Bilîcan - Nefel
Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel
derê bihaniya. Xwe ji xwe ra got: »Goþtê peza kûvî hema þît e. Xwyê heba jî, hema yê dîsan þît ba.« Li wê navê da Qafreþ zivirî ba wî. Limbozê Qafreþi li xûnê û gemarê da mabû. Silêmanî nîvê dilkê ew layê reh û pehan ko wisan baþ nepijiyabû, avîte ber Qafreþi. Qafreþi dilka nîvpijiyayî hepiþand. Li dû ra Silêmanî patireþk jî ko li ber agiri hiþk bibû, nîvê wê xwar û nîvê dî jî avîte ber Qafreþi û pê piþta destê xwe devê xwe paqij kir. Herdu hêlik jî hê li ser keviri, li rex agiri mabûn û rengê wan qimer bibûn. Silêmanî ewan jî li ser beri hilanî û danî ser hebanê û vî alî wî alî li ber hewayê xist, ta ko zû sar bibin. Dema ko hulmegulma wan kûþkê kêm bû, ewan jî hepiþand û pêstik û reh û pehên wan jî avîte ber Qafreþi. Li dû ra rabû ber bi cendekê kaviri, ko hema wisan li ber hewayê servekirî mabû, çû. Tava buharê li goþti dabû û mirovî hemmanê dizanî, ko rûyê cendeki tiþteke qerçimiye. Silêmanî devê xencera xwe li kefa destê xwe sût. Te digot qey dixwaze pê kefa destê xwe xencera xwe tûj bike. Hema wisan ko xencer li desti da bû, bû fîtefîta wî û li ber cendeki rûniþt. Kevil li jêr cendeki da baþ vekir. Cendek bi xencerê tîþtîþî kir. Hestiyên kaviri gir û bitew bûn. Pê xencerê nedihatin iþkandinê. Silêmanî cendek hema li gehikan da hûr kir. berebere goþtê gehkirî li ser kevilê kaviri bû qûç. Piþtî geh gehî kirina cendeki, rabû hûrik hanî û li ber kevilê kaviri danî. Ew goþtê gehkirî, yek bi yek li hûriki da cî kir. Pêþ da bawer nedikir, ko ew goþta hemûyê di hûrkê kaviri da cî bibe. Lê hûrik bînanî lastîkê vedikiþiya. Ji ser û pêpik û çend hestikên rûte pîl û parestûyan pêve, ko Silêmanî bi xencerê goþtê wan jê simitandibû, tewawî cendeki li hûriki da cî bû. Silêmanî ew rûdiya zirav ko pêþ da þoþtibû û li ber dest hêlabû, ser xwe da kiþand û rûdî weke kindirekî li dora devê hûriki aland û devê hûriki pê wê rûdiyê baþ û bi ser û ber girêda û bi darikekî li jîkê da. Wisan li jîkê da, ko bêhin li be ra dernediket. Devê hûriki te digot qey hate piçêt kirinê. Hûrikê goþti danî ser xîzê û kevilê kaviri lê wer kir. Rabû çend kevir jî vî alî, wî alî danî ser kojên kevili. Paþê teviziyên xwe rast kir û li rex kevili xwe li ser taqa piþtê velezand. Danê nîvro bû. Tava buharî zeliqandibûyê. Tav kete çavên wî. Destên xwe da ber çavên xwe. Hema wisan li ser piþtê tiþtekexurmaþ bû. Paþê bi qîjîna sîsark û qertelan ra çavên xwe vekir. Çend sîsark û qertelên gir û gevde li raserî serê wî ger lêdidan. Qertel û sîsarkan bêhna goþti kiribûn. Xwe ji xwe ra got: »Hema rast e, ko dibêjin baldarên beratê li bin pîlên xwe dinihêrin û dizanin, ka li kêderê cendek heye. Evan çawa zanîn ko vê gavê li vê derê E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 49
cendek ketiye? Evan çawa bêhna goþt û xûnê dibêhnin lo!?« Bawûþkek hatê. Teviziyên xwe rast kir. Bû qirpeqirpa parestûyên wî. Li erdê rabû. Li dewir û berên xwe mêze kir. Her alî tijî dar û êzing û qirþ û qal bû. Dest pê kir êzing berev kir. Bermil bermil êzing li rex kevilê kaviri da komî ser hev kir. Bi berevkirina qurmikan ra istirana Qurmilo ket bîrê. Li ber lêva xwe da mizmizand: Qurmil qurmilo darmilo Darmil qurmilo qurmilo Qurmil qurmikê van daran Qurmil êzingê wan yaran Qurmil qurmilo qurmilo Darmil qurmilo qurmilo Qurmil qurmikê kezvanan Qurmil qurmilo qurmilo Qurmil êzingê þivanan Qurmil qurmilo qurmilo Qurmil qurmikê wan gîzan Qurmil qurmilo qurmilo Darmil darmilê payîzan Qurmil êzingê wan qîzan... Li berojê himber, gwînî qolqolî bibûn. Gwînîzere, gwînîreþe, gwînîhespe û gwînîpiþîkên ko her yek wekî cendekê pezekî bûn. Silêmanî xwe gîhande beroji û li her celebê gwîniyan du, sêkek pê xencera xwe li binî da birî. Paþê gwînî danî ser hev û weke kiþrê li dû xwe ra kirkaþ kir û hanî li rex goþti weke gizreyekê li ser hevdu da hilcinî. Bêhna xwe veda. Li dû ra, li rex gwîniyan pê pozka xencera xwe korikek veda. Erd xîzelan bû. Bi sanahî dihate kolanê. Korikek bi beratî û kûratiya sê, çar bihostan kola. Li nav tatên li rex zinarî da tatekî tenik angorî binê korikê bijart. Tat li binê korikê da ediland. Hûrikê goþti li bin kevili deranî û danî ser tatê li binê korikê da. Wisan danî, ko nîvê hûriki li erdê da û nîvê dî jî li derva mabû. Li dû ra ew xîza ko li korikê deranîbû, rijande dora hûriki. Tatekî biçûk jî danî ser devê hûriki û kevirek jî danî ser wî tati û dîsan ew xîza ko ji korikê deranîbû, li dora hûriki berev kir û xîz li ser hûriki kire qûç. Wisan bi ser û ber xîz li dora hûriki berev kir, ko çi ciyê hûriki vekirî nema. Vêca pêþ da gwînîreþeyek danî li ser devê hûriki yê bi xîzê vepoþandî 50• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM
- Page 1 and 2: oman NEFEL PERWÎZ CIHANÎ Bilîcan
- Page 3 and 4: 2•BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.CO
- Page 5 and 6: Perwîz Cihanî: Bilîcan Weþanxan
- Page 7 and 8: 6•BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.CO
- Page 9 and 10: Bayê derbuharê tevî tava þîrog
- Page 11 and 12: erdê sikî sar û di gavekê da s
- Page 13 and 14: ma van herdu evîndarên bêmiraz w
- Page 15 and 16: çendîn caran dujmini avîtibû se
- Page 17 and 18: dida: wan gumguman....wan gumguman.
- Page 19 and 20: 3 Silîv Beg, mîrekî gelhebîn û
- Page 21 and 22: Di gel van hemû derdana Îsê jî
- Page 23 and 24: xwe, ridênsipî û þêvirdaran go
- Page 25 and 26: yê dî nedikir. Çendîn caran ber
- Page 27 and 28: Dûlka xwe hejand û xwe avîte ber
- Page 29 and 30: Silêmanî xwe gîhande pira darîn
- Page 31 and 32: avê bû, ko ji bejna wî dikiþiya
- Page 33 and 34: Silêmanî. Silêman bi pêxiþik h
- Page 35 and 36: »Ay Xudêyo çende xweþkok e, tu
- Page 37 and 38: avê bû, ko bînanî dîneke serme
- Page 39 and 40: vaye daketine nav dilê deþtê da.
- Page 41 and 42: 5 Der û deþt, gelî û newal, dar
- Page 43 and 44: ûye û ji bona min xew li çavên
- Page 45 and 46: dibû, banz dan. Av wisan bi guj di
- Page 47 and 48: û peþkiya pêsîra zinarî; kavir
- Page 49: Gel xwe wê tîne lo qirþan û qal
- Page 53 and 54: Germayeke tund ji libên xîza daxb
- Page 55 and 56: ezê devê xwe girê bidim!? » Bi
- Page 57 and 58: 6 Kutaya meha Adarê ye. Her tenê
- Page 59 and 60: xîvetan tuneye. Xîvet li ber hev
- Page 61 and 62: Pîrejinê piþteke rîse rengareng
- Page 63 and 64: ibijêrim. Ez nizanim hûn deba vir
- Page 65 and 66: »Kuro Miho were van herdu dajoyana
- Page 67 and 68: girikekî ra bibîne. Piþtî bîst
- Page 69 and 70: 7 Hefthezar û heftsed mal li bin s
- Page 71 and 72: ide. Her cara ko nameyek kurdî bih
- Page 73 and 74: Çi kesî nikarî xwe li ber ciwan
- Page 75 and 76: Werdekê da cî bike. Lê Werdeka m
- Page 77 and 78: siyê da mabûn. Li bin siyê da ze
- Page 79 and 80: jî waye bi wan ra ye. Silêman ew
- Page 81 and 82: Hay hay! Þêr þêr e, çi jine ç
- Page 83 and 84: na sêveke sor nediçû devê Mîr
- Page 85 and 86: — Hero ta roja îro kesî piþta
- Page 87 and 88: xezelên xezelwerê, libên barana
- Page 89 and 90: i giþtî hêza xwe va tawa xwe av
- Page 91 and 92: — Bijî Silêman! — Her hebî S
- Page 93 and 94: Pîrqîn kete komelê û hemû keni
- Page 95 and 96: erpêlavka wan da. Hemû tev bi ken
- Page 97 and 98: Mîr Elî Siwaran ji cî hilqedimî
- Page 99 and 100: »Mîrîm bibexþîne! Bêdem bû.
derê bihaniya. Xwe ji xwe ra got:

»Goþtê peza kûvî hema þît e. Xwyê heba jî, hema yê dîsan þît ba.«

Li wê navê da Qafreþ zivirî ba wî. Limbozê Qafreþi li xûnê û gemarê da

mabû. Silêmanî nîvê dilkê ew layê reh û pehan ko wisan baþ nepijiyabû,

avîte ber Qafreþi. Qafreþi dilka nîvpijiyayî hepiþand. Li dû ra Silêmanî

patireþk jî ko li ber agiri hiþk bibû, nîvê wê xwar û nîvê dî jî avîte ber

Qafreþi û pê piþta destê xwe devê xwe paqij kir. Herdu hêlik jî hê li ser keviri,

li rex agiri mabûn û rengê wan qimer bibûn. Silêmanî ewan jî li ser

beri hilanî û danî ser hebanê û vî alî wî alî li ber hewayê xist, ta ko zû sar

bibin. Dema ko hulmegulma wan kûþkê kêm bû, ewan jî hepiþand û

pêstik û reh û pehên wan jî avîte ber Qafreþi. Li dû ra rabû ber bi cendekê

kaviri, ko hema wisan li ber hewayê servekirî mabû, çû. Tava buharê li

goþti dabû û mirovî hemmanê dizanî, ko rûyê cendeki tiþteke qerçimiye.

Silêmanî devê xencera xwe li kefa destê xwe sût. Te digot qey dixwaze

pê kefa destê xwe xencera xwe tûj bike. Hema wisan ko xencer li desti da

bû, bû fîtefîta wî û li ber cendeki rûniþt. Kevil li jêr cendeki da baþ vekir.

Cendek bi xencerê tîþtîþî kir. Hestiyên kaviri gir û bitew bûn. Pê xencerê

nedihatin iþkandinê. Silêmanî cendek hema li gehikan da hûr kir. berebere

goþtê gehkirî li ser kevilê kaviri bû qûç. Piþtî geh gehî kirina cendeki,

rabû hûrik hanî û li ber kevilê kaviri danî. Ew goþtê gehkirî, yek bi yek

li hûriki da cî kir. Pêþ da bawer nedikir, ko ew goþta hemûyê di hûrkê

kaviri da cî bibe. Lê hûrik bînanî lastîkê vedikiþiya. Ji ser û pêpik û çend

hestikên rûte pîl û parestûyan pêve, ko Silêmanî bi xencerê goþtê wan jê

simitandibû, tewawî cendeki li hûriki da cî bû. Silêmanî ew rûdiya zirav

ko pêþ da þoþtibû û li ber dest hêlabû, ser xwe da kiþand û rûdî weke

kindirekî li dora devê hûriki aland û devê hûriki pê wê rûdiyê baþ û bi ser

û ber girêda û bi darikekî li jîkê da. Wisan li jîkê da, ko bêhin li be ra

dernediket. Devê hûriki te digot qey hate piçêt kirinê. Hûrikê goþti danî

ser xîzê û kevilê kaviri lê wer kir. Rabû çend kevir jî vî alî, wî alî danî ser

kojên kevili. Paþê teviziyên xwe rast kir û li rex kevili xwe li ser taqa piþtê

velezand. Danê nîvro bû. Tava buharî zeliqandibûyê. Tav kete çavên wî.

Destên xwe da ber çavên xwe. Hema wisan li ser piþtê tiþtekexurmaþ bû.

Paþê bi qîjîna sîsark û qertelan ra çavên xwe vekir. Çend sîsark û qertelên

gir û gevde li raserî serê wî ger lêdidan. Qertel û sîsarkan bêhna goþti

kiribûn. Xwe ji xwe ra got:

»Hema rast e, ko dibêjin baldarên beratê li bin pîlên xwe dinihêrin û

dizanin, ka li kêderê cendek heye. Evan çawa zanîn ko vê gavê li vê derê

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BILÎCAN • 49