Bilîcan - Nefel
Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel
ojê deng vedida. Hesê Dûdê ew pehlewanê zorî zorbe, ew mêrxasê navdar çendîn caran bi pehlewanên neyaran ra, ko hatibûn hêriþî ser av û axa wan kiribûn û daxwaza bac û bêþan li wan kiribûn, guleþ kiribû. Çendik û çend pehlewanên bîhaniyan bi destê wî, bi nêza wî, bi þûr û tîr û xencera wî, bi zerga wî ya xezebê ber bi dojehê þa bibûn. Ewî çend pehlewanên romiyan li ser çokan xistibû. Li ber nav û dengê Hesê Dûdêyî roj bi rojê li desthelatdariya Mîr Elî Siwaranî zêde û zêdetir dibû. Roj bi rojê kewþenê Aran û Zozanên wî, sînorê welatê wî berfiretir dibû. Evan hemû li saya serê Hesê Dûdêyî da bûn. Hesê Dûdêyî jî çi bigota Mîrî bêdiliya wî nedikir. Li ser daxwaza Hesê Dûdêyî Mîrî xwendebêjekî Êzdî anîbû. Zaroyên çend malên Êzdiyan ko li zoma Mîrî da bûn, li bal wî xwendebêjê Êzdî, bi zimanê kurdî û bi rênîvîsa êzdîkî xwende dixwendin. Hesê Dûdêyî jî her gava ko serê wî ji kar û barên dîwanê û þer û þûrên dujminan vala biba, diçû alî xwendebêjê xwe û li Mishefa reþ ji zarokan ra bi dengekî bilind gotinên ayînî vedixwend û ji wan ra ji dîwana Þêx Adê bi deng û miqam helbestên ayînî dixwendin. Herwisan Hesê Dûdêyî heftiyê carekê jî bernama guleþanê danîbû. Ewî heftiyê carekê tewawî zaroyên zomê, genc û law û qîz û xort berev dikir û ewana fêrî fend û fêlên pehlewantî, þûrweþînî û nêzebaziyê dikir. Lê li himber wî da Mela Ehmedi jî xwendexaneyeke mezin vekiribû. Piþka zore zaroyên zomê diçûne bal wî û bi zimanê erebî dixwendin. Heft kur û qîzeke Hesê Dûdêyî heye. Ewî ew heft kur û qîza xwe fêrî her cure fend û fêlên pehlewantiyê kiriye. A, Gîha li ser rehên xwe þîn dibe. Têjikên maran bê jahr nabin. Tewawî zaroyên Hesê Dûdêyî jî wekî wî pehlewan în. Hemû gir û beranîne. Li nav koma heval û hevtemenan da dûr va dihêne xûyanê. Hemêþe bihostekê li ser hevalan dikevin. Kiça Hesê Dûdêyî çarimîn biçûka malê ye. Navê wê Werdek e. Lê bi þîrînî dibêjinê Werdê. Rastî jî hema Werdê bînanî Werdekekê ciwan û wekî qazekê binaz û wekî eluhekê jîr û jêhatî, tîjçeng û zîx e. Hind ciwan e, nazê li erd û esmanan dike.. Dibêje tavê tu dernekeve, ezê derkevim. Rûmetê wê yê soresipî parava tê xûyanê. Bejina wê bilind, sîngê wê bi ber û navtenga wê zirav e . Çavên wê þîn, tu dibêjî cotek oqyanosin. Bijangên reþ û birûyên kêþayî bînanî perên reþdalaþan diteyisin. Biskên wê yê badayî dirijin ser navqeda zirav. Gerdena wê bînanî gerdena sîh û qazan bilind û mermerîn e. Dema ko bi rêve diçe, weke mahîneke dêlgirêdayî girmegirm li binê piyên wê tê. Yeke bi zend û bend û tevkutayî û tevbadayî ye. E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 71
Çi kesî nikarî xwe li ber ciwanî û bedewetiya wê ragirta. Ewê dilê gelekan kiribû av. Werdê jî weke bav û her heft birayên xwe pehlewan e. Li ber destê bavê xwe hîmî her cure fend û fêlên pehlewantiyê bûye. Li nav êla Mîr Elî Siwaranî da debe, ko mehê carekê genc û law û xurtên pêragiheþtî, li meydana zoranê da berev dibin û milmilanê dikin. Li wê rojê da giþtî xelkê êlê derdikevin temaþa zoranbazan. Mîr bixwe bi giregire û ridênsipî û berdevk û pehlewanên xwe va li rêza pêþîn li ser rûniþtekên kevirîn rûdinên û li zoranbazan û çawaniya milmilanêya wan dinihêrîn. Li nav wan zoranbazana da, kê bibe berinde, ji layê Mîrî va tê xelat kirinê. Eve sê, çar salin, ko Werdê jî ketiye nav gera milmilanê da. Ewê pêþ da li gel kiçikan milmilanê dikir. Lê ewê giþtî kiçikên êlê li milmilanê da þikandibû. Êdî li nav kiçikên êlê da çi kiçekê ji xwe ra nedidît, di gel Werdê milmilanê bike. Li ber wê hindê bû, ko Werdê ketibû nav gera kurikan da. Ewê pêþ da bi birayên xwe ra milmilanê dikir. Ewê her sê birayên xwe yên mezin jî li meydana zoranê da li pêþ çavên giþtî temaþevanan da li erdê dabû. Piþtî hînga li ser daxwaza bavê xwe û Mîrî bi xortên dî ra ketibû zoranbaziyê. Ewê ew xortana jî iþkandibûn; berebere Werdê navê pehlewantiyê girtibû. Hemûyan digotinê Werda pehlewan. Êdî wisan lê hat, ko çi pehlewan û zorbeyên êlê jî ji xwe ra nedidîtin, ko bi Werdê ra milmilanê bikin. Nav û dengê pehlewantiya Werdê li çar nikarê Kurdistanê ra derbasî welatên dereke jî bibû. Nav û dengê wê li ber guçkên pehlewanên rom û ereb û eceman ketibû. Ewî navî her yek li xwazîkekê da þewitandibû. Navê Werdekê bibû pirzika li ser zimanê xas û nasan. Werdê bibû xewin û xiyala pehlewanan. Êla Mîr Elî Siwaranî cînva bi serê Werdekê sûnd dixwarin. Erê, Werdekê xewa gelek genc û xortên Mîr û began herimandibû. Gelek pehlewan li hejîk û evîna Werdekê da diþewitîn. Li her alî ji malên giregire û mîr û beg û þah û padiþahan ra dihatin mala Hesê Dûdêyî xwazginiyê Werdekê. Lê Werdekê mercek danî ye. Ewê gotiye, her kesê ko bikaribe li milmilanê da piþta wê li erdê bidê, dê wî ya bike. Lê eger kesek bi mebesta zewacê di gel wê milmilanê bike û neþê wê li erdê bide, dê li ber çavên hemû temaþevanan da bête siza danê. Sizaya ewê torandî jî eweye, ko dê li pêþ çavên giþtî temaþevanan da, kulîmekên wî dax bikin. Ta roja îro gelek kulîmek li ser Werdê hatibûn dax kirinê. Gelek dil jî ji bona Werdê bibûne patîlok, lê newêrîbûn li wê bareyê da devê xwe jî vekin. Evîna Werdekê li dilê wan da bibû derd û kul. 72• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM
- Page 21 and 22: Di gel van hemû derdana Îsê jî
- Page 23 and 24: xwe, ridênsipî û þêvirdaran go
- Page 25 and 26: yê dî nedikir. Çendîn caran ber
- Page 27 and 28: Dûlka xwe hejand û xwe avîte ber
- Page 29 and 30: Silêmanî xwe gîhande pira darîn
- Page 31 and 32: avê bû, ko ji bejna wî dikiþiya
- Page 33 and 34: Silêmanî. Silêman bi pêxiþik h
- Page 35 and 36: »Ay Xudêyo çende xweþkok e, tu
- Page 37 and 38: avê bû, ko bînanî dîneke serme
- Page 39 and 40: vaye daketine nav dilê deþtê da.
- Page 41 and 42: 5 Der û deþt, gelî û newal, dar
- Page 43 and 44: ûye û ji bona min xew li çavên
- Page 45 and 46: dibû, banz dan. Av wisan bi guj di
- Page 47 and 48: û peþkiya pêsîra zinarî; kavir
- Page 49 and 50: Gel xwe wê tîne lo qirþan û qal
- Page 51 and 52: cendek ketiye? Evan çawa bêhna go
- Page 53 and 54: Germayeke tund ji libên xîza daxb
- Page 55 and 56: ezê devê xwe girê bidim!? » Bi
- Page 57 and 58: 6 Kutaya meha Adarê ye. Her tenê
- Page 59 and 60: xîvetan tuneye. Xîvet li ber hev
- Page 61 and 62: Pîrejinê piþteke rîse rengareng
- Page 63 and 64: ibijêrim. Ez nizanim hûn deba vir
- Page 65 and 66: »Kuro Miho were van herdu dajoyana
- Page 67 and 68: girikekî ra bibîne. Piþtî bîst
- Page 69 and 70: 7 Hefthezar û heftsed mal li bin s
- Page 71: ide. Her cara ko nameyek kurdî bih
- Page 75 and 76: Werdekê da cî bike. Lê Werdeka m
- Page 77 and 78: siyê da mabûn. Li bin siyê da ze
- Page 79 and 80: jî waye bi wan ra ye. Silêman ew
- Page 81 and 82: Hay hay! Þêr þêr e, çi jine ç
- Page 83 and 84: na sêveke sor nediçû devê Mîr
- Page 85 and 86: — Hero ta roja îro kesî piþta
- Page 87 and 88: xezelên xezelwerê, libên barana
- Page 89 and 90: i giþtî hêza xwe va tawa xwe av
- Page 91 and 92: — Bijî Silêman! — Her hebî S
- Page 93 and 94: Pîrqîn kete komelê û hemû keni
- Page 95 and 96: erpêlavka wan da. Hemû tev bi ken
- Page 97 and 98: Mîr Elî Siwaran ji cî hilqedimî
- Page 99 and 100: »Mîrîm bibexþîne! Bêdem bû.
- Page 101 and 102: 11 Hê çilê bûkê û zavayi dern
- Page 103 and 104: — Pîroz be Silêman! Çavên te
- Page 105 and 106: sotibûn. Lê newêrîbûn, ewê xw
- Page 107 and 108: a xwe, li komelê nihêrî. Li dû
- Page 109 and 110: kurt Silêman hema wisan rawestayî
- Page 111 and 112: »Ehmed Beg bibihorîne, ez pirsek
- Page 113 and 114: ka we çawa ye? — Kuro tiþtek n
- Page 115 and 116: dibûn, ko li ber zaroyan binê zan
- Page 117 and 118: içêrîne! Dajo dizgîna hespê ji
- Page 119 and 120: 14 Baranên havînî yên ser û bi
- Page 121 and 122: tenê kire rewtîn. Kakil li vê de
Çi kesî nikarî xwe li ber ciwanî û bedewetiya wê ragirta. Ewê dilê

gelekan kiribû av. Werdê jî weke bav û her heft birayên xwe pehlewan e.

Li ber destê bavê xwe hîmî her cure fend û fêlên pehlewantiyê bûye.

Li nav êla Mîr Elî Siwaranî da debe, ko mehê carekê genc û law û

xurtên pêragiheþtî, li meydana zoranê da berev dibin û milmilanê dikin.

Li wê rojê da giþtî xelkê êlê derdikevin temaþa zoranbazan. Mîr bixwe bi

giregire û ridênsipî û berdevk û pehlewanên xwe va li rêza pêþîn li ser

rûniþtekên kevirîn rûdinên û li zoranbazan û çawaniya milmilanêya wan

dinihêrîn. Li nav wan zoranbazana da, kê bibe berinde, ji layê Mîrî va tê

xelat kirinê.

Eve sê, çar salin, ko Werdê jî ketiye nav gera milmilanê da. Ewê pêþ da

li gel kiçikan milmilanê dikir. Lê ewê giþtî kiçikên êlê li milmilanê da

þikandibû. Êdî li nav kiçikên êlê da çi kiçekê ji xwe ra nedidît, di gel

Werdê milmilanê bike. Li ber wê hindê bû, ko Werdê ketibû nav gera

kurikan da. Ewê pêþ da bi birayên xwe ra milmilanê dikir. Ewê her sê birayên

xwe yên mezin jî li meydana zoranê da li pêþ çavên giþtî temaþevanan

da li erdê dabû. Piþtî hînga li ser daxwaza bavê xwe û Mîrî bi xortên

dî ra ketibû zoranbaziyê. Ewê ew xortana jî iþkandibûn; berebere Werdê

navê pehlewantiyê girtibû. Hemûyan digotinê Werda pehlewan. Êdî

wisan lê hat, ko çi pehlewan û zorbeyên êlê jî ji xwe ra nedidîtin, ko bi

Werdê ra milmilanê bikin. Nav û dengê pehlewantiya Werdê li çar

nikarê Kurdistanê ra derbasî welatên dereke jî bibû. Nav û dengê wê li

ber guçkên pehlewanên rom û ereb û eceman ketibû. Ewî navî her yek li

xwazîkekê da þewitandibû. Navê Werdekê bibû pirzika li ser zimanê xas

û nasan. Werdê bibû xewin û xiyala pehlewanan. Êla Mîr Elî Siwaranî

cînva bi serê Werdekê sûnd dixwarin.

Erê, Werdekê xewa gelek genc û xortên Mîr û began herimandibû.

Gelek pehlewan li hejîk û evîna Werdekê da diþewitîn. Li her alî ji malên

giregire û mîr û beg û þah û padiþahan ra dihatin mala Hesê Dûdêyî

xwazginiyê Werdekê. Lê Werdekê mercek danî ye. Ewê gotiye, her kesê

ko bikaribe li milmilanê da piþta wê li erdê bidê, dê wî ya bike. Lê eger kesek

bi mebesta zewacê di gel wê milmilanê bike û neþê wê li erdê bide, dê

li ber çavên hemû temaþevanan da bête siza danê. Sizaya ewê torandî jî

eweye, ko dê li pêþ çavên giþtî temaþevanan da, kulîmekên wî dax bikin.

Ta roja îro gelek kulîmek li ser Werdê hatibûn dax kirinê. Gelek dil jî

ji bona Werdê bibûne patîlok, lê newêrîbûn li wê bareyê da devê xwe jî

vekin. Evîna Werdekê li dilê wan da bibû derd û kul.

72• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM