

Wextekî di şeherekî weke T’ibîlîsê da merivek

dima. Dê û bavê wî di e’slê xwe da dîn-bawariya

Êzdîtiyê dih’ebandin û ser p’işka Ezdîtiyê qewî

xwe girtibûn. Der-dorê vê malika êzdiyan h’emû

şile’t, gurc bûn, neferêd mala êzdî wana r’a hevaltî

û dostî dikirin. Yek –dudu jî bibûne destebrakêd

xweyê wê malêye herî nêzîk. Mêrikê êzdî e’mrê xwe

t’ev gurcên xaç’parêz, cînarêd xwe derbaz dikirin,

ji şîn – şayêd hev kêm nedibûn û k’omekdariya

hev dikirin. Çûyîn – hatin di nava wana da p’ir

bû. Mirovê êzdî ha bere-bere hîmî e’det û rabûn –

rûniştandina miletê gurca dibû.

Axriyê k’ete bin bandûra hewal-dostê xweyî

gurc. Rojekê ç’e’v da hogrên xweyî gurcî xaç’p’arêz

û bi rizadiliya xwe rabû çû gîhîşte dêra gurca.

K’eşîşekî xaç’p’arêz kire “Mamao”-ê, birê xweyî

axretê û hostayê xwe. Çava dibêjin, bû rezê dêra

gurcaye xaçp’arêz. Xaç’ekî mezine avzêr kirî kire

situkra xwe û t’u waxtî ji p’êsûra xwe venedikir,

ji dûrî xwe nedixist. Xwe qurbana wî xaç’î dikir.

Hergav diçû dêrê û serê xwe ber şêmîka dêrê datanî,

Çava ferzekî giran diçû destê k’êşîş, destê t’erîqê

xweyî t’eze maç’ dikir, k’itêba xaçp’arêzaye pîroz

“Bîbliya” paç dikir û dida ser serê xwe. Ewî êdî

dîn – bawariya, ayîn -qirarên êzdîtiyê bîr kiribû,

qulibîbû çûbû ser dînê xaç’p’arêzan.
De, rojekê e’mrê Xwedê hate ser wî û r’uh’ da.

Hewal – hogrê wiyî gurc û cînaran hewarî daxistine

ser dêra gurcan û k’eşîşê birê wiyî axretê hate ser, bi

gorî qirarê dînê xaç’p’arêzan ciniyazê mirî mor kir,

serda dia’ ji Bîbliya pîroz xwend û bona ç’e’l kirinê

hazir kir.

Hema wê gavê jî k’u bû, k’u nebû p’îr û şêxekî

êzdiyan hatine hewariya wî ciniyazî. Dîtin k’eşîşê

gurcan ser mirî dia’ dike û qirarê xwe bi e’detê xwe

diqedîne, çûne şêrê k’eşîş. Xwestin bi zorê berî k’eşîş

dana. Bû qal-meqaleke giran, der – cînar t’op bûn,

bû k’aş – vek’êş. Hev bû serî bahatana şikestinê.

P’îr de’va k’eşîş dikir: “Tu li vir çî dikî, çi p’êşeyî,

çi şuxulê teye li van deran!”

K’eşîş jî de’va şêx û p’îrê êzdiyan dikir û cavaba

p’îr dida: “Mirî rezê min bû, ezim t’erîqê wî, lê hûn

k’êne?”

Ser rih’ê mêrkê bav êzdiye xaç’p’arêz bûyî da

de’w û qaleke mezin çê bû…

Axriyê, dîsa k’eşîş îmana xwe neşewutand, xwe

ji qale – balê dûr girt, qut’iya xwe hilda û ji dûrî

wan dera k’et cû.

Meyîdan ma p’îr û şêxê êzdiyan r’a, yên ku qet

şêx û p’îrê malbeta mirî nebûn. Bibû zor, k’ê ferz û

qirar – ayîna dîn dipirsî, malê dinê bibû dînbawariya

wan t’erîqê êzdiyayî t’eze bît’er bûyî.

Der – cînar, hewal – dostên remetî yên xaç’p’arêz

jî a’cz û e’cêv mayî û hêrs bûyî ji hev bela bûn

61
vegeriyane malên xwe.

Roja dunê, gava ku cinyazê mêrkî wefat bûyî

gere bibirana li goristanê û t’esmîlî axê bikirina,

şêx û p’îrê êzdî ser mirî angorî ayîna dînbawariya

Êzdîtiyê qewl û beyît’ u dia’êd êzdîtiyê, ji xezîna

ulmê Şîxadî û Mêran, gotin. Qet t’alaşa wê yekê

nedik’şandin wekî mêrkê mirî di e’mrê xwe da (di

saxtiya xwe da) xaç’kirî bû û mirîdê k’eşîşê gurca

bû.

Dema ku cinyaz ji mal der xistin û şêx-p’îr pêşiya

t’abûtê diçûn û qewil dixwendin, di hewşê da yekî

bangî şêx û p’îr kir:

- “T’erîq, cinyaz ser p’iya nebin, guneye,

vegerînin, ser serî bibin!”

- “De, t’erk de, yek nîne!” – şêx cavaba wî camêrî

da.

- “De, wekî yek bû, we çir’a berî k’eşîş da!?” –

cavaba ha vegerandine ser t’erîqên êzdiyan.

62

b. T’ibîlîsî. s. 2011.
T’ERCİME

TU E’REBÎ? Ana Kalandazê

(Wergera ji zimanê gurcî)

Serê çena k’ûç’ê sekinî

Û gula di roşî …

- Delala min,

Tu e’rabî?

- Na, êzdî me…

Çava qalç’îç’eka

Serberjêr bin t’ûmê da,

Şermokeyî û

Ça te tê k’av -k’ubarî…

- Bêje, ç’e’vreşê,

Tu e’rebî?

- Na, êzdî me…

63
64

HÎMNA GURCİSTANÊYE DEWLETÊ

(Wergera ji zimanê gurcî)

AZAYÎ

Welat h’imayîla mine,

Dinê e’babetgeha mine,

Çiya-baniyê şemal dayî

P’ark’etê Xwedayê mine.

Azaya meye îroyîn

Distrê pîrozya dema bêye,

Sitêrka Sibê hil têye,

Hil tê û ort’a du be’ran nûr didêye,

Pîroz be her dem azayî,

Azayî her dem pîroz be!

b. T’ibîlîsî.17.01.2012.
NÎGAR

SÊZMAN ÊRT’ASMÎNDÊLÎ

(1890 – 1944)

(T’ercma ji zimanê gurcî)

A

- Nîgar kuşt! – Maqvalê kire qûrînî, gava Açîko

derk’ete eyîvanê û pirsî:

- Çi qewûmî?

- K’ê?

- Keç’a biç’ûke êzdî?

- K’ê kuşt?

- H’emze.

- Dergevanê gêzîk’êş?

Dengê meriva ji her aliya dihat.

Cimae’t çû – hat, t’ev hev bû.

H’eyat rabû ser p’iya.

- Nîgara belengaz! – Maqvalê bi h’eyîf got û hêstir

di ç’e’van da biriqîn.

- Lê me jî dixwest bibira k’oma xwe û têkra

pîyonêr! – Açîko ser da zêde kir û bi hêrs Hemze

rêênî yê ku bêbût’a di xûnê da girtibû destê xwe da

û Nîgara di xûnê da k’etî e’rdê dinihêrî.

Ji Nîgarê dahate k’ivşê ku berî mirinê ewê bi

qewî xwe xweyî kiribû, k’inc lê qelişî bû, p’or jord

da anîbû, lêv geztî bû, t’iliyê xwe wek p’encika

tevandibû, tê bêjî dixwest dest bavêta gevriya

yekê…

- Te kuşt? – xebatçiyê mîlîsiyayê lê pirsî gava ku

hat.

- Min… nizanim… dibekî… - H’emze xwe

undakirî cavaba wî da.

65
- Çima?

- E’detê me p’êpes kir.

- Bi çi teherî?

- Bi vî cûrayî ku … Min ew bi şêst t’ûman k’irî,

zêr dane bavê wê, qelen … jina min bû … lê ji

min direviya… t’evî zara dilîst … diçû li kilûbê

… guhdariya min nedikir … ser giliyêd min nebû

… k’uda jî biçiya, qet ji min nedipirsî, îzn ji min

nedixwest … ew jine, ez jî mêrê wê me, bêîzna min

gere gavê xwe nevêta li derva, lê ewê… H’emze bi

zimanê gurckiye şikestî deyîl xeber danê kir.

-Ha biç’ûk jina te bû?

- E’detê me êzdiyan vaye, biç’ûka tînin, ji 12

saliyê da …

- Ne bi qanûna dewletê eva yeka qedex’eye?!

Lêk’olînvanê mîlîsiyayê dest bi nîvîsara pirotoqolê

kir.

Açîko û Maqvalê bi şaş-h’eyîr li hev nihêrîn, fe’m

nedikirin me’niya wan xebera çiye.

Wana t’ek ew dizanîn ku Nîgar e’mrê wana da

bû, cilê t’er-t’emîz lê, bedew, ne not’la hine êzdiyan

bû … Hertim t’ev wan dilîst, h’etanî H’emze bîter

dibû û bi hêrs avir didayê, Nîgarê serê xwe dikire

ber xwe, ker-lal diçû cem H’emze; lê ewî k’ulm lê

dida, k’aş dikir dikire malê, dik’uta …

Û ewana qet fe’m nedikirin, bona çi ha serê

Nîgarê diqewûmî, yan naka bona çi kuşt …

Qewmandineke h’evtêkî pêjda k’ete li bîra wan.

66
B

- Nîgarê, dixwezî, te jî hînî xwendin – nîvîsarê

kin û di k’oma pîyonêran da te xwe r’a bigerînin? –

carekê Açîko jê pirsî.

- Wê ze’f baş be, - Maqvalê ser da zêde kir û

Nîgarê r’a k’eniya.

- Dixwezim, lê H’emze wê min bik’ute, îznê nade,

- Nîgarê cavaba wan da û hêstr ji ç’e’van hatin.

- H’emze çî teye?

- Nizanim…. Dê gote min, mêrê teye û …

Erê, eva h’evtêkî pêş da bû.

Armanca dostan nehate sêrî.

Ew kuştin …

H’alê Nîgarê di destê H’êmze da p’ir xirab bû.

Eva yeka bi veşartî û bêdengî diqewûmî …

Ewê hê t’u tişt di e’mr da fe’m nedikir û hildan

dane merîkî xerîb …

Ew pênc meh pêjda Hemze da pişta xwe û ji

gundekî piç’ûk ber p’ala çiyayê Elegezê hilda anî.

Nîgar li vir nasiya xwe da bajêr li k’u jî not’lanî

sêlavê p’êlêd êzdiyan dihatin dik’etinê.

Berê ku kesî guhdariya wan e’şîran nedikir, naka

ew jî derk’etine ronkayê, kilûb, mek’teb û tiştêd

mayîn yê wan jî hene…

Xebatçiya wê kilûbê jina mişakê Mamed, k’ulfeta

ç’e’v vekirî Zozê xweyîtî li Nîgarê kir.

Zozê dizanî h’al, e’rf-e’detê miletê xwe û dixwest

ew jî derxistina ser riya çandê.

Ne ew jî biç’ûk –biç’ûk dane mêr…

Ewê gele cara gote H’emze wekî Nîgarê r’a p’ak

67
a. Ew jî hema ser vê k’ûç’ê dima, h’eyata k’êlekê,

cînarê hev bûn.

-Nek’eve di şuxulê min da! – ha H’emze hertim

cavaba Zozê dida.

Zozê p’ir diçerçirî wekî êzdî bona k’ara xwendinê

û çûyîn – hatina li kilûbê bidana fe’m kirinê, t’ayîbetî

jinê êzdî, lê geleka ji destê nezaniyê xwe ji dûrî wê

digirtin.

- Kilûb û mek’teb ne şuxulê meye! – ha carna

digotin.

Mêr ji Zozê p’ir a’ciz bibûn û digotin:

- Jin û zarokan hinberî me radike!

Û e’cêv nebû ku t’ev bûna Zozê H’emze jî xweş

nehata.

G

Û, carekê, gava ku tav k’ete pişta ç’iyê û bayê

nerim xişe-xişa belgê dara yên ku ber tavê şewutîbûn,

anî, hênkayî k’ete k’ ûç’a …

K’ûç’a biç’ûk seqirî bû …

Ber dergê h’eyatê êzdî rûniştibûn û k’etibûne

misilh’etê…

Zar dibeziyan, dilîstin …

Hine jinika t’eşî dirêst …

Mêr çendik rûniştibûn, hineka p’alan dabûne

bin serê xwe û p’alda bûn …

Yekê fîqê dixist, yekî mayîn jî pêr’a disitra.

Tê bêjî h’emû şa dibûn, dik’eniyan, laqirdiya

hev dikirin. Lê yek me’de kirî dûrî wan sekinî bû û

nenihêrî wê yekê ku hineka laqirdî jê dikir, hemikî

68
t’evî wan nedibû, car- cara beşera xwe xweş dikir,

paşê dîsa ber xwe dik’et, sivetê wê dihate guhastinê

û bêdeng dikire axîn…

Ew Nîgara biç’ûk bû.

Ewê çend cara kir t’evî zarokên lîstikçî be, lê jinê

mezin digotinê:

- Şerm nakî, we’dê te lîstikêye?!

Wê şerm kira, serê xwe têkira ber xwe, wê ciyê

xwe da dîsa rûnişta yan têk’eta malê û dest bi girînê

bikira.

Gund, dê û bav, hewal û pez k’etine bîrê…

Û, naka, gava ku li vir êzdiyê cahêl fîqê dixist û

yê mayîn jî pê r’a distriya, ne gund da eva yeka p’ir

caran didît û dibîst…

Dilê wê bû derdû ji wan bîranînan; h’îlê wê ji wê

mêrikî hat, k’ê ew ji dûrî li wan deran xist…

Ev mêrik H’emze bû.

- Ez dixwezim li malê bimînim, daê, naçme bal vê

mêrikî, pêr’a naçim! – Nîgarê k’elo-girî digote diya

xwe, gava ku H’emze ew k’irî, havête t’erkiya xwe

û anî.

- Xwe ker ke! Tu xwe êdî biç’ûk nînî?! – dê bi

hers cavaba wê dayê.

- Tu êdî gihîştî 12 sala û we’dê mêr kirina teye!

– bavê serda zêde kir gava h’etanî binê gund verê

kir.

Nîgar digiriya, ewê qet fe’m nedikir, çira H’emze

ew xwe r’a dibir…

- Şev û roj tu gere li vir bî. Ez mêrê te me, lê tu

jina minî. Tu gere gura min da bî … Tu dibêyî?! –

69
H’emze gotê gava anî û ç’e’vê xwe pêr’a zîto-mîto

kir.

Nîgara dilşewûtî hêstir barand û serê xwe pêr’a

hejand, lê fe’m nedikir çira.

Ot’axa H’emzeye te’rî Nîgarê r’a bibû zîndan.

A, ew şikil dik’etine bîrê, gava Nîgar li vir

rûniştibû. Nîçkêva yekî destê xwe danî ser namla

wê, veciniqî, rabû.

- Netirse, Nîgar, ezim! - ya hatî nerm gotê û rex

wê rûnişt.

- Zozê?! – bi k’en deng ji Nîgarê hat.

D

- Nîgar, ber xwe nek’eve, emê te xweyî kin… em

îznê nadine t’u kesî zulimê serê te bike… Wekî qîz

şanzde salî nîne, qanûn naha îzna mêr kirinê nade

… em gere vê e’dete kemn rakin… dîwan, partiya

arîk’ariyê didine me… em gere ç’e’v bidine cînaran,

gere bixûnin!...

Ewê Nîgar bire kilûbê, li wê hînî xwendin-

nivîsandinê dikirin, di k’oma t’erzîtiyê da nivîsîn.

Nîgar şa dibû …

- Açîko, ne em pîyonêrin? – Maqvalê jê pirsî.

- Îja?

- Îja ew ku em borcdarin t’erbet kirina zarokê

h’emû xebatçiyan r’a mijûl bin.

- Raste, giliyê teye.

- De wekî usane em di xwendinê da k’omekê

bidine Nîgarê, ne ew qîzeke başe …

Û van h’erd hogira jî guhdariya Nîgarê dikirin.

70
Dunapêr êvarê ne xwe r’a biribûne li k’omê…

- Çava, bêîzna min çûyî kilûbê?! – H’emze kire

qûjînî, hine cînara niç’andibûnê û bêfe’m hêrs

xistibûn:

- Çi îşê jinê me kilûbê, piyonêrê k’etiye! Mêr nînî,

çima e’detê me didî p’êpes kirinê?!

- Di kilûbê da Zozê wê xirab hîn dike…

- Lê ew zarê han wê k’uda dibin?

- Jin û zarê me ç’e’v didine wê û xwe wêda k’aş

dikin…

- Wê Mûsa carna peyî diçe, haj xwe hebe, wê te

bistîne.

Gotinê vî t’eherî H’emze dibîst û hêrsa wî

dihat.

Gele cara ewî Nigar reş û şîn kir û Nîgarê şikiyatê

xwe li mîlîsiyê da kir.

- H’emze, careke mayîn îznê nede xwe Nîgarê

bik’utî ha, - li wê gotinê.

H’emze serê xwe kire ber xwe û got:

- T’obe, êdî nakim.

Lê dilê xwe da k’ê dizanî çi qirar kiribû.

Ê

- Çava?! Jina êzdî û ha serê xwe aza ger?! –

Hemze reh’et nedibû.

Carekê di rê da rastî Zozê hat û bi k’ulma ber bi

wê çû.

Zozê pajda vek’işiya.

- Neheqiya teye! – H’emze lê kire qûre-qûr.

- H’emze, bisekine! – deng hatê û gava piş xwe

71
zivirî, Açîkoyê ji mek’tebê derk’etî dît.

- Tu çî dixwezî?

- Bona çi, H’emze, seba cî? Zozê k’ulfeteke başe,

ew guhdariya Nîgarê dike, lê tu…

- Ewê qafgêj kiriye! – cavaba wî da.

- Na, H’emze, min ew dîn nexistiye, dixwezim

ew jî bibe merî… kilûb, mek’teb mecalê vê yekê

dide, ew ciyê xwendin- ronkayêye .. – Zozê digotê,

lê H’emze êdî guhdariya wê nedikir, ew berbi malê

t’evhev bûyî bi lez diçû û di kirî:

- Nigarê e’detê me p’êpes kir, lê….

- Diçime kilûbê,- Nigarê gotê, gava H’emze k’ete

malê, dît ku ew k’arê xwe dike û jê pirsî tê herî

k’u….

Cavaba Nîgarê û di destê H’emze da bêbût’

biriqî.

72

Sala 1929.
S ER E C E M

1. WELATO . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 5

2. LÊXİN, BİRANO, LÊXİN! . . . . . . . . . . 7

3. HERNE PÊŞ . . . . . . . . . . 8

4. DERDÊ K’URDİSTANÊ . . . . . . . . . . 9

5. XWEŞ BE, APO . . . . . . . . . . 11

6. EMİN, Jİ ÊLA ANQOSÎNE . . . . . . . . . . 13

7. ”ROJA XEZEBÊ” . . . . . . . . . . . . . . . 15

8. NEWROZ . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 17

9. BİJÎ NÎŞTÎMAN . . . . . . . . . . . . . . . . 18

EVÎNÎ

10. LÊLÊ, GULÊ . . . . . . . . . . . . . . . . . 19

11. N A R Î N Ê . . . . . . . . . . . . . . . . . 21

12. D İ L Ê M İ N, W E R E . . . . . . . . . . 22

13. DİLBİRÎNİM . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 23

14. DÎLBERÊ . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 24

15. GULBAHARÎ, EYÎ ŞÎRÎNÊ . . . . . . . . . . 25

16. WERE EVÎNA MİN . . . . . . . . . . . . . . 25

17. “RONKAYA” ME BAHARINE . . . . . . . 27

18. DÎLÊ EVÎNÊ . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 29

19. P’ERÎŞAN . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 30

20. DUBEYÎT’ . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 32

21. BONA WEFAT BÛNA JORAYÊ

SİTÛRKÎ . . . . . . . . . . 33

73
22. SER ANZOR MAMÊDOV . . . . . . . . . . 34

23. ZEMANO, NE T’ U ZEMANÎ . . . . . . . . . . 35

DÎN – BAWARİYA ÊZDÎTİYÊ

24. HOLA ÊZÎDÊ SOR . . . . . . . . . . . . . . . . . . 36

25. DİROZGA ÊZDİYA . . . . . . . . . . . . . . . . . 39

26. ÇARŞEMA SOR – ROJA

MELEK TAWÛS . . . . . . . . . . 40

27. RAST Û Ç’EP YA ÊZDİYAN . . . . . . . . . . 41

28. E’YÎDA XİDİR – EYÎLAZ R’A . . . . . . . . . . 42

29. NİVÎSA SER KEVİRÊ KÊLİKÊ . . . . . . . . . . 42

30. BEYÎT’A MİRNA MİN . . . . . . . . . . . . . . . . . 43

BONA ZAROKAN

31. P’İŞÎK Û MİŞİK . . . . . . . . . . . . . . . . . . 46

S E R H A T Î

32. M İ N B A W A R B İ K E . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 47

33. S E D X W E Z İ L … . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 57

34. DE’VA K’EŞÎŞÊ GURCA

Û P’ÎRÊ ÊZDİYAN . . . . . . . . . . . . . . . . . 60

T’ERCİME

35. TU E’REBÎ? Ana Kalandazê . . . . . . . . . . 63

36. HÎMNA GURCİSTANÊYE DEWLETÊ . . . . 64

37. NÎGAR. Sêzman Êrt’asmîndêlî . . . . . . . . 65

74