You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
na rûbarê demê. Ne rengxwelî nêzî harmoniya qebqebê dibe û ne jî

kewên reþbêniyê xwe dispêrin seretayiya firînê. Te di bin zimanê xwe de

dimeyînim/te di agirdanka parsûyên xwe de dikelînim/te di kalana

kêlîkan de, di landika pinpinîkan de, di volqana perîkan de dilorînim/

kezîmarên te bi berbejn û pazbendan, bi xoþûxwanên rêving û revendan,

bi îstgeh (pageh, îstasyon) û bendergeh (lîman) û çadirgeh û xwînreh û bi

kormehan dixemilînim. (Hemû rengên kevnar di dilê min de xwedî ronahiyek

xemgîn in. Ma gelo di xuristê de jî wisan in, yan çavê min nexweþ

in. –Van Gogh–)

Rono

Li ser bergeha wê oqyanûsa axînê rengên qedera me ji guhanê babelîskan

dihate dotin. Her ko ferhenga rengan di pêxêra (Girê þermolan) de

diçelqiya, rengê qehweyî, dilop dilop, ji qilçix û belgan, ji pîvong û stirîzerkan,

ji bîntengiya keroþk û qitikan, dinuqutî...

Rengê qehweyî ye, rengê zaroktiya me yî qurmiçî ye. Li wê çolistana

tozperest, eger axîn û ax ji dayik bûn, eger þevçirax ji memikên êþê qut

bûn, wê mirî bêrîkirina zindiyan bi cî bikin. Lê jîndar wê çawa qehweyîya

çavê miriyan ji bîr bikin???

10•BI XEWNA WE PÊNÛSÊ DILORÎNIM E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM