Bilîcan - Nefel
Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel
ew kî alî da bada, ew wî alî da diçû. Ca ewî qet li himber mîrê tazerabûyî da nedikarî xwe eþkere bikira. Erê, gema wî li destê jina wî da bû. Jinkê bigotayê bimire, bimire. Bimîne, bimîne. Eva bû ko Îsê nediwêrî dijî mîrê ko niha bûye mîratxorê mîratiya bav û birayê wî, deng bikira. Xelkê li bara desthelatdariya Xecîcê li ser Îsêyi da û fermanberiya Îsêyi ji Xecîcê ev gotina pêþînan digotin: Sê tiþt hene li rû dinê. Hersêk jî li hesabê mirinê. Miþkê li terazinê, berxa li ber bizinê, mêrê li xebera jinê. Lê gava ko yekî dilþewitî xeberek li vê barê da li ber Îsê ra davît, Îsê digot, ma xewþa xwe çiye!? Silêman pêxember jî bi gotina Bilqîsê dikir. Ma xwe çi dibe, jin û mêr herdu jî mirovîn, herdu jî kerê leþekî ne. Lê Silêmanî nedikarî ew hinda bipejiranda. Ewî dixwest here mîrê tazepêketî li ser texti bavêje û bixwe mîratiya kal û bavan bigre destê xwe. Xwe ji xwe ra li nav hiþê xwe da diçû û digot: »Erê eger ev þindoyê ko niha bûye mîr, hêjayî wê hindê ba, li zora min nedihat. Eger li xizmeta gel û welati da ba, eger ji me jêhatîtir û têgehîþtîtir û þarezatir ba, dîsan jî li zora min nedihat. Lê ev þindoyê ko niha bûye mîr, ji bilî hêktûmariya neyar û dagîrkeran tiþteke dî nizanê. Tu dibêjî qey ew hema ji bo xoþxanî û hêktûmariya dujminan hatiye afirandinê...« Lê yê çi ji Îsê apê xwe bikira. Ne dikarî hema wisan li nava hezaran dost û dujminî da dijî apê xwe rabûya, ne jî dikarî li himber kir û kiriyarên wî da bêdeng bima. Eva bû, ko çi rê û çare nedîtibû û ketibû serê rê û dirban. Rast bû ko gotibû ezê herim Þengarê. Lê bixwe jî nedizanî Þengar li kû ye. Pê wa bû ko Þengar dûrtirîn cîhê cîhanê ye. Li nava van bîr û hizrana da bû, ko rastî geliyekî kûr hat. Herdu layên geliyi bi kevirên reþe arsotik û dar û barên sêrek hatibûn vepoþandinê. Li serberjêrekî tund û lêj da berjêr bû û dakete binê geliyi. Qafreþi jî hema wisan dabû dû wî. Lê Qafreþ ew Qafreþê caran nibû. Lawaz bibû. Daketibû. Weriyabû. Pirça leþê wî li ber ba û baranê, li nava qur û gemarê da rengê xwe derdabû. Ew rewneq û teyîsîna pêþîn lê nemabû. Pirça leþê wî rengê pîneyekî ko li ber tav û ba û baranê bimîne û reng guhestî bibe, dida. Her çend ko westiyayî û birsî bû jî, lê dîsan dûlka xwe dabû ser milên xwe. Lê ne wekî pêþ da bû. Dûlka wî hindekî sist bibû. Hindekî daketibû li ser kulîmekan. Gava çavên Silêmanî pê ket, dilê wî pê þewitî. Ewan tev li ser kendalekî kûr ra, ko hurmehurma avê bû, tê ra derbas E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 43
dibû, banz dan. Av wisan bi guj diçû û deng vedida, ko li ber hurmicîna avê, guçkên mirovî ker dibû. Herdu layên kendali kevirên reþe arsotik bûn. Te digot qey hostayekî kirarî ew kevirên herdu layên çemi bi dest biriye û rê ji avê ra vekiriye. Avê dilê erdê dirandibû û kevirên herdu layên kendali birîbû, û bi hurmehurm tê ra derbas dibû. Avê wisan kendal teng birîbû, gava ko mirov kûþkê ji kendali dûr diket, avê û kendali bi mirovî va diyar nedikirin. Besta dora wê avê pêda li kevirên reþe arsotik hatibû vepoþandinê. Hindik kevir wisan tûj û birek bûn, ko gava piyên Silêmanî dikete ser, hindik dima weke kêrikê çarixên Silêmanî bibirin. Berê wan kete ser nizarekî, ko taze berf li ser rabibû. Li pêsîra nizari da, pûþ û pelaþ lev aliyabûn. Pûþ û pelaþên sala çûyî li ber berfê û sir û serma û germayê gewir bibûn. Çêreya taze jî ji bin wan pûþana ra dabû derê û rengê gewir û kesk tevî hev bibûn û rengekî taybetî afirandibûn, ko kewî va dihingaft. Darên evrisi jî tektekî û dûrî hev li pêsîra nizari û li rex kevirên ko her yek wekî kêlikekê bilind û þûþ rawestabûn, dihatin xûyanê. Kêlekeviran û darên xuriste pêkva dîmeneke sosret afirandibûn û dûr va weke siwareleþkerekî, ko amadeyî hêriþê bibe, bera mirovî li ser xwe da radikêþan. Qafreþ li dora kendali ra ketibû çerxê û bîn digerand. Disimsimî û erd pêkol dikir. Li ser kolekî da mîst. Li dû ra bi bêhinvekêþk ber bi nizari simsimî. Paþê guçkên xwe mûç kir û çûr ma li pêsîra nizari nihêrî. Silêman li ser xo û xideyên wî ketibû. Dizanî ewî tiþtek dîtiye. Bêhna nêçîrekê kiriye. Lê kire mûçîn. Qafreþ miricî. Silêman lap dilniya bû, ko Qafreþi nêçîrek dîtiye. Çû li piþt wî rawesta. Li dîtingeha wî nihêrî. Baþ dîna xwe dayê. Çi tiþt nedît. Dîsan çavên xwe kuskusand. Destê xwe ji çavên xwe ra kire sîvank. Bizorê karî li nav dar û beran da tiþtekê bibîne, ko hemmanê dilivî. Hêdîka hilkiþiya ser soteberekî. Gava ko baþ dîna xwe dayê, dît ko çend pezkûvî waye li nav dar û berên pêsîra nizari, li nav wan pûþ û pelaþana da diçêrin. Berê pezkûviyan ketibû ber bi hevrazi û hêdî hêdî dixwestin, ko li ser hingivokê bikevin. Silêman bi hemmet li ser keviri peya bû. Kewanê xwe ji milê xwe þiqitand. Pala xwe da kevirekî. Tîrek ji tîrdanka xwe deranî. Çoka xwe ya çepê ji milê xwe yê çepê ra kire palgeh û tîra xwe danî ser jehê kewanê û nîþange girt. Li wê navê da pezkûvî jî çêreçêre ber bi hêsûyê hildikiþiyan. Silêmanî li nav bira pezkûviyan da kavirekî sorî qelew, nîþan kir û tîra xwe bi giþt hêz û karîna xwe va ber bi sîngê kaviri berda. Di gel tîra wî, bû fîtîna pêþengi û kalîn jî bi bira pezkûviyan ket û di çavgirtinekê da, pez li hêsûyê da qulibîn. Bi 44• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM
- Page 1 and 2: oman NEFEL PERWÎZ CIHANÎ Bilîcan
- Page 3 and 4: 2•BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.CO
- Page 5 and 6: Perwîz Cihanî: Bilîcan Weþanxan
- Page 7 and 8: 6•BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.CO
- Page 9 and 10: Bayê derbuharê tevî tava þîrog
- Page 11 and 12: erdê sikî sar û di gavekê da s
- Page 13 and 14: ma van herdu evîndarên bêmiraz w
- Page 15 and 16: çendîn caran dujmini avîtibû se
- Page 17 and 18: dida: wan gumguman....wan gumguman.
- Page 19 and 20: 3 Silîv Beg, mîrekî gelhebîn û
- Page 21 and 22: Di gel van hemû derdana Îsê jî
- Page 23 and 24: xwe, ridênsipî û þêvirdaran go
- Page 25 and 26: yê dî nedikir. Çendîn caran ber
- Page 27 and 28: Dûlka xwe hejand û xwe avîte ber
- Page 29 and 30: Silêmanî xwe gîhande pira darîn
- Page 31 and 32: avê bû, ko ji bejna wî dikiþiya
- Page 33 and 34: Silêmanî. Silêman bi pêxiþik h
- Page 35 and 36: »Ay Xudêyo çende xweþkok e, tu
- Page 37 and 38: avê bû, ko bînanî dîneke serme
- Page 39 and 40: vaye daketine nav dilê deþtê da.
- Page 41 and 42: 5 Der û deþt, gelî û newal, dar
- Page 43: ûye û ji bona min xew li çavên
- Page 47 and 48: û peþkiya pêsîra zinarî; kavir
- Page 49 and 50: Gel xwe wê tîne lo qirþan û qal
- Page 51 and 52: cendek ketiye? Evan çawa bêhna go
- Page 53 and 54: Germayeke tund ji libên xîza daxb
- Page 55 and 56: ezê devê xwe girê bidim!? » Bi
- Page 57 and 58: 6 Kutaya meha Adarê ye. Her tenê
- Page 59 and 60: xîvetan tuneye. Xîvet li ber hev
- Page 61 and 62: Pîrejinê piþteke rîse rengareng
- Page 63 and 64: ibijêrim. Ez nizanim hûn deba vir
- Page 65 and 66: »Kuro Miho were van herdu dajoyana
- Page 67 and 68: girikekî ra bibîne. Piþtî bîst
- Page 69 and 70: 7 Hefthezar û heftsed mal li bin s
- Page 71 and 72: ide. Her cara ko nameyek kurdî bih
- Page 73 and 74: Çi kesî nikarî xwe li ber ciwan
- Page 75 and 76: Werdekê da cî bike. Lê Werdeka m
- Page 77 and 78: siyê da mabûn. Li bin siyê da ze
- Page 79 and 80: jî waye bi wan ra ye. Silêman ew
- Page 81 and 82: Hay hay! Þêr þêr e, çi jine ç
- Page 83 and 84: na sêveke sor nediçû devê Mîr
- Page 85 and 86: — Hero ta roja îro kesî piþta
- Page 87 and 88: xezelên xezelwerê, libên barana
- Page 89 and 90: i giþtî hêza xwe va tawa xwe av
- Page 91 and 92: — Bijî Silêman! — Her hebî S
- Page 93 and 94: Pîrqîn kete komelê û hemû keni
dibû, banz dan. Av wisan bi guj diçû û deng vedida, ko li ber hurmicîna

avê, guçkên mirovî ker dibû. Herdu layên kendali kevirên reþe arsotik

bûn. Te digot qey hostayekî kirarî ew kevirên herdu layên çemi bi dest

biriye û rê ji avê ra vekiriye. Avê dilê erdê dirandibû û kevirên herdu layên

kendali birîbû, û bi hurmehurm tê ra derbas dibû. Avê wisan kendal teng

birîbû, gava ko mirov kûþkê ji kendali dûr diket, avê û kendali bi mirovî

va diyar nedikirin. Besta dora wê avê pêda li kevirên reþe arsotik hatibû

vepoþandinê. Hindik kevir wisan tûj û birek bûn, ko gava piyên Silêmanî

dikete ser, hindik dima weke kêrikê çarixên Silêmanî bibirin.

Berê wan kete ser nizarekî, ko taze berf li ser rabibû. Li pêsîra nizari da,

pûþ û pelaþ lev aliyabûn. Pûþ û pelaþên sala çûyî li ber berfê û sir û serma

û germayê gewir bibûn. Çêreya taze jî ji bin wan pûþana ra dabû derê û

rengê gewir û kesk tevî hev bibûn û rengekî taybetî afirandibûn, ko kewî

va dihingaft. Darên evrisi jî tektekî û dûrî hev li pêsîra nizari û li rex kevirên

ko her yek wekî kêlikekê bilind û þûþ rawestabûn, dihatin xûyanê.

Kêlekeviran û darên xuriste pêkva dîmeneke sosret afirandibûn û dûr va

weke siwareleþkerekî, ko amadeyî hêriþê bibe, bera mirovî li ser xwe da

radikêþan.

Qafreþ li dora kendali ra ketibû çerxê û bîn digerand. Disimsimî û erd

pêkol dikir. Li ser kolekî da mîst. Li dû ra bi bêhinvekêþk ber bi nizari

simsimî. Paþê guçkên xwe mûç kir û çûr ma li pêsîra nizari nihêrî.

Silêman li ser xo û xideyên wî ketibû. Dizanî ewî tiþtek dîtiye. Bêhna

nêçîrekê kiriye. Lê kire mûçîn. Qafreþ miricî. Silêman lap dilniya bû, ko

Qafreþi nêçîrek dîtiye. Çû li piþt wî rawesta. Li dîtingeha wî nihêrî. Baþ

dîna xwe dayê. Çi tiþt nedît. Dîsan çavên xwe kuskusand. Destê xwe ji

çavên xwe ra kire sîvank. Bizorê karî li nav dar û beran da tiþtekê bibîne,

ko hemmanê dilivî. Hêdîka hilkiþiya ser soteberekî. Gava ko baþ dîna

xwe dayê, dît ko çend pezkûvî waye li nav dar û berên pêsîra nizari, li nav

wan pûþ û pelaþana da diçêrin. Berê pezkûviyan ketibû ber bi hevrazi û

hêdî hêdî dixwestin, ko li ser hingivokê bikevin. Silêman bi hemmet li ser

keviri peya bû. Kewanê xwe ji milê xwe þiqitand. Pala xwe da kevirekî.

Tîrek ji tîrdanka xwe deranî. Çoka xwe ya çepê ji milê xwe yê çepê ra kire

palgeh û tîra xwe danî ser jehê kewanê û nîþange girt. Li wê navê da

pezkûvî jî çêreçêre ber bi hêsûyê hildikiþiyan. Silêmanî li nav bira

pezkûviyan da kavirekî sorî qelew, nîþan kir û tîra xwe bi giþt hêz û karîna

xwe va ber bi sîngê kaviri berda. Di gel tîra wî, bû fîtîna pêþengi û kalîn

jî bi bira pezkûviyan ket û di çavgirtinekê da, pez li hêsûyê da qulibîn. Bi

44• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM