Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

a xeber jî nedidan. Serê xwe xistibûn ber xwe û kûr diponijîn. Piþtî demeke xurt, xortekî bejinbilindî navziravî li hindav da hilkiþiyayî ji xîveta mêran derket û ber bi xîveta rêncberan hat. Ew mêrkê heledirêjê rû bi xurî jî dabû dû wî. Mirovî dil nedida, li bejin û bal û timtêla xortî binêre. Destek þal û þapik lê bû, kulozekî sipîçîl bînanî keleqendê Kela Xoyê li serî bû. Çareke armûþîne reþe bi riþî li dora kulozî alandibû. Riþiyên çarê dadiketin ser kosteka demejmêrê. Þurikên kostekê daketibûn ser kemberê. Þûtikek armûþîne rengrengî li navqeda xwe alandibû. Xencerek tetikzîv li ber þûtikê ra bû. Cotek gîzmên reþ di lingan da bûn. Gîzme ta binê çokên xwe hilkiþandibû. Gîzmên wî dibiriqîn û rewneqa wan difirîn nav çavên mirovî. Xortê zirav hate ber derê xîveta rêncberan. Li ber derê xîvetê rawesta û serê xwe li derê xîvetê ra kire hundur û hema wisan li ber derî rawestayî ji mêrkê rû bi xurî pirsî: »Ev herdu mane?« — Belê ezbenî. Li dû wê pirsa xwe ra hema li ber derî, bêy serçavanî, berê xwe li ser Silêman û hevalê wî da kir û got: »Kemo yê heqê we ji we ra bêje. Hûn diçin ber pezî baþ li xeberdaniya sereþivanan da bin ha!« Paþê berê xwe li ser Kemoyî da kir û gotê: »Heqê wan ji wan ra bêje û herduyan jî bide Mihoyî, bila hema niha bibe bispêre sereþivanan« Eva got û li ber derê xîvetê paþ da zivirî. Silêman û hevalê wî li nav çavên hevdu nihêrîn û serê xwe kirin ber xwe da. Kemoyê rû bi xurî hate hundurê xîvetê û got: »Ev Ehmed Begî kurê Mîrî yê mezin bû. Pirtûk û perok û hejmara keriyan li destê wî daye. Ew li ser þivan û rêncberan ra digere. Nizanim we hay jê heye, yan na? Vêderê heqê þivanan her pêþ da hatiye birînê. Tiþteke vebirî ye. Heqê dajoyê mihiyan ji bo merceke þeþ mehî þeþ berx û sê hiriyên mihiyan û destek cilkên nîvtaþe. Heqê dajoyê pezê istewir jî her merceke þeþ mehî pênc berx û sê hiriyên kaviran û destek cilkên nîvtaþ yê Mîrî yan jî yê kurên wî ye. Hemîn xwerin û vexwerina we jî li kîsê mala Mîrî daye. Gotinek we tuneye?« Silêman û hevalê wî herduyan pêkve serê xwe hevraz avîtin û gotin: »Ne,e!« Kemo bi vê pirsiyarê ra ji xîvetê derket û gazî kir: E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 63

»Kuro Miho were van herdu dajoyana bibe bispêre sereþivanan û bizivire!« Miho hat û li ber derê xîvetê rawesta û gote wanên ko li xîvetê da bûn: »Hero xwe teyar bikin, emê rê kevin!« Silêman û hevalê wî ji cî rabûn û xwe tev pêçan û pêkve ji xîvetê derketin derva. Çavên Silêmanî bi Qafreþi ket. Qafreþ hema wisan li rex xîvetê li ser leman ketibû û xwe kiribû girê. Rêncberan hindek nanên hûr avîtibûn ber. Lê Qafreþi tirsa seyên zomê ew nana he nîvxwarî hêlabû. Dema ko Qafreþi çav bi Silêmanî ket, ruh kete ber û rabû þipê û kewûjekên xwe rast kir. Li dû ra dest pê kir ew hûrdenanên li erdê berev kir. Silêman li ber rawesta, ta ko ewî giþtî nanê li erdê xwar. Paþê bi dengê Kemoyî ra, ko gazî kir: »Kuro Miho hûn hê rê neketine?« Her sêkan dane rê. Qafreþi jî da dû wan. Hindî ko li nav zomê derneketibûn, Qafreþi xwe lemisandibû. Dûlka xwe kiribû nav lingên xwe û xwe vî alî, wî alî davîte ber pesêva Silêmanî. Lê dema ko ji zomê dûr ketin, Qafreþi dîsan fenanî caran dûlka xwe da ser milên xwe û kete pêþiya wan û simsimî û bêhin gerand û erd pêkol kir. Daketibûn rastiyê. Deþteke ripe rast li ber piyên wan berve diçû.. Hindî çavan qeter dikir, deþtê li ber gulezerên pîzpîzkê zer û qîçik dikir. Li nav gulezeran ra derbas bûn. Li milê çepê kulotên vegirtî ji halhalkan bera wan li ser xwe da rakêþa. Halhalkan weke mêzereke sore gevez ew kulotana vepoþandibûn. Li nav halhalkan ra derbas bûn û li ser kulotan ketin. Gava ko li nav halhalkan ra derbas dibûn, Mihoyi çirtikek avît û ev helbestoka bi teqil xwend: Kiçkên xala Çûn halhala Zik tijî kir Tûrik vala Vêca bi xwendina helbestokê ra bi tiplequtanê û tilîfistiqanê da çirtikan û xwe helavît. Herdu heval pê keniyan. Best û kulotên halhalkan li dû xwe ra hêlan. Berê wan ketibû ser çiyan. Çiyan weke pêþmergên hevgirtî dest dabûne destên hev û ta çavan qeter dikirin, pêþve diçûn. Serê wan hê jî li berfa kever da sipî dikir. Hêdî hêdî ji deþtê diqetiyan û digeheþtin damêna çiyan. Li qontara çiyan dîmen di- 64• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

a xeber jî nedidan. Serê xwe xistibûn ber xwe û kûr diponijîn.

Piþtî demeke xurt, xortekî bejinbilindî navziravî li hindav da hilkiþiyayî

ji xîveta mêran derket û ber bi xîveta rêncberan hat. Ew mêrkê

heledirêjê rû bi xurî jî dabû dû wî. Mirovî dil nedida, li bejin û bal û

timtêla xortî binêre. Destek þal û þapik lê bû, kulozekî sipîçîl bînanî

keleqendê Kela Xoyê li serî bû. Çareke armûþîne reþe bi riþî li dora kulozî

alandibû. Riþiyên çarê dadiketin ser kosteka demejmêrê. Þurikên

kostekê daketibûn ser kemberê. Þûtikek armûþîne rengrengî li navqeda

xwe alandibû. Xencerek tetikzîv li ber þûtikê ra bû. Cotek gîzmên

reþ di lingan da bûn. Gîzme ta binê çokên xwe hilkiþandibû. Gîzmên

wî dibiriqîn û rewneqa wan difirîn nav çavên mirovî. Xortê zirav hate

ber derê xîveta rêncberan. Li ber derê xîvetê rawesta û serê xwe li derê

xîvetê ra kire hundur û hema wisan li ber derî rawestayî ji mêrkê rû bi

xurî pirsî:

»Ev herdu mane?«

— Belê ezbenî.

Li dû wê pirsa xwe ra hema li ber derî, bêy serçavanî, berê xwe li ser

Silêman û hevalê wî da kir û got:

»Kemo yê heqê we ji we ra bêje. Hûn diçin ber pezî baþ li xeberdaniya

sereþivanan da bin ha!«

Paþê berê xwe li ser Kemoyî da kir û gotê:

»Heqê wan ji wan ra bêje û herduyan jî bide Mihoyî, bila hema niha

bibe bispêre sereþivanan«

Eva got û li ber derê xîvetê paþ da zivirî. Silêman û hevalê wî li nav

çavên hevdu nihêrîn û serê xwe kirin ber xwe da. Kemoyê rû bi xurî hate

hundurê xîvetê û got:

»Ev Ehmed Begî kurê Mîrî yê mezin bû. Pirtûk û perok û hejmara

keriyan li destê wî daye. Ew li ser þivan û rêncberan ra digere. Nizanim

we hay jê heye, yan na? Vêderê heqê þivanan her pêþ da hatiye birînê.

Tiþteke vebirî ye. Heqê dajoyê mihiyan ji bo merceke þeþ mehî þeþ berx û

sê hiriyên mihiyan û destek cilkên nîvtaþe. Heqê dajoyê pezê istewir jî her

merceke þeþ mehî pênc berx û sê hiriyên kaviran û destek cilkên nîvtaþ yê

Mîrî yan jî yê kurên wî ye. Hemîn xwerin û vexwerina we jî li kîsê mala

Mîrî daye. Gotinek we tuneye?«

Silêman û hevalê wî herduyan pêkve serê xwe hevraz avîtin û gotin:

»Ne,e!«

Kemo bi vê pirsiyarê ra ji xîvetê derket û gazî kir:

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BILÎCAN • 63

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!